Gefa kuştinê li girtiyê ku got ‘Ez kurd im’ xwarin

img
ŞIRNEX - Girtiyê nexweş Naîf Îşçî ku di Girtîgeha Tîpa T a Xelatê tê ragirtin ji ber ku gotiye,'ez kurd im' gefa mirinê lê hatiye xwarin. Îşçî, di hevdîtina heftane de ji malbata xwe re got: “Tiştek bi serê min were, kujerên min ev kes in.”
 
Ji girtiyên nexweş Naîf Îşçî di 2010'an de hêj di 14 saliya xwe de bi îdiayên “Propagandaya rêxistinê”, “Sûcê li ser navê rêxistinê” û “Bêyî destûrê bi kar anîna amûrên xeternak” hate binçavkirin û dagehê 24 sal cezayê girtîgehê lê birî. Beriya girtinê jî Îşçî qezaya trafîqê debas kiribû û platîn di lingê wî yê çepê de heye. Platîna di lingê Îşçî de diviyabû piştî 6 mehan bihata derxistin. Lê ji ber astengkirina tedawiyê, ev 11 sal in platîna di lingê Îşçî de nehatiye derxistin. Lingekê Îşçî dirêj dibê û yek jî kurt dimîne. Îşçî, niha li Girtîgeha Tîpa T a Xelat a Bedlîsê tê ragirtin û di hevdîtina telefonê ya vê hefteyê de qala binpêkirinên li girtîgehê ji malbata xwe re kir. Îşçî, da zanîn ku ji ber gotina “Ez kurd im”, gefa kuştinê lê hatiye xwarin. 
 
Têkildarî naveroka hevdîtinê dayika Îşçî, Nebahat Îşçî da zanîn ku kurê wê du hefte berê li wê geriyaye û ev agahî dan: “Dengê wî nexweş dihat. Min sedema wê jê pirs kir lê got ‘ez baş im.’ Piştre ji xwîşka xwe re got; ‘Ev du carin gefa kuştinê li min tê xwarin.’ Dema me sedema wê jê pirs kirî jî wiha got; ‘Dema min dibin nexweşxaneyê, dîsa têxin odeya nexweşan. Li wir kesekî MHP’î heye. Vî kesî ji min pirsî û bê ka ez kurd im an na. Lê min ji ber hevalên xwe bersiv nedayê. Dema dîsa heman pirs ji min kirî jî min pirs kirî jî min got ez kurd in. Li ser vê yekê gefa kuştinê li min xwar. Divê hûn giliyê girtîgehê bikin û bila ÎHD û parêzer ser vê meseleyê bisekinin.’ Heqê wan nîne van tiştan bi serê zarokên me tînin.”
 
‘ÇI DIKIN BILA BIKIN EM KURD IN’
 
Bi domdarî Îşçî diyar kir ku girtî di nava çar dîwaran de şertên nebaş de dijîn û wiha domand: “Ne xwarina paqij û ne jî ava germ didin wan. Her cureyên zextê li wan dikin û nayên dermankirin. Ser re gefan jî lê dixwin. Lê çi dikin bila bikin dê zarokên me li hemberî wan serî netewînin. Em jî heta dawiyê bi zarokên xwe re ne. Heqê wan nîne ku gefan li zarokên me bixwin. Heke tiştek bi serê kurê min were, berpirsyar rêveberiya girtîgehê ye. Kurê min got; ‘heke tiştek bi serê min were, bizanin ku kujerên min ew in.’ Kurê min dema hatî girtin 14 salî bû û di lingê wî de platîn heye. Di mîdeyê wî de birîn çêbûne û çavên wî tarî dibin. Dibêje dema ji derencayan derdikeve zehmetiya dikêşe. Kurê min bêsûc û bêguneh bû. Heke tiştek bi serê kurê min were ez ê dinyayê bihejînim. Ji wê rojê ve xew naçe çavên min. Gardiyanan ji vî kesî re gotine; ‘tu çi bikî em ê piştgiriyê bidin te.’ Ev bû cara duyemîn ku gefan li kurê min dixwin. Ser re cezayê hevdîtinê yê mehekî lê birînê. Hûn çi bikin jî em kurd in. Xwedê em kurd dane û wî ev ziman da ye me. Çi dikin bila bikin dê nekarin vîna me bişikînin û bi zarokên me paşdegav bidin avêtin.” 
 
BANGA HÊSTIYARIYÊ
 
Herî dawî jî Îşçî ev bang kir: “Bangawaziya min ji hemû malbatên girtiyan re ew e ku destê xwe bidin hev û li hemberî vê îşkenceyê bisekinin. Em naxwazin êdî cenaze girtîgehan derbikevin. Em van gefên li ser zarokên xwe qebûl nakin. Em heta mirinê bi zarokên xwe re ne. Em neynûka zarokên xwe nadin hemû dinyayê. Divê em xwedî li wan derbikevin. Pêwîst be divê hemû malbat li ber deriyên girtîgehan bikevin çalakiyê.”
 

Sernavên din

05/05/2022
21:41 Îvrendî yê piştî 30 salan ji girtîgehê derket bi girseyî hat pêşwazî kirin
21:03 Beştaş: Ne hedê we ye ku hûn êrişê bibin ser navenda me ya giştî
20:06 Ji 6 partiyan daxuyanî: HDP ne bi tenê ye
19:03 Jin Bi Hev Re Bihêz in: Başaran hevrêya me ye, em serî natewînin
18:12 Li Stenbolê provakasyona li hemberî HDP'ê tê şermezarkirin
17:14 Jinan provokasyona li dijî HDP’ê şermezar kirin
17:14 ‘Divê mamosteyên nîjadperest bên darizandin û cezakirin’
17:06 Li Cizîrê ciwanekî xwe kuşt
16:57 Ji Yenî Akît a heqaret li Garîbe Gezer kirin re biryara neşopandinê hate dayîn
16:44 PDK nahêle xelkê Şengalê vegere malên xwe
16:39 Başaran: Serkêşê provokasyonê desthilatdariya AKP-MHP’ê ye
16:24 Koma Êzdiyan a li Parlamentoya Iraqê daxuyanî da
16:00 Cehdeyên Amedê di bin avê de man
15:45 Nobeta Edaletê: Çelengekî deynin ber deriyê mala Erdogan
15:32 Akgun ê ku ev 30 sal bûn girtî hate berdan
15:25 Li Cûdî 8 leşker hatin kuştin lê 2 hatin aşkerekirin
15:22 HDP’ê ji bo elewiyan kampanya da destpêkirin: Çareserî welatîbûna wekhev e
15:18 Gunay: Bi destê çeteyên ku ji xwe re dibêjin polis provakasyonan derdixin.
15:09 Li Qamişlo ‘Meşa rûmetê ya li dijî dagirkerî û xiyanetê’
15:06 Provokasyona polîsan a li pêş HDP’ê didome
14:38 Malbatan gazî Wezîrê Dadê kirin: Zarokên me berdin
14:28 Li Stenbolê jinek hate qetilkirin
14:28 Akman û Çîftçî ku Nobeta Edaletê didomînin hatin binçavkirin
14:03 Parlamenterên Îskoçyayê ji bo HDP’ê pêşniyazname dan parlamentoyê
13:27 Polîsan Navenda Giştî ya HDP’ê dorpêç kirin, gef li parlamenter xwarin
13:06 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:06 Ferît Şenyaşar: Gavek hiqûqî hat avêtin lê daxwazên me nehatin cih
12:42 'Tirkiye dixwaze xeta nokeriyê ya kurd çalak bike’
12:06 Jinnews: 31 jin û 3 zarok hatine kuştin
11:38 Komên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê jinek revandin
11:33 Li Amedê dê rojên filmên ekolojiyê bên lidarxistin
10:50 Cerdevanên ku tev li êrişê bûyîn: Pêşketin tune ye û psîkolojiya me xerab bû
10:33 Li ser sînor bang kirin: Divê kurd li dijî xiyanetê rabin ser pêyan
10:32 Rêya Armûşê ya Navneteweyî veguheriye rêya mirinê!
10:31 Dayika Cemîle Çagirga: Yên ku Cemîle kuştin niha jî êrişî Başûr dikin
10:06 Botaniyan banga rawestandina hevkariyê li Barzanî kir
09:46 Tevgera Azadî: Ya wê ev pergal hilweşe yan jî wê bi ser bikeve
09:05 Hunermendên kurd dê li dijî êrişên Tirkiyeyê û PDK'ê çalakiyan li dar bixin
09:03 OÇAV: Em baroyeke ku her kes karibe gotina xwe bibêje dixwazin
09:03 Berteka welatiyan a li dijî êrişên Tirkiyeyê: Dest ji şer berdin
09:03 Şaredariyê şêniyên taxê mexdûr kirin
09:03 Rojnamevan Oynaş: Ji ber ku min poşmanî qebûl nekir înfaza min hat şewitandin
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2022'YAN
04/05/2022
23:59 Aksal bi stand-up’a xwe amedî kenandin
18:14 Li Cizîrê kesek hat binçavkirin: Pozê mêvanê li malê jî şikandin
16:38 Xizma girtî: Me vê cejnê jî zarokên xwe nedît
16:36 Ji Kavala daxuyaniya Geziyê: Biryar kêfî û siyasî ye
16:12 Li Hezexê du ciwan mirî hatin dîtin
16:05 Şervan Êzidxan hat veşartin
15:52 Qurbaniyên Terteleya Dêrsimê hatin bibîranîn: Me ji bîr nekir û efû nekir
15:42 Di nîsanê de 24 jin hatin kuştin
14:43 Li Cizîrê jina ku hewl da întihar bike bi giranî birîndar bû
14:30 Malbatên girtiyan li ber ATK’ê ne: Şeş meh in rayedar xemsar in
14:15 YNK'ê bersiva PDK'ê da: Ya ku Şengalê radestî DAIŞ'ê kir PDK bû
13:24 Di êrişa çekdarî de kesek din jî jiyana xwe ji dest da
12:48 Malbata Şenyaşar wê ji bo cejnê serdanan qebûl bike
12:48 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyeyê kete roja 29’an
12:11 Nijadperestiya li ser kurdî: Bêceza hiştin û parastin
11:58 MB: Wê nan, meqarne û goşt bên zemkirin
11:54 Birayê leşkerê hatiye kuştin jî tev li 'Nobeta Jiyanê' bû
11:47 Li Efrînê serpelek hate kuştin
11:45 Fîlmê Hêza xelata xwe ya sêyemîn li Los Angelesê wergirt
10:22 Çalakgerên Nobeta Jiyanê: Êdî baweriya me bi Barzanî nayê
10:03 Şaredariya AKP’î çopên xwe dirijîne Çemê Xabûrê
09:44 Pêşmergeyê berê: Xeyala Erdogan ew e ku xwe bigihîne sînorên Osmanî
09:05 Welatiyên Amedê: Ew ji bo bimehînin xizan jî ji bo pariyekî nan bibînin dimeşin
09:04 5 sal in doza azadiya Ocalan dike
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2022'YAN
00:51 Li Amedê wesayîtek hat gulebarankirin: Dayikek û keça xwe jiyana xwe ji dest dan
03/05/2022
19:29 Nobeta Jiyanê: Werin em dawî li şer bînin
18:41 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Divê kes destê xwe dirêjî yekîneyên me yên parastinê neke
17:10 Wênesaz Perwazî jina berxwedêr a Şengalî resmand
16:06 Derheqê parvekirina nîjadperest a li Qereyaziyê de lêpirsîn hate destpêkirin
15:57 Di serdanên cejnê de daxwaza edaletê kirin
15:29 ‘Alaya edaletê di destê malbata Şenyaşar de ye’
15:11 HRE: Li Efrînê 14 çete hatin kuştin
14:57 Li gundê Aysel Tugluk bang kirin: Ayselê û hevalên wê berdin
14:37 MKGP’ê bang li rojnamegerên jin kir: Em bi hev re têkoşîna xwe mezin bikin
14:04 Malbatên girtiyan Cejna Remezanê li pêşiya girtîgehê pêşwazî kirin
13:46 Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Amsterdamê dest pê dike
12:49 Aliyên siyasî yên Iraqê: Divê dawî li binpêkirina Tirkiyeyê bê anîn
12:30 Li Qereyaziyê parvekirina nîjadperest
12:18 Ji partiyên siyasî serdanên cejnê
11:41 DFG: Di nîsanê de 4 rojnameger hatin binçavkirin û 16 nûçe hatin astengkirin
11:24 120 cerdevan bi navê çawişên pispor şandin Metînayê
11:15 ‘Divê hemû welatparêzên kurd xwedî li Şengalê derkevin’
10:40 Gefa kuştinê li girtiyê ku got ‘Ez kurd im’ xwarin
10:02 TEV-DEM’ê ji bo Şengalê bang kir: Parastina Şengalê deynê stûyê her kesî ye
09:46 Xelkê Şengalê ji bo parastina xaka xwe nobet girt
09:20 Di Nobeta Jiyanê de bang li Barzanî kirin: Destê xwe ji xwîna zarokên me bikêşe
09:08 Qeşayê li fistiqên Rihayê da
09:06 Parêzer Tuysuz: 'Operasyona' li nivîskarê çûye îfade dayînê sûc e
09:04 ‘Roja Reş’ 84 sal in didome
09:02 Li Pirsûsê mal û erd di bin avê de man!
09:00 ROJEVA 3'YÊ GULANA 2022'YAN
02/05/2022
22:38 UNAMI: Êrişên li dijî Şengalê bifikar in
19:35 Li Enqerê jinek hat kuştin
16:23 Înfaza girtiyê ku ev 30 sal in di girtîgehê de ye hate şewitandin
16:06 Gelek kes çûn serdana malbata Şenyaşar û cejna wan pîroz kirin
16:05 KCDK-E’yê ji bo xwedîderketina li Şengalê bang kir