Li Sûrê di avahiyên tescîlkirî de li xizîneyan digerin

  • rojane
  • 09:03 10 Gulan 2022
  • |
img

AMED - Li Sûrê avahiyên tescîlkirî yên ku 6 sal in "restorekirina" wan nehatiye temamkirin bûne cihê xizînegeran. 7 kesên ku pêşmalka "Anka Înşaatê" li xwe kirine, gava li maleke tescîlkirî li xizîneyê geriyane xwediyê malê bi wan hesiyaye. 

Li navçeya Sûr a Amedê ku di nava Lîsteya Mîrateyên Çandî ya Cîhanê ya UNESCO'yê de ye, piştî qedexeya derketina derve ya di 2015'an de hatibû îlankirin 6 taxên wê hatibûn xerakirin. Li van taxan 334 jê avahiyên tescîlkirî herî kêm 3 hezar û 569 avahî hatibûn xerakirin. Li şûna van avahiyan, xaniyên dişibin wekî girtîgehên tîpa F û S'yê hatibûn çêkirin. Ji bo avahiyên tescîlkirî yên mayî jî xebata "restorekirinê" hatibû destpêkirin. Lê restorasyon zêdetirî 6 sal in didome. Di dema vê xebata restorasyonê de heya niha gelek kevirên xaniyan jî hatine dizîn. Ji van keviran hin jê hatine firotin û hin jê jî di avahiyên derî navçeyê de hatine bikaranîn. 
 
Ji xeynî diziya keviran di demên dawî de ev avahiyên tescîlkirî bûne hedefa xizînegeran jî. Hin kesên nenas ku kincên xebatkarên şantiyeyê li xwe dikin, derdora xaniyan bi sac û brandayan digirin û li hundurê xaniyan li xizîneyan digerin. Ji van kesên ku ji xwe re ewraqên sexte çêkirine hin jê di 29'ê Nîsanê de gava li Taxa Cemal Yilmazê li xizîneyê geriyane hatine dîtin. 
 
Xwediyê xanî Haci Kartal (52) dîtiye ku 7 kesên ku pêşmalkên "Anka Înşaatê" li xwe kirine û çek bi wan re hebûne, derdora xaniyê wî yê duqatî bi brandayan girtine û di hundurê xanî de li xizîneyan geriyane. Gava Kartal bi wan dihese, gazî polîsan kiriye û bi vê re kesên ku hewşa xênî bi qasî 3 metreyan kolandine amûrên xwe yên kolandinê li wir hiştine û reviyane. 
 
Kartal, tiştên dîtine ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re gotin. 
 
NOBEDA XANIYÊ XWE DIGIRE
 
Kartal got: "Di 29'ê Nîsanê de min go ka herim li xaniyê xwe binerim. Gava çûm, min dît derdora xaniyê min bi brandayan hatiye dorpêçkirin û hin kes tê de dixebitin. Min ji wan pirsî 'Hûn çi dikin?' Gotin, 'Em dixebitin.' Min ji wan re got, 'Ev naşibe xebatê. Ez xwediyê xênî me.' Em pev ketin. Li ser wan kincên 'Anka Înşaatê' hebûn. Yekî ji min re got, ew karmend e. Min jî telefonî polîsan kir. Gava min telefon kir, reviyan." 
 
Kartal, anî ziman ku kesên reviyane bivir û bêrên xwe li hewşa xênî hiştine û piştî ku wî gilî kiriye polîs hatine li cihê bûyerê dewsa tiliyan girtine û wiha got: "Berê jî jêrzemîna me kolandibûn. Odeyên me yên din jî kolandibûn."
 
Kartal, destnîşan kir ku 7 sal in xaniyê wan nehatiye çêkirin, mexdûr in û wiha axivî: "Em dixwazin kesên van deran dikolin bên zevtkirin. Divê em nobeda xanî bigirin. Her carê an paceyek an jî jêrzemînek tê klandin. Em li bendê ne demildest xaniyê me bê çêkirin." 
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

13/05/2022
22:01 Li Amedê dîwana dengbêjan hat danîn
20:56 Li Silopiyayê mamosteyê dest dirêjî xwendekaran kir hat girtin
19:51 Kişanak: Em ê rejîma azadîxwaz ava bikin
19:05 Cenazeyê dayika Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sancar hat veşartin
16:39 Li 5 gundên Geverê operasyona leşkerî dest pê kir
16:14 DEDAŞ’ê ceyrana Amedsporê birî!
15:45 Li Şirnexê di nava hefteyekê de nêzî 40 kes hatin binçavkirin
15:40 TTB'ê banga mitîngê kir
15:20 Endamên DÎAYDER’ê: Em ji ber baweriya xwe tên darizandin
14:29 Rakirina ceh bû xema giran: 55 donima erd toneke ceh neda
14:29 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:06 Meclîsa Jinan a HDP’ê konferansên xwe yên herêma Ege û Serhedê pêk anîn
13:42 Li Somayê 301 karkerên madenê hatin bibîranîn
13:29 Seydaoglu: Hişê Ayverdî ne li serê wê ye
13:16 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:09 Malbata Şenyaşar: Heke hûn nikarin edaletê pêk bînin îstîfa kirin şeref e
13:08 Ji ber Edliyeya Amedê bang: Dev ji polîtîkayên pişaftinê berdin
13:04 HDP: Polîtîkaya desthilatdariyê ji bo astengdaran xizanî û zehmetiyan tîne
13:04 Muhîmatên ku tên avêtin tehlûkê çêdikin
13:03 Pirtûka 'Çîrokên Şêwra Ermenan' bi tîpên latînî wergerî kurdî hat kirin
12:51 Danişîna endama Komeleya Jinan a Rosayê Gultekîn hate dîtin
12:50 HDP: Me Komkujiya Somayê ji bîr nekiriye û em ê ji bîr nekin!
12:35 Ji Geverê leşkeran dibin ser sînorê Başûrê Kurdistanê
12:30 HSD'ê bîlançoya êrişên Tirkiyeyê eşkere kir
12:24 ÎSÎG: Di 4 mehên ewil ên îsal de 479 karkeran jiyana xwe ji dest dan
11:40 Polisan di serdegirtinê de tundî li welatiyeke kirin
11:26 Gelo Tirkiye dê penaberên sûriyeyî di êrişan de bi kar bîne?
11:20 Sendîka kampanyaya ‘Ji Ocalan re Azadî’ mezin dikin
10:42 Êrişên li ser gundên Kobanê berdewam dikin
10:38 ‘Xwedîderketina li ziman, xwedîderketina li hebûna xwe ye’
09:21 ‘Weke Newrozê, Serê Gulanê jî cejneke kurdan e’
09:19 'Erdogan li Başûr têk çûye'
09:19 Li Yozgatê 16 girtî di hucreyê de ne
09:18 Jinan ji bo ziman bang kir: Em bi zimanê xwe biaxivin
09:17 ‘Kurd li dijî polîtîkayên bişavtinê li ber xwe didin'
09:15 Ermeniyê ku piştî 42 salan hat Sûrê: Bêhna min çikiya!
09:14 Dayika ku keça wê bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest da: Bêdeng nemînin
09:12 Parlamenterê berê yê AKP'ê Bolunmez hafriyata kanên xwe dirêjîne çemê Nerdûşê
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2022'YAN
12/05/2022
22:23 Amedsporê ji bo nîvefînalê avantajek girîng bi dest xist
20:44 Dayika Mîthat Sancar jiyana xwe ji dest da
20:36 Tûncel: Dawiya desthilata ku hûn xwe disipêrinê tê
19:54 Şerzan Kûrt li ser gora xwe hat bibîranîn
19:17 Di Doza Girtinê ya HDP'ê de rûdanek nû
16:53 Kiliçdaroglû hemû parlamenter vexwendin Stenbolê
16:47 DAIŞ'iyê ku lê hatiye gerandin li nexweşxaneya dewletê tedawî dîtiye
16:40 Wezîr Bozdag ji Dedeogûllari re got: Heke HDP hebe neyên cem min
16:16 Bangî Wezareta Dadê kirin: Vê zilmê bi dawî bikin
16:14 Şertê kontrola edlî ya derbarê hevşaredaran de hat rakirin
16:10 Dozgerê ku nikare şahid bibîne xwest rojnamevan bên cezakirin
16:04 Heta ku edalet pêk were dê nobet berdewam bike
16:02 Akademîsyena aştîxwaz Gulden Ozcan jiyana xwe ji dest da
15:57 Dadgeha Bilind cezayê Kaftancioglu erê kir
15:55 TÛAYDER diçe kongreyê
15:32 Li Amedê 5 kes hatin binçavkirin
15:24 Platforma Ked û Demokrasiyê bertek nîşanî Yenî Akîtê da
15:18 Wê 'Don Kîxot' li 3 bajarên Tirkiyeyê bê nîşandan
15:10 Şandeya HDP’ê bi Serokkomarê Iraqê re hevdîtin kir
14:57 Zarokên Hamdiye Şik a ku hatibû qetilkirin: Em ne dilrehmiyê lê edaletê dixwazin
14:56 Li Rihayê mirina bigûman a zarokekê
14:37 Malbata Şenyaşar: Rêya me edalet e
14:25 Malbatên Nobeda Edaletê: Çi dibe bila bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:18 Leşker di Doza Kobanê de nahêlin parêzer miwekîlên xwe bibînin
14:13 Serpelê got ‘di operasyonê de pêşketinek nîne’ hat sirgunkirin, cerdevanekî îstîfa kir
13:49 Doza xebatkarê Azadiya Welat yê berê hat taloqkirin
13:43 Serlêdana ji bo Ozer a 80 salî cara duyemîn hate redkirin
13:36 Cenazeyê Mihanî yê ku bûbû qurbanê aşûtê hat veşartin
13:33 Îtirafên xwekuja DAIŞ’ê: Leşkerên tirk me derbasî Sûriyê kirin
13:01 ‘Ji bo ku kurdî bibe zimanê perwerdeyê em ê di 15’ê Gulanê de li qadan bin’
12:54 Çetîn a ku rastî îşkenceya kuçikan hatibû nehat tehliyekirin
12:45 Cenazeyê Naîf Olmez piştî 4 salan radestî malbata wî hate kirin
12:44 Tundî li girtiyên jin ên li Girtîgeha Şakranê tê kirin
12:43 Gunay: Werin li dijî şer dengê xwe bilind bikin, helwesta xwe nîşan bidin
11:50 Li Zapê helîkoptera Skorsky hat xistin
11:48 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:38 Dengbêj Xalîde bi îşkenceyê hat binçavkirin
11:36 'Polîtîkayên ewlehiyê' zarokan dikujin!
11:36 Li Cizîrê gelek kes hatin binçavkirin
11:34 Zaravayê soranî jî li wergera Googleyê hat zêdekirin
11:11 Parêzvana aştî û jiyanek bi rûmet: Aysel Dogan
11:08 Parêzerên Ocalan ji bo ‘qedexeyan’ serî li AYM’ê dan
10:29 Danişîna Çaglar Demîrel hate taloqkirin
09:10 Waliyên hin bajaran hatin guhertin
09:09 Armanca kampanyaya 'Bila PKK ji lîsteya rêxistinên qedexe bê derxistin' 150 hezar îmze ne
09:08 Rojnamevan Aydin: Derz li PDK'ê ketine
09:08 Keça girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan: Rewşa bavê min xirabtir bûye
09:07 Leyla Qasim: Nûnera jiyaneke birûmet
09:06 Endamên BASK-DER'ê: Em ê polîtîkaya PDK'ê ya bêbextiyê teşhîr bikin
09:06 Li Girtîgeha Edeneyê ya Tîpa T'yê ferzkirina lêgerîna tazî
09:05 Ji bo meşa 15’e Gulanê bang kirin: Divê hemû kes xwedî li ziman derkeve
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2022'YAN
11/05/2022
20:14 Endama Koma Aştiyê Aysel Dogan jiyana xwe ji dest da
19:51 Keskesorê asîmanê Amedê xemiland
19:38 Zarokan Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
16:23 ‘Li her derê lêgerîna edaletê heye’
16:22 Rojnameger Altay beraet kir
16:02 Ji bo piştevaniya bi Rojava re li Îtalyayê şanoyek tê pêşandan
15:54 Tosûn, hejmara girtiyên înfazên wan hatine şewitandin ji Wezîrê Dadê pirsî
15:48 Barzanî Şengalê hedef nîşan da
14:51 Malbatên li ber ATK’ê bang kirin: Bila ji pirsgirêkên girtiyan re çareseriyekê bibînin