Li dijî şer li Geverê bang kirin: Sekna gel dê pêşeroja me diyar bike

COLEMÊRG - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz li Geverê bertek nîşanî hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re da û got ku PDK destkeftiyên gelê kurd pêşkeşî Tirkiyeyê dike. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî anî ziman ku sekna gelê kurd a li hemberî şer dê pêşerojê diyar bike. 
 
Tirkiyeyê di 17’ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê êrişeke berfireh dabû destpêkirin. Êrişa Tirkiyeyê li Gever a Colemêrgê hate protestokirin. Di çalakiyê de Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz û Keskîn Bayindir, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek welatiyên herêmê beşdarî çalakiyê bûn. 
 
Di saetên serê sibehê de hemû cehde û kolanên navçeyê ji hêla polîsan ve hatin girtin. Kesên ku dixwestin derbasî avahiya Rêxistina Navçeyê ya HDP’a Geverê bibin jî di lêgerîna GBT’ê re derbas bûn. Girse, li sê aliyan hatibû ba hev û polîsan got ku dê destûra daxuyaniyê nedin. Tevî hemû astengiyan jî girse li pêşiya Navenda Kar a Zagrosê hatin ba hev û pankarta “Em ê li dijî xiyanet û dagirkeriyê xaka xwe biparêzin. Bijî şerê rûmetê.” vekirin. 
 
Di çalakiyê de dowîzên “Bêdengî mirin e”, “Kurdistan yek e parçe neke”, “Bijî berxwedana kurdan” û “Bimre xiyanet” hatin vekirin.
 
 
ŞERÊ AQÛBETA QESRÊ
 
Di çalakiyê de Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz axivî û got ku şerê heyî ji bo pêşeroja gelan nayê kirin. Aydenîz, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Desthilatdarî hemû pêşeroja xwe li ser dijminatiya li hemberî kurdan û gelên din ava dike. Ev desthilatdarî hebûna xwe ji polîtîkaya şer digire. Ji bo pêşeroja xwe her tim serî li polîtîkaya şer, tecrîd û qirkirinê dide. Tu xêra vî şerî bo gelan tune ye. Em li vir dibêjin; polîtîkaya şer û têkbirinê dimeşînin lê niha ew bi xwe li ber têkçûnê ne. Em baş dizanin ku ev şer, şerê ji bo aqûbeta Qesrê ye. Şerê domandina desthilatdariya AKP-MHP’ê ye. Ev şer, krîza aborî û pirsgirêka kurd hêj kûrtir dike.” 
 
‘DIVÊ GELÊN TIRKIYEYÊ ŞER QEBÛL NEKE’
 
Bi domdarî Aydenîz anî ziman ku desthilatdariyên Tirkiyeyê her tim serî li şer dane lê tu carî bi ser neketine û wiha pê de çû: “Em baş pê dizanin ku dê ev desthilatdarî jî bi vê polîtîkaya şer nekare tiştekî bi dest bixe. Dê berxwedana gelê kurd a li dijî şer û têkoşîna wan a ji bo azadî û siyaseta demokratîk bidome. Ne tenê kurd, di vî şerî de dê demokrasiya Tirkiyeyê jî winda bike. Divê em tevek bi hev re ji vî şerî re bibêjin ‘na.’ Bi vî şerî re pêşeroja Tirkiyeyê tê tunekirin. Lewma ne tenê kurd divê hemû gelên Tirkiyeyê şer qebûl nekin û dengê xwe derxînin.”
 
TECRÎD Û ÊRIŞÊN SER HDP’Ê
 
Di berdewamê de Aydenîz bal kişand ser polîtîkaya tecrîdê û wiha derbirî: “Ev polîtîka, li Îmraliyê dest pê kir. Heta ku ev şer û tecrîd bidome dê tecrîda li Tirkiyeyê jî girantir bibe. Sedema pirsgirêkên heyî, polîtîkaya şer, qirkirin û nîjadperestiyê ye. Divê muxalefet jî dengê xwe derxîne. Desthilatdarî dixwaze bi êrişên ser kurdan re emrê xwe dirêj bike. Êrişa dawî ya li ser HDP’ê yek ji mînakên van êrişan e. Vê rewşê dîsa raxist ber çavan bê ka çiqas qels in. Ne hedê kesekî ye ku êrişî siyasetmedarên jin, kurd û HDP’ê bike. Her ku winda dikin, bêhtir êrişkar dibin. Lewma em ê heta dawiyê têbikoşin û serî netewînin.” 
 
‘PDK DESTKEFTIYÊN KURDAN PÊŞKEŞ DIKE’
 
Aydenîz, di berdewamê de qala têkiliya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re kir û wiha dom kir: “Em li vir bang li xelkê Başûr dikin; parastina destkeftiyên gelê kurd peywira hemû kurdan û ya kurdên Başûr jî ye. Malbata Barzanî û PDK’ê bi têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re destkeftinên kurdan pêşkeş kirine. Em vê helwestê şermezar dikin. Divê di zûtirin dem de dev ji vê helwestê berdin. Em ê tu çareseriyeke ku xelkê Şengalê ne di nav de, qebûl nekin. Dê xelkê Şengalê bi xwe pêşeroja xwe diyar bike. Em bi wan re ne. Yên ku di şer de israr dikin, li gel ewqas teknîkê jî di şer de çekên kîmyewî bi kar tînin. Dewletên li dijî vê bêdeng jî parçeyeke van binpêkirinên mafên mirovan û şer in.” 
 
'PDK XIYANETÊ LI WESIYETA QAZÎ MIHEMED DIKE’ 
 
Piştre jî Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axivî û wiha got: “Ev şer dê 100 salên gelê kurd û Kurdistanê diyar bike. Lewma desthilatdariya AKP-MHP’ê êrişî çar parçeyên Kurdistanê dike. Hewldana qirkirina kurdan û dagirkirina xaka wan e. Êrişeke li dijî ziman û çanda kurdan e. Lewma li kîjan deverê dibe bila, divê em li dijî van û yên bo berjewendiyên xwe nirxên xwe difiroşin derkevin. Bi salan e tu encam ji êrişên xwe negirtin. Divê kurd li dijî van êrişên tunekirinê bibin yek û bi hev re tevbigerin. Divê gelê kurd bertek nîşanî PDK’ê bide ku ji Tirkiyeyê re xizmetê dike. Qazî Mihemed 75 sal berê wesiyet kiribû. Digot; ‘ji bo pere û berjewendiyên xwe gelê xwe nefiroşin. Bibin yek ji ber ku hûn bihêz in. Heke hûn bibin yek dê bi ser kevin.’ Lê PDK îro vê wesiyetê binpê dike. Lê gelê kurd dê vê wesiyetê pêk bîne. Sekna gelê me dê pêşeroja me diyar bike. Lewma divê êdî gelê me yê Başûr ji PDK’ê re bibêje êdî bes e.” 
 
Çalakî bi çepik û dirûşman bi dawî bû. Piştre jî girse ber bi avahiya partiyê ve meşiya. 
 

Sernavên din

09/05/2022
09:01 Şêniyên Amedê: Tu ferqa PDK'ê ji AKP'ê tune ye
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2022'YAN
08/05/2022
20:24 Jin li dijî şer meşiyan
19:57 Bûldan: Em ê heta mirinê li ber xwe bidin û bi ser bikevin
17:26 Dayikan bertek nîşanî PDK’ê da: Vî şerê qirêj rawestîne
16:40 Hiqûqnasan Dozên Kobanê û Geziyê nirxandin: Em ê peyamê negirin
15:54 Dayikan ji Nisêbînê bang kirin: Werin em li dijî şer biherikin ser sînor
15:20 Li Dêra Giragos piştî 7 salan ayîna yekem hate lidarxistin
15:03 Li Nisêbînê meş hat lidarxistin: Vî şerê qirêj bi dawî bikin
14:41 Ciwanan ji ber Roja Dayikan serdana Emîne Şenyaşar kirin
14:28 Li Wanê banga xwedî derketina demokrasiyê hate kirin
13:50 Li HDP’ê beriya kongreyê konferansa jinan dest pê kir
11:41 Li Herêma Kurdistanê 100 hezar îmze hatin komkirin
11:21 Guvenê ji dayikan re name şand: Hêvî ji serkeftinê binirxtir e
11:17 Bernameya Cejna Zimanê kurdî aşkera bû: Dê di navbera 8 û 16’ê Gulanê bê pîrozbikin
10:43 Bi pirsa “Abdûlah Ocalan ji bo we çi îfade dike?” berdana girtiyekê 3 mehan hatiye taloqkirin
09:10 Hevserokê SES a Rihayê Karataş: Divê Waliyê Rihayê bibe şahid
09:09 Rojnamevan Hujebrî: Tirkiye dixwaze bi bêbextiya PDK'ê bi ser bikeve
09:07 Li dijî êrişan banga elewiyan: Têkoşîna hevpar
09:06 Girtiyên ku cezayê hucreyê lê hatiye birîn înfaza wî bi temamî hatiye şewitandin
09:05 Hatin dawiya desthilata xwe ya 20 salî
09:01 Qeyûm tabeleya navê ‘Şengalê’ guherand
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2022'YAN
08:33 Teatra Yekta Hevî promiyera ‘Tu Ne Gara Yî’ li Amedê da nîşandan
07/05/2022
20:25 Li Amedê pêşangeha Ben û Senê
19:36 Dêra Sûrp Gîragosê piştî 7 salan hat vekirin
19:11 Piştî 4 mehan cenazeyê 'kolber' Barzan Mihanî hat dîtin
18:12 'Tu Ne Gara Yî' li Amedê ye
17:31 Hevrikê Amedsporê yê play-offê diyar bû
16:48 Artêşa Iraqê êrişî çalakvanên Duholayê kir
16:40 HPG’ê têkildarî mirina tûrîstê danîmarkî daxuyanî da
16:33 400 hefte ye ji bo girtiyên nexweş çalakî li dar dixin
15:38 Li Gabarê 2 leşker hatin kuştin
15:33 Girtiyê nexweş Yildirim di hucreya yekkesî de tê ragirtin
15:10 Fermandarê Asayîşa Êzidxanê: Artêşa Iraqê bi tevahî ji Şengalê venekişiyaye
15:01 Zarok jî di nav de 10 kes hatin binçvkirin
14:55 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Guler bê berdan
14:10 Li dijî şer li Geverê bang kirin: Sekna gel dê pêşeroja me diyar bike
14:09 Girtiyê nexweş Seyîthan Ay piştî 30 salan hate berdan
13:59 Dayikên Şemiyê ji bo Ayşîn edalet xwest
13:42 Rojnameger Kopplîn: Bi milyar dolaran mal û milkê Barzaniyan heye
13:41 Li Amed û Êlihê aqûbeta windayan hat pirsîn
13:26 Jinan bersiv dan êrişa li dijî Başaran: Em ê paş ve gav neavêjin
12:48 Malbata Şenyaşar: Rêveberiya xerab felaket e
12:01 Wêneyê provokatorên li ber HDP’ê bi Soylu re derket holê
11:56 ‘Li ku derê destkeftiyên kurdan hebin PDK bi dijminan re êrişî wir dike’
11:53 Hejmara 4'emîn a Kovara Destar gihişt ber destê xwîneran
11:09 ‘Keça manewî’ ya Erdogan vê carê jî çav berda Medresa Sor!
11:04 Pevçûna li Çiyayê Cûdî plana li Zapê serûbin kir
10:29 Xelkê Cizîrê: Ew çiqasî êrişî HDP’ê bikin em ewqasî xurt dibin
10:02 Hêj qedexeya 6 mehan bi dawî nebûyî qedexeyeke din danîn
10:00 Dayika Mehmet û Orhan Tunç: Diyariya herî bi wate aştî û edalet e
09:37 Berteka welatiyan a li dijî êrişên Tirkiyeyê: Pereyê şer ji berîka xelkê derdikeve
09:31 Du hevrêyên ku piştî 30 salan hatin berdan: Sedsala 21’emîn bûye sedsala ji rastiya xwe dûrketin
09:18 Ji bo pîrozbahiyên Roja Cejna Zimanê Kurdî bang: Beşdarî çalakiyan bibin
09:18 Wezaretê biryara DMME'yê bibîr xist, dadgeh berevajî biryarê tevgeriya
09:16 ‘Roja edalet bê em ê Roja Dayikan pîroz bikin'
09:15 Ji bo bîranîna Denîz Poyraz pirtûkeke çîrokan
09:13 Belgefîlma 'Demans' dê li Êlihê bê nîşandan
09:00 ROJEVA 7'Ê GULANA 2022'YAN
06/05/2022
20:08 DAKAP: Jin dê vê zimandirêjiya feraseta nêrza bi dîwêr ve bizmar bike
19:35 Ji bo meşa Geverê bang kirin
16:39 Rojnameger Halîs Taşgir jiyana xwe ji dest da
16:32 Li Garê droneya PDK'ê hat xistin
16:24 AYM: Qeydkirina hevdîtina girtî binpêkirina maf e
15:50 Bertekên li dijî êrişa ser HDP’ê zêde dibin: Em ê bi mezinkirina berxwedanê bersiv bidin
15:46 Îşkence û muameleya xerab ên li girtîgehên Wan, Îdir û Panosê ‘asayî’ ne!
15:45 Li ser bertekan cih dan kurdî
15:33 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
15:22 HDP’ê Kongreya Jinan a Herêma Behra Reş li dar xist
15:17 Dayikên Aştiyê: Divê Barzanî dest ji xiyanetê berde
15:13 Raportorê AP’ê yê Tirkiyeyê Amor ji bo HDP’ê peyam piştgiriyê da
15:12 Gezmîş, Aslan û Înan hatin bibîranîn
15:11 KCDK-E Başûr ji bo Şengalê nameyek ji Nûnerê NY ê Iraqê re şand
14:43 Başaran: Dê desthilatdarî nekare bi sorkirina şer re xwe xelas bike
14:42 Malbata Yilmaz li pêş Girtîgeha Sîlîvriyê ye: Faîlan derxînin holê
14:27 6 partiyan banga piştevaniya HDP'ê kirin
14:23 Sancar: Em bi hevpariya mîrasa Denîzan serbilind in
13:55 Koma Tifaqa Kurdistanî bertek nîşanî êrişa ser HDP’ê da: Divê Soylu îstîfa bike
13:09 Malbata Şenyaşar 424 roj in Nobeda Edaletê digire
13:08 Di teqîna tersxaneya Tuzlayê de 5 karker birîndar bûn
12:47 Gelek doktorên pispor birin nexweşxaneyên Sahrayê
12:43 Siddik Guler terkî mirinê hate kirin: Xwe bi dîwaran ve girt û hate hevdîtinê
12:16 Fatûreya polîtîkaya şer: 70 milyar bo parastina neteweyî û 200 milyon lîre jî bo dîwarên sînor xerc kirin
11:45 Siyasetmedara kurd a ducanî li Girtîgeha Ûrmiyê di greva birçîbûnê de ye
11:44 Hemo: Baş e lê dema DAIŞ’ê êrişî me dikir hûn li ku bûn?
11:08 Tevî astengkirina PDK’ê êzdî vegeriyan Şengalê
10:55 Penaberê kurd di pêşbirka wêneyan a Awûstralyayê de bû fînalîst
10:53 Leşker sîxurtiyê li şêniyên gundê Marûnîsê ferz dikin
09:58 Doz li dayika Pinar Gultekîn hate vekirin
09:42 Çalakgera Nobeda Edaletê Tîmûr: Em netirsiyan, em ji niha pê ve jî natirsin
09:31 Du kesên bi lêdanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:28 Piştî 30 salan hatin berdan: Berdana me ne azadî ye, divê roja me û hemû girtî azad bibin
09:03 Li Girtîgeha Kilîsê 7 girtî 15 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:03 Endama Koordînasyona TAJÊ Heco: Wê berxwedana jinên êzidî rê nede dagirkeriyê
09:03 ‘Divê her kes piştgiriya malbatên girtiyan bike'
09:03 10 çawîşên ku di şer de derûniya wan xirab bû îstifa kirin
09:02 Emîne Şenyaşar: Ji bo dayikan diyariya herî mezin edalet e
09:00 ROJEVA 6'Ê GULANA 2022'YAN
05/05/2022
23:03 Li Amedê konsera Kasim Taşdogan