Wezareta Edaletê bersiv neda serlêdana Ocalan

  • rojane
  • 09:34 11 Gulan 2022
  • |
AMED - Hevserokê Giştî yê OHD'ê Bunyamîn Şeker, diyar kir ku Wezareta Edaletê bersiv nedaye serlêdana wan li dijî tecrîdê û ev bang li rêxistinên sivîl kir: "Kesên li dijî tecrîdê têdikoşin divê bi tenê neyên hiştin."
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê girtin, ji 25'ê adara 2021'an ve agahî jê nayê girtin. Di dîroka mijara gotinê de Ocalan bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî û telefona wî di demeke kurt de hatibû birîn. Serlêdanên malbata Ocalan ên piştî hevdîtinê tên kirine ne bi erênî ne jî bi neyînî nayên bersivandin. Hevdîtina Ocalan a bi parêzerên wî tê astengkirin. 
 
Di 12'ê cotmeha 2021'an de ji aliyê Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê hevdîtina Ocalan a bi parezerên wî re ji bo 6 mehan hatibû qedexekirin. Rexmî ku ev dem di 22'yê nîsanê de temam bû jî serlêdana parêzeran a ji bo hevdîtine di 29'ê nîsanê de hat redkirin. Piştre derket holê ku ev serlêdan, bi hinceta ku di 13'ê nîsanê de careke din ji bo 6 mehan hevdîtina bi Ocalan re hatiye qedexekirin, hatiye redkirin. 
'LI DIJÎ ŞERTÊ WEKHEVIYÊ YE'
 
Rêxistinên sivîl û hiqûqî li dijî vê rewşê ketibûn nav hewldanan û serî li gelek cihan dabûn. Heta niha ev serlêdanên rêxistinên nehatine bersivandin. Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ku yek ji van rêxistinan e Bunyamîn Şeker, derbarê qedexeya dawîn û pêkanînên hiqûqî yên taybet ên li Îmraliyê de axivî û nirxadinan kir. Şeker, diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê nikare bi hiqûqê bê aşkerakirin û li dijî şertê wekheviyê yê Destûra Bîngehîn (AYM) e û wiha got: "Tecrîda li dijî birêz Ocalan pergaleke li dijî kesan e û weke polîtîkaya dewletê derdikeve hemberî me."   
 
QEDEXEYA BÊHINCET 
 
Şeker, bi bîr xist ku di hevdîtina dawîn a bi telefonê ku hatibû birîn de xwestiye bi parêzerên xwe re hevdîtin bike û wiha got: "Hinceta 'Ne ji me ye, Ocalan bi parêzerên xwe naaxive' teşhîr bûye. Ji sala 2011'an ve parêzeran tenê 5 caran bi birêz Ocalan re hevdîtin kirine. Herî dawî cezayekî dîsplînê ji raya giştî re hat ragihandin. Ev ceza ne cezayek qanûnî ye. Bersivnedayîna serlêdana parêzeran jî polîtîkaya dewletê û bi hiqûqê nikare bê aşkerakirin. Ji ber ku dewlet bingeheke meşrû nabîne nikare sedema qedexeya hevdîtina bi parêzeran re aşkera kir. Lewre rewşeke wiha tuneye."
 
BIRYARAN RANAGIHÎNIN
 
Derbarê qedexeya dawîn a hevdîtinê de jî Şeker, destnîşan kir bêyî ku dema qedexeya berê hatibû dayîn bi dawî bibe careke din cezayê dîsplînê li Ocalan hatiye birîn û derbarê mijarê de ev tişt gotin: "Di rewşeke asayî de dema ku derbarê kesekê girtî de biryareke dadgehê bê dayîn ev biryar ji parêzerên wî re tê ragihandin. Li gorî vê parêzer jî pêvajoya îtîrazê didine destpêkirin. Lê di serlêdana derbarê birêz Ocalan de tiştek wiha dûrî aqil heye; dosya bi parêzeran re nayên parvekirin. Niha ne diyar e ku ev ceza çima, derbarê çi de û kêngê  hatiye dayîn. Ne diyar e ku dema îtîrazê têje bûye ya na. Dewlet polîtîkayeke taybet li mdijî birêz Ocalan pêk tîne. Vê bi hiqûqê aşkera dike lê navê vê ne hiqûq e. Lewre dema ku biryarek bê dayîn divê di biryarê de tiştên ku li dijî biryarê bên kirin jî cih bigirin. Lewre êdî tecrîd ji rewşeke ku bi hiqûqê aşkerakirin derketiye." 
 
WEZARETÊ BERSIV NEDAYE
 
Şeker, da zanîn ku weke aliyên siyasî û hiqûqî aliyên dîplomasiyê yên tecrîdê jî hene û biryarên Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê (CPT) û Lijneya Wezîran a Konseya Ewropayê yên derbarê Ocalan de bi bîr xist û wiha axivî: "Hewldanên me yên li dijî tecrîdê û qedexeya parêzeran hene. Piştî Buroya Hiqûqê ya Asrinê me jî serî li Wezareta Edaletê da lê hê me bersiv negirtiye. Ev jî nîşan dide ku mekanîzmaya dewletê nayê xebitandin. Çi dibe bila bibe divê dewlet bersiveke bide; ya erênî ya jî neyînî. Lê ev pêk nayê û micidiyeta dewletê li holê rabûye. Raya giştî dema ku mijar dibe kurd hê jî kurdan weke "terorîst" dibînin û çavê xwe ji tiştên tên kirin re digirin. Me di doza Geziyê de dît. Em tecrîdê tenê weke mijareke ku rojeva raya giştî ya kurdan eleqedar dike nabînin." 
 
BANGA LI RÊXISTINÊN SIVÎL
 
Di berdewama axaftina xwe de Şeker, balê kişand ser bandora tecrîdê ya li ser aboriyê û ev bang kirin: "Bi şerê ku dest pê kir re aboriya welat têk çû. Ji ber vê em dibejin eleqeya tecrîdê bi hiqûq, siyaset, civak û aboriyê re heye. Bi awayekî zelal tê dîtin ku pergala li Îmraliyê belavî tevahiya civakê bûye. Divê raya giştî û muxalefet vê bike rojeva xwe ya sereke û li dijî vê dengê xwe bilind bike. Ji ber vê divê tecrîd demildest bi dawî bibe. Ji bo demokrasî û xweşguzariya Tirkiyeyê jî ev pêwistiyeke. Kesên ku vê têkoşînê didin divê bi tenê neyên hiştin. Di vê derbarê de çiqas xwedîderketin çê bibe wê encam ewqas zûtir derkeve holê. Bi dawîkirina tecrîdê we bê bidawîkirina pirsgirêk û polîtîkayên şer. Em li bendê ne ku rêxistinên sivîl û beşên demokratîk jî deng û piştgiriyê bidin dengê li dijî tecrîdê."
 
MA / Mujdat Can - Mehmet Guleş 
 
 
 
 
 

Sernavên din

13/05/2022
22:01 Li Amedê dîwana dengbêjan hat danîn
20:56 Li Silopiyayê mamosteyê dest dirêjî xwendekaran kir hat girtin
19:51 Kişanak: Em ê rejîma azadîxwaz ava bikin
19:05 Cenazeyê dayika Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sancar hat veşartin
16:39 Li 5 gundên Geverê operasyona leşkerî dest pê kir
16:14 DEDAŞ’ê ceyrana Amedsporê birî!
15:45 Li Şirnexê di nava hefteyekê de nêzî 40 kes hatin binçavkirin
15:40 TTB'ê banga mitîngê kir
15:20 Endamên DÎAYDER’ê: Em ji ber baweriya xwe tên darizandin
14:29 Rakirina ceh bû xema giran: 55 donima erd toneke ceh neda
14:29 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:06 Meclîsa Jinan a HDP’ê konferansên xwe yên herêma Ege û Serhedê pêk anîn
13:42 Li Somayê 301 karkerên madenê hatin bibîranîn
13:29 Seydaoglu: Hişê Ayverdî ne li serê wê ye
13:16 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:09 Malbata Şenyaşar: Heke hûn nikarin edaletê pêk bînin îstîfa kirin şeref e
13:08 Ji ber Edliyeya Amedê bang: Dev ji polîtîkayên pişaftinê berdin
13:04 HDP: Polîtîkaya desthilatdariyê ji bo astengdaran xizanî û zehmetiyan tîne
13:04 Muhîmatên ku tên avêtin tehlûkê çêdikin
13:03 Pirtûka 'Çîrokên Şêwra Ermenan' bi tîpên latînî wergerî kurdî hat kirin
12:51 Danişîna endama Komeleya Jinan a Rosayê Gultekîn hate dîtin
12:50 HDP: Me Komkujiya Somayê ji bîr nekiriye û em ê ji bîr nekin!
12:35 Ji Geverê leşkeran dibin ser sînorê Başûrê Kurdistanê
12:30 HSD'ê bîlançoya êrişên Tirkiyeyê eşkere kir
12:24 ÎSÎG: Di 4 mehên ewil ên îsal de 479 karkeran jiyana xwe ji dest dan
11:40 Polisan di serdegirtinê de tundî li welatiyeke kirin
11:26 Gelo Tirkiye dê penaberên sûriyeyî di êrişan de bi kar bîne?
11:20 Sendîka kampanyaya ‘Ji Ocalan re Azadî’ mezin dikin
10:42 Êrişên li ser gundên Kobanê berdewam dikin
10:38 ‘Xwedîderketina li ziman, xwedîderketina li hebûna xwe ye’
09:21 ‘Weke Newrozê, Serê Gulanê jî cejneke kurdan e’
09:19 'Erdogan li Başûr têk çûye'
09:19 Li Yozgatê 16 girtî di hucreyê de ne
09:18 Jinan ji bo ziman bang kir: Em bi zimanê xwe biaxivin
09:17 ‘Kurd li dijî polîtîkayên bişavtinê li ber xwe didin'
09:15 Ermeniyê ku piştî 42 salan hat Sûrê: Bêhna min çikiya!
09:14 Dayika ku keça wê bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest da: Bêdeng nemînin
09:12 Parlamenterê berê yê AKP'ê Bolunmez hafriyata kanên xwe dirêjîne çemê Nerdûşê
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2022'YAN
12/05/2022
22:23 Amedsporê ji bo nîvefînalê avantajek girîng bi dest xist
20:44 Dayika Mîthat Sancar jiyana xwe ji dest da
20:36 Tûncel: Dawiya desthilata ku hûn xwe disipêrinê tê
19:54 Şerzan Kûrt li ser gora xwe hat bibîranîn
19:17 Di Doza Girtinê ya HDP'ê de rûdanek nû
16:53 Kiliçdaroglû hemû parlamenter vexwendin Stenbolê
16:47 DAIŞ'iyê ku lê hatiye gerandin li nexweşxaneya dewletê tedawî dîtiye
16:40 Wezîr Bozdag ji Dedeogûllari re got: Heke HDP hebe neyên cem min
16:16 Bangî Wezareta Dadê kirin: Vê zilmê bi dawî bikin
16:14 Şertê kontrola edlî ya derbarê hevşaredaran de hat rakirin
16:10 Dozgerê ku nikare şahid bibîne xwest rojnamevan bên cezakirin
16:04 Heta ku edalet pêk were dê nobet berdewam bike
16:02 Akademîsyena aştîxwaz Gulden Ozcan jiyana xwe ji dest da
15:57 Dadgeha Bilind cezayê Kaftancioglu erê kir
15:55 TÛAYDER diçe kongreyê
15:32 Li Amedê 5 kes hatin binçavkirin
15:24 Platforma Ked û Demokrasiyê bertek nîşanî Yenî Akîtê da
15:18 Wê 'Don Kîxot' li 3 bajarên Tirkiyeyê bê nîşandan
15:10 Şandeya HDP’ê bi Serokkomarê Iraqê re hevdîtin kir
14:57 Zarokên Hamdiye Şik a ku hatibû qetilkirin: Em ne dilrehmiyê lê edaletê dixwazin
14:56 Li Rihayê mirina bigûman a zarokekê
14:37 Malbata Şenyaşar: Rêya me edalet e
14:25 Malbatên Nobeda Edaletê: Çi dibe bila bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:18 Leşker di Doza Kobanê de nahêlin parêzer miwekîlên xwe bibînin
14:13 Serpelê got ‘di operasyonê de pêşketinek nîne’ hat sirgunkirin, cerdevanekî îstîfa kir
13:49 Doza xebatkarê Azadiya Welat yê berê hat taloqkirin
13:43 Serlêdana ji bo Ozer a 80 salî cara duyemîn hate redkirin
13:36 Cenazeyê Mihanî yê ku bûbû qurbanê aşûtê hat veşartin
13:33 Îtirafên xwekuja DAIŞ’ê: Leşkerên tirk me derbasî Sûriyê kirin
13:01 ‘Ji bo ku kurdî bibe zimanê perwerdeyê em ê di 15’ê Gulanê de li qadan bin’
12:54 Çetîn a ku rastî îşkenceya kuçikan hatibû nehat tehliyekirin
12:45 Cenazeyê Naîf Olmez piştî 4 salan radestî malbata wî hate kirin
12:44 Tundî li girtiyên jin ên li Girtîgeha Şakranê tê kirin
12:43 Gunay: Werin li dijî şer dengê xwe bilind bikin, helwesta xwe nîşan bidin
11:50 Li Zapê helîkoptera Skorsky hat xistin
11:48 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:38 Dengbêj Xalîde bi îşkenceyê hat binçavkirin
11:36 'Polîtîkayên ewlehiyê' zarokan dikujin!
11:36 Li Cizîrê gelek kes hatin binçavkirin
11:34 Zaravayê soranî jî li wergera Googleyê hat zêdekirin
11:11 Parêzvana aştî û jiyanek bi rûmet: Aysel Dogan
11:08 Parêzerên Ocalan ji bo ‘qedexeyan’ serî li AYM’ê dan
10:29 Danişîna Çaglar Demîrel hate taloqkirin
09:10 Waliyên hin bajaran hatin guhertin
09:09 Armanca kampanyaya 'Bila PKK ji lîsteya rêxistinên qedexe bê derxistin' 150 hezar îmze ne
09:08 Rojnamevan Aydin: Derz li PDK'ê ketine
09:08 Keça girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan: Rewşa bavê min xirabtir bûye
09:07 Leyla Qasim: Nûnera jiyaneke birûmet
09:06 Endamên BASK-DER'ê: Em ê polîtîkaya PDK'ê ya bêbextiyê teşhîr bikin
09:06 Li Girtîgeha Edeneyê ya Tîpa T'yê ferzkirina lêgerîna tazî
09:05 Ji bo meşa 15’e Gulanê bang kirin: Divê hemû kes xwedî li ziman derkeve
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2022'YAN
11/05/2022
20:14 Endama Koma Aştiyê Aysel Dogan jiyana xwe ji dest da
19:51 Keskesorê asîmanê Amedê xemiland
19:38 Zarokan Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
16:23 ‘Li her derê lêgerîna edaletê heye’
16:22 Rojnameger Altay beraet kir
16:02 Ji bo piştevaniya bi Rojava re li Îtalyayê şanoyek tê pêşandan
15:54 Tosûn, hejmara girtiyên înfazên wan hatine şewitandin ji Wezîrê Dadê pirsî
15:48 Barzanî Şengalê hedef nîşan da
14:51 Malbatên li ber ATK’ê bang kirin: Bila ji pirsgirêkên girtiyan re çareseriyekê bibînin