Guvenê ji dayikan re name şand: Hêvî ji serkeftinê binirxtir e

  • jin
  • 11:21 8 Gulan 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Leyla Guven a bi boneya Roja Dayikan nameyek şand wiha got: “Ji Dayika Uveyş heta Dayika Taybet, ji Dayika Berfo heta Dayika Xatûn, soza me ji bo hemû Dayikên Aştiyê Dayikên Şemiyê û Dayikên Girtiyan e; Ne demek dirêj di demek kurt de em ê bi we re li Qada Şêx Saîd a Amedê bên gelhev.”
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê tê ragirtin, bi wesîleya Roja Dayikan, ji Jinnewsê re nameyek şand. Guven, bi nameya xwe re ji Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê, Dayikên Plaza De Mayo, dayikên ku zarokên xwe winda kirine û hemû dayikên têkoşer re peyam şand. 
Guvenê di nameya xwe de cih da van îfadeyan:
 
“Ji bo dayikên me yên rêzdar ku ji her alî ve ji nû ve rûkenî fêrî me kirin piştî her komkujiyê ji nû ve hêvî fêrî me kirin û piştî her dijhiqûqiyê vejîn ji nû ve fêrî me kirin….
 
Ez ji zindana Xarpêtê silav û rêzdariyên xwe dişînim, destên we yên pîroz maçî dikim. Ez bawer dikim ku hun Dayikên Aştiyê wek her tim westandî ne. Ji ber hun her tim li dijî dijhiqûqiyan, bêdadiyan, newekheviyê têdikoşn. Li ku derê cîhanê pevçûn û şer hebe kezeba we dişewite.  Ji Dayikên Plaza De Mayo heta Dayikên Şemiyê û hun Dayikên Aştiyê, bi berxwedana xwe ya ku sînor bezandine, ji bo civakê her tim bûn hêvî. We kezeba xwe ya dişewite xist nav mista xwe û ji bo azadî û aştiyê hun welat bi welat geriyan. We ji polîsên ku bi copan êrîşê we kir, dadgerê dijhiqûqî hun darizandin û leşkerên ku deriyên we şikandin û ketin hundir,  gardiyanên ku lêgerîna tazî li we ferfz kir  re got Em aştiyê dixwazin. Bi zimanê ku hun nizanin belkî jî yekane gotina ku we fêr kiriye ‘Aştiye’.
 
HER TIM DI AŞTIYÊ DE ISRAR DIKIN
 
Hûn dayikên fedakar, ji ber êş û elema şer baş dizanin her tim di aştiyê de israr dikin. Di her şert û mercî de hun li zarokên xwe û daxwazên wan xwedî derketin. Israr û berxwedana we ya li qadan û ji bo aştiyê wek kulmekê li ruyê kesên digotin ‘Bila Kurd dayikên xwe nebînin’ ket. Yên di şer de israr dikin yên maseya çareseriyê qulipandin, van rojan dîsa bêyî şerm bikin, wê roja dayikan pîroz bikin. Roja Dayikan ya afirîneriya modernîteya kapîtalîste, di esasê de birînên we girantir dike. Ev daxuyaniyên sexte û bê samimiyet hêrsa we zêdetir dike. Ji ber hun dizanin ku siyasetmedarên ku zarokên xwe li Amerîkayan didin xwendin yê we jî dişînin leşkeriyê.
 
GELO EV FERASET WÊ ÇAWA BÊ ÎFADEKIRIN?
 
Yên ku zarokên we yên ku we bi delalî xwedî kirine terorîst îlan dikin, tu car êşa we fêm nakin. Esmer Tunç dayikeke û du kurê xwe di jêrzemînên Cizîrê de cenazeyên wan teşhîs kir. Her wiha hestiyên kurê dayika Halîse bi koliyê bi kargoyê hatin şandin. Dayika, Cemîle Çagirga cenazeyê keça xwe di cemedankê de veşart. Dayika Emîne lêgerîna xwe ya edeletê didomîne û tiştên ku ev dayik dijîn tu car ew nizanin. Li welatê ku ji sedî 99 mislimanin dayik ji bo kevirê gora zarokên wan neyên şikandin nobetê digirin. Girtî bi îşkencê tên qetiklirin û ji bo cenazê wesayîta cenazeyê nayê dayîn. Heta ji aliyê mele cenaze nayê şûştinê.  Nahêlin dayik şîna xwe bigirin. Êrîşê mala sersaziyê dikin. Gelo ev feraset wê çawa bê îfadekirin…
 
LI SER ÊŞA DAYIKÊN LI BER AVAHIYA HDP’Ê SIYASETÊ DIMEŞÎNIN
 
Dayikên me dipirsin ‘Ev rewşa rihekî çawa ye? Ev hêrsek çawa ye? Ev dijminahiyeke çawa ye?’ Ger ku em vê ferasetê bi gotina dayikên xwe îfade bikin ‘Bila xwedê tiştên ku bi me kirine hezar carî bide wan’. Di rojên borî de di meha Remezanê de  dayikek 67 salî ku dil bi kule û bi rojî bû, ji Girtîgeha Mûşê sirgunê girtîgeha Xarpêtê hat kirin û 14 rojan di karantînayê de ma. Gelo ev bi kîjan nirxên Îslamî wê bê vegotin? Dayika Besna kurê xwe di komkujiya Pirsûsê de şehîd daye û ji ber gotinên ser cenazeya kurê xwe hatiye girtin. Ev pergal dijminê hemû kesên ne li alî wan e. Em bi desthilatdariyeke ku êşa dayikan fêm nake re rû bi rû ne. Xerabiya herî mezin jî li dayikên bi êş yên li ber HDP’a Amedê kirine. Êşa wan bi kar tînin, hedefê berovajî dikin û bi salane ew mehkumê wan konan kirine û li ser wan siyasetê dimeşînin.
 
Ev projeyek taybet ya Wezîrê Karên Hundir e. Di esasê de ji bo cihê xwe biparêze û ji bo bikeve çavê du lîderan vê rêbazê pêş dixîne. Em bawer dikin ku wê dayikên li wir rûdinin demek nêz de vegerin malên xwe û ligel dayikan cih bigirin. Wê pergal zêde nikaribe bikeve navbera dayikan. Êşa hemû dayikan êşa me ye. 
 
ME JINÊN KURD ÎMZE AVÊT SERKEFTINÊN GIRÎNG
 
Dayikên Aştiyê yên binirx; Me jinên kurd îmze avêt serkeftinên gelek girîng. Li Rojava û hemû parçeyên din jinên kurd di tevgerên jinên cîhanê de cihekî girîng girtin. Rastî, duristî û paqijiya em ji we fêr bûne, me hewl da em tev li siyasetê bikin. Gotina ‘bila serê we yê jêkirî bê lê yê tewandî neyê’ ya we fêrî me kiriye her tim ji bo me bû esas. Em jinên girtî ji hemû dayikên xwe re dibêjin; Qet ji bo me xemgîn nebin. Em her tim başin û bi moral in. Em moralê xwe ji laçikên we yên spî digirin. Em li girtîgehan jî bi zimanê xwe yê qedexekirî stranan dibêjin û govendê digerînin. Bila dilê we û gelê me rehet be.
 
EM Ê LI QADA ŞÊX SEÎD BÊN GELHEV
 
Rojên ku hemû dayik zarokên xwe hembêz bikin, rojên ku wê aştî û aramî li ser erdnîgariya me serdest be, nêzin. Ji Dayika Uveyş heta Dayika Taybet, ji Dayika Berfo heta Dayika Hatun, soza me ji bo hemû dayikên Aşiyê Dayikên Şemiyê û dayikên girtiyan e:; Ne demek dirêj em ê di demek kurt de bi we re li Qada Amedê ya Şêx Saîd bên gel hev. Heta wê rojê baş li xwe binêrin. Hun ji xwe dizanin, hêvî ji serkeftinê binirxtir e. Silav û rêz.
 
Leyla Guven û girtiyên jin ên ligel wê.”
 

Sernavên din

11/05/2022
14:46 Êrişa Tirkiyeyê ya li ser Kobanê: Welatiyek hat qetilkirin
14:45 Ji sedî 77,1'ê astengdaran bi xetereya xizaniyê re rû bi rû ne
14:28 Li ser sînorê Başûr xendek tên kolandin û têla direhî tê raçandin
14:18 'Wê zext nikaribin min bizdînin'
14:10 Li Stenbolê ji bo çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî bang hate kirin
13:55 Îranê herêma Balekayetî û Biradost bombebaran kir
13:53 Çûna çar gundên Silopiya hat qedexekirin
13:34 Li Bestayê êrişa leşklerî bi birîna daran dest pê kir
13:33 Li Qoserê 10 kes hatin binçavkirin
13:16 Devera ku li cenazeyê kolber tê gerandin ji welatiyan re hat qedexekirin
13:12 Dag: Bi minasebeta 15’ê Gulanê bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî
12:47 Sarica: Hewceye em xwe bigihînin Îmraliyê û dengê Ocalan bibihîzin
12:36 Malbata Şenyaşar: Tiştên ku Serokomar gotin em qebûl nakin
12:35 Dozger 15 sal ceza ji rojnamevan Şahîn re xwest
11:49 Li Elmanyayê li dijî qedexeya PKK'ê serlêdana hiqûqî
11:25 Dayikên Aştiyê: Wê AKP û Barzanî winda bikin
11:24 Li ser rêya Elkê û Colemêrgê qeza pêk hat: 2 kes mirin 5 kes birîndar bûn
10:50 Balafirên dewleta tirk êrişî Kobanê kirin
10:49 Parêzerên ku qetlîama li Cizîrê protesto kiribûn beraet bûn
10:31 Ji ber ku 'derneket lijneyê' 4 caran înfaza wî hat şewitandin
09:45 Rojnamevan Şîrîn Ebû Akîle ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hate qetilkirin
09:35 Hevşaredarên Sêrtê derdikevin pêşberî dadger
09:34 Wezareta Edaletê bersiv neda serlêdana Ocalan
09:17 Hunermendan xwest her kes li dijî êrişan rabe
09:08 Çawişên pispor dertên destûrê û careke din venagerin
09:06 Çawişê faîlê destdirêjiyê bi hinceta 'razîbûnê' beraet kir
09:04 'AKP bi polîtîkaya xwe ya girtîgehê sûc dike'
09:03 Endama SMJÊ Agal: Êzidiyan xewnên dewleta tirk ên dîrokî herimandin
09:01 Nazîre Bîrlîk: PDK şirîkatiya kujerên kurê min dike
09:00 ROJEVA 11'Ê GULANA 2022'YAN
10/05/2022
20:26 Li Bismilê zarokan ji bo 15'ê Gulanê resm xêz kirin
18:26 Li Şirnexê 2 jin hatin binçavkirin
16:50 Kuytul, ji Girtîgeha Kurkçulerê sewqî Girtîgeha Panosê hat kirin
16:37 Zarokê ku li Serekaniyê bi guleyekê jiyana xwe ji dest dabû hate veşartin
16:24 HDK’ê Meclisa Çand û Hunerê ragihand
16:18 Li Îzmîrê di Nobeta Edaletê de banga hestiyariyê hate kirin
16:14 Sancar: Îktidar wê bi polîtîkaya alozî û tirsê bi ser nekeve
15:59 Îtîraza li dijî girtinên di Doza Geziyê de hatibû kirin hate redkirin
15:46 Li Duhokê jinek hat qetilkirin
15:41 Mezlûm Ebdî: Em ê hemû herêmên dagirkirî rizgar bikin
15:24 Ji bo mamosteyê kurdî Latîfî kampanyaya îmzeyê dest pê kir
14:58 Navenda Hafizeyê: Desthilatdarî, daraz û çapemenî li dijî parastvanên mafan bûne yek
14:38 Hevseroka HDP’a Stenbolê Bîrol bertek nîşan da: Em di rêya xwe de ne
14:37 Ozer û hevjînê xwe ji ber dermankirina jinekê hatin girtin!
14:05 Xizmên Girtiyan: Bi salan jî bidome em ê têbikoşin û edaletê bixwazin
13:35 Banga beşdariya doza Qetlîama Enqerêyê hat kirin
13:32 Doza Kobanê: Gokalp, îdiayên 2 şahidên nepen derewand
12:38 Lêpirsîna derbarê Emîne Şenyaşar de bi dozvenekirinê encam da
12:35 Di doza êrişa 5’ê Hezîranê de beraet dan polîsan
12:34 Zarokê ku bi guleya ji Serekaniyê hatibû û birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
12:14 Ji 888 welatiyan daxuyaniya Geziyê: Em xwe îxbar dikin
12:07 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:57 Serlêdana 'hepsa malê' ya ji bo Ozer a 80 salî hate redkirin
11:35 Hesabên Tirkiyeyê yên petrol û xaza xwezayî
11:18 Dayikên Elkê: Em xwedî li berxwedana Zap, Avaşîn û Metînayê derdikevin
11:17 Kesê ku di bin kontrola polîsan de ket avahiya HDP'ê kî ye?
10:47 Li Hezex û Dêrikê 9 kes hatin binçavkirin
10:29 Naso: Dê milyonek kesan ji bo polîtîkayên xwe yên qirêj bi kar bînin
10:25 RAYBUS’a qeyûm çend roj şûnde xera bû
10:25 Li girtîgehekî Ekvadorê şer: 43 kes hatin kuştin
09:56 Qeyûm ji bo tamîra parkê 10 milyon lîre da îhaleyê!
09:03 Rojnamevan Hewram: PDK bûye enstrumana hêzên dagirker
09:03 Polîsan ji nîşeya 'JÎTEM'ê re got 'zarok daniye'
09:03 Vê carê jî cerdevanan di dilqê 'şivanan' de dişînin Besta û Gabarê
09:03 Siyasetmedar Ebdulxaliq: Tirkiye bûye dewleteke dagirker
09:03 Li Sûrê di avahiyên tescîlkirî de li xizîneyan digerin
09:03 Pêşmergeyê Dêrîn: Tirkiyeyê li Efrînê çi kiribe dê li Başûr jî wê bike
09:01 Bulak: Pirtûka ewil a çîrokên kurdî ya modern Şewqa Sibê ye
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2022'YAN
09/05/2022
20:44 Doza Kobanê: Çi eleqeya ezebbûna min û darizandina min bi hev heye?
20:22 Li Amedê Platforma Kurdî: Em li her derî bi kurdî biaxivin
19:42 Rêveberiya Xweser a Şengalê: PDK’ê nûnertiya Şengalê nake
18:59 Li Meletiyê ji bo Cejna Zimanê Kurdî çalakî
16:58 Cerdevan ji Elkê birin Çiyayê Gabarê
15:59 Ji bo dîtina cenazeyên kolbera xebatên lêgerînê didomin
15:27 Dayikên aştiyê bertek nîşanî gefa li Başaran hatibû xwarin dan
15:25 Ceylan: Ev pêvajoya man û nemanê ye
15:14 ‘Têkoşîna dayikan bûye hêviya civakê’
14:34 Kedkarên Îtalyayê li dijî şerê li Kurdistan û Ûkraynayê dest bi grevê dikin
14:28 ‘Ne astengdar ne jî mafên wan tên dîtin’
14:24 Doza Kobanê: Banga 6’ê Cotmehê qîrîna li dijî bêdengiyê bû
13:58 Îdiaya dewrkirina Medreseya Sor kete rojeva Meclisê
13:26 Li Geverê liv û tevgera leşkerî didome
13:15 Li Marûnîsê 8 leşker hatin kuştin û leşkerek jî winda ye
13:05 Li Qoserê qenalîzasyon xetimîn û çareseriyek nehat dîtin
12:46 Li Mêrsînê 2 kes hatin girtin
12:44 Mehmet Ocalan: Qedexeyên hevdîtinê têkiliya xwe bi êrişan re heye
12:43 Li Xelfetiyê qeza: 2 kes mirin 8 kes birîndar bûn
12:33 Malbata Şenyaşar ji şahidên nexweşxaneyê re got: Biaxivin
12:24 Konferansa Anatoliya Navîn a HDP’ê: Dem dema têkoşîna hevgirtî ye
12:14 Mezraya Kûtos ku leşkeran ambargo danîbûn ser hate valakirin
11:17 Kulîlkên sor erdên beyar xemilandin
10:53 Sendroma Zapê: Çawişên pispor dest bi revê kirin
10:16 Hunermendên kurd li dijî êrişan banga yekitiyê kirin
09:07 Alparslan Kuytul hat binçavkirin
09:06 Xelef Şengalî: Ji Rêvebiriya Xweser pêvetir ji tu kesî bawer nekin
09:04 'Ê ku Dêra Sûrp Gîragosê xera kir jî heman dewlet bû'
09:01 Şêniyên Amedê: Tu ferqa PDK'ê ji AKP'ê tune ye
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2022'YAN
08/05/2022
20:24 Jin li dijî şer meşiyan