STENBOL - Rojnameger Rojîn Altay ku dema şopandina nûçeyê hatibû binçavkirin û doz lê hatibû vekirin, beraet kir.
Rojnameger Rojîn Altay ku li Stenbolê dema şopandina nûçeyê hatibû binçavkirin û dihat darizandin, beraet kir. Derbarê Altay û 2 zarokên din de bi angaşta "muxalefeta qanûna civîn û meşan" doz hatibû vekirin. Danişîna doza Altay û her du zarokan li 1'emîn Dadgeha Zarokan a Anadolûyê hat dîtin. Zarok C.K. û parêzera xwe Gulbahar Dogan û zarok M.R.D û parêzera xwe Ceyda Gedîk tev li danişînê bûn. Altay û parêzerên xwe Sercan Korkmaz û Ozcan Kiliç tev li danişînê nebûn. Parêzerên mudafî ku tev li danişînê bûn, sûcdariyan red kirin û daxwaza beraetê kirin. Parêzerên Altay jî daxwazname pêşkêşî dadgehê kirin û daxwaza beraetê kirin.
BIRYARA BERAETÊ HAT DAYÎN
Piştî daxwazên parêzeran heyeta dadgehê biryara xwe aşkera kir derbarê Altay û her du zarokên din de biryara beraetê da.