NAVENDA NÛÇEYAN - Koma Êzdiyan a li Parlementoya Iraqê têkildarî êrişên li ser Şengalê ragihand ku hemû peymanên têkildarî êzdiyan, bêyî tevlîbûna êzidiyan red dikin.
Serokê Koma Êzdiyan a li Parlamentoya Iraqê Nayif Xelef Sîdo îro têkildarî rewşa ewlehî ya Şengalê civîna çapemeniyê lidar xist û got: “Tişta ku niha êzidî pê re rûbirû dimînin bi jenosîdê pênase dikin. Ji bo tunekirina hemû nakokiyên li herêmên avakirî û misogerkirina parastina pekhateya êzdiyan zextên navnexweyî bikar tînin.”
Nayif Xelef Sîdo axaftina xwe wiha domand: “Em ditirsin ku lihevkirinek di nava hemû aliyan de ji bo dawî lê anîna hebûna pêkhateya êzdiyan li Iraqê were kirin. Daxwazê dikin ku danûstandinên di navbera hikûmeta navendî û hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li ser çarenûsa herêmên êzdiyan werin rawestandin.”
Nayif Xelef Sîdo diyar kir ku hemû peymanên li ser êzdiyan ên bêyî êzdiyan red dikin û daxwaza avakirina hêzek yekgirtî ya êzidiyan kir.