Bernameya Cejna Zimanê kurdî aşkera bû: Dê di navbera 8 û 16’ê Gulanê bê pîrozbikin

AMED - Tora Ziman û Çanda kurdî û Platforma Zimanê kurdî ku bernameya Cejna Zimanê kurdî bi deklarasyonekê aşkera kirin, diyar kirin ku Cejna Zimanê Kurdî dê di navbera 8 û 16’ê Gulanê de bê pîrozkirin.
 
Tora Ziman û Çanda Kurdî, Platforma Zimanê Kurdî bernameya 15’Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Eywana Civînan a Tahir Elçî ya Baroya Amedê bi civîneke çapemeniyê deklarasyon aşkera kirin. Partiya Heremên Demokratik (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Partiya Azadiya Kurdistan (PAK), Partiya Sosyalist a Kurdistan (PSK), Partiya Demokratîk a Kurdistanê ya Tirkiyeyê (PDK-T), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Bakur (PDK-Bakur) ên di bin banê Platforma Zimanê Kurdî de cih digirin, Komeleya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Enstituya Kurdî ya Amedê, Komeleya Wêjekarên Kurd, Maseya Weşangeran, Maseya Çandê, Maseya Hunerê, Maseya Ziman û Perwerdeyê, Maseya Saziyên Hiqûq û Mafan, Maseya Saziyên Jinan, Maseya Ragihandinê, Maseya Karsazan, Maseya Akademîsyen û Sosyolojiyê, Maseya Tenduristiyê, Maseya Odeyê Pîşeyî yên di bin banê Tora Ziman û Zimanê Çanda Kurd de cih digirin tev li civînê bûn. Di civînê de pankarta, “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiye” hate daliqandin.
 
Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî metna daxuyaniyê xwend. Hevseroka MED-DER'ê Şîlan Elmas Kan jî bernameya xwe aşkera kir. 
 
Şerefxan Cizirî di destpêke de bibîr xist ku di 15'ê Gulana 1932'yan de, bi pêşengiya rewşenbîr û zimanzanê kurd, Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî, Kovara Hawarê li bajarê Şamê bi tîpên Latînî hatiye derxistin, gelê kurd jî ji sala 2007'an ve 15'ê Gulanê weke "Cejna Zimanê Kurdî" îlan kiriye û diyar kir ku her sal vê rojê bi rihê neteweyî pîroz dikin.
 
‘EM Ê BI HEV RE XWEDÎ LI HAWARÊ DERKEVIN’
 
Cizirî, axaftina xwe bi sernivîsên Kovara Hawarê ya hêjmara yekemîn wiha domand: “Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. Xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşîyê vedike. Her kesê ku xwe nas dike, dikare xwe bide naskirin. Hawara me berî her tiştî, dê heyîna zimanê me bide zanîn. Lewre ziman şertê heyînê yê pêşîn e. Em ê bi hev re xwedî li Hawarê derkevin û wê mezin bikin."
 
PERWERDEHIYA ZIMANÊ KURDÎ
 
Cizirî, bal kişand ser polîtikayên dewlete yên bişaftinê yên li ser ziman û çanda kurdî û ev tişt anî ziman: “Pirsgireka ku 99 sal in weke pirsgirêka kurd tê binavkirin û pirsgirêka sereke ya vî welatî ye, di rastiya xwe de siyaset û polîtîkayên dewletê yên bişaftin, zext, zor û fişarên ku li ser çand û zimanê kurdî tên meşandin e. Ji avabûna Komara Tirkiyêyê heta ve demê bi dehan caran bûye sedema nerazîbûna gelê kurd û ev siyaseta înkarê ya li hemberî nirxên neteweyî yên gelê Kurd, bûye sedema şerê ku bi dehan salan in didome. Ji bo welatekî demokratik û di nava aramiyê de, pewiste zagonên bingehîn en ku li pêşiya azadiya zimanê kurdî astengin, bên sererastkirin, zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehîyê û zimanê fermi.”
 
CEJNA ZIMAN WÊ HEFTEKÊ PÎROZ BIKIN
 
Hevseroka MED-DER'ê Şîlan Elmas Kan jî diyar kir ku dê îsal Cejna Zimanê Kurdî di navbera 8 û 16’ê Gulanê de hefteyekê pîroz bikin û ji bo tevlî bûna bernameyan wiha bang li gel kir: “Em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku ji heft, heta heftê salî, bi coş û kelecana xwedî derketin û parastina nirxên xwe yên neteweyî beşdarî bernameyên Cejna Zimanê Kurdî bibin, govenda Zimanê Kurdî bigerînin, dengê xwe tevli lîlandina dayîkên ku sembol û nîşaneya "Zimanê Dayikê" ne, bikin. Em ê, li malê, li sûkê, li bazarê, li kuçê û kolanê, li dibistanê, li nexweşxaneyê, li dadgehê û li hemû qadên jiyanê; Bi kurdî biaxivin, bi Kurdî bixwînin, bi Kurdî binivîsin, bi kurdî bijîn.”
 
Bernameya 15'ê Gulanê ku Elmas Kan aşkere kir, wiha ye:
 
“* 9’e Gulanê, di pêşengiya Tor û Platformê de li meydana bajêr kursiya zimanê kurdî bê danîn û dersên kurdî dê werin dayîn. Seat: 16.30-19.00
 
* 9'ê Gulanê, di pêşengiya Tor û Platformê de Bernameya dersen ziman di seat 16.30-19.00 de li qada bajêr ê were dayin.
 
*10’e Gulanê di pêşengiya saziyên çand û ziman de dê saet 16.00'an de li navçeya Bismîle atolyayên zarokan bên dayin.
 
*11'ê Gulanê di pêşengiya Çand û Ziman de li parka Mûsa Anter a Taxa Seyrantepe ya navçeya Bismilê saet di 16.30'an de Atolyeya Ziman (Dersa Kirmanckî) were dayîn.
 
*Di pêşengiya Komisyana Çand û Ziman a Jinan de nîşandana fîlmê bi navê "Cîranê Min Totoro” dê saet di 19.00’an de li Parka Newrozê bê nîşandan.
 
*12'ê Gulanê saet di 20.00’an de Şanoya Bajar a Amedê listika Hinek henek ji binêran re were pêşkeşkirin.
 
 *13’ê Gulanê li ber Edliyeya Amedê di pêşengiya Tor, OHD û Maseya Ziman a Baroyê de saet di 12.30’an de daxuyaniyek were dayin.
 
*Di heman rojê de dê li Parka Rojavayê saet di 20.00'an de Bernameya Dîwana Dengbêjan were li darxistin.
 
*14'ê Gulanê dê di pêşengiya saziyên çandê de bi cil û bergên neteweyî li ber Şanoya Bajêr a Amedê saet di 14.00’an de daxuyanî were dayin.
 
*15'ê Gulanê di pêşengtiya Tor, OHD û Komîsyona Ziman a Baroyê de saet di 12.00-15.00’an de panela bi navê "Ziman û Hiqûq" li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî were li darxistin.
 
*Di heman Rojê de bi beşdariya hemû pêkhateyên bajêr dê li Bayramoglûyê saet 16.00'an de meşek were lidarxistin. 
 
*Di heman Rojê de li Zarok Ma'yê di saet 18.00'an de bernameya Diwana Zarokan bê lidarxistin. 
 
* Dê di 16'ê Gulanê de li Eywana Dawetê ya Demîrokê di navbera saet 19.30 û 23.00'an de şahiyek were lidarxistin
 
Bername bi lêxistina erbaneyan bi dawî bû. 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

11/05/2022
14:46 Êrişa Tirkiyeyê ya li ser Kobanê: Welatiyek hat qetilkirin
14:45 Ji sedî 77,1'ê astengdaran bi xetereya xizaniyê re rû bi rû ne
14:28 Li ser sînorê Başûr xendek tên kolandin û têla direhî tê raçandin
14:18 'Wê zext nikaribin min bizdînin'
14:10 Li Stenbolê ji bo çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî bang hate kirin
13:55 Îranê herêma Balekayetî û Biradost bombebaran kir
13:53 Çûna çar gundên Silopiya hat qedexekirin
13:34 Li Bestayê êrişa leşklerî bi birîna daran dest pê kir
13:33 Li Qoserê 10 kes hatin binçavkirin
13:16 Devera ku li cenazeyê kolber tê gerandin ji welatiyan re hat qedexekirin
13:12 Dag: Bi minasebeta 15’ê Gulanê bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî
12:47 Sarica: Hewceye em xwe bigihînin Îmraliyê û dengê Ocalan bibihîzin
12:36 Malbata Şenyaşar: Tiştên ku Serokomar gotin em qebûl nakin
12:35 Dozger 15 sal ceza ji rojnamevan Şahîn re xwest
11:49 Li Elmanyayê li dijî qedexeya PKK'ê serlêdana hiqûqî
11:25 Dayikên Aştiyê: Wê AKP û Barzanî winda bikin
11:24 Li ser rêya Elkê û Colemêrgê qeza pêk hat: 2 kes mirin 5 kes birîndar bûn
10:50 Balafirên dewleta tirk êrişî Kobanê kirin
10:49 Parêzerên ku qetlîama li Cizîrê protesto kiribûn beraet bûn
10:31 Ji ber ku 'derneket lijneyê' 4 caran înfaza wî hat şewitandin
09:45 Rojnamevan Şîrîn Ebû Akîle ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hate qetilkirin
09:35 Hevşaredarên Sêrtê derdikevin pêşberî dadger
09:34 Wezareta Edaletê bersiv neda serlêdana Ocalan
09:17 Hunermendan xwest her kes li dijî êrişan rabe
09:08 Çawişên pispor dertên destûrê û careke din venagerin
09:06 Çawişê faîlê destdirêjiyê bi hinceta 'razîbûnê' beraet kir
09:04 'AKP bi polîtîkaya xwe ya girtîgehê sûc dike'
09:03 Endama SMJÊ Agal: Êzidiyan xewnên dewleta tirk ên dîrokî herimandin
09:01 Nazîre Bîrlîk: PDK şirîkatiya kujerên kurê min dike
09:00 ROJEVA 11'Ê GULANA 2022'YAN
10/05/2022
20:26 Li Bismilê zarokan ji bo 15'ê Gulanê resm xêz kirin
18:26 Li Şirnexê 2 jin hatin binçavkirin
16:50 Kuytul, ji Girtîgeha Kurkçulerê sewqî Girtîgeha Panosê hat kirin
16:37 Zarokê ku li Serekaniyê bi guleyekê jiyana xwe ji dest dabû hate veşartin
16:24 HDK’ê Meclisa Çand û Hunerê ragihand
16:18 Li Îzmîrê di Nobeta Edaletê de banga hestiyariyê hate kirin
16:14 Sancar: Îktidar wê bi polîtîkaya alozî û tirsê bi ser nekeve
15:59 Îtîraza li dijî girtinên di Doza Geziyê de hatibû kirin hate redkirin
15:46 Li Duhokê jinek hat qetilkirin
15:41 Mezlûm Ebdî: Em ê hemû herêmên dagirkirî rizgar bikin
15:24 Ji bo mamosteyê kurdî Latîfî kampanyaya îmzeyê dest pê kir
14:58 Navenda Hafizeyê: Desthilatdarî, daraz û çapemenî li dijî parastvanên mafan bûne yek
14:38 Hevseroka HDP’a Stenbolê Bîrol bertek nîşan da: Em di rêya xwe de ne
14:37 Ozer û hevjînê xwe ji ber dermankirina jinekê hatin girtin!
14:05 Xizmên Girtiyan: Bi salan jî bidome em ê têbikoşin û edaletê bixwazin
13:35 Banga beşdariya doza Qetlîama Enqerêyê hat kirin
13:32 Doza Kobanê: Gokalp, îdiayên 2 şahidên nepen derewand
12:38 Lêpirsîna derbarê Emîne Şenyaşar de bi dozvenekirinê encam da
12:35 Di doza êrişa 5’ê Hezîranê de beraet dan polîsan
12:34 Zarokê ku bi guleya ji Serekaniyê hatibû û birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
12:14 Ji 888 welatiyan daxuyaniya Geziyê: Em xwe îxbar dikin
12:07 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:57 Serlêdana 'hepsa malê' ya ji bo Ozer a 80 salî hate redkirin
11:35 Hesabên Tirkiyeyê yên petrol û xaza xwezayî
11:18 Dayikên Elkê: Em xwedî li berxwedana Zap, Avaşîn û Metînayê derdikevin
11:17 Kesê ku di bin kontrola polîsan de ket avahiya HDP'ê kî ye?
10:47 Li Hezex û Dêrikê 9 kes hatin binçavkirin
10:29 Naso: Dê milyonek kesan ji bo polîtîkayên xwe yên qirêj bi kar bînin
10:25 RAYBUS’a qeyûm çend roj şûnde xera bû
10:25 Li girtîgehekî Ekvadorê şer: 43 kes hatin kuştin
09:56 Qeyûm ji bo tamîra parkê 10 milyon lîre da îhaleyê!
09:03 Rojnamevan Hewram: PDK bûye enstrumana hêzên dagirker
09:03 Polîsan ji nîşeya 'JÎTEM'ê re got 'zarok daniye'
09:03 Vê carê jî cerdevanan di dilqê 'şivanan' de dişînin Besta û Gabarê
09:03 Siyasetmedar Ebdulxaliq: Tirkiye bûye dewleteke dagirker
09:03 Li Sûrê di avahiyên tescîlkirî de li xizîneyan digerin
09:03 Pêşmergeyê Dêrîn: Tirkiyeyê li Efrînê çi kiribe dê li Başûr jî wê bike
09:01 Bulak: Pirtûka ewil a çîrokên kurdî ya modern Şewqa Sibê ye
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2022'YAN
09/05/2022
20:44 Doza Kobanê: Çi eleqeya ezebbûna min û darizandina min bi hev heye?
20:22 Li Amedê Platforma Kurdî: Em li her derî bi kurdî biaxivin
19:42 Rêveberiya Xweser a Şengalê: PDK’ê nûnertiya Şengalê nake
18:59 Li Meletiyê ji bo Cejna Zimanê Kurdî çalakî
16:58 Cerdevan ji Elkê birin Çiyayê Gabarê
15:59 Ji bo dîtina cenazeyên kolbera xebatên lêgerînê didomin
15:27 Dayikên aştiyê bertek nîşanî gefa li Başaran hatibû xwarin dan
15:25 Ceylan: Ev pêvajoya man û nemanê ye
15:14 ‘Têkoşîna dayikan bûye hêviya civakê’
14:34 Kedkarên Îtalyayê li dijî şerê li Kurdistan û Ûkraynayê dest bi grevê dikin
14:28 ‘Ne astengdar ne jî mafên wan tên dîtin’
14:24 Doza Kobanê: Banga 6’ê Cotmehê qîrîna li dijî bêdengiyê bû
13:58 Îdiaya dewrkirina Medreseya Sor kete rojeva Meclisê
13:26 Li Geverê liv û tevgera leşkerî didome
13:15 Li Marûnîsê 8 leşker hatin kuştin û leşkerek jî winda ye
13:05 Li Qoserê qenalîzasyon xetimîn û çareseriyek nehat dîtin
12:46 Li Mêrsînê 2 kes hatin girtin
12:44 Mehmet Ocalan: Qedexeyên hevdîtinê têkiliya xwe bi êrişan re heye
12:43 Li Xelfetiyê qeza: 2 kes mirin 8 kes birîndar bûn
12:33 Malbata Şenyaşar ji şahidên nexweşxaneyê re got: Biaxivin
12:24 Konferansa Anatoliya Navîn a HDP’ê: Dem dema têkoşîna hevgirtî ye
12:14 Mezraya Kûtos ku leşkeran ambargo danîbûn ser hate valakirin
11:17 Kulîlkên sor erdên beyar xemilandin
10:53 Sendroma Zapê: Çawişên pispor dest bi revê kirin
10:16 Hunermendên kurd li dijî êrişan banga yekitiyê kirin
09:07 Alparslan Kuytul hat binçavkirin
09:06 Xelef Şengalî: Ji Rêvebiriya Xweser pêvetir ji tu kesî bawer nekin
09:04 'Ê ku Dêra Sûrp Gîragosê xera kir jî heman dewlet bû'
09:01 Şêniyên Amedê: Tu ferqa PDK'ê ji AKP'ê tune ye
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2022'YAN
08/05/2022
20:24 Jin li dijî şer meşiyan