Hunermendan xwest her kes li dijî êrişan rabe

  • rojane
  • 09:17 11 Gulan 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermendên ji çar aliyên Kurdistanê diyar kirin ku li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li ser axa Başûrê Kurdistanê divê her kes bi erk û berpirsyariya xwe rabe.
 
Hunermendên kurd ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivîn û bal kişandin ser êrişên Tirkiyeyêy ên li dijî herêmên Zap, Avaşîn  û Metîna yên bi ser Başûrê Kurdistanê ve. Hunermendan diyar kir ku armanca Tirkiyeyê tunekirina kurd û Kurdistanê ye û xwestin ku her kesekî kurd bi erk û berpirsyariya xwe li dijî êrişan rabe û li hember Tirkiyeyê û hevkariyê helwesta xwe nîşan bidin. 
 
Hunermendên Xelîl Xemgîn, Nasir Rezazî, Beser Şahîn, Nebez Abdullah, Yelda Abbasî, Şazad û Fatemeh Îsmaîliyan têkildarî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji ANF'ê re axivîn.
 
XELÎL XEMGÎN: DIVÊ EM BI GERÎLA RE BIN
 
Xelîl Xemgîn: Ev şer şerê man û nemanê ye. Em li ku dibe bila bibe, çi dibe bila bibe di vî şerî de em li dijî dijminê xwînxwar cihê xwe bigirin, yekîtiya xwe xurt bikin, bi gerîlayên xwe re di vî şerî de em cihê xwe bigirin. Em gerîlayên xwe bi tenê nehêlin, tifaqa xwe çêbikin û xwe ji bo her tiştî amade bikin. Şer ne tenê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, li hemberî tevahiya destketiyên Kurdan e. Armanca vî şerî ew e. Em ji bîr nekin, ev stratejiya dewleta Tirk a Mîsakî Mîllî ye ku ew dibêjin heta Kerkûk, Mûsilê, Şengalê û heta Efrînê bilêv dikin. Dixwazin vê pêk bînin. Salek ji bo vê armanca wan maye. Şerê ku niha tê meşandin hemû ji bo vê ye. Astengiya herî mezin a li pêşiya vê armanca wan, hêza gerîla û destketiyên gelê Kurd e. Ev armanca wan gelekî eşkere ye, li pêş çavên cîhanê ye, tenê mixabin ji ber pirsgirêkên navxweyî gelek aliyên Kurd vê yekê nabînin. Lê belê gerîla ev alî dîtiye, ji zûdeyî dibêje. Di vî şerî de em weke gel divê cih bigirin. Eger hinek siyasiyên me vê nakin, divê em zextê li ser bikin. Partî û siyasetmedarên Kurd ên ku di nîvî de dimînin, di gotinê de gelek tiştan dibêjin lê di kar de tiştekî nakin, çima ev partî bi rola xwe ranabin. Bila ev partî hemû zanibin ku eger dijmin bi ser bikeve, ji we re jiyan namîne, ji tiştekî re jiyan namîne. Li Başûrê Kurdistanê jî wisa ye. Dewleta Tirk zereyekê bi navê Kurd û Kurdîtiyê nahêle, wê hemûyan tune bike. Heta kesên ku bi xwe ve girê dane, kesên ji wan re rêbertiyê dikin, ji wan re rê nîşan didin, kesên ji wan re çalakiyê dikin, kesên ji wan re xiyanetê dikin jî yekî tenê ji wan nahêle. Dîroka dewleta Tirkiyeyê di vê yekê de eşkere ye, xuya ye. Pratîka wan jî xuya ye. Kesî ji vana nahêle. Lewma partiyên di navberê de yên ku ji wan gelek durustin û dixwazin ji bo gelê xwe tiştekî bikin divê bikevin nava hewldanan. Di nava Kurdan de bila hevrêziya Kurd hebe, bila herî kêm bila şer çênebe. Bila ev kesên ku dikevin pêşiya dijmin, rê nîşanî dijmin didin, baregehên gerîla pêşkêşî dijmin dikin, pêşiya wan bêne girtin. Kesên ku bi hêz in, bila hêza xwe ji bo neteweya xwe, ji bo mirovên xwe, gelê xwe bi kar bînin. Îro rûmeta me gelê Kurd ji aliyê gerîla ve tê parastin. Divê em jî bi rengê xwe di nava vî şerî, vê eniyê de cihê xwe bigirin. Ew jî xebateke. Ji bo wê li derveyî welat, Kurd li ku dibin bila bibin, em rastiyê, rewşa xwe bi cîhanê bidin fêhmkirin. Em dengê xwe derxînin, em bêdeng nemînin. Şerê vê carê ne ji rêzê ye. Ji bo 2023'an saleke maye. Dewleta Tirk dixwaze vê armanca xwe pêk bîne. Şerê ku niha tê kirin şerekî pir mezin e, ne şerekî wisa ji rêzê ye. Ev şer şerekî mezin e, li dijî hemû destketiyên Kurdan e. Bawer bikin eger dijmin bi ser bikeve yek destketiyên Kurdan namîne.
 
NASIR REZAZÎ: ERKA HER KURDÎ YE
 
Nasir Rezazî: Xelkê bi şeref û qehreman ê Kurd. Ji her kesê re eşkereye ku armanca êrişên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê ew e ku pirsgirêkan bixin nava Kurdan, nehêlin ku Kurd bixebitin, nehêlin Kurd yekgirtî be, nêhlin ku Kurd bigihêjin armancên xwe. Demek dirêje ku gelek kiryarên xirab li Kurdistanê li ser Kurdan pêk aniye. Hemû cih û warên bedew ên Kurdistanê bi destê dewleta Tirk hatine têkbirin. Zêdeyî 500 gund li Kurdistanê bi destê leşkerên Tirk hatine valakirin, xelkên wan gundiyan koçberî deverên din ên Kurdistanê bûne. Ev dagirkerî ye. Mixabin em Kurd yekgirtî nînin. Eger em Kurd yekgirtî bin, li hemberî dagirkeran, dijminan rawestin, ew ê jî nikaribin bi vî rengî bikin. Erka her Kurdekî bi şeref û kedkar ew e ku bi rastî li ber vê dagirkeriyê rabe, xwedî helwestê be. Ji ber ku Kurd miletekî bêkes e, bê piştevan e. Kes ji bo Kurdan tiştekî nake, heta ku Kurd ji bo xwe tiştekî neke. Divê Kurd parastina xwe bi xwe bike. Divê Kurd bi xwe tiştekê bike ku nehêle ew belengaziye bi serê wan bê. Dubare dikim ku wezîfeya her Kurdekî bi şeref e ku parastina Kurdistanê bike, parastina gelê Kurd bike. Karekê neke ku ne tenê dewleta Tirk, ti dagirkerek din bi vî rengî li Kurdistanê nêzîk bibe. Di dawiyê de dibêjim ku divê her Kurdek vê mehkûm bike, ez jî weke stranbêj û ferdekî Kurd vê mehkûm dikim.
 
BESER ŞAHÎN: JI GELÊ KURD BAWER DIKIM
 
Beser Şahîn: Kurdistan dayika me ye, gerîla jî zarokên wê dayikê ne. Banga min ji dayikên Başûrê Kurdistanê ye. Dayikên hêja, bi dilekî hişyarî rê nedin dijminê gelê Kurd. Nehêlin ku zarokên we li dijî gerîla şer bikin. Gelê me, ev merhele merheleyeke pir xeternake. Rewşa hebûn û tunebûnê ye, şerekî gelekî qirêj û mezin e. Li dijî destketiyên gelê Kurd e. Ez bawerim gelê me yê hêja, bi salan e bi keda xwe ya pîroz hemû lîstik, planên dijmin vala derxistine. Ez bawerim ku gelê Kurd bi hişyariyeke pir mezin bi helwesta xwe ya xurt wê li ber vê lîstikê jî rabe û têk bibe. Çi Ewropa, çi metropolên Tirkiyeyê, çi bajarên Kurdistanê her çar aliyên Kurdistanê bi rastî jî berpirsyartiyeke dîrokî dikeve ser milê gelê me. Ez bawerim ku gelê me bi vê rewşê têdigihêje, bi taybetî li bajarên Ewropayê wê li ser piyan bin, bêdeng nemînin.
 
NEBEZ ABDULLAH: DIVÊ EM ÎRO HELWESTA XWE NÎŞAN BIDIN
 
Nebez Abdullah: Roj roja kar e, roja sekinandina li hemberî dijminan e. Em bang li hemû hunermend, rewşenbîr û azadîxwazan, çalakvan û hemû welatiyên li Başûr ew e ku bi rastî jî dengê xwe bilind bikin di rojeke weke niha de. Erkê niştimanî li ser hemû takekî Kurd e, bi taybetî jî li Başûrê Kurdistanê. Ji ber ku Başûr kirine armanc  û niha di bin êrişên dewleta Tirk de ye, dixwazin hemû destketiyên gelê Kurd têk bibin. Lewma divê weke hunermendan û hemû çîn û kesimên civakê li hemberî hemû tundî û êrişan dengê xwe bilind bikin, ji ber ku bêdengî razîbûne ji bo tiştên bi serê miletê me ve tê. Êrişên niha li Başûrê Kurdistanê tê kirin ne tenê li dijî PKK'ê ye, armanc ji êrişan Kurd hemû ne. Nemana PKK'ê li Qendîl tê wateya nemana Kurdan li hemû beşên Kurdistanê. Ji ber ku armanca dijmin nehiştina Kurdan e, dixwazin her Kurdekî li devereke cîhanê bêje 'Ez Kurd im' bêdeng bikin û tune bikin. Ji ber wê jî weke min got, erkeke niştimanî ye ku îro hemû takekesên Kurd bi taybetî li Başûrê Kurdistanê li ber dijmin rabin, nerazîbûna xwe nîşan bidin û dakevin qadan, bi her şêweyî, her yek bi asta xwe xizmetê ji gelê xwe re bike. Nehêlin ku pêşmerge biçin eniyên şer û li dijî birayên xwe, li dijî gerîla şer bikin. Ev daxwaza dijminê Kurdan e, nabe ku daxwaza dijminê miletê me bê bicihanîn. Divê em bi miletê xwe re bin, eger bi rastî hunermend in, eger wijdana me hebe, eger bi rastî ji welatê xwe hez dike, eger em siberojeke aram ji bo nifşên xwe yê nû dixwazin divê em îro helwestê nîşan bidin. Helwesta îro ji bo bedewî û ronahiya paşeroja nifşên me yên nû ye ku dikare wana ronak û aram bike. Divê em firsenda ku îro heyî ji dest nedin. Firsenda îro firsendeke zêrîne. Dewleta Tirk dixwaze weke di sala 1923'an de hemû Kurdistanê bixe bin destê xwe, dixwaze xewna Osmanî dubare bi cih bîne. Bi rêya xwefiroşan, bi rêya kirêgirtiyên dewleta Tirk, bi rêya MÎT'ê, bi rêya şebekeyeke pir pîs li hemû bajar û navçeyên Başûr belav kiriye, dixwaze van destketiyên dîrokî yên gelê Kurd têk bibin. Pêşmergeyên welatparêz û hişyar nabe ku li dijî gerîla şer bikin. Hêvîdarim ev peyama min bigihêje hemû welatparêzan û Kurdên dilsoz, hemû hunermendan, çîn û hemû beşên civakê yên li Başûrê Kurdistanê.
 
YELDA ABBASÎ: JI ŞER RE NA 
 
Yelda Ebbasî: Şer û ceng ji bilî wêranî û ewaretiyê ti encam û netîceyê xwe tine ye. Çendîn sal in ku şerê Tirkiyeyê li dijî Kurdan berdewam e û hezaran hezar mirovên bêguneh bûne qurbaniyên vê tundûtûjiyê. Daxwaza min weke hunermendekê aştî û dostaniya miletan e. Ez ji şer re dibêjim na, ji bo şerê li her derê dibêjim na. Ji şer re na. Bi hêviya rojên xwe ji bo tevahiya miletê Kurd li her derê ku lê ne.
 
ŞAZAD: DIVÊ HER KURDEK LI BER ÊRIŞAN RABE
 
Şazad: Hêvîdarim em hunermend, rewşenbîr û nivîskar yek dest û yek helwest dest bidin hev li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê. Ku ji bo dagirkeriyê gerîla weke hêcet tê nîşan dan ne raste, ew hemû derew û xapandine. Raste gerîla û PKK xwedî erkê parastina Kurd û Kurdistanê ne, lê armanca wan ne tenê gerîla û PKK ye, armanca wan têkbirin, wêrankirina Kurdistanê û hikumeta herêma Kurdistanê ye. Hêvîdarim hemû rewşenbîr, hunermend û Kurd hemû bi yek dest, yek reng li ber êrişên dewleta Tirk rabin ku bi leşker, her cûre çekê pêşketî û balafiran Kurdistanê wêran dike. Başe li hin ciha PKK nîne, lê wêran dike. Ji bo wan ya girîng ew e ku Kurdistan, xak, xwelî, dar, rez, baxçe û gundên wê wêran bibe. Bi sedan gund wêran û kavil kiriye, heta ku ji destê wê tê petrol û gazê talan dike û piştre wêran dike, dişewitîne û diavêje rexekê. Bawer bikin ey berpirsên hikumetê,  Serokê Herêmê, Serokwezîrê Herêmê, Malbata Barzanî divê zanibin ku têkçûn û nemana gerîla tê wateya nemana Kurdistanê. Pere û pûl ji bo me bi kêr nayê. Wijdan lazim e. Bi hezaran şehîd hatine dayin. Bi hezaran sale ku em şoreş dikin ji bo çiye? Ji bo yekbûniyê ye, heta niha me tenê kariye sirûda “Ey reqîb” bikin sirûda netewî û hevbeş. Rîca dikim, bila hemû rengên me hebin, bedewiya xwe di bedewiyên hevûdu de bibînin. Hêvîdarim her Kurdek dest bide destê hevûdu û li ber êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê rabe. Hêvîdarim hikumeta herêmê, berpirsyar rê nîşander û hevkarê artêşa Tirk re nebin. Pêşî li wan bigirin, eger pêşî negirin jî karibin bi dîplomasî û aştiyê pêşî li wêrankirina Kurdistanê bigirin. Wêrankirina Kurdistanê wêrankirina me hemûyane. Bijî xaka Kurdistanê, bijî xaka Kurdistanê, bijî yekparçeyî.
 
ÎSMAÎLIYAN: JI QIRKIRINA KURDAN RE NA
 
Fatemeh Îsmaîliyan: Şer û ceng li her welatekî ji bo gelên wê ti xelateke xwe ya xweş tune ye. Xelata şer û ceng wêranî û mirovkuştin e, sêwîhiştina zarokan e, wêrankirina welat e. Şer armanca xelkê azadîxwaz nîne, armanca dîktatoran e, bê serencam e. Bi salan e rejîma Tirk êrişî Kurdan dike. Her roj bi hêcetên cuda li devereke Kurdistanê şer dimeşîne, xwînê dirijîne. Bi navê jineke Kurd a ji Xorasanê dibêjim, Na ji şer û ceng re. Na ji mirovkujiyê, na bi xwînrijî, na ji Kurdkujî û zarokkujî re.

Sernavên din

13/05/2022
22:01 Li Amedê dîwana dengbêjan hat danîn
20:56 Li Silopiyayê mamosteyê dest dirêjî xwendekaran kir hat girtin
19:51 Kişanak: Em ê rejîma azadîxwaz ava bikin
19:05 Cenazeyê dayika Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sancar hat veşartin
16:39 Li 5 gundên Geverê operasyona leşkerî dest pê kir
16:14 DEDAŞ’ê ceyrana Amedsporê birî!
15:45 Li Şirnexê di nava hefteyekê de nêzî 40 kes hatin binçavkirin
15:40 TTB'ê banga mitîngê kir
15:20 Endamên DÎAYDER’ê: Em ji ber baweriya xwe tên darizandin
14:29 Rakirina ceh bû xema giran: 55 donima erd toneke ceh neda
14:29 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:06 Meclîsa Jinan a HDP’ê konferansên xwe yên herêma Ege û Serhedê pêk anîn
13:42 Li Somayê 301 karkerên madenê hatin bibîranîn
13:29 Seydaoglu: Hişê Ayverdî ne li serê wê ye
13:16 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:09 Malbata Şenyaşar: Heke hûn nikarin edaletê pêk bînin îstîfa kirin şeref e
13:08 Ji ber Edliyeya Amedê bang: Dev ji polîtîkayên pişaftinê berdin
13:04 HDP: Polîtîkaya desthilatdariyê ji bo astengdaran xizanî û zehmetiyan tîne
13:04 Muhîmatên ku tên avêtin tehlûkê çêdikin
13:03 Pirtûka 'Çîrokên Şêwra Ermenan' bi tîpên latînî wergerî kurdî hat kirin
12:51 Danişîna endama Komeleya Jinan a Rosayê Gultekîn hate dîtin
12:50 HDP: Me Komkujiya Somayê ji bîr nekiriye û em ê ji bîr nekin!
12:35 Ji Geverê leşkeran dibin ser sînorê Başûrê Kurdistanê
12:30 HSD'ê bîlançoya êrişên Tirkiyeyê eşkere kir
12:24 ÎSÎG: Di 4 mehên ewil ên îsal de 479 karkeran jiyana xwe ji dest dan
11:40 Polisan di serdegirtinê de tundî li welatiyeke kirin
11:26 Gelo Tirkiye dê penaberên sûriyeyî di êrişan de bi kar bîne?
11:20 Sendîka kampanyaya ‘Ji Ocalan re Azadî’ mezin dikin
10:42 Êrişên li ser gundên Kobanê berdewam dikin
10:38 ‘Xwedîderketina li ziman, xwedîderketina li hebûna xwe ye’
09:21 ‘Weke Newrozê, Serê Gulanê jî cejneke kurdan e’
09:19 'Erdogan li Başûr têk çûye'
09:19 Li Yozgatê 16 girtî di hucreyê de ne
09:18 Jinan ji bo ziman bang kir: Em bi zimanê xwe biaxivin
09:17 ‘Kurd li dijî polîtîkayên bişavtinê li ber xwe didin'
09:15 Ermeniyê ku piştî 42 salan hat Sûrê: Bêhna min çikiya!
09:14 Dayika ku keça wê bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest da: Bêdeng nemînin
09:12 Parlamenterê berê yê AKP'ê Bolunmez hafriyata kanên xwe dirêjîne çemê Nerdûşê
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2022'YAN
12/05/2022
22:23 Amedsporê ji bo nîvefînalê avantajek girîng bi dest xist
20:44 Dayika Mîthat Sancar jiyana xwe ji dest da
20:36 Tûncel: Dawiya desthilata ku hûn xwe disipêrinê tê
19:54 Şerzan Kûrt li ser gora xwe hat bibîranîn
19:17 Di Doza Girtinê ya HDP'ê de rûdanek nû
16:53 Kiliçdaroglû hemû parlamenter vexwendin Stenbolê
16:47 DAIŞ'iyê ku lê hatiye gerandin li nexweşxaneya dewletê tedawî dîtiye
16:40 Wezîr Bozdag ji Dedeogûllari re got: Heke HDP hebe neyên cem min
16:16 Bangî Wezareta Dadê kirin: Vê zilmê bi dawî bikin
16:14 Şertê kontrola edlî ya derbarê hevşaredaran de hat rakirin
16:10 Dozgerê ku nikare şahid bibîne xwest rojnamevan bên cezakirin
16:04 Heta ku edalet pêk were dê nobet berdewam bike
16:02 Akademîsyena aştîxwaz Gulden Ozcan jiyana xwe ji dest da
15:57 Dadgeha Bilind cezayê Kaftancioglu erê kir
15:55 TÛAYDER diçe kongreyê
15:32 Li Amedê 5 kes hatin binçavkirin
15:24 Platforma Ked û Demokrasiyê bertek nîşanî Yenî Akîtê da
15:18 Wê 'Don Kîxot' li 3 bajarên Tirkiyeyê bê nîşandan
15:10 Şandeya HDP’ê bi Serokkomarê Iraqê re hevdîtin kir
14:57 Zarokên Hamdiye Şik a ku hatibû qetilkirin: Em ne dilrehmiyê lê edaletê dixwazin
14:56 Li Rihayê mirina bigûman a zarokekê
14:37 Malbata Şenyaşar: Rêya me edalet e
14:25 Malbatên Nobeda Edaletê: Çi dibe bila bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:18 Leşker di Doza Kobanê de nahêlin parêzer miwekîlên xwe bibînin
14:13 Serpelê got ‘di operasyonê de pêşketinek nîne’ hat sirgunkirin, cerdevanekî îstîfa kir
13:49 Doza xebatkarê Azadiya Welat yê berê hat taloqkirin
13:43 Serlêdana ji bo Ozer a 80 salî cara duyemîn hate redkirin
13:36 Cenazeyê Mihanî yê ku bûbû qurbanê aşûtê hat veşartin
13:33 Îtirafên xwekuja DAIŞ’ê: Leşkerên tirk me derbasî Sûriyê kirin
13:01 ‘Ji bo ku kurdî bibe zimanê perwerdeyê em ê di 15’ê Gulanê de li qadan bin’
12:54 Çetîn a ku rastî îşkenceya kuçikan hatibû nehat tehliyekirin
12:45 Cenazeyê Naîf Olmez piştî 4 salan radestî malbata wî hate kirin
12:44 Tundî li girtiyên jin ên li Girtîgeha Şakranê tê kirin
12:43 Gunay: Werin li dijî şer dengê xwe bilind bikin, helwesta xwe nîşan bidin
11:50 Li Zapê helîkoptera Skorsky hat xistin
11:48 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:38 Dengbêj Xalîde bi îşkenceyê hat binçavkirin
11:36 'Polîtîkayên ewlehiyê' zarokan dikujin!
11:36 Li Cizîrê gelek kes hatin binçavkirin
11:34 Zaravayê soranî jî li wergera Googleyê hat zêdekirin
11:11 Parêzvana aştî û jiyanek bi rûmet: Aysel Dogan
11:08 Parêzerên Ocalan ji bo ‘qedexeyan’ serî li AYM’ê dan
10:29 Danişîna Çaglar Demîrel hate taloqkirin
09:10 Waliyên hin bajaran hatin guhertin
09:09 Armanca kampanyaya 'Bila PKK ji lîsteya rêxistinên qedexe bê derxistin' 150 hezar îmze ne
09:08 Rojnamevan Aydin: Derz li PDK'ê ketine
09:08 Keça girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan: Rewşa bavê min xirabtir bûye
09:07 Leyla Qasim: Nûnera jiyaneke birûmet
09:06 Endamên BASK-DER'ê: Em ê polîtîkaya PDK'ê ya bêbextiyê teşhîr bikin
09:06 Li Girtîgeha Edeneyê ya Tîpa T'yê ferzkirina lêgerîna tazî
09:05 Ji bo meşa 15’e Gulanê bang kirin: Divê hemû kes xwedî li ziman derkeve
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2022'YAN
11/05/2022
20:14 Endama Koma Aştiyê Aysel Dogan jiyana xwe ji dest da
19:51 Keskesorê asîmanê Amedê xemiland
19:38 Zarokan Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
16:23 ‘Li her derê lêgerîna edaletê heye’
16:22 Rojnameger Altay beraet kir
16:02 Ji bo piştevaniya bi Rojava re li Îtalyayê şanoyek tê pêşandan
15:54 Tosûn, hejmara girtiyên înfazên wan hatine şewitandin ji Wezîrê Dadê pirsî
15:48 Barzanî Şengalê hedef nîşan da
14:51 Malbatên li ber ATK’ê bang kirin: Bila ji pirsgirêkên girtiyan re çareseriyekê bibînin