Pêşmergeyê Dêrîn: Tirkiyeyê li Efrînê çi kiribe dê li Başûr jî wê bike

  • rojane
  • 09:03 10 Gulan 2022
  • |

ŞIRNEX - Pêşmergeyê dêrîn Mûstafa Olmez diyar kir ku bertek nîşanî hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re da û wiha got: “Erdogan dijminê hemû kurdan e û Barzanî hevkariya wan dikin. Bila Barzanî baş pê bizane ku Tirkiyeyê li Efrînê çi kiribe dê li Başûr jî wê bike.” 

Deshtilatdariya AKP-MHP’ê di 17’ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê ji hewayî û bêjahî ve êrîşeke berfireh da destpêkirin. Şer û pevçûnên li herêma navborî di roja 24’emîn de berdewam in. Lê heta niha jî Tirkiyeyê di êrişê de encamek bi dest nexistiye. Hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re li seranserî Kurdistanê û dîasporayê rê li ber nerazîbûna gelê kurd vekir. Têkildarî mijarê yek ji pêşmergeyên dêrîn Mûstafa Olmez ji ajansa me re axivî û got ku PDK ji dîrokê ve xiyanetê li gelê xwe dike. 
Pêşmergeyê dêrîn Mûstafa Olmez ji ewil bal kişand ser êrişên artêşa Iraqê yên di sala 1976’an ên li dijî başûrê Kurdistanê û wiha got: “Bi sed hezaran kurd koçber bûn û ji neçariya xwe çûn Îranê. Iranê ew weke penaber qebûl kirin. Lê bele Tirkiyeyê qebûl nekir. Gelek ji wan jî bi qaçaxî hatin Tirkiyeyê. Ez jî wê demê bûm pêşmerge. Wê demê ji kesên dewlemend re 5 û ji yên xizan re jî 2 panqanot mûçe didan. Dema ev pereye dihat komkirin, me didan pêşmergeyan ku pêdiviyên xwe pêşwazî bikin û ji xwe re çekan pê bikirin. Me ji bo alîkariya bi pêşmergeyan re ev pereye dida. Me bi xwe bi şev û roj penîr dixwar lê wan ew pere kom dikirin û her roj ji xwe re pez dikirî, ser jê dikir û ew pere nedidan pêşmergeyan. Ji bo xwe goşt û birînc pê dikirîn. Ew bi xwe têr bûn lê pêşmerge birçî bû. Me wê demê ferq kir ku xiyanetê li pêşmergeyan dikin. Me digot tenê PDK doza Kurdistanê dike û ji bilî wê me tu partiyeke din nas nedkir. Wê demê xiyanet li gelê xwe kir. Me gelek tişt bi çavên xwe dîtin.” 
 
'XIYANETÊ LI HER KURDEKÎ DIKE' 
 
Olmez, di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku PDK'ê hebûna xwe bi xiyanetê heta îro aniye û wiha got: “PDK koçber bû û çû Iranê. Li wir jî hemû mintiqeyên Kurdistana Iranê girtin. Lê PDK bû hevalê rejîmê. Li hemberî dewleta Kurdistana Iranê şer dikir. Bi sedan pêşmergeyên Qasimlo şehîd kirin. Kete nav xiyanetê. Ew kurdê ku dîroka PDK'ê ya xiyanetê û birakujiyê nizane, wê demê haya wî ji dinyayê tune ye. Dîroka wan aşkera ye. Lê belê em dibêjin di nav PDK'ê de mirovên welatparêz jî hene. Ez weke pêşmergeyekî dêrîn bang dikim; bila xwe ji vê xiyaneta PDK’ê vekişînin û çîroka PDK'ê ji her kurdekî xwedî rûmet û şeref re vebêjin. Bila bibêjin bê ka PDK ji kengî ve xiyanetê dike. Zarokên ku îro li Zap, Metîna û Avaşînê li ber xwe didin û canê xwe didin, zarokên kurd in. Zarokên wan kurdane ku dema PDK koçber bû û hatiye Tirkiyeyê xwedî li wan derketibûn. Zarokên wan kurdane ku ji PDK'ê re digotin; ‘Kurdistan a me hemûyane, Kurdistan bêsînore û yek parçeye.’ Lê Mesûd Barzanî îro ji xwe re qesr û kargehan ava dike. 300 bînayên malbata Barzanî li Dubaiyê hene. Îro herin li zarokên pêşmergeyan binerin, tevek jî birçî ne. Xiyanetê ne tenê li kudan li her kesî dike.” 
 
'LI EFRÎNÊ ÇI KIRIBIN DÊ LI BAŞÛR JÎ WÊ BKIN’
 
Di berdewamê de Olmez bal kişand ser hevkariya PDK'ê ya bi AKP'ê re û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îro em hemû dibînin bê ka hikûmeta AKP'ê çiqasî zilm û heqaretê dike. Ên kurdan diavêje girtîgehan û zilmê lê dikin ew in. Ji hevşaredarên me heta parlamenterên me, tevek di girtîgehan de ne. Şaredariyên me hemû hatine desteserkirin. Îro AKP dibêje li Efrîqayê jî kurdek serê xwe rake, ez ê serê wî bimeriçînim. Hikûmeta Tayîp Erdogan li Efrînê çi kir? Qetlîam kir. Ji sedî 90’î Efrînê kurd bûn. Lê îro sedî 10 jê kurd nemane. Mal û milkê wan talan kir. Erdên wan tevek firotin tirkmen û ereban.  Îro Kurdistana Başûr jî heman tiştî dijî. Tayîp Erdogan dijminatiyê li hemû kurdan dike û Neçîrvan Barzanî jî dost û hevalê wan e. Erdogan çi bibêje bi wê dikin."
 
'BILA JI XWE ŞERIM BIKIN' 
 
Olmez, got ku li dijî xiyanetê dê serkeftin a gelê kurd be û axaftina xwe bi vê bangê qedand: “Banga min ji gelê başûrê Kurdistanê re ev e; Li dijî vê xiyanetê rabin ser pêyan. Derheqê malbata Barzan de hûn çi bizanibin bibêjin. Bila malbata Barzanî şerma dîroka xwe bike. Sedam 8 hezar endamên malbata wan kuştin û binax kirin. Bila ji xwe şerm bikin û hevaltiyê bi dijminên kurdan re nekin. Hevaltiya bi Erdogan re dijminatiya li hemberî her kurdekî ye. Şerê birakujiyê xiyanete. Di dinyayê de bi dewlemendiya xwe di rêza 6'an de cih digirin. Ew pere ji ku anî ne? Ew hemû malê kurdan e û wan dizî ye. Heger gelê kurd li hemberî vê xiyanetê bibe tifaq, dê helbet bi serbikeve.”
 

Sernavên din

13/05/2022
22:01 Li Amedê dîwana dengbêjan hat danîn
20:56 Li Silopiyayê mamosteyê dest dirêjî xwendekaran kir hat girtin
19:51 Kişanak: Em ê rejîma azadîxwaz ava bikin
19:05 Cenazeyê dayika Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sancar hat veşartin
16:39 Li 5 gundên Geverê operasyona leşkerî dest pê kir
16:14 DEDAŞ’ê ceyrana Amedsporê birî!
15:45 Li Şirnexê di nava hefteyekê de nêzî 40 kes hatin binçavkirin
15:40 TTB'ê banga mitîngê kir
15:20 Endamên DÎAYDER’ê: Em ji ber baweriya xwe tên darizandin
14:29 Rakirina ceh bû xema giran: 55 donima erd toneke ceh neda
14:29 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:06 Meclîsa Jinan a HDP’ê konferansên xwe yên herêma Ege û Serhedê pêk anîn
13:42 Li Somayê 301 karkerên madenê hatin bibîranîn
13:29 Seydaoglu: Hişê Ayverdî ne li serê wê ye
13:16 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:09 Malbata Şenyaşar: Heke hûn nikarin edaletê pêk bînin îstîfa kirin şeref e
13:08 Ji ber Edliyeya Amedê bang: Dev ji polîtîkayên pişaftinê berdin
13:04 HDP: Polîtîkaya desthilatdariyê ji bo astengdaran xizanî û zehmetiyan tîne
13:04 Muhîmatên ku tên avêtin tehlûkê çêdikin
13:03 Pirtûka 'Çîrokên Şêwra Ermenan' bi tîpên latînî wergerî kurdî hat kirin
12:51 Danişîna endama Komeleya Jinan a Rosayê Gultekîn hate dîtin
12:50 HDP: Me Komkujiya Somayê ji bîr nekiriye û em ê ji bîr nekin!
12:35 Ji Geverê leşkeran dibin ser sînorê Başûrê Kurdistanê
12:30 HSD'ê bîlançoya êrişên Tirkiyeyê eşkere kir
12:24 ÎSÎG: Di 4 mehên ewil ên îsal de 479 karkeran jiyana xwe ji dest dan
11:40 Polisan di serdegirtinê de tundî li welatiyeke kirin
11:26 Gelo Tirkiye dê penaberên sûriyeyî di êrişan de bi kar bîne?
11:20 Sendîka kampanyaya ‘Ji Ocalan re Azadî’ mezin dikin
10:42 Êrişên li ser gundên Kobanê berdewam dikin
10:38 ‘Xwedîderketina li ziman, xwedîderketina li hebûna xwe ye’
09:21 ‘Weke Newrozê, Serê Gulanê jî cejneke kurdan e’
09:19 'Erdogan li Başûr têk çûye'
09:19 Li Yozgatê 16 girtî di hucreyê de ne
09:18 Jinan ji bo ziman bang kir: Em bi zimanê xwe biaxivin
09:17 ‘Kurd li dijî polîtîkayên bişavtinê li ber xwe didin'
09:15 Ermeniyê ku piştî 42 salan hat Sûrê: Bêhna min çikiya!
09:14 Dayika ku keça wê bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest da: Bêdeng nemînin
09:12 Parlamenterê berê yê AKP'ê Bolunmez hafriyata kanên xwe dirêjîne çemê Nerdûşê
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2022'YAN
12/05/2022
22:23 Amedsporê ji bo nîvefînalê avantajek girîng bi dest xist
20:44 Dayika Mîthat Sancar jiyana xwe ji dest da
20:36 Tûncel: Dawiya desthilata ku hûn xwe disipêrinê tê
19:54 Şerzan Kûrt li ser gora xwe hat bibîranîn
19:17 Di Doza Girtinê ya HDP'ê de rûdanek nû
16:53 Kiliçdaroglû hemû parlamenter vexwendin Stenbolê
16:47 DAIŞ'iyê ku lê hatiye gerandin li nexweşxaneya dewletê tedawî dîtiye
16:40 Wezîr Bozdag ji Dedeogûllari re got: Heke HDP hebe neyên cem min
16:16 Bangî Wezareta Dadê kirin: Vê zilmê bi dawî bikin
16:14 Şertê kontrola edlî ya derbarê hevşaredaran de hat rakirin
16:10 Dozgerê ku nikare şahid bibîne xwest rojnamevan bên cezakirin
16:04 Heta ku edalet pêk were dê nobet berdewam bike
16:02 Akademîsyena aştîxwaz Gulden Ozcan jiyana xwe ji dest da
15:57 Dadgeha Bilind cezayê Kaftancioglu erê kir
15:55 TÛAYDER diçe kongreyê
15:32 Li Amedê 5 kes hatin binçavkirin
15:24 Platforma Ked û Demokrasiyê bertek nîşanî Yenî Akîtê da
15:18 Wê 'Don Kîxot' li 3 bajarên Tirkiyeyê bê nîşandan
15:10 Şandeya HDP’ê bi Serokkomarê Iraqê re hevdîtin kir
14:57 Zarokên Hamdiye Şik a ku hatibû qetilkirin: Em ne dilrehmiyê lê edaletê dixwazin
14:56 Li Rihayê mirina bigûman a zarokekê
14:37 Malbata Şenyaşar: Rêya me edalet e
14:25 Malbatên Nobeda Edaletê: Çi dibe bila bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:18 Leşker di Doza Kobanê de nahêlin parêzer miwekîlên xwe bibînin
14:13 Serpelê got ‘di operasyonê de pêşketinek nîne’ hat sirgunkirin, cerdevanekî îstîfa kir
13:49 Doza xebatkarê Azadiya Welat yê berê hat taloqkirin
13:43 Serlêdana ji bo Ozer a 80 salî cara duyemîn hate redkirin
13:36 Cenazeyê Mihanî yê ku bûbû qurbanê aşûtê hat veşartin
13:33 Îtirafên xwekuja DAIŞ’ê: Leşkerên tirk me derbasî Sûriyê kirin
13:01 ‘Ji bo ku kurdî bibe zimanê perwerdeyê em ê di 15’ê Gulanê de li qadan bin’
12:54 Çetîn a ku rastî îşkenceya kuçikan hatibû nehat tehliyekirin
12:45 Cenazeyê Naîf Olmez piştî 4 salan radestî malbata wî hate kirin
12:44 Tundî li girtiyên jin ên li Girtîgeha Şakranê tê kirin
12:43 Gunay: Werin li dijî şer dengê xwe bilind bikin, helwesta xwe nîşan bidin
11:50 Li Zapê helîkoptera Skorsky hat xistin
11:48 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:38 Dengbêj Xalîde bi îşkenceyê hat binçavkirin
11:36 'Polîtîkayên ewlehiyê' zarokan dikujin!
11:36 Li Cizîrê gelek kes hatin binçavkirin
11:34 Zaravayê soranî jî li wergera Googleyê hat zêdekirin
11:11 Parêzvana aştî û jiyanek bi rûmet: Aysel Dogan
11:08 Parêzerên Ocalan ji bo ‘qedexeyan’ serî li AYM’ê dan
10:29 Danişîna Çaglar Demîrel hate taloqkirin
09:10 Waliyên hin bajaran hatin guhertin
09:09 Armanca kampanyaya 'Bila PKK ji lîsteya rêxistinên qedexe bê derxistin' 150 hezar îmze ne
09:08 Rojnamevan Aydin: Derz li PDK'ê ketine
09:08 Keça girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan: Rewşa bavê min xirabtir bûye
09:07 Leyla Qasim: Nûnera jiyaneke birûmet
09:06 Endamên BASK-DER'ê: Em ê polîtîkaya PDK'ê ya bêbextiyê teşhîr bikin
09:06 Li Girtîgeha Edeneyê ya Tîpa T'yê ferzkirina lêgerîna tazî
09:05 Ji bo meşa 15’e Gulanê bang kirin: Divê hemû kes xwedî li ziman derkeve
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2022'YAN
11/05/2022
20:14 Endama Koma Aştiyê Aysel Dogan jiyana xwe ji dest da
19:51 Keskesorê asîmanê Amedê xemiland
19:38 Zarokan Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
16:23 ‘Li her derê lêgerîna edaletê heye’
16:22 Rojnameger Altay beraet kir
16:02 Ji bo piştevaniya bi Rojava re li Îtalyayê şanoyek tê pêşandan
15:54 Tosûn, hejmara girtiyên înfazên wan hatine şewitandin ji Wezîrê Dadê pirsî
15:48 Barzanî Şengalê hedef nîşan da
14:51 Malbatên li ber ATK’ê bang kirin: Bila ji pirsgirêkên girtiyan re çareseriyekê bibînin