AMED - Serokatiya Diyanetê ku ji bo agahdarkirine panoyên bi 4 ziman li têketina Mizgefta Mezin bi cih kiribû û cih nedabû kurdî, li ser bertekan kurdî jî li panoyan zêde kir.
Serokatiya Diyanetê, ji bo agahdarkirinê li têketina Mizgefta Mezin a li navçeya dîrokî Sûrê ya Amedê ku her sal bi deh hezaran turîst serdana wê dikin panoyên bi zimanê tirkî, îngilîzî, erebî û rûsî bi cih kiribû û cih nedabû kurdî. Ev bûbû sedama bertekan û gelek kesan vê helwesta diyanetê ya li dijî kurdî rexne kiribûn.
Li ser bertekên kuhatin nîşandan zaravayên kurmancî û kirmanckî yên kurdî jî li panoyan hatin zêdekirin.