COLEMÊRG - Li ser sînorê Şemzînan û Îranê, xebatên lêgerîna cenazeyê 2 kolberên ku jiyana xwe ji dest dabûn berdewam dikin. Dever ji bilî kesên ku lê dijîn ji ketina welatiyan re hat qedexekirin.
Li Geliyê Binarê yê navçeya Şemzînan a Colemêrgê ku di 19'ê çileyê de 3 kolber lê winda bûbûn. Cenazeyê kolberê bi navê Barzan Mihanî beriya çend rojan hat dîtin. Ji bo dîtina cenazeyê Essad Seydanîferd û Behlûl Seydanîferd jî li herêmê xebatên lêgerînê didomin. Cendirmeyên ku xebatên lêgerînê didomînin angaşt dikin ku kolberan firotina "çekên qaçax" kirine û ji bilî niştecihên herêmê têketina welatiyan a herêmê qedexekirin. Hat diyarkirin ku welatiyên diçin herêmê li nuqteyên kontrolê tên rawestandin û paşve tên şandin. Cendirme, ekîbên ÛMKE'yê û gundiyê gundê Bawa yê bajarê Ûrmiyê tev li xebatên lêgerînê dibin.