AMED - Parlamentera HDP’ê Remziye Tosûn hejmara girtiyên ji 1’ê Çileya 2021’an ve li Tirkiyeyê înfaza wan hatine şewitandin ji Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag pirsî.
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remziye Tosûn, têkildarî şewitandina înfaza Metîn Guven ê 30 sal in girtiye û niha li Girtîgeha Tîpa T a Yozgatê tê ragirtin pêşniyazpirsek pêşkeşî Meclîsê kir. Di pêşniyazpirsa ku bi daxwaza Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag bibersivînê hatiye pêşkeşkirin de hate diyarkirin ku Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgehê qanih bûye ku Guven poşman nebûye Û berdana wî 3 mehan taloq kiriye.
Tosûn, di çarçoveya mijarê de ev pirs ji Bozdag pirsîn:
“*Tevî ku cezayê girtî Metîn Guven ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2’yan a Yozgatê tê ragirtin, xelas bûye jî hêceta qanûnî ya taloqkirina berdana wî çi ye?
* Wezareta we biryarên Lijneya Çavdêrî û Îdarî kontrol dike ku li gorî hiqûqê ne?
* Hewldanên Wezareta we yên têkildarî neberdana girtiyan ên bi hêcetên nezelal û subjektîf a Lijneyên Çavdêrî û Îdarî yên Girtîgehan çi ne?
* Wezareta we wê têkildarî Lijneyên Çavdêrî û Îdarî yên Girtîgehan ku bi neberdana girtiyên cezayên wan xelas bûne mafên wan bin pê dikin gavekê biavêje?
* Ji 1’ê Çileya 2021’an ve li gorî bajarên tevahiya Tirkiyeyê hejmara girtiyên ji aliyê Lijneyên Çavdêrî û Îdarî yên Girtîgehan ve nehatine berdan çendin?”