NAVENDA NÛÇEYAN - Xelkê bajarokê Duholayê bi mebesta şermezarkirina êrişên ser Şengalê û vekişîna artêşa Iraqê ji bajarokê, xwest meşekî li dar bixe. Lê artêşa Iraqê çalakî ranegirt û êrişî çalakvanan kir.
Xelkê Şengalê ev bi rojane ji bo artêşa Iraqê ji gund û bajaran derkeve di nav çalakiyan de ye. Di vê çarçoveyê de xelkê bajarokê Duholayê bi mebesta protestokirina artêşa Iraqê, êrişên wan û vekişîna artêşê ji bajarokê, çalakî li dar xistin.
Welatiyan xwestin meşekê li dar bixin û konê vegirin. Lê belê hêzên artêşa Iraqê xwe li çalakiya gel ranegirtin û êriş kirin. Leşkerên artêşa Iraqê konê xelkê Duholayê rakirin, kursiyên wan şikandin û bi darê zorê ew ji ser rêya Duholayê dan aliyekî.
Ji ber zextên artêşê, aloziya li Duholayê berdewam dike û şêniyên komelgehê jî li hemberî artêşê bertek nîşan didin.