Bi pirsa “Abdûlah Ocalan ji bo we çi îfade dike?” berdana girtiyekê 3 mehan hatiye taloqkirin

img
AMED - Rêveberê ÎHD’ê Ercan Yilmaz bal kişand ser polîtîkayên tecrîd û îşkenceyê yên li girtîgehan û da zanîn ku li Girtîgeha Oltûyê bi pirsa “Abdûlah Ocalan ji bo we çi îfade dike?” berdana girtiyekê 3 mehan hatiye taloqkirin. 
 
Girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ev demekî dirêje bi binpêkirinên mafan, îşkence û sepanên bêhiqûqî re di rojeva hemû raya giştî de ne. Rewşa ku girtî tê de ne her diçe xirabtir dibe. Girtiyên nexweş nayên berdan û di heman demê de mafên wan ê wekî hevdîtin, sewq, tenduristî û ewlekarî tê binpêkirin. Li hemberî vê yekê di serî de malbatên girtiyan, saziyên cîvakî, hiqûqî û partiyên siyasî bertekên mezin nîşan didin. Ew sepanên ku bi taybetî li ser girtiyên siyasi tên meşandin ji aliyê saziyan ve weke rapor tên aşkerekirin. Herî dawî Komisyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di 29 nisanê de raporek bi raya gişkî re parvekir. Di raporê de binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa M a Bayburtê, Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê, Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Dûmlûyê û li Girtigeha Tîpa S a Îdirê qewimîn hatin aşkerekirin. Di raporê de hat dîtin ku mafê hevdîtina bi malbatan re, guhertina odêyan û tekiliya girtiyan tê asteng kirin an jî sînor kirin. Rapor bi van sepanan dest nişan dike ku girtî di bin tecridê de ne û hem tekiliyên wan ê di nav wan de hem jî têkiliyên wan ên derve tên asteng kirin. Di heman demê de li girtigehan sepanên lêgerîna tazî û  hêjmara li serpiyan hêj berdewan dike.
 
Endamê Komîsyona Girtigehan a Şaxa ÎHD’a Amedê parêzer Ercan Yilmaz derbara hûrgiliyên di raporê de ji Ajansa me ya Mezopotamya (MA) yê re axivî. 
Parezer Yilmaz, diyar kir ku li 4 girtigehan bi 18 girtiyan re hev dîtin kirine û wiha got: “Me girtigehên ku ji herêma me dûr bûn û malbat û saziyên civakî jî nikaribûn biçin hilbijartin. Ew girtigeh di heman demê de di nav tecrîdê de ne û derbara wan girtigehan de di çapemeniyê de jî aloziyek hebû.”
 
‘GIRTÎYÊN SİYASÎ DI BİN TECRÎDÊ DE NE’
 
Yilmaz, di axaftina xwe de bi lev kir ku li girtîgehan sepanên zext, işkence û tecrida giran li ser girtiyan tê meşandin û wiha berdewam kir: “Ji wan girtîgehan a herî navdar jî Tîpa S ya Îdîrê ye. Em dibînin ku ewil li girtîgehên Tipên F’yê, paşê girtîgehên ewlekariya bilind, di dawiyê de ji li girtîgehên Tîpên S’yan tecrîd li girtigehan hêj girantir bû. Girtigiha Tipa S ya Îdirê prototîpa girtigehên din e. Ji bajerên Kurdistanê girtiyan sewq dikin Girtigeha Tîpa S ya Îdîrê. Hem wexta sewqê û hem jî wexta ketina girtigehê, mafên girtiyan hatiye binpêkirin.  Bi taybetî jî girtiyên siyasî di bin tecrîdê de ne. Tevahî girtiyên ku me pê re hevdîtin kirin, saleke di qawişan de tenê dimînin. Di qanûna înfazê de diyare ku hikumxwar û girtiyên giran li qawişan tenê dimînjin, lê li Girtîgeha Îdirê ew cûda bûyîn tune ye û tevahiya girtiyên siyasî tenê dimînin.”
 
‘FERMANA WEZARETA EDALETÊ’
 
Yilmaz da zanîn ku gardiyanên Girtigehê Îdirê işkenceya fizîkî û psîkolojîk li ser girtiyan dimeşînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gardiyan ji saet 22.00’yan heta 6’ê sibê her seatê lambeyên qawişan vedikin û girtiyan qontrol dikin. Ew yek pergala xewê ya girtiyan xirab kiriye û weke sepanên îşkenceya psîkolojîk tên meşandin. Girtiyan ji bo vê sepanê bertek nîşanî rêveberiya girtîgehê dane. Rêveberiyê ji bo vê sepanê gotiye ‘fermana Wezareta Edaletê ye’.” Yilmaz, destnîşan kir ku li Girtigeha Îdîrê cenazeyên Sinan Kaya û Sezer Alan  li pey hev derketine, emareyên kuştinê hene û wiha pê de çû: “Malbata Sezer Alan vê yekê wekî kuştin dibîne û bawer nakin ku zarokê wan xwe kuştî ye. Li ser laşe Alan şopên şewat û lêdanê hebûn. Em dixwazin ku derbarê mijarê de lipirsînek were vekirin. Di navbera her du mirinan de jî demekî kin heye û her du girtî jî di odeyan de bi tênê diman.”
 
‘MAFÊ RAGIHANDINÊ TÊ BINPÊKIRIN’
 
Yilmaz, rojname û kovarên ku nadin girtiyan weke binpêkirina mafê ragihandinê pênase kir û wiha axivî: “Ji bo ku girtî bi derve re têkiliyê deynin mafê ragihandinê gelek girîng e. Rêveberiyên girtîgehan rojnameyên wekî Yenî Yaşam, Bîrgun û Evrenselê nadin girtiyan. Tekildarî mijarê du biryarên Dadgeha Makeqanunê hene. Dadgeh ev yeke weke binpêkirina mafê ragihandinê dît û girtiyên ku serlêdan kiribûn re hikma tazminatê da. Wezareta Edaletê jî rêveberiyên girtigehan jî vê biryarê baş dizanin, lê bi keyfî tevdigerin û dixwazin ku girtî bi derve re tekili nedeynin û bi vî awayî tecrîdê li ser girtiyan giran dikin.”
 
‘KONSEPTA KEYFIYETÊ’
 
Yilmaz da zanîn ku li Girtîgeha Tipa M ya Bayburtê, ji bo sewqkirinê girtiyan daxwazname nivisandine lê rêveberiya girtîgehê ji girtiyan re bersiva ‘Hûn biçin xebatkarên girtigehê wê mûçeyê xwe ji ku derê bigirin?’ daye û got: “Ev yek keyfiyet û bêcidîbûna rêvebiriya girtîgehê nîşan dide. Ji girtiyan re cezayên dîsîplînê didin û daxwaza wan a sewqkirina girtîgeheke din nayê bi cih anîn. Daxwaza girtiyan bi vê konsepta keyfiyetî tê red kirin. Li hemberî vê keyfiyêtê girtiyan bi sloganan an jî bi çalakiya deng derxistinê bertek nişan didin. Vê deme jî rapora ‘ne di rewşeke baş de ye’ tê amade kirin û bi vî rengî înfaza girtiyan tê şewitandin.’
 
‘XWE TÊXIN ŞÛNA DADGEHAN’
 
Ylmaz, diyar kir ku tevî biryara “rewşa baş” a Sevgî Îlboga ya li Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê tê ragirtin hebû jî berdana wê 3 mehan hatiye taloqkirin û wiha got: “Desteya Çavdêrî û Îdarî dema rapora ‘rewşa baş’ dide, pirsên ‘Abdullah Ocalan ji bo we tê çi wateyê?’ , ‘PKK rêxistina terorîst e?’ , ‘Çima di qawişa siyasî de dimînin?’ û ‘Hûn poşman in’ ji Îlboga dipirse. Deste bi pirsîna van pirsan sûc dike. Di Makeqanunê de hikumekî aşkere heye. Tu kes bi wan pirsan û bi zorê nikare fikra girtiyan hîn be. Desteyên Çavdêrî û Îdarî xwe têxin şûna dadgehan û bi van pirsan cezayên girtiyan bi keyfî taloq dikin. Di nav van desteyan de dozgerê komarê heye û biryara wî derbasdar e. Hewce ye ku desteyên serbixwe bên avakirin û ev bê hiqûqî ji holê rabe.”
 
Yilmaz, herî dawî wiha bang li sazî û partiyên mûxalîf kir: “Weke ku me di rapora xwe de jî aşkere kir, li girtîgehan sepanên zext, îşkence û tecrîda giran li ser girtiyan tê meşandin. Hewceye ku hemû saziyên civakî, partiyên siyasî û rêxistinên pîşeyî bala xwe bidin girtîgehan û di vê mijarê de hesas bin. Divê bi taybetî Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê karê xwe bi cih bîne û here girtîgehan.”
 

Sernavên din

11/05/2022
14:46 Êrişa Tirkiyeyê ya li ser Kobanê: Welatiyek hat qetilkirin
14:45 Ji sedî 77,1'ê astengdaran bi xetereya xizaniyê re rû bi rû ne
14:28 Li ser sînorê Başûr xendek tên kolandin û têla direhî tê raçandin
14:18 'Wê zext nikaribin min bizdînin'
14:10 Li Stenbolê ji bo çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî bang hate kirin
13:55 Îranê herêma Balekayetî û Biradost bombebaran kir
13:53 Çûna çar gundên Silopiya hat qedexekirin
13:34 Li Bestayê êrişa leşklerî bi birîna daran dest pê kir
13:33 Li Qoserê 10 kes hatin binçavkirin
13:16 Devera ku li cenazeyê kolber tê gerandin ji welatiyan re hat qedexekirin
13:12 Dag: Bi minasebeta 15’ê Gulanê bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî
12:47 Sarica: Hewceye em xwe bigihînin Îmraliyê û dengê Ocalan bibihîzin
12:36 Malbata Şenyaşar: Tiştên ku Serokomar gotin em qebûl nakin
12:35 Dozger 15 sal ceza ji rojnamevan Şahîn re xwest
11:49 Li Elmanyayê li dijî qedexeya PKK'ê serlêdana hiqûqî
11:25 Dayikên Aştiyê: Wê AKP û Barzanî winda bikin
11:24 Li ser rêya Elkê û Colemêrgê qeza pêk hat: 2 kes mirin 5 kes birîndar bûn
10:50 Balafirên dewleta tirk êrişî Kobanê kirin
10:49 Parêzerên ku qetlîama li Cizîrê protesto kiribûn beraet bûn
10:31 Ji ber ku 'derneket lijneyê' 4 caran înfaza wî hat şewitandin
09:45 Rojnamevan Şîrîn Ebû Akîle ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hate qetilkirin
09:35 Hevşaredarên Sêrtê derdikevin pêşberî dadger
09:34 Wezareta Edaletê bersiv neda serlêdana Ocalan
09:17 Hunermendan xwest her kes li dijî êrişan rabe
09:08 Çawişên pispor dertên destûrê û careke din venagerin
09:06 Çawişê faîlê destdirêjiyê bi hinceta 'razîbûnê' beraet kir
09:04 'AKP bi polîtîkaya xwe ya girtîgehê sûc dike'
09:03 Endama SMJÊ Agal: Êzidiyan xewnên dewleta tirk ên dîrokî herimandin
09:01 Nazîre Bîrlîk: PDK şirîkatiya kujerên kurê min dike
09:00 ROJEVA 11'Ê GULANA 2022'YAN
10/05/2022
20:26 Li Bismilê zarokan ji bo 15'ê Gulanê resm xêz kirin
18:26 Li Şirnexê 2 jin hatin binçavkirin
16:50 Kuytul, ji Girtîgeha Kurkçulerê sewqî Girtîgeha Panosê hat kirin
16:37 Zarokê ku li Serekaniyê bi guleyekê jiyana xwe ji dest dabû hate veşartin
16:24 HDK’ê Meclisa Çand û Hunerê ragihand
16:18 Li Îzmîrê di Nobeta Edaletê de banga hestiyariyê hate kirin
16:14 Sancar: Îktidar wê bi polîtîkaya alozî û tirsê bi ser nekeve
15:59 Îtîraza li dijî girtinên di Doza Geziyê de hatibû kirin hate redkirin
15:46 Li Duhokê jinek hat qetilkirin
15:41 Mezlûm Ebdî: Em ê hemû herêmên dagirkirî rizgar bikin
15:24 Ji bo mamosteyê kurdî Latîfî kampanyaya îmzeyê dest pê kir
14:58 Navenda Hafizeyê: Desthilatdarî, daraz û çapemenî li dijî parastvanên mafan bûne yek
14:38 Hevseroka HDP’a Stenbolê Bîrol bertek nîşan da: Em di rêya xwe de ne
14:37 Ozer û hevjînê xwe ji ber dermankirina jinekê hatin girtin!
14:05 Xizmên Girtiyan: Bi salan jî bidome em ê têbikoşin û edaletê bixwazin
13:35 Banga beşdariya doza Qetlîama Enqerêyê hat kirin
13:32 Doza Kobanê: Gokalp, îdiayên 2 şahidên nepen derewand
12:38 Lêpirsîna derbarê Emîne Şenyaşar de bi dozvenekirinê encam da
12:35 Di doza êrişa 5’ê Hezîranê de beraet dan polîsan
12:34 Zarokê ku bi guleya ji Serekaniyê hatibû û birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
12:14 Ji 888 welatiyan daxuyaniya Geziyê: Em xwe îxbar dikin
12:07 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:57 Serlêdana 'hepsa malê' ya ji bo Ozer a 80 salî hate redkirin
11:35 Hesabên Tirkiyeyê yên petrol û xaza xwezayî
11:18 Dayikên Elkê: Em xwedî li berxwedana Zap, Avaşîn û Metînayê derdikevin
11:17 Kesê ku di bin kontrola polîsan de ket avahiya HDP'ê kî ye?
10:47 Li Hezex û Dêrikê 9 kes hatin binçavkirin
10:29 Naso: Dê milyonek kesan ji bo polîtîkayên xwe yên qirêj bi kar bînin
10:25 RAYBUS’a qeyûm çend roj şûnde xera bû
10:25 Li girtîgehekî Ekvadorê şer: 43 kes hatin kuştin
09:56 Qeyûm ji bo tamîra parkê 10 milyon lîre da îhaleyê!
09:03 Rojnamevan Hewram: PDK bûye enstrumana hêzên dagirker
09:03 Polîsan ji nîşeya 'JÎTEM'ê re got 'zarok daniye'
09:03 Vê carê jî cerdevanan di dilqê 'şivanan' de dişînin Besta û Gabarê
09:03 Siyasetmedar Ebdulxaliq: Tirkiye bûye dewleteke dagirker
09:03 Li Sûrê di avahiyên tescîlkirî de li xizîneyan digerin
09:03 Pêşmergeyê Dêrîn: Tirkiyeyê li Efrînê çi kiribe dê li Başûr jî wê bike
09:01 Bulak: Pirtûka ewil a çîrokên kurdî ya modern Şewqa Sibê ye
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2022'YAN
09/05/2022
20:44 Doza Kobanê: Çi eleqeya ezebbûna min û darizandina min bi hev heye?
20:22 Li Amedê Platforma Kurdî: Em li her derî bi kurdî biaxivin
19:42 Rêveberiya Xweser a Şengalê: PDK’ê nûnertiya Şengalê nake
18:59 Li Meletiyê ji bo Cejna Zimanê Kurdî çalakî
16:58 Cerdevan ji Elkê birin Çiyayê Gabarê
15:59 Ji bo dîtina cenazeyên kolbera xebatên lêgerînê didomin
15:27 Dayikên aştiyê bertek nîşanî gefa li Başaran hatibû xwarin dan
15:25 Ceylan: Ev pêvajoya man û nemanê ye
15:14 ‘Têkoşîna dayikan bûye hêviya civakê’
14:34 Kedkarên Îtalyayê li dijî şerê li Kurdistan û Ûkraynayê dest bi grevê dikin
14:28 ‘Ne astengdar ne jî mafên wan tên dîtin’
14:24 Doza Kobanê: Banga 6’ê Cotmehê qîrîna li dijî bêdengiyê bû
13:58 Îdiaya dewrkirina Medreseya Sor kete rojeva Meclisê
13:26 Li Geverê liv û tevgera leşkerî didome
13:15 Li Marûnîsê 8 leşker hatin kuştin û leşkerek jî winda ye
13:05 Li Qoserê qenalîzasyon xetimîn û çareseriyek nehat dîtin
12:46 Li Mêrsînê 2 kes hatin girtin
12:44 Mehmet Ocalan: Qedexeyên hevdîtinê têkiliya xwe bi êrişan re heye
12:43 Li Xelfetiyê qeza: 2 kes mirin 8 kes birîndar bûn
12:33 Malbata Şenyaşar ji şahidên nexweşxaneyê re got: Biaxivin
12:24 Konferansa Anatoliya Navîn a HDP’ê: Dem dema têkoşîna hevgirtî ye
12:14 Mezraya Kûtos ku leşkeran ambargo danîbûn ser hate valakirin
11:17 Kulîlkên sor erdên beyar xemilandin
10:53 Sendroma Zapê: Çawişên pispor dest bi revê kirin
10:16 Hunermendên kurd li dijî êrişan banga yekitiyê kirin
09:07 Alparslan Kuytul hat binçavkirin
09:06 Xelef Şengalî: Ji Rêvebiriya Xweser pêvetir ji tu kesî bawer nekin
09:04 'Ê ku Dêra Sûrp Gîragosê xera kir jî heman dewlet bû'
09:01 Şêniyên Amedê: Tu ferqa PDK'ê ji AKP'ê tune ye
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2022'YAN
08/05/2022
20:24 Jin li dijî şer meşiyan