Naso: Dê milyonek kesan ji bo polîtîkayên xwe yên qirêj bi kar bînin

  • rojane
  • 10:29 10 Gulan 2022
  • |

RIHA - Hevserokê Meclîsa Kantona Efrînê Mehemed Naso diyar kir ku Serokkomar Erdogan bi koçberan şerî kûrtir dike û wiha got: “Dê milyonek kesan li cihên ku dagirkirine bi cih bikin û ji bo polîtîkayên xwe yên qirêj bikarbînin.”

Li gorî hejmarên fermî 3 milyon û 762 hezar koçberên Sûriyeyî yên bi erêkirin û sînor vekirina hikumetê hatin li Tirkiyeyê bi cih bûn, desthilata AKP’ê û MHP’ê heta îro li dijî dewletên Ewropayê weke qoz ew parastin. Tirkiye ji bo penaberan bû navenda girtinê, ji Ewropayê fon hatin girtin û ji bo berjewendiyên xwe kirin malzeme.  Partiyên muxalefetê yên heta niha li dijî polîtîkayên AKP’ê û MHP’ê yên vekirî deng dernexistin, bi gotinên ku gihiştin asta nijadperestiyê dest bi paş ve şandina koçberan kirin. Desthilata AKP’ê û MHP’ê ku fêm kir tengav bûye û bi şerê Ûkraynayê qozên di destê wê de yên li dijî Ewropayê zêde bûne, ragihand ku beriya bidawîbûna şerê li welatê wan amadekariyê dikin ku koçberan bişînin. Serokkomarê AKP’î di 3’yê Gulanê de di merasîma teslîmkirina mifteyên xaniyên brîket ên li Îdlibê hatine avakirin de bi lêv kir ku ew ê milyonek Sûriyeyiyên li Tirkiyeyê dijîn li hin herêmên diyar bi cih bikin. 
 
Beriya niha hin penaber li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li hin cihên di bin kontrola artêşa tirk û komên piştgiriya wan dikin ên nifûsa kurdan lê zêde bûn de hatin bicihkirin. Yek ji van bajaran jî Efrîn e ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî nifûseke herî zêde ya kurdan e, lê piştî ku bajêr kete destê artêşa tirk û komên piştgirî didan wan, mirovan koç kirin.
Li gorî daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ya di 5’ê Adara 2022’an de “Herî kêm 300 hezar neçar man koç bikin. Şûna kurdan û gelê Efrînê yê herêmî 450 hezarên ku ji turkmen, ereb û filistiniyan pêk tê hatin bicihkirin. Rêjeya xwecihiyên Efrînê ji sedî 95 bû lê piştî dagirkirinê ev kete ji sedî 25’an.”
 
Hevserokê Meclîsa Kantona Efrînê Mehemed Naso têkildarî niqaşan diyar kir ku li Kantona Efrînê binpêkirinên mafan ên diqewimin û sûcên mirovahiyê yên giran berdewam dikin. 
 
‘LI EFRÎNÊ 5 SAL IN DRAMA MIROVAHIYÊ TÊ JIYÎN’
 
Naso, diyar kir ku Tirkiye bi pejirandina welatên navnetewî yên li herêmê hêzên wan hene kete Efrînê û wiha got: “Li Efrînê 5 sal in drama mirovahiyê tê jiyîn. Gor hatin hilweşandin, jin hatin revandin, darên zeytûnan hatin birîn. Gel li dijî vê dagirkeriyê li ber xwe da. Berxwedaneke ku wê bikeve dîrokê hate jiyîn. Ev gel bi komkujiyan re rû bi rû ma. Tê gotin ku mafên mirovan hene, ev maf hemû hatine binpêkirin. Bêyî tu qanûn berçav bên girtin ev hatin kirin.”
 
DEMOGRAFIYA KURD HATE GUHERTIN
 
Naso, destnîşan kir ku piştî bajêr kete bin kontrola Tirkiyeyê û komên ku piştgiriya wan dike, di nava 5 salan de demografyaya wê hate guhertin û wiha berdewam kir: “Li şûna tabelayên kurdî tabelayên tirkî hatin daliqandin. Navên tirkî li bajaran tên kirin. Zimanê tirkî kirine zimanê fermî. Gelê Efrînê ji sedî 80 koç kir, ji sedî 20 ên mayî jî weke kole Tên bikaranîn û ji bo ku koç bikin tişta ji destê wan tê dikin. Li dijî vê herkes bêdeng e. Herkes ji bo berjewendiyên xwe ji van polîtîkayan re bêdeng dimînin. Dema li Sûriyeyê şer dest pê kir bi hezaran mirovan berê xwe dan Efrîna aramî lê hakim bû. Dema Efrîn hate dagirkirin ev mirov neçar man ku koç bikin. Hin kesên ku ji cihên din anîn li Efrînê bi cih kirin. Ev nayê qebûlkirin.”
 
‘ARMANC KÛRKIRINA ŞER E’
 
Naso, qala daxuyaniyên Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ên ku dê milyonek Sûriyeyiyên li Tirkiyeyê dijîn, li hin herêman bi cih bikin kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema Erdogan axivî dibêje ‘Em ji bo aştî û aramiyê dikin’. Lê Erdogan û çeteyên wî li herêmê çavkaniya herî mezin a bêaramiyê ne û li pêş aştiyê asteng in. Şerê wekaletê dikin. Gelan dikin dijminên hev. Ev polîtîka ji demê Osmaniyan mane. Gotina Erdogan a ‘Emê milyonek kesan bişînin’ tê wateya ‘em ê şer kûr bikin’. Dê van kesan li cihên ku dagir bikin bi cih bikin. Dê van kesan ji bo polîtîkayên xwe yên qirêj bikarbînin. Bêyî erêkirina hikûmeta Şamê nikarin vê bikin. Gelên li herêmê dijîn vê qebûl nakin. Heta ku dagirker ji cihên ku dagir kirine derkevin wê ev şer bidome, bila her kes vê bizanibe. Em şer naxwazin, aramiyê dixwazin. Ji bo vê jî divê her kes li dijî dagirkeriya tirk dengê xwe derxe. Em gelê Efrînê ne, ev ax axa ku bi hezaran salan e em lê dijîn e. Kes nikare me ji vê axê dûr bixe. Wê tu carî negihêjin armanca xwe. Mirovên ku li dijî wan li ber xwe didin hene. Em ê tu carî dest ji berxwedanê bernedin û em ê siyaseta wan a qirêj têk bibin. Êdî bes e, divê her kes li dijî polîtîkayên şer ên Erdogan dengê xwe derxe.”
 
‘GELÊ KURD ÎXANETÊ QEBÛL NAKE’
 
Naso, destnîşan  kir ku êrîşên dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê li herêmên  Zap, Avaşîn û Metîna yên li Herêma Kurdistana Federal dane destpêkirin, ji polîtîkayên penaberan ne serbixwe ne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em her kesên di êrîşên li dijî kurdan bi Tirkiyeyê re tevdigerin şermezar dikin. Em tu carî xiyanetê qebûl nakin. Dîrok vê binivîsîne û wê gel van ji bîr nekin. Wezîfeya hêzên gelê kurd ew e ku gelên li ser vê axê dijîn biparêzin. Li dijî zindiyan şer nakin. Ev ne operasyon e; ev êrîşên xiyanetê ne. Kî bi Tirkiyeyê re tevbigere wê xiyanetê bike û em ê li dijî wan bin. Kî ji bo nirxên vî gelî têbikoşe, em ê bi wan re bin. Divê her kes bala xwe bide ser armanca ku çi tê kirin û fêhm bike bê çi tê kirin. Dixwazin gelê kurd bi destê kurdan tune bikin. Em Kurdistanî ne. Li ku dibe bila bibe em ê vê axê biparêzin. Soza ku me daye şehîdan jî ev e. Em ê li dijî xiyanet û dagirkeriyê parastina projeya netewa demokratîk bidomînin û îradeya xwe radestî tu kesî nekin. Di dawiyê de em ê bi ser bikevin." 
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

13/05/2022
22:01 Li Amedê dîwana dengbêjan hat danîn
20:56 Li Silopiyayê mamosteyê dest dirêjî xwendekaran kir hat girtin
19:51 Kişanak: Em ê rejîma azadîxwaz ava bikin
19:05 Cenazeyê dayika Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sancar hat veşartin
16:39 Li 5 gundên Geverê operasyona leşkerî dest pê kir
16:14 DEDAŞ’ê ceyrana Amedsporê birî!
15:45 Li Şirnexê di nava hefteyekê de nêzî 40 kes hatin binçavkirin
15:40 TTB'ê banga mitîngê kir
15:20 Endamên DÎAYDER’ê: Em ji ber baweriya xwe tên darizandin
14:29 Rakirina ceh bû xema giran: 55 donima erd toneke ceh neda
14:29 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:06 Meclîsa Jinan a HDP’ê konferansên xwe yên herêma Ege û Serhedê pêk anîn
13:42 Li Somayê 301 karkerên madenê hatin bibîranîn
13:29 Seydaoglu: Hişê Ayverdî ne li serê wê ye
13:16 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:09 Malbata Şenyaşar: Heke hûn nikarin edaletê pêk bînin îstîfa kirin şeref e
13:08 Ji ber Edliyeya Amedê bang: Dev ji polîtîkayên pişaftinê berdin
13:04 HDP: Polîtîkaya desthilatdariyê ji bo astengdaran xizanî û zehmetiyan tîne
13:04 Muhîmatên ku tên avêtin tehlûkê çêdikin
13:03 Pirtûka 'Çîrokên Şêwra Ermenan' bi tîpên latînî wergerî kurdî hat kirin
12:51 Danişîna endama Komeleya Jinan a Rosayê Gultekîn hate dîtin
12:50 HDP: Me Komkujiya Somayê ji bîr nekiriye û em ê ji bîr nekin!
12:35 Ji Geverê leşkeran dibin ser sînorê Başûrê Kurdistanê
12:30 HSD'ê bîlançoya êrişên Tirkiyeyê eşkere kir
12:24 ÎSÎG: Di 4 mehên ewil ên îsal de 479 karkeran jiyana xwe ji dest dan
11:40 Polisan di serdegirtinê de tundî li welatiyeke kirin
11:26 Gelo Tirkiye dê penaberên sûriyeyî di êrişan de bi kar bîne?
11:20 Sendîka kampanyaya ‘Ji Ocalan re Azadî’ mezin dikin
10:42 Êrişên li ser gundên Kobanê berdewam dikin
10:38 ‘Xwedîderketina li ziman, xwedîderketina li hebûna xwe ye’
09:21 ‘Weke Newrozê, Serê Gulanê jî cejneke kurdan e’
09:19 'Erdogan li Başûr têk çûye'
09:19 Li Yozgatê 16 girtî di hucreyê de ne
09:18 Jinan ji bo ziman bang kir: Em bi zimanê xwe biaxivin
09:17 ‘Kurd li dijî polîtîkayên bişavtinê li ber xwe didin'
09:15 Ermeniyê ku piştî 42 salan hat Sûrê: Bêhna min çikiya!
09:14 Dayika ku keça wê bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest da: Bêdeng nemînin
09:12 Parlamenterê berê yê AKP'ê Bolunmez hafriyata kanên xwe dirêjîne çemê Nerdûşê
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2022'YAN
12/05/2022
22:23 Amedsporê ji bo nîvefînalê avantajek girîng bi dest xist
20:44 Dayika Mîthat Sancar jiyana xwe ji dest da
20:36 Tûncel: Dawiya desthilata ku hûn xwe disipêrinê tê
19:54 Şerzan Kûrt li ser gora xwe hat bibîranîn
19:17 Di Doza Girtinê ya HDP'ê de rûdanek nû
16:53 Kiliçdaroglû hemû parlamenter vexwendin Stenbolê
16:47 DAIŞ'iyê ku lê hatiye gerandin li nexweşxaneya dewletê tedawî dîtiye
16:40 Wezîr Bozdag ji Dedeogûllari re got: Heke HDP hebe neyên cem min
16:16 Bangî Wezareta Dadê kirin: Vê zilmê bi dawî bikin
16:14 Şertê kontrola edlî ya derbarê hevşaredaran de hat rakirin
16:10 Dozgerê ku nikare şahid bibîne xwest rojnamevan bên cezakirin
16:04 Heta ku edalet pêk were dê nobet berdewam bike
16:02 Akademîsyena aştîxwaz Gulden Ozcan jiyana xwe ji dest da
15:57 Dadgeha Bilind cezayê Kaftancioglu erê kir
15:55 TÛAYDER diçe kongreyê
15:32 Li Amedê 5 kes hatin binçavkirin
15:24 Platforma Ked û Demokrasiyê bertek nîşanî Yenî Akîtê da
15:18 Wê 'Don Kîxot' li 3 bajarên Tirkiyeyê bê nîşandan
15:10 Şandeya HDP’ê bi Serokkomarê Iraqê re hevdîtin kir
14:57 Zarokên Hamdiye Şik a ku hatibû qetilkirin: Em ne dilrehmiyê lê edaletê dixwazin
14:56 Li Rihayê mirina bigûman a zarokekê
14:37 Malbata Şenyaşar: Rêya me edalet e
14:25 Malbatên Nobeda Edaletê: Çi dibe bila bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:18 Leşker di Doza Kobanê de nahêlin parêzer miwekîlên xwe bibînin
14:13 Serpelê got ‘di operasyonê de pêşketinek nîne’ hat sirgunkirin, cerdevanekî îstîfa kir
13:49 Doza xebatkarê Azadiya Welat yê berê hat taloqkirin
13:43 Serlêdana ji bo Ozer a 80 salî cara duyemîn hate redkirin
13:36 Cenazeyê Mihanî yê ku bûbû qurbanê aşûtê hat veşartin
13:33 Îtirafên xwekuja DAIŞ’ê: Leşkerên tirk me derbasî Sûriyê kirin
13:01 ‘Ji bo ku kurdî bibe zimanê perwerdeyê em ê di 15’ê Gulanê de li qadan bin’
12:54 Çetîn a ku rastî îşkenceya kuçikan hatibû nehat tehliyekirin
12:45 Cenazeyê Naîf Olmez piştî 4 salan radestî malbata wî hate kirin
12:44 Tundî li girtiyên jin ên li Girtîgeha Şakranê tê kirin
12:43 Gunay: Werin li dijî şer dengê xwe bilind bikin, helwesta xwe nîşan bidin
11:50 Li Zapê helîkoptera Skorsky hat xistin
11:48 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:38 Dengbêj Xalîde bi îşkenceyê hat binçavkirin
11:36 'Polîtîkayên ewlehiyê' zarokan dikujin!
11:36 Li Cizîrê gelek kes hatin binçavkirin
11:34 Zaravayê soranî jî li wergera Googleyê hat zêdekirin
11:11 Parêzvana aştî û jiyanek bi rûmet: Aysel Dogan
11:08 Parêzerên Ocalan ji bo ‘qedexeyan’ serî li AYM’ê dan
10:29 Danişîna Çaglar Demîrel hate taloqkirin
09:10 Waliyên hin bajaran hatin guhertin
09:09 Armanca kampanyaya 'Bila PKK ji lîsteya rêxistinên qedexe bê derxistin' 150 hezar îmze ne
09:08 Rojnamevan Aydin: Derz li PDK'ê ketine
09:08 Keça girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan: Rewşa bavê min xirabtir bûye
09:07 Leyla Qasim: Nûnera jiyaneke birûmet
09:06 Endamên BASK-DER'ê: Em ê polîtîkaya PDK'ê ya bêbextiyê teşhîr bikin
09:06 Li Girtîgeha Edeneyê ya Tîpa T'yê ferzkirina lêgerîna tazî
09:05 Ji bo meşa 15’e Gulanê bang kirin: Divê hemû kes xwedî li ziman derkeve
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2022'YAN
11/05/2022
20:14 Endama Koma Aştiyê Aysel Dogan jiyana xwe ji dest da
19:51 Keskesorê asîmanê Amedê xemiland
19:38 Zarokan Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
16:23 ‘Li her derê lêgerîna edaletê heye’
16:22 Rojnameger Altay beraet kir
16:02 Ji bo piştevaniya bi Rojava re li Îtalyayê şanoyek tê pêşandan
15:54 Tosûn, hejmara girtiyên înfazên wan hatine şewitandin ji Wezîrê Dadê pirsî
15:48 Barzanî Şengalê hedef nîşan da
14:51 Malbatên li ber ATK’ê bang kirin: Bila ji pirsgirêkên girtiyan re çareseriyekê bibînin