Rojnamevan Hujebrî: Tirkiye dixwaze bi bêbextiya PDK'ê bi ser bikeve

img
WAN - Rojnamevan Omer Hujebrî, diyar kir ku Tirkiye dixwaze bi polîtîkaya bêbextiyê ya PDK'ê bi ser bikeve û got, her kes divê li dijî van êrişan li dor Paradîgamaya Neteweya Demokratîk bibe yek. 
  
Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) ên di 17 Nîsanê de li hemberî herêmên Herêma Kurdistana Federe didomin. Bertek û çalakiyên li hemberî van êrişan jî didomin.
 
Rojnamevan Omer Hujebrî yê ji Rojhilatê Kurdistanê, têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK'ê axivî û got, kurd divê li dijî polîtîkaya bêbextiyê ya PDK'ê li dor Paradîgmaya Neteweya Demokratîk bibin xelek. 
 
PDK TÊ BIKARANÎN
 
Hujebrî, anî ziman ku operasyona hatiye destpêkirin pir berfireh bûye û Tirkiye dixwaze gelê kurd jî wekî ermeniyan qir bike. Hujebrî, bilêv kir ku Tirkiye vê yekê bi destê PDK'ê dike û got: "Ev şer ji bo tunekirina kurdan û gelên Rojhilata Navîn hatiye destpêkirin. Dîroka vî şerî, di roja salvegera Qirkirina Ermeniyan de hat destpêkirin. Dixwazin kurdan jî wekî ermeniyan qir bikin. Dewleta tirk destkeftiyên kurdan ên li Başûr, Rojava û perçeyên din qebûl nake. Bi salan e li Başûrê Kurdistanê pergaleke federaliyê heye. Lê niha em dibînin ku dewleta tirk PDK'ê bi kar tîne û dixwaze Kurdistanê bike mêtingeha xwe." 
 
‘XEYALÊN ERDOGAN'
 
Hujebrî, diyar kir ku polîtîkaya derve ya Tirkiyey bi temamî li ser asasê tunekirina kurdan didome û got: "Tirkiye dîplomasiya ku kurdên Rojavayê dikin dibîne. Lewma rabû Serêkaniyê, Girêspî û Efrînê dagir kir. Niha jî êrişê dibe ser Qadên Parastina Medyayê. Tirkiye bi van êrişên xwe dixwaze kurdan qir bike. Armanca van operasyonan jî ev e. Em dizanin xeyaleke Erdogan heye; dixwaze desthilata xwe bidomîne û xeyala xwe ya osmanîtiyê pêk bîne. Em dizanin astengiya herî mezin a li ber vê xeyala Erdogan jî PKK ye. Erdogan li Tirkiyeyê xwe wekî pêşengekî karîzmatîk û wekî Ataturk nîşanî derdora netewperest dide. Di dema Ataturk de kurd hatin qirkirin û netew-dewletek hat avakirin. Tişta ku niha Erdogan dixwaze bike jî bi qirkirina kurdan osmaniyeke nû ava bike. Lê PKK'ya ku li dijî vê ferasetê li her çapr perçeyên Kurdistanê xwe birêxistin kiriye, ji bo xeyala Erdogan meseleyele mezin e. Lewma Erdogan, partiyên wekî PDK'ê bi kar tîne û dixwaze xeyalên xwe pêk bîne." 
 
‘BI HEV RE NE'
 
Hujebrî, bilêv kir ku PDK ji salên 90'î heya niha bi awayekî veşarî alîkariya Tirkiyeyê dike, lê di êrişên dawî de êdî bi aşkere dike. Hujebrî anî ziman ku PDK rasterast li gel Tirkiyeyê bi PKK'ê re şer dike. Hujebrî got: "Par operasyona Garê bi hev re kirin, lê PDK ser vê girt. Lê niha em pê dihesin ku di oeprasyona Garê de PDK'ê di warê îstixbaratê, agahiyan û lojîstîkê de aliyê Tirkiyeyê kiriye. Lê îsal jî di şerê li hemberî PKK'ê de bi temamî bi Tirkiyeyê re ye. Di pevçûnên di navbera eskerên tirk û PKK'ê de pêşmerge jî hene. Armanca PDK'ê tunekirina PKK'ê ye û xurtkirina hêza xwe ya eşîrtiyê ye." 
 
‘BILA PDK DEV JI POLÎTÎKAYA XWE YA BÊBEXTIYÊ BERDE'
 
Hujebrî bilêv kir ku PDK êdî divê dev ji polîtîkaya xwe ya bêbextiyê berde û got, dê Tirkiye di vê operasyonê de jî bi ser nekeve.
 
Hujebrî di dawiya axaftina xwe de got: "Ger ne ji polîtîkaya bêbextiyê ya PDK'ê be dê Tirkiye tu carî di van operasyonan de bi ser nekeve. Di dîrokê de çawa ku ne Îskender û ne jî Moxolan nikaribû kurdan bişikîne, dewleta tirk jî dê nikaribe wan bişikîne. Ger PDK vê polîtîkaya xwe ya bêbextiyê bidomîne, dê li bara kurdan tu qîmeta wê nemîne û xwe biqedîne. Kurd hemû divê vî tiştî bibînin û vê şaşiya PDK'ê li nav çavê wê bixin. Li dijî van hewldanên Tirkiyeyê yên ji bo tunekirina destkeftiyên kurdan, bang li kurdan dikim ku kurd divê li dijî van êrişan li dor Paradîgamaya Neteweya Demokratîk bibe yek."  
 
MA /  Hakan Yalçin
 

Sernavên din

11/05/2022
14:46 Êrişa Tirkiyeyê ya li ser Kobanê: Welatiyek hat qetilkirin
14:45 Ji sedî 77,1'ê astengdaran bi xetereya xizaniyê re rû bi rû ne
14:28 Li ser sînorê Başûr xendek tên kolandin û têla direhî tê raçandin
14:18 'Wê zext nikaribin min bizdînin'
14:10 Li Stenbolê ji bo çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî bang hate kirin
13:55 Îranê herêma Balekayetî û Biradost bombebaran kir
13:53 Çûna çar gundên Silopiya hat qedexekirin
13:34 Li Bestayê êrişa leşklerî bi birîna daran dest pê kir
13:33 Li Qoserê 10 kes hatin binçavkirin
13:16 Devera ku li cenazeyê kolber tê gerandin ji welatiyan re hat qedexekirin
13:12 Dag: Bi minasebeta 15’ê Gulanê bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî
12:47 Sarica: Hewceye em xwe bigihînin Îmraliyê û dengê Ocalan bibihîzin
12:36 Malbata Şenyaşar: Tiştên ku Serokomar gotin em qebûl nakin
12:35 Dozger 15 sal ceza ji rojnamevan Şahîn re xwest
11:49 Li Elmanyayê li dijî qedexeya PKK'ê serlêdana hiqûqî
11:25 Dayikên Aştiyê: Wê AKP û Barzanî winda bikin
11:24 Li ser rêya Elkê û Colemêrgê qeza pêk hat: 2 kes mirin 5 kes birîndar bûn
10:50 Balafirên dewleta tirk êrişî Kobanê kirin
10:49 Parêzerên ku qetlîama li Cizîrê protesto kiribûn beraet bûn
10:31 Ji ber ku 'derneket lijneyê' 4 caran înfaza wî hat şewitandin
09:45 Rojnamevan Şîrîn Ebû Akîle ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hate qetilkirin
09:35 Hevşaredarên Sêrtê derdikevin pêşberî dadger
09:34 Wezareta Edaletê bersiv neda serlêdana Ocalan
09:17 Hunermendan xwest her kes li dijî êrişan rabe
09:08 Çawişên pispor dertên destûrê û careke din venagerin
09:06 Çawişê faîlê destdirêjiyê bi hinceta 'razîbûnê' beraet kir
09:04 'AKP bi polîtîkaya xwe ya girtîgehê sûc dike'
09:03 Endama SMJÊ Agal: Êzidiyan xewnên dewleta tirk ên dîrokî herimandin
09:01 Nazîre Bîrlîk: PDK şirîkatiya kujerên kurê min dike
09:00 ROJEVA 11'Ê GULANA 2022'YAN
10/05/2022
20:26 Li Bismilê zarokan ji bo 15'ê Gulanê resm xêz kirin
18:26 Li Şirnexê 2 jin hatin binçavkirin
16:50 Kuytul, ji Girtîgeha Kurkçulerê sewqî Girtîgeha Panosê hat kirin
16:37 Zarokê ku li Serekaniyê bi guleyekê jiyana xwe ji dest dabû hate veşartin
16:24 HDK’ê Meclisa Çand û Hunerê ragihand
16:18 Li Îzmîrê di Nobeta Edaletê de banga hestiyariyê hate kirin
16:14 Sancar: Îktidar wê bi polîtîkaya alozî û tirsê bi ser nekeve
15:59 Îtîraza li dijî girtinên di Doza Geziyê de hatibû kirin hate redkirin
15:46 Li Duhokê jinek hat qetilkirin
15:41 Mezlûm Ebdî: Em ê hemû herêmên dagirkirî rizgar bikin
15:24 Ji bo mamosteyê kurdî Latîfî kampanyaya îmzeyê dest pê kir
14:58 Navenda Hafizeyê: Desthilatdarî, daraz û çapemenî li dijî parastvanên mafan bûne yek
14:38 Hevseroka HDP’a Stenbolê Bîrol bertek nîşan da: Em di rêya xwe de ne
14:37 Ozer û hevjînê xwe ji ber dermankirina jinekê hatin girtin!
14:05 Xizmên Girtiyan: Bi salan jî bidome em ê têbikoşin û edaletê bixwazin
13:35 Banga beşdariya doza Qetlîama Enqerêyê hat kirin
13:32 Doza Kobanê: Gokalp, îdiayên 2 şahidên nepen derewand
12:38 Lêpirsîna derbarê Emîne Şenyaşar de bi dozvenekirinê encam da
12:35 Di doza êrişa 5’ê Hezîranê de beraet dan polîsan
12:34 Zarokê ku bi guleya ji Serekaniyê hatibû û birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
12:14 Ji 888 welatiyan daxuyaniya Geziyê: Em xwe îxbar dikin
12:07 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:57 Serlêdana 'hepsa malê' ya ji bo Ozer a 80 salî hate redkirin
11:35 Hesabên Tirkiyeyê yên petrol û xaza xwezayî
11:18 Dayikên Elkê: Em xwedî li berxwedana Zap, Avaşîn û Metînayê derdikevin
11:17 Kesê ku di bin kontrola polîsan de ket avahiya HDP'ê kî ye?
10:47 Li Hezex û Dêrikê 9 kes hatin binçavkirin
10:29 Naso: Dê milyonek kesan ji bo polîtîkayên xwe yên qirêj bi kar bînin
10:25 RAYBUS’a qeyûm çend roj şûnde xera bû
10:25 Li girtîgehekî Ekvadorê şer: 43 kes hatin kuştin
09:56 Qeyûm ji bo tamîra parkê 10 milyon lîre da îhaleyê!
09:03 Rojnamevan Hewram: PDK bûye enstrumana hêzên dagirker
09:03 Polîsan ji nîşeya 'JÎTEM'ê re got 'zarok daniye'
09:03 Vê carê jî cerdevanan di dilqê 'şivanan' de dişînin Besta û Gabarê
09:03 Siyasetmedar Ebdulxaliq: Tirkiye bûye dewleteke dagirker
09:03 Li Sûrê di avahiyên tescîlkirî de li xizîneyan digerin
09:03 Pêşmergeyê Dêrîn: Tirkiyeyê li Efrînê çi kiribe dê li Başûr jî wê bike
09:01 Bulak: Pirtûka ewil a çîrokên kurdî ya modern Şewqa Sibê ye
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2022'YAN
09/05/2022
20:44 Doza Kobanê: Çi eleqeya ezebbûna min û darizandina min bi hev heye?
20:22 Li Amedê Platforma Kurdî: Em li her derî bi kurdî biaxivin
19:42 Rêveberiya Xweser a Şengalê: PDK’ê nûnertiya Şengalê nake
18:59 Li Meletiyê ji bo Cejna Zimanê Kurdî çalakî
16:58 Cerdevan ji Elkê birin Çiyayê Gabarê
15:59 Ji bo dîtina cenazeyên kolbera xebatên lêgerînê didomin
15:27 Dayikên aştiyê bertek nîşanî gefa li Başaran hatibû xwarin dan
15:25 Ceylan: Ev pêvajoya man û nemanê ye
15:14 ‘Têkoşîna dayikan bûye hêviya civakê’
14:34 Kedkarên Îtalyayê li dijî şerê li Kurdistan û Ûkraynayê dest bi grevê dikin
14:28 ‘Ne astengdar ne jî mafên wan tên dîtin’
14:24 Doza Kobanê: Banga 6’ê Cotmehê qîrîna li dijî bêdengiyê bû
13:58 Îdiaya dewrkirina Medreseya Sor kete rojeva Meclisê
13:26 Li Geverê liv û tevgera leşkerî didome
13:15 Li Marûnîsê 8 leşker hatin kuştin û leşkerek jî winda ye
13:05 Li Qoserê qenalîzasyon xetimîn û çareseriyek nehat dîtin
12:46 Li Mêrsînê 2 kes hatin girtin
12:44 Mehmet Ocalan: Qedexeyên hevdîtinê têkiliya xwe bi êrişan re heye
12:43 Li Xelfetiyê qeza: 2 kes mirin 8 kes birîndar bûn
12:33 Malbata Şenyaşar ji şahidên nexweşxaneyê re got: Biaxivin
12:24 Konferansa Anatoliya Navîn a HDP’ê: Dem dema têkoşîna hevgirtî ye
12:14 Mezraya Kûtos ku leşkeran ambargo danîbûn ser hate valakirin
11:17 Kulîlkên sor erdên beyar xemilandin
10:53 Sendroma Zapê: Çawişên pispor dest bi revê kirin
10:16 Hunermendên kurd li dijî êrişan banga yekitiyê kirin
09:07 Alparslan Kuytul hat binçavkirin
09:06 Xelef Şengalî: Ji Rêvebiriya Xweser pêvetir ji tu kesî bawer nekin
09:04 'Ê ku Dêra Sûrp Gîragosê xera kir jî heman dewlet bû'
09:01 Şêniyên Amedê: Tu ferqa PDK'ê ji AKP'ê tune ye
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2022'YAN
08/05/2022
20:24 Jin li dijî şer meşiyan