AMED - Li Siwêregê kulîlkên sor ango bûkanî li hezaran erdên beyar şîn bûne û xemla sirûştiya biharê radixe ber çavan.
Li ser rêya navçeya Siwêregê ya Rihayê bi hezaran donim erd bi kulîlkên sor ango bi bûkaniyan xemilî ne û ev erdên bê ser û binî veguheriye rengê sor. Bi hatina biharê re erda Kurdistanê ya bi xêr û ber dibe bihûşta rengan û bi rengê xwezayê û kulîlkên rengîn dixemile.
Li erdên beyar ku kulîlkên sor lê vebûne, di ketina navçeya Siwêregê de ye û ev rengên xweşik xemla xwe dane navçeyê. Ji ber ku vî cihê veguheriye dîtbariya sirûştî li ser rêya Riha û Amedê ye, rojane bi hezaran kes lê disekine û wêneyên xwe di nava kulîlkan de digirin.
Li aliyekî welatî tên nav kulîlkan bi kêfxweşî wêneyan digirin û destikên kulîlkan ji xwe re çêdikin û li gel xwe dibin, li aliyekî jî siwar hespên xwe li nav erdên veguherîye rengê sor didin çargaviyan. Lê keriyên pez û ewrên spî jî xemla xwe didin vî rengê sirûştî, ahenga rengan radikeve ber çavan.
Hin wêneyên ku ketin ber objektîfa me hêjayî dîtinê ne.
MA / Bilal Guldem