'Tirkiye dixwaze xeta nokeriyê ya kurd çalak bike’

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê NPG’ê Mûrat Karayilan têkildarî êrişên Tirkiyeyê axivî û wiha got: “DAIŞ’î, cerdevan û komên ji Tirkmenistanê di êrişê de tên bikaranîn. Ne tenê li Başûr, xwestin xeta nokeriyê ya kurd li Bakur jî çalak bikin û beşdarî operasyonan bikin.” 

Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê li dijî Herêma Federal a Kurdistanê dayîn destpêkirin berdewam in. Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan têkildarî mijarê bi radyoya Dengê Welat re axivî. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), Karayilan diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê hebûna gelê kurd û statûya wan ji bo xwe weke talûke dibîne û şer dane destpêkirin. Karayilan, anî ziman ku şer, bi tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest pê kiriye û ev 7 sal in bênavber berdewam dike. 
 
Mûrat Karayilan destnîşan kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê desthilatdariyeke ji rêzê nîne û wiha got: “Ji bo têkbirina têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê û tunekirina destketiyên gelê kurd ev hikûmet ava bû. Hebûn û statuya gelê kurd ji bo dewleta tirk weke metirsiyê dibîne, lewma jî dixwaze PKK’ê û gelê kurd ji holê rake. Hikûmet vê yekê ji bo xwe weke wezîfeyê dibîne. Lewma 7 sal in li dijî me bênavber şerekî giştî dimeşîne. Şer bi girankirina tecrîda li Îmraliyê destpê kir. Bi zêdekirina zilma li zindanan dewam kir. Her wiha li dijî gelê me, li dijî têkoşerên siyaseta demokratîk a li Tirkiyeyê bi polîtîkayeke mezin a êrişê hate meşandin. Li dijî gerîla jî li her qadê êrişên mezin dan destpêkirin. Hikûmeta AKP-MHP’ê li gel van hemû êrişan jî nekarî bi ser bikeve. Lewma kete nava krîzên siyasî, civakî û aborî.”
 
‘JI BO HERDU ALIYAN JÎ ŞERÊ MAN Û NEMANÊ YE’
 
Bi domdarî Karayilan diyar kir ku artêşa Tirkiyeyê di êrişa ser Garê de şikestinek jiya û wiha domand: “Niha jî bi êrişa li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dixwazin armanca ku nekarîn par pêk bînin, vê carê bi cih bînin. Ji xwe di destê wan de tenê îsal ma ye. Ji bo vê hikûmetê îsal sala dawî ye. Heke di van êrişan de bi ser kevin dê desthilatdariya xwe mayînde bikin. Lê heke têk biçin jî dê tune bibin. Lewma ev rewş ji bo wan man û neman e. Bi taybetî ji bo Erdogan û Bahçelî bi vî rengî ye. Ji bo karibin bi ser bikevin jî çi ji wan tê dikin. Heke bi ser bikevin dê ne tenê PKK’ê tesfiye bikin, di heman demê de dê destketiyên gelê kurd tune bikin. Ji bo gelê kurd dê metirsiyeke mezin çêbibe û li Kurdistanê jî siyaseta qirkirine wê serwer bibe. Ji ber vê yekê me ji bo herdu aliyan got şerê man û nemanê ye. Şerê li Zapê, li Avaşînê tê kirin şerê neteweyî ye, şereke ku paşeroja gelê me û gelê herêmê diyar dike. Heke dijmin li dijî me bi ser bikeve wê siyaseta faşîzm û qirkirinê li Kurdistanê serwer be, li herêmê jî wê pêvajoyeke tarî dest pê bike.”
 
‘HINEK SOZÊN VEŞARÎ DANE PDK’Ê’
 
Di berdewamê de Karayilan da zanîn ku artêşa Tirkiyeyê di êrişên par de xitimî bû û ev nirxandin kir: “Îsal hin guhertin kirine û bi vî rengî dixwazin encamê bi dest bixin. Dijmin di operasyona dawî de hem hîn bêhtir teknîkê bi kar tîne hem jî ji bo piştgiriyeke hîn xurtir ji hêzên derve werbigire xwe amade kiriye. Ya herî girîng jî xeta hevkariyê ya kurdan bêhtir çalak kirine. Di vê çarçoveyê de ji bo karibe ji xeta Başûr êriş bike bi PDK’ê re hin hevdîtin kirin, hin sozên veşartî dan PDK’ê. PDK’ê jî ji bo dijmin dest bi amadekariyan kir. Dijmin hesabê wê yekê kir ku gerîla li Zapê dorpêç bike û bi ser bikeve. Xeta hevkariyê ya kurd ne tenê li Başûr, her wiha xwestin li Bakur jî çalak bikin û tev li operasyonê bikin. Cerdevanên li Kurdistanê tevekan kom dikin û tev li operasyonê dikin. Her wiha çeteyên li Sûriyeyê yên ji ber DAIŞ’ê mane, bi taybetî jî yên ji Tirkmenistanê tev li operasyonê dikin. Bi teknîka pêşketî, bi hevkariya kurd, bi taybetî jî bi bikaranîna çekên kîmyewî dixwazin encamê bi dest bixin. Dixwazin di şerê îsal de ji xeta hevkariya kurd bêhtir sûdê bigirin. Dixwazin şerê navxweyî yê kurdan jî derxînin û encamekî bigirin.” 
 
Karayilan, daxuyand ku êriş di esasê xwe de êriş ji 14’ê nîsanê ve dest pê kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di 14’ê nîsanê de bi balafir, obûs û hawanan dest bi êrişê kir. Piştre jî di êvara 17’ê nîsanê saet di 8:30’an de ji nişka ve xwest ku bi helîkopteran leşkeran li Zap û gelek qadan deyne. Xwest li 9-10 cihan leşkeran bi hemwextî deyne û gerîla şaş bike. Bi sûdwergirtina ji vê rewşê xwest ku qadê dagir bikin. Anku plana wê kirin ku di nava rojekê de li van qadan bi cih bibin. Lê belê hevalan di nava 5-6 rojan de li pey hev li her qada ku dijmin dixwest leşkerên xwe lê deyne pêşî li wan girtin û sîng bi sîng li dijî dijmin şer kirin. Heke hevalan di wext û cih de dest lê wernedabûna, djimin dikarîbû xwe bigihanda hin deverên stratejîk û bi ser ketibûya. Lê belê bi saya baldariya hevalan û bersiva bi fedaî û lehengî planên dijmin asteng kirin.”
 
‘EM Ê ZAPÊ BIKIN KELEHA SERKEFTINÊ’ 
 
Derheqê rewşa pevçûnan de jî Karayilan ev agahî dan: “Dijmin nekarî leşkerên xwe deyne gelek qadan. Rast e, li hin qadan danî lê belê ew jî piştî 5-6 rojan karîbû bike û niha li wir xitimî ye. Mînak, leşkerên ku li Kurojahro danîne niha gelekî tengav bûne, gelekî zehmetiyan dikişînin. Dijmin xwest ku ji Şêladizê ji bejahî ve leşkerên xwe yên li wê derê rizgar bike. Her wiha gelek kuştî jî dan. Şerekî gelekî mezin tê kirin. Dijmin bi balafiran, helîkopteran, obûsan û bi her cureyên çekan ji hewayî û bejahî êriş kir. Ji Bakur jî ji bejahî hatin. Bi vî rengî xwestin hevalan şoq bikin û ji tevliheviyê sûd bigirin. Lê belê hevalên me yên leheng bi îradeyeke mezin, bi wêrekî bersiv dan êrişan û dijmin têk birin. Di şerê 15 rojên dawî de gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê serkeftineke mezin nîşan dan. Em ê qada Zapê bikin keleha berxwedan û serkeftinê û bi vî rengî tola şehîdan ji dijmin hilînin.” 
 
‘WEZÎRÊ ŞER DEREWAN DIKE’
 
Mûrat Karayilan got ku artêşa Tirkiyeyê heta niha jî nekariye bikeve nava çeperên wan û wiha pê de çû: “Daxuyaniyên wezîrê şer ê derewîn ê dewleta tirk rast nîne. Gelek kuştî dane. Li gorî hejmara ku hevalên me aşkerakirin û bi qasî ku em dişopînin derdora 300 kuştiyên wan hene. Aşkera ye ku Erdogan û Bahçelî mirina bi sedan, bi hezaran leşkerên xwe dane ber çavên xwe. Mînak, dixwazin leşkerên xwe deynin lê nikarin deynin, helîkopter vedigerin. Piştî 1.5-2 saetan hewl didin leşkerên xwe deynin, heval dest li wan werdidin û nahêlin. Leşker ji ber ku nikarin li baregehên xwe jî vegerin li naverastê têne hiştin. Anku ji leşkeran re dibêjin ya bimirin an jî bi cih bibin. Ji bo wan veger nîne. Zarokên gelê Tirkiyeyê -ku diyare zarokên kurd jî hene- ji bo berjewendiyên xwe, ji bo desthilatdariya xwe û nixûmandina qirêjiya xwe ber bi mirinê ve dişînin. Derdikevin pêşiya ekranê û derewan li gel dikin. Heta niha tenê 10 kuştiyên xwe dane lê ev rast nîne. Gelek kuştiyên wan hene. Lewma ji nû ve dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kirin.”
 
‘ŞEREKÎ NAVNETEWEYÎ TÊ KIRIN’
 
Karayilan anî ziman ku artêşa Tirkiyeyê niha xitimiye û wiha derbirî: “Lê barê hevalan jî sivik nîne. Divê em li her derê piştgiriyê bidin lehengên xwe yên li Zapê. Gelê me, hemû hevalên me, li eyaletên Kurdistanê hemûyan, her kes divê bi rola xwe rabin. Şerekî neteweyî tê kirin lewma divê her kes her tiştî bike. Di vî şerî de hevalên me şehîd ketin. Em agahiyên li ser nasnameya şehîdên xwe aşkera dikin lê belê hîn şehîdên me hene ku me nav û nasnameya wan nekariye zelal bikin. Em ê navê hemû hevalên xwe yên şehîd bûne aşkera bikin, bila gumana gelê me di vê mijarê de tune be. Em ti carî windahiyên xwe venaşêrin. Em li dijî dijminekî welê şerekî mezin dikin ku ev dijmin piştgiriyê ji hêzên navneteweyî digire û bi çekên ji teknolojiya dawî şer dike. Ev kar ne hêsan e, bêguman şehîdên me hene. Dema bê em ê agahiyên li ser nasnameya hevalên me yên din ên şehîd bûne aşkera bikin.”
 
‘ÇEKÊN KÎMYEWÎ TÊN BIKARANÎN’
 
Bi domdarî Karayilan da zanîn ku Tirkiye di êrişan de çekên kîmyewî bi kar tîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heke çekên kîmyewî bi kar neaniya wê di cih de têk biçûya. Lê belê çekên kîmyewî jî niha ji bo dijmin ne çare ye. Dibêjin, gerîla herî zêde çend rojan dikare li ber xwe bide. Na, ne bi vî rengî ye. Heke li wê qadê hêzeke têk biçe hebe ew jî gerîla nîne, dewleta tirk a dagirker e, leşkerên tirk e. Dijmin niha herî zêde bi hêza xwe ya teknîkê bawer dike û xwe dispêre xeta hevkariya kurd. Îradeya xwe ya şer nîne, çeteyan, cerdevanan komî ser hev dike û tev li operasyonan dike. Bi vî rengî dixwaze encamê bi dest bixe. Lê em li dijî vê yekê dozeke mafdar dimeşînin, em mafdar in. Em ji bo hebûn, ziman û neteweya xwe têdikoşin. Lewma dê serkeftin bibe ya gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê.” 
 

Sernavên din

08/05/2022
19:57 Bûldan: Em ê heta mirinê li ber xwe bidin û bi ser bikevin
17:26 Dayikan bertek nîşanî PDK’ê da: Vî şerê qirêj rawestîne
16:40 Hiqûqnasan Dozên Kobanê û Geziyê nirxandin: Em ê peyamê negirin
15:54 Dayikan ji Nisêbînê bang kirin: Werin em li dijî şer biherikin ser sînor
15:20 Li Dêra Giragos piştî 7 salan ayîna yekem hate lidarxistin
15:03 Li Nisêbînê meş hat lidarxistin: Vî şerê qirêj bi dawî bikin
14:41 Ciwanan ji ber Roja Dayikan serdana Emîne Şenyaşar kirin
14:28 Li Wanê banga xwedî derketina demokrasiyê hate kirin
13:50 Li HDP’ê beriya kongreyê konferansa jinan dest pê kir
11:41 Li Herêma Kurdistanê 100 hezar îmze hatin komkirin
11:21 Guvenê ji dayikan re name şand: Hêvî ji serkeftinê binirxtir e
11:17 Bernameya Cejna Zimanê kurdî aşkera bû: Dê di navbera 8 û 16’ê Gulanê bê pîrozbikin
10:43 Bi pirsa “Abdûlah Ocalan ji bo we çi îfade dike?” berdana girtiyekê 3 mehan hatiye taloqkirin
09:10 Hevserokê SES a Rihayê Karataş: Divê Waliyê Rihayê bibe şahid
09:09 Rojnamevan Hujebrî: Tirkiye dixwaze bi bêbextiya PDK'ê bi ser bikeve
09:07 Li dijî êrişan banga elewiyan: Têkoşîna hevpar
09:06 Girtiyên ku cezayê hucreyê lê hatiye birîn înfaza wî bi temamî hatiye şewitandin
09:05 Hatin dawiya desthilata xwe ya 20 salî
09:01 Qeyûm tabeleya navê ‘Şengalê’ guherand
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2022'YAN
08:33 Teatra Yekta Hevî promiyera ‘Tu Ne Gara Yî’ li Amedê da nîşandan
07/05/2022
20:25 Li Amedê pêşangeha Ben û Senê
19:36 Dêra Sûrp Gîragosê piştî 7 salan hat vekirin
19:11 Piştî 4 mehan cenazeyê 'kolber' Barzan Mihanî hat dîtin
18:12 'Tu Ne Gara Yî' li Amedê ye
17:31 Hevrikê Amedsporê yê play-offê diyar bû
16:48 Artêşa Iraqê êrişî çalakvanên Duholayê kir
16:40 HPG’ê têkildarî mirina tûrîstê danîmarkî daxuyanî da
16:33 400 hefte ye ji bo girtiyên nexweş çalakî li dar dixin
15:38 Li Gabarê 2 leşker hatin kuştin
15:33 Girtiyê nexweş Yildirim di hucreya yekkesî de tê ragirtin
15:10 Fermandarê Asayîşa Êzidxanê: Artêşa Iraqê bi tevahî ji Şengalê venekişiyaye
15:01 Zarok jî di nav de 10 kes hatin binçvkirin
14:55 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Guler bê berdan
14:10 Li dijî şer li Geverê bang kirin: Sekna gel dê pêşeroja me diyar bike
14:09 Girtiyê nexweş Seyîthan Ay piştî 30 salan hate berdan
13:59 Dayikên Şemiyê ji bo Ayşîn edalet xwest
13:42 Rojnameger Kopplîn: Bi milyar dolaran mal û milkê Barzaniyan heye
13:41 Li Amed û Êlihê aqûbeta windayan hat pirsîn
13:26 Jinan bersiv dan êrişa li dijî Başaran: Em ê paş ve gav neavêjin
12:48 Malbata Şenyaşar: Rêveberiya xerab felaket e
12:01 Wêneyê provokatorên li ber HDP’ê bi Soylu re derket holê
11:56 ‘Li ku derê destkeftiyên kurdan hebin PDK bi dijminan re êrişî wir dike’
11:53 Hejmara 4'emîn a Kovara Destar gihişt ber destê xwîneran
11:09 ‘Keça manewî’ ya Erdogan vê carê jî çav berda Medresa Sor!
11:04 Pevçûna li Çiyayê Cûdî plana li Zapê serûbin kir
10:29 Xelkê Cizîrê: Ew çiqasî êrişî HDP’ê bikin em ewqasî xurt dibin
10:02 Hêj qedexeya 6 mehan bi dawî nebûyî qedexeyeke din danîn
10:00 Dayika Mehmet û Orhan Tunç: Diyariya herî bi wate aştî û edalet e
09:37 Berteka welatiyan a li dijî êrişên Tirkiyeyê: Pereyê şer ji berîka xelkê derdikeve
09:31 Du hevrêyên ku piştî 30 salan hatin berdan: Sedsala 21’emîn bûye sedsala ji rastiya xwe dûrketin
09:18 Ji bo pîrozbahiyên Roja Cejna Zimanê Kurdî bang: Beşdarî çalakiyan bibin
09:18 Wezaretê biryara DMME'yê bibîr xist, dadgeh berevajî biryarê tevgeriya
09:16 ‘Roja edalet bê em ê Roja Dayikan pîroz bikin'
09:15 Ji bo bîranîna Denîz Poyraz pirtûkeke çîrokan
09:13 Belgefîlma 'Demans' dê li Êlihê bê nîşandan
09:00 ROJEVA 7'Ê GULANA 2022'YAN
06/05/2022
20:08 DAKAP: Jin dê vê zimandirêjiya feraseta nêrza bi dîwêr ve bizmar bike
19:35 Ji bo meşa Geverê bang kirin
16:39 Rojnameger Halîs Taşgir jiyana xwe ji dest da
16:32 Li Garê droneya PDK'ê hat xistin
16:24 AYM: Qeydkirina hevdîtina girtî binpêkirina maf e
15:50 Bertekên li dijî êrişa ser HDP’ê zêde dibin: Em ê bi mezinkirina berxwedanê bersiv bidin
15:46 Îşkence û muameleya xerab ên li girtîgehên Wan, Îdir û Panosê ‘asayî’ ne!
15:45 Li ser bertekan cih dan kurdî
15:33 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
15:22 HDP’ê Kongreya Jinan a Herêma Behra Reş li dar xist
15:17 Dayikên Aştiyê: Divê Barzanî dest ji xiyanetê berde
15:13 Raportorê AP’ê yê Tirkiyeyê Amor ji bo HDP’ê peyam piştgiriyê da
15:12 Gezmîş, Aslan û Înan hatin bibîranîn
15:11 KCDK-E Başûr ji bo Şengalê nameyek ji Nûnerê NY ê Iraqê re şand
14:43 Başaran: Dê desthilatdarî nekare bi sorkirina şer re xwe xelas bike
14:42 Malbata Yilmaz li pêş Girtîgeha Sîlîvriyê ye: Faîlan derxînin holê
14:27 6 partiyan banga piştevaniya HDP'ê kirin
14:23 Sancar: Em bi hevpariya mîrasa Denîzan serbilind in
13:55 Koma Tifaqa Kurdistanî bertek nîşanî êrişa ser HDP’ê da: Divê Soylu îstîfa bike
13:09 Malbata Şenyaşar 424 roj in Nobeda Edaletê digire
13:08 Di teqîna tersxaneya Tuzlayê de 5 karker birîndar bûn
12:47 Gelek doktorên pispor birin nexweşxaneyên Sahrayê
12:43 Siddik Guler terkî mirinê hate kirin: Xwe bi dîwaran ve girt û hate hevdîtinê
12:16 Fatûreya polîtîkaya şer: 70 milyar bo parastina neteweyî û 200 milyon lîre jî bo dîwarên sînor xerc kirin
11:45 Siyasetmedara kurd a ducanî li Girtîgeha Ûrmiyê di greva birçîbûnê de ye
11:44 Hemo: Baş e lê dema DAIŞ’ê êrişî me dikir hûn li ku bûn?
11:08 Tevî astengkirina PDK’ê êzdî vegeriyan Şengalê
10:55 Penaberê kurd di pêşbirka wêneyan a Awûstralyayê de bû fînalîst
10:53 Leşker sîxurtiyê li şêniyên gundê Marûnîsê ferz dikin
09:58 Doz li dayika Pinar Gultekîn hate vekirin
09:42 Çalakgera Nobeda Edaletê Tîmûr: Em netirsiyan, em ji niha pê ve jî natirsin
09:31 Du kesên bi lêdanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:28 Piştî 30 salan hatin berdan: Berdana me ne azadî ye, divê roja me û hemû girtî azad bibin
09:03 Li Girtîgeha Kilîsê 7 girtî 15 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:03 Endama Koordînasyona TAJÊ Heco: Wê berxwedana jinên êzidî rê nede dagirkeriyê
09:03 ‘Divê her kes piştgiriya malbatên girtiyan bike'
09:03 10 çawîşên ku di şer de derûniya wan xirab bû îstifa kirin
09:02 Emîne Şenyaşar: Ji bo dayikan diyariya herî mezin edalet e
09:00 ROJEVA 6'Ê GULANA 2022'YAN
05/05/2022
23:03 Li Amedê konsera Kasim Taşdogan
21:41 Îvrendî yê piştî 30 salan ji girtîgehê derket bi girseyî hat pêşwazî kirin
21:03 Beştaş: Ne hedê we ye ku hûn êrişê bibin ser navenda me ya giştî
20:06 Ji 6 partiyan daxuyanî: HDP ne bi tenê ye