Nazîre Bîrlîk: PDK şirîkatiya kujerên kurê min dike

  • rojane
  • 09:01 11 Gulan 2022
  • |
ŞIRNEX - Dayika Haci Lokman Bîrlîk ku di sala 2015’an de cenazeyê wî li pey maşîneyeke zirxî bi erdê ve hatibû kaşkirin Nazîre Bîrlîk, destnîşan kir ku PDK’ê weke Tirkiyeyê nêzî kurdan dibe û şirîkatiya kujerên kurê wê dike û hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re şermezar kir.
 
Desthilata AKP'ê, di 30'ê cotmeha 2014'an de dema ku "Pêvajoya Çareseriyê" berdewam dikir, di civîneke Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) de li dijî kurdan biryara "Plan Çokşikandinê" da û di vê çarçoveyê de di 24'ê tîrmeha 2015'an de pêvajoyê bi dawî kir û careke din dest bi şer kir. Piştre li bajarên bakurê Kurdistanê qedexeyên derketina derve îlan kir û şerekî mezin meşand. Di encama van qedexeyan de bi sedan kesî jiyana xwe ji dest da. Ev konsepta şer hê jî bi dawî nebûye û herî dawî Tirkiyeyê bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistanê dest bi êrişeke mezin kir. Bertekên li dijî vê êrîş û hevkariya PDK’ê didomin. Dayika Haci Lokman Bîrlîk ku di sala 2015’an de li Şirnexê ewilî ji aliye polîsan ve hat birîndarkirin û piştre cenazeyê wî bi maşîneyeke zirxî bi erdê ve hatibû kaşkirin Nazîre Bîrlîk (70), bertek nîşanî hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re da. 
 
 
'PDK’ê WEKE DEWLETA TIRK NÊZÎ KURDAN DIBE'
 
Bîrlîk, destnîşan kir ku îro PDK’ê bi kujerên Hecî re şirikiyê dike û wiha got: "Xiyaneta PDK’ê di dîrokê de nayê jibîrkirin. Ez heqê xwe li Barzanî helal nakim. Piştî ku ewqas keç û xortên Kurdistanê di vê rêyê de şehît ketin û gelek berdelên giran dane, ji wan fedî nekir.  Ewqas ciwan vî zilm û neheqiyê qebûl nekirin lewre çûn. Ez li ser navê hemû dayikên Kurdistanê wekîl im ku em heqê xwe li Barzanî helal nakin. Ew bûye heval û şirika dewleta tirk. PDK’ê jî weke dewleta tirk nêzî kurdan dibe. Dijmin û neyarê kurdan têra xwe hene. Me bawer nedikir ku Barzanî kurdan bi destê kurdan bide kuştin. Lê sed mixabin em îro xiyanet û dijminatiya wî ya li dijî kurdan nîqaş dikin. Heke ew li pey doza Kurdistanê bûya wê ewilî ji kurdên ku berdelên giran didin fedî bikira. Dê ji dayikan fedî bikira û ji hemû şehîdên Kurdistanê fedî bikira. Ez dîn, wîjdan û îmana wî qebûl nakim. Ew xwe ji bo mal û milkê winda kiriye." 
 
'KURD NE KURDÊN BERIYA 40 SALAN E' 
 
Derbarê sekna kurdan a derbarê şer de jî Bîrlîk xwest ku hemû kurd li dijî şer xwedî helwest bin û ev tişt gotin: "Em xiyanetî û şirikatiya ku li ser xwîna şehîdan hatiye kirin qebûl nakin û şermezar dikin. Bila hemû kurd ew qebûl nekin û li dij derkevin. Bila yên ku îro xîyanetiyê dikin li xwe bizivirin û derdora xwe binêrin.  Kurd êdî ne kurdên bêriya 40 salan e. Kurd dîroka xwe nas kir. Kurd êdî hişyar in. Dîroka xwe dizanin û dinyayê temaşe dikin. Lê mixabin kurd dereng bi xwe hesiyan. Divê hemû kurd hebûn û nasnameya xwe biparêzin û ji bo vê têbikoşin. Heke ez bi aqilê îro bibûma, wê biçûma li gundan xebatan bikira. Dê ji wan re bigota terka gundê xwe nekin. Îro ax û xwezaya me tê rûxandin. Kurd ji bona nanê xwe diçin bajarên tirkan dixebitin lê bi dilekê rehet nikarin serê xwe bidin ser balîfê. Hema dibêjin tişt ji keça min, kurê min û malbat û xaniyê min neyê. Qey mal û milk ji hebûn û rûmetê hêjatir e? Gerek ewilî em îman û rûmeta xwe xelas bikin.”
 
'JI BO MIN HER DU JÎ YEK IN'
 
Bîrlîk, di berdewama axaftina xwe de ev bang li dayikan kir: "Bila hemû dayik derdê xwe vebêjin û neheqiya ku Barzanî li kurdan dike bînine ziman. Barzanî çima dibe hevalê dijmin? Çi ji deste wan tê, bila ji bo xatirê şehîdên xwe, gerîllayên xwe û xwîna li ser xaka Kurdistanê tê rijandin helwesta xwe nîşan bidin. Niha wijdanê min ne rehet e. Ji bona ku ev şer were sekinandin, divê zilm û neheqiya li ser kurdan vebêjin û berpirsyariya xwe pêk bînin. Zarokên me ev rêyê nîşanî me dane. Me neheqiyê qebûl nekir. Qey Barzanî nizane ku kurê min bi destê dewleta tirk bi îşkenceyê hatiye kuştin ku îro bi dijminên Haci re şirîkatiyê dike. Çawa ku heqê xwe li dewleta tirk helal nakim li Barzanî jî helal nakim. Ji bo min îro her dû jî yek in."
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

13/05/2022
22:01 Li Amedê dîwana dengbêjan hat danîn
20:56 Li Silopiyayê mamosteyê dest dirêjî xwendekaran kir hat girtin
19:51 Kişanak: Em ê rejîma azadîxwaz ava bikin
19:05 Cenazeyê dayika Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sancar hat veşartin
16:39 Li 5 gundên Geverê operasyona leşkerî dest pê kir
16:14 DEDAŞ’ê ceyrana Amedsporê birî!
15:45 Li Şirnexê di nava hefteyekê de nêzî 40 kes hatin binçavkirin
15:40 TTB'ê banga mitîngê kir
15:20 Endamên DÎAYDER’ê: Em ji ber baweriya xwe tên darizandin
14:29 Rakirina ceh bû xema giran: 55 donima erd toneke ceh neda
14:29 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:06 Meclîsa Jinan a HDP’ê konferansên xwe yên herêma Ege û Serhedê pêk anîn
13:42 Li Somayê 301 karkerên madenê hatin bibîranîn
13:29 Seydaoglu: Hişê Ayverdî ne li serê wê ye
13:16 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:09 Malbata Şenyaşar: Heke hûn nikarin edaletê pêk bînin îstîfa kirin şeref e
13:08 Ji ber Edliyeya Amedê bang: Dev ji polîtîkayên pişaftinê berdin
13:04 HDP: Polîtîkaya desthilatdariyê ji bo astengdaran xizanî û zehmetiyan tîne
13:04 Muhîmatên ku tên avêtin tehlûkê çêdikin
13:03 Pirtûka 'Çîrokên Şêwra Ermenan' bi tîpên latînî wergerî kurdî hat kirin
12:51 Danişîna endama Komeleya Jinan a Rosayê Gultekîn hate dîtin
12:50 HDP: Me Komkujiya Somayê ji bîr nekiriye û em ê ji bîr nekin!
12:35 Ji Geverê leşkeran dibin ser sînorê Başûrê Kurdistanê
12:30 HSD'ê bîlançoya êrişên Tirkiyeyê eşkere kir
12:24 ÎSÎG: Di 4 mehên ewil ên îsal de 479 karkeran jiyana xwe ji dest dan
11:40 Polisan di serdegirtinê de tundî li welatiyeke kirin
11:26 Gelo Tirkiye dê penaberên sûriyeyî di êrişan de bi kar bîne?
11:20 Sendîka kampanyaya ‘Ji Ocalan re Azadî’ mezin dikin
10:42 Êrişên li ser gundên Kobanê berdewam dikin
10:38 ‘Xwedîderketina li ziman, xwedîderketina li hebûna xwe ye’
09:21 ‘Weke Newrozê, Serê Gulanê jî cejneke kurdan e’
09:19 'Erdogan li Başûr têk çûye'
09:19 Li Yozgatê 16 girtî di hucreyê de ne
09:18 Jinan ji bo ziman bang kir: Em bi zimanê xwe biaxivin
09:17 ‘Kurd li dijî polîtîkayên bişavtinê li ber xwe didin'
09:15 Ermeniyê ku piştî 42 salan hat Sûrê: Bêhna min çikiya!
09:14 Dayika ku keça wê bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest da: Bêdeng nemînin
09:12 Parlamenterê berê yê AKP'ê Bolunmez hafriyata kanên xwe dirêjîne çemê Nerdûşê
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2022'YAN
12/05/2022
22:23 Amedsporê ji bo nîvefînalê avantajek girîng bi dest xist
20:44 Dayika Mîthat Sancar jiyana xwe ji dest da
20:36 Tûncel: Dawiya desthilata ku hûn xwe disipêrinê tê
19:54 Şerzan Kûrt li ser gora xwe hat bibîranîn
19:17 Di Doza Girtinê ya HDP'ê de rûdanek nû
16:53 Kiliçdaroglû hemû parlamenter vexwendin Stenbolê
16:47 DAIŞ'iyê ku lê hatiye gerandin li nexweşxaneya dewletê tedawî dîtiye
16:40 Wezîr Bozdag ji Dedeogûllari re got: Heke HDP hebe neyên cem min
16:16 Bangî Wezareta Dadê kirin: Vê zilmê bi dawî bikin
16:14 Şertê kontrola edlî ya derbarê hevşaredaran de hat rakirin
16:10 Dozgerê ku nikare şahid bibîne xwest rojnamevan bên cezakirin
16:04 Heta ku edalet pêk were dê nobet berdewam bike
16:02 Akademîsyena aştîxwaz Gulden Ozcan jiyana xwe ji dest da
15:57 Dadgeha Bilind cezayê Kaftancioglu erê kir
15:55 TÛAYDER diçe kongreyê
15:32 Li Amedê 5 kes hatin binçavkirin
15:24 Platforma Ked û Demokrasiyê bertek nîşanî Yenî Akîtê da
15:18 Wê 'Don Kîxot' li 3 bajarên Tirkiyeyê bê nîşandan
15:10 Şandeya HDP’ê bi Serokkomarê Iraqê re hevdîtin kir
14:57 Zarokên Hamdiye Şik a ku hatibû qetilkirin: Em ne dilrehmiyê lê edaletê dixwazin
14:56 Li Rihayê mirina bigûman a zarokekê
14:37 Malbata Şenyaşar: Rêya me edalet e
14:25 Malbatên Nobeda Edaletê: Çi dibe bila bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:18 Leşker di Doza Kobanê de nahêlin parêzer miwekîlên xwe bibînin
14:13 Serpelê got ‘di operasyonê de pêşketinek nîne’ hat sirgunkirin, cerdevanekî îstîfa kir
13:49 Doza xebatkarê Azadiya Welat yê berê hat taloqkirin
13:43 Serlêdana ji bo Ozer a 80 salî cara duyemîn hate redkirin
13:36 Cenazeyê Mihanî yê ku bûbû qurbanê aşûtê hat veşartin
13:33 Îtirafên xwekuja DAIŞ’ê: Leşkerên tirk me derbasî Sûriyê kirin
13:01 ‘Ji bo ku kurdî bibe zimanê perwerdeyê em ê di 15’ê Gulanê de li qadan bin’
12:54 Çetîn a ku rastî îşkenceya kuçikan hatibû nehat tehliyekirin
12:45 Cenazeyê Naîf Olmez piştî 4 salan radestî malbata wî hate kirin
12:44 Tundî li girtiyên jin ên li Girtîgeha Şakranê tê kirin
12:43 Gunay: Werin li dijî şer dengê xwe bilind bikin, helwesta xwe nîşan bidin
11:50 Li Zapê helîkoptera Skorsky hat xistin
11:48 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:38 Dengbêj Xalîde bi îşkenceyê hat binçavkirin
11:36 'Polîtîkayên ewlehiyê' zarokan dikujin!
11:36 Li Cizîrê gelek kes hatin binçavkirin
11:34 Zaravayê soranî jî li wergera Googleyê hat zêdekirin
11:11 Parêzvana aştî û jiyanek bi rûmet: Aysel Dogan
11:08 Parêzerên Ocalan ji bo ‘qedexeyan’ serî li AYM’ê dan
10:29 Danişîna Çaglar Demîrel hate taloqkirin
09:10 Waliyên hin bajaran hatin guhertin
09:09 Armanca kampanyaya 'Bila PKK ji lîsteya rêxistinên qedexe bê derxistin' 150 hezar îmze ne
09:08 Rojnamevan Aydin: Derz li PDK'ê ketine
09:08 Keça girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan: Rewşa bavê min xirabtir bûye
09:07 Leyla Qasim: Nûnera jiyaneke birûmet
09:06 Endamên BASK-DER'ê: Em ê polîtîkaya PDK'ê ya bêbextiyê teşhîr bikin
09:06 Li Girtîgeha Edeneyê ya Tîpa T'yê ferzkirina lêgerîna tazî
09:05 Ji bo meşa 15’e Gulanê bang kirin: Divê hemû kes xwedî li ziman derkeve
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2022'YAN
11/05/2022
20:14 Endama Koma Aştiyê Aysel Dogan jiyana xwe ji dest da
19:51 Keskesorê asîmanê Amedê xemiland
19:38 Zarokan Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
16:23 ‘Li her derê lêgerîna edaletê heye’
16:22 Rojnameger Altay beraet kir
16:02 Ji bo piştevaniya bi Rojava re li Îtalyayê şanoyek tê pêşandan
15:54 Tosûn, hejmara girtiyên înfazên wan hatine şewitandin ji Wezîrê Dadê pirsî
15:48 Barzanî Şengalê hedef nîşan da
14:51 Malbatên li ber ATK’ê bang kirin: Bila ji pirsgirêkên girtiyan re çareseriyekê bibînin