ENQERE - Parêzer Yûnûs Emre Şahan û belavkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Mehmet Saîd Sirdaş ku li pêşiya avahiya Navenda Giştî ya HDP’ê hatibûn derbkirin û binçavkirin, hatin berdan.
Parêzer Yûnûs Emre Şahan û belavkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Saîd Sirdaş duh li pêşiya Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatibûn derbkirin û binçavkirin. Şahan û Sirdaş piştî kar û barên îfadegirtinê, di saetên şevê de hatin berdan.
Parêzer Şahan ji ber derbên ku polîsan lê dabûn, bi gumana travmaya ser rakirin nexweşxaneyê û piştre jî hate berdan. Hat zanîn ku rewşa Şahan baş e. Sirdaş jî piştî kar û barên îfadeyê yên li emniyetê hate berdan.