Hejmara 4'emîn a Kovara Destar gihişt ber destê xwîneran

img

AMED - Kovara Destar a wêjeyî ya demsalî ku salekê berê bi dirûşma ‘Destarê Kurd-î Hûr Dihêre’ û bi armanca, ‘wêjeyeke xwebûnî û gerdûnî’ dest bi weşanê kiribû, bi vê hejmara xwe ya 4an a taybet, salvegera xwe bi xwendevanên xwe yên wêjehez ên kurdî re bi hejmareke têr û tijî û dewlemend pêşwazî dike. 

Kovara Destar ku hejmara wê yekem di demsala havîna 2021an de hatibû çapkirin û ji aliyê wêjehezên kurdî ve rastî eleqeyek mezin hatibû, li çar aliyên Kurdistanê û li her derê ku kurd lê dijîn, bi armanca pêşxistina wêjeya kurd-î ya hevgir û tevgir dest bi weşanê kiribû. Kovara ku vê armanca xwe ya dîrokî, xet û nêrina xwe ya wêjeyê li gor hişmendiya ‘Modernîteya/Şaristaniya Demokratîk’ saz dike, diyar dike ku li dijî hişmendiya wêjeya hemû modernîteyên deshilatdar ên xweperest û nêrza, bi taybetî jî li dijî hemû ferasetên wêjeya modernîteya kapîtalîst dê wêjeya xwebûnî û gerdûnî ya modernîteya demokratik bi pêş bixe.
 
Kovarê, piştî hejmara yekem, bi heman dirûşm û armancê, lê bi naverokên dewlemendtir û xurtir hejmara xwe ya duyem di demsala payiza 2021an de, ya sêyêm di zivistana 2022an de û hejmara herî dawiyê ya 4'an jî di bihara 2022'yan de weşand.  
 
DI WÊJEYA KURDÎ DE DEMSALA BIHARÊ 
 
Kovara Destar di demsala biharê de li gel hejmara xwe ya taybet a 4'an salek li pey xwe hişt; bi bîr û bawerî, coş û kelecana destpêkê careke din xwe gihand ber destê wêjehezên kurdî. Bi vî awayî nişan da ku di dîroka wêjeya kurdî de bû xwedî cihekî girîng.
 
Kovar, bi hejmara xwe ya 4'an jî destarê wêjeya kurd-î, di beşên cuda cuda de, bi çar zaravayên kurdî bi awayekî fireh gerandiye û hûr hêraye. Di beşên ‘Destarê Kurmancî’, ‘Destarê Kirmanckî’, ‘Destarê Soranî’ û ‘Destarê Hewramî’ de, di serî de mijara Newroz û jinê, gelek mijarên din bi destikê destarê wêjeyî hatine gerandin û hêrandin. 
 
Hevgerînendeya kovarê Jîn Aryen diyar kir ku di vê hejmara kovarê de li gel beşên diyarker, bi mijar û naverokên cuda yên têr û tijî girîngî û taybetmendiya demsala biharê ya ji bo kurdan bi çavekî wêjeyî hatiye honandin û vegotin. Aryen destnîşan kir ku wan ev mijar di kovarê de jî, di sernivîsa bi navê ‘Destarê Kurdî Xweş Digere û Geş Dihêre’ de vegotiye û wiha pê de çû: “Wek tê zanîn demsala biharê hem ji bo me kurdan, hem jî ji bo hemû mirovahiyê, ji gelek milan ve demsaleke gelek taybet e û xweser e. Beriya ber tiştî jinûvevejîna xwezayê ye, ku ev jî di nava xwe de jinûvevejîna hemû giyanewer û heyberan jî dihewîne… Di demsala biharê de, ji 8ê adarê ‘Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê’ bigire heta 21'ê adarê ‘Cejna Newrozê’ bigire, 21-28'ê adarê ‘Hefteya Lehengiyê ya Kurdistanê’, 4ê avrêlê ‘Destpêka Meşa Azadiyê ya li Amarayê’, 1ê gulanê ‘Roja Karker û Kedkaran a Cîhanê’, 15'ê gulanê ‘Cejna Zimanê Kurdî’ û gelek rojên din hem di dîroka mirovahiyê de hem jî di dîroka Kurdîstanê de cihekî gelek girîng digirin…” 
 
Aryen diyar kir ku demsala biharê ji hemû neteweyan zêdetir ji bo kurdan girîng û watedar e û wiha dewam kir: “Wek ku di sernivîsa di kovarê de li ser navê Destarê jî hatiye nivîsin, demsala biharê ji bo kurdan xwedî cihekî dîrokî ye. Ji ber vê yekê jî demsala biharê, di serî de dîrokî, civakî, felsefîk, çandî, polîtîk û derûnî ji gelek milan ve, li gel bi hezaran mijaran çavkaniyeke bingehîn e. Ev çavkaniya bingehîn di heman demê de bingeha gelek çavkaniyên ku di wan diyardeyên dîrokî de veşartî ne di nava xwe de dihewîne; ji bo ku wan wan bide der û wejeyeke xwebûnî û gerdûnî saz bike jêderkeke jêneger e. Em dixwazin bi şanazî, serfirazî û bextewarî bibêjin ku, Destarê me di heman demê de bi armanc, hişmendî, giyan û zanebûna ku vê rasteqîniyê bi awayekî şênber bivejîne û bide jiyîn digere û dihêre…”
 
RAPERÎN Û ŞOREŞA WÊJEYA KURDΠ
 
Hevgerînendeyê din ê kovarê Heval Dilbihar jî anî zimên ku wan li gel hejmara 4an a kovarê saleke têr û tijî li pey xwe hiştiye û meşa wan bi bawerî û biryardariyeke mezin didome. Dilbihar girîngiya wêjeya kurd-î ya dîrokî careke din diyar dike û armanca kovarê ya pêkanîna raperîn û şoreşa wêjeya kurdî wiha vegot: “Wek ku me di sernivîsa kovarê de jî diyar kiriye, gelê kurd di vê serdema dîrokî de, li gel hemû serdestî, desthilatdarî, zordarî, dorpêçkirin, êriş û kujiyên piralî yên hêzên ‘modernîteya kapîtalîst’ û netew-dewletên dagirker, mêtinger û hevkarên wan; çawa ku bi bîr, bawerî û hişmendiya Modernîteya/Şaristaniya Demokratîk têkoşîna xwe di her dem û kêliyê de bilindtir kiriye; di heman demê de di qada  polîtîk, civakî û jiyanî de jî ji tevahiya cîhanê re pêşengiya şoreşeke nû dike, hewl dide ku li ser bingeha azadiyê vê yekê di qada zanist, huner, çand, bedewkarî û wêjeyê de, bi rengê hilberîneke raperîner bi pêş bixe. Bi taybetî jî, van salên dawiyê hewl dide raperîn û şoreşa wêjeya xwe ya kurdî ji her milî ve pêk bîne.”
 
Dilbihar, diyar kir ku ew ê bi heman bîr, bawerî, biryardarî, kelecan û coşê vê xebatên kovarê bidomînin û derbarê serkeftina xebatên kovarê yên ji niha û pê ve jî wiha got: “Em ê ji niha pê ve jî wek teyrê sîmir bi hiş û giyanê Newroz, jina azad, lehengên azadiyê, keda pîroz û zimanê xwe yê bêhempa, bi armanca şoreşa wêjeyî ya xwebûnî û gerdûnî, Destarê xwe, bi hev re ne tenê bi awayekî fireh û kûr, di heman demê de geş û gur bigerînin û bi serfirazî hûr û dûr bihêrin, bigihînin asoyan û bi serkeftinê tacîdar bikin.”
 
 
 
       
 

Sernavên din

11/05/2022
14:46 Êrişa Tirkiyeyê ya li ser Kobanê: Welatiyek hat qetilkirin
14:45 Ji sedî 77,1'ê astengdaran bi xetereya xizaniyê re rû bi rû ne
14:28 Li ser sînorê Başûr xendek tên kolandin û têla direhî tê raçandin
14:18 'Wê zext nikaribin min bizdînin'
14:10 Li Stenbolê ji bo çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî bang hate kirin
13:55 Îranê herêma Balekayetî û Biradost bombebaran kir
13:53 Çûna çar gundên Silopiya hat qedexekirin
13:34 Li Bestayê êrişa leşklerî bi birîna daran dest pê kir
13:33 Li Qoserê 10 kes hatin binçavkirin
13:16 Devera ku li cenazeyê kolber tê gerandin ji welatiyan re hat qedexekirin
13:12 Dag: Bi minasebeta 15’ê Gulanê bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî
12:47 Sarica: Hewceye em xwe bigihînin Îmraliyê û dengê Ocalan bibihîzin
12:36 Malbata Şenyaşar: Tiştên ku Serokomar gotin em qebûl nakin
12:35 Dozger 15 sal ceza ji rojnamevan Şahîn re xwest
11:49 Li Elmanyayê li dijî qedexeya PKK'ê serlêdana hiqûqî
11:25 Dayikên Aştiyê: Wê AKP û Barzanî winda bikin
11:24 Li ser rêya Elkê û Colemêrgê qeza pêk hat: 2 kes mirin 5 kes birîndar bûn
10:50 Balafirên dewleta tirk êrişî Kobanê kirin
10:49 Parêzerên ku qetlîama li Cizîrê protesto kiribûn beraet bûn
10:31 Ji ber ku 'derneket lijneyê' 4 caran înfaza wî hat şewitandin
09:45 Rojnamevan Şîrîn Ebû Akîle ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hate qetilkirin
09:35 Hevşaredarên Sêrtê derdikevin pêşberî dadger
09:34 Wezareta Edaletê bersiv neda serlêdana Ocalan
09:17 Hunermendan xwest her kes li dijî êrişan rabe
09:08 Çawişên pispor dertên destûrê û careke din venagerin
09:06 Çawişê faîlê destdirêjiyê bi hinceta 'razîbûnê' beraet kir
09:04 'AKP bi polîtîkaya xwe ya girtîgehê sûc dike'
09:03 Endama SMJÊ Agal: Êzidiyan xewnên dewleta tirk ên dîrokî herimandin
09:01 Nazîre Bîrlîk: PDK şirîkatiya kujerên kurê min dike
09:00 ROJEVA 11'Ê GULANA 2022'YAN
10/05/2022
20:26 Li Bismilê zarokan ji bo 15'ê Gulanê resm xêz kirin
18:26 Li Şirnexê 2 jin hatin binçavkirin
16:50 Kuytul, ji Girtîgeha Kurkçulerê sewqî Girtîgeha Panosê hat kirin
16:37 Zarokê ku li Serekaniyê bi guleyekê jiyana xwe ji dest dabû hate veşartin
16:24 HDK’ê Meclisa Çand û Hunerê ragihand
16:18 Li Îzmîrê di Nobeta Edaletê de banga hestiyariyê hate kirin
16:14 Sancar: Îktidar wê bi polîtîkaya alozî û tirsê bi ser nekeve
15:59 Îtîraza li dijî girtinên di Doza Geziyê de hatibû kirin hate redkirin
15:46 Li Duhokê jinek hat qetilkirin
15:41 Mezlûm Ebdî: Em ê hemû herêmên dagirkirî rizgar bikin
15:24 Ji bo mamosteyê kurdî Latîfî kampanyaya îmzeyê dest pê kir
14:58 Navenda Hafizeyê: Desthilatdarî, daraz û çapemenî li dijî parastvanên mafan bûne yek
14:38 Hevseroka HDP’a Stenbolê Bîrol bertek nîşan da: Em di rêya xwe de ne
14:37 Ozer û hevjînê xwe ji ber dermankirina jinekê hatin girtin!
14:05 Xizmên Girtiyan: Bi salan jî bidome em ê têbikoşin û edaletê bixwazin
13:35 Banga beşdariya doza Qetlîama Enqerêyê hat kirin
13:32 Doza Kobanê: Gokalp, îdiayên 2 şahidên nepen derewand
12:38 Lêpirsîna derbarê Emîne Şenyaşar de bi dozvenekirinê encam da
12:35 Di doza êrişa 5’ê Hezîranê de beraet dan polîsan
12:34 Zarokê ku bi guleya ji Serekaniyê hatibû û birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
12:14 Ji 888 welatiyan daxuyaniya Geziyê: Em xwe îxbar dikin
12:07 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:57 Serlêdana 'hepsa malê' ya ji bo Ozer a 80 salî hate redkirin
11:35 Hesabên Tirkiyeyê yên petrol û xaza xwezayî
11:18 Dayikên Elkê: Em xwedî li berxwedana Zap, Avaşîn û Metînayê derdikevin
11:17 Kesê ku di bin kontrola polîsan de ket avahiya HDP'ê kî ye?
10:47 Li Hezex û Dêrikê 9 kes hatin binçavkirin
10:29 Naso: Dê milyonek kesan ji bo polîtîkayên xwe yên qirêj bi kar bînin
10:25 RAYBUS’a qeyûm çend roj şûnde xera bû
10:25 Li girtîgehekî Ekvadorê şer: 43 kes hatin kuştin
09:56 Qeyûm ji bo tamîra parkê 10 milyon lîre da îhaleyê!
09:03 Rojnamevan Hewram: PDK bûye enstrumana hêzên dagirker
09:03 Polîsan ji nîşeya 'JÎTEM'ê re got 'zarok daniye'
09:03 Vê carê jî cerdevanan di dilqê 'şivanan' de dişînin Besta û Gabarê
09:03 Siyasetmedar Ebdulxaliq: Tirkiye bûye dewleteke dagirker
09:03 Li Sûrê di avahiyên tescîlkirî de li xizîneyan digerin
09:03 Pêşmergeyê Dêrîn: Tirkiyeyê li Efrînê çi kiribe dê li Başûr jî wê bike
09:01 Bulak: Pirtûka ewil a çîrokên kurdî ya modern Şewqa Sibê ye
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2022'YAN
09/05/2022
20:44 Doza Kobanê: Çi eleqeya ezebbûna min û darizandina min bi hev heye?
20:22 Li Amedê Platforma Kurdî: Em li her derî bi kurdî biaxivin
19:42 Rêveberiya Xweser a Şengalê: PDK’ê nûnertiya Şengalê nake
18:59 Li Meletiyê ji bo Cejna Zimanê Kurdî çalakî
16:58 Cerdevan ji Elkê birin Çiyayê Gabarê
15:59 Ji bo dîtina cenazeyên kolbera xebatên lêgerînê didomin
15:27 Dayikên aştiyê bertek nîşanî gefa li Başaran hatibû xwarin dan
15:25 Ceylan: Ev pêvajoya man û nemanê ye
15:14 ‘Têkoşîna dayikan bûye hêviya civakê’
14:34 Kedkarên Îtalyayê li dijî şerê li Kurdistan û Ûkraynayê dest bi grevê dikin
14:28 ‘Ne astengdar ne jî mafên wan tên dîtin’
14:24 Doza Kobanê: Banga 6’ê Cotmehê qîrîna li dijî bêdengiyê bû
13:58 Îdiaya dewrkirina Medreseya Sor kete rojeva Meclisê
13:26 Li Geverê liv û tevgera leşkerî didome
13:15 Li Marûnîsê 8 leşker hatin kuştin û leşkerek jî winda ye
13:05 Li Qoserê qenalîzasyon xetimîn û çareseriyek nehat dîtin
12:46 Li Mêrsînê 2 kes hatin girtin
12:44 Mehmet Ocalan: Qedexeyên hevdîtinê têkiliya xwe bi êrişan re heye
12:43 Li Xelfetiyê qeza: 2 kes mirin 8 kes birîndar bûn
12:33 Malbata Şenyaşar ji şahidên nexweşxaneyê re got: Biaxivin
12:24 Konferansa Anatoliya Navîn a HDP’ê: Dem dema têkoşîna hevgirtî ye
12:14 Mezraya Kûtos ku leşkeran ambargo danîbûn ser hate valakirin
11:17 Kulîlkên sor erdên beyar xemilandin
10:53 Sendroma Zapê: Çawişên pispor dest bi revê kirin
10:16 Hunermendên kurd li dijî êrişan banga yekitiyê kirin
09:07 Alparslan Kuytul hat binçavkirin
09:06 Xelef Şengalî: Ji Rêvebiriya Xweser pêvetir ji tu kesî bawer nekin
09:04 'Ê ku Dêra Sûrp Gîragosê xera kir jî heman dewlet bû'
09:01 Şêniyên Amedê: Tu ferqa PDK'ê ji AKP'ê tune ye
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2022'YAN
08/05/2022
20:24 Jin li dijî şer meşiyan