Parêzvana aştî û jiyanek bi rûmet: Aysel Dogan

  • rojane
  • 11:11 12 Gulan 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Koma Aştiyê ya 2'yemîn Aysel Dogan ku li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Ewropayê hatibû Tirkiyeyê û bi salan di girtîgehê de mabû û duh li Elmanyayê  jiyan xwe ji dest da, ji bo pêkhatina aştiyê gotibû: "PKK ji bo Tirkiyeyê şansek e. Divê Tirkiye ji bo çareseriyê guhertinan çêbike. Ez bi salan ji bo aştiyê di girtîgehê de mam û pêwist bike ez ê gelek salên din jî ji bo aştiyê girtî bimînim." 

Endama Koma Aştiyê ya 2'yemîn Aysel Dogan ku li ser banga Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan ji Ewropayê di sala 1999'an de hate Tirkiyeyê û bi salan di girtîgehê de mabû, duh li Elmanyayê ji ber nexweşîna penceşêrê jiyana xwe ji dest da. Aysel Dogan a ku bi salan di nav têkoşîna azadiya kurdan de xebat kir, di 69 saliya xwe de koça dawî kir. Aysel Dogan dema di sala 2009'an de cezayê wê qediyabû û ji girtîgehê derketibû ji Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi KHK'ê hat girtin re axivîbû. 
 
Nirxandinên Dogan ên li ser têkoşîna wê ya aştiyê ku di tebaxa 2009'an de ji DÎHA'yê re axivî bû wiha ne:
 
"Dogan anî ziman ku dê têkoşîna xwe li cihê lê mayî dîsa berdewam bike. Dogan axaftina xwe bi nirxandina PKK'ê dest pê kir û anî ziman ku PKK ji bo veguhestin û guhertina Tirkiyeyê şansek e. Dogan, destnîşan kir ku di cîhanê de gelek welat neçar man xwe biguherînin Tirkiye jî neçarê guhertinê ye. Dogan, wiha got: "PKK ji bo Tirkiyeyê şansek e. Ger ku Tirkiyeyê kurd û PKK wekî şansekê dîtibûna îro dê pirsgirêka kurd tunebûya. Gavên ku niha hikûmet davêje gavên biçûk in. Ev eyba Tirkiyeyê ye. Ev gav pir dereng hatin avêtin. Niqaşkirina hemûna kurdan şerma Tirkiye û serdemê ye. Eyba rewşenbirê Tirkiyeyê ye. Hebûna kurdan bi têkoşinê hate qebûl kirin. Înkarkirina hebûna tiştekî li dijî rêgezê zanistî û xwezayê ye."
 
TIRKIYE HEWLDANÊN AŞTIYÊ YÊN PKK'Ê NABÎNE 
 
Dogan anî ziman ku têkoşîna kurd pir pêş ketie û divê her tim xwe li gorî dem û pêvajoyê nû bike. Dogan bal kişand ser guhertina dewletê jî û wiha got: "Bê guman divê her fikr xwe li gorî serdem û pêşketina şert û mercên cîhanê xw biguhere û nû bike. Divê dewleta Tirkiyeyê jî di warê pirsgirêka kurd de xwe biguhere. Divê dewlet xwe biguhere. Ger ku dewletek di warê parastin dayina mafê welatiyan de bê dad tev bigere û wekheviyê nexe nava welatiyên xwe wê demê pirsgirêk heye. Divê maf û azadiya welatiyên xwe biparêze. Em ji bo van pirsgirêkan çareser bikin di nava têkoşînekê dene. Li Tirkiyeyê denê tirk tune, netewên din jî hene û divê dewlet mafê hemû netewan biparêze."
 
 
Dogan destnîşan kir ku divê berî her tiştî Tirkiye bi avayekî berfireh pirsgirêkê kurd bibîne û li gorî vê yekê nêzîkî çareseriyê bibe. Dogan, diyar kir ku ji bo pirsgirêk bê fam kirin ev 30 sale têkoşînekê dimeşînin. Dogan, xwest ku dewlet jî li ser sedema hebûna xwe raweste û erk û peyvirên li hemberî welatiyên xwe jî di ber çavan re derbas bike. Dogan, axaftina xwe wiha domand: "Tirkiye gelê kurd wekî suçdarekî potansiyel dibîne. Banga Rêberê PKK'ê ya ji bo aştiyê ne banga yekem e. Me her tim ev yek bilêv kir. Lê belê kesê li hemberî me ev yek fam nekir û nexwest fam bike. Yê li hemberî me her tim ew wekî suçdar dîtin û em perçeyekî zêde dîtin. Ji bo me asîmîle bike têkoşîya. Her me got aştî, dewletê wekî niyetek xerab nirxand."
 
EM JI BO AŞTIYÊ HATIN, LÊ ME XISTIN HEPSÊ 
 
Dogan, da zanîn ku ew ji bo aştiyê hatin Tirkiyeyê lê belê hatin girtin û rastî cezayê 10 salan hatin. Dogan wiha axivî: "Rêberê PKK'ê Brêz Abullah Ocalan pir aşkere got. Dîsa dema em hatin bi avayekî pir zelal me sedema hatina xwe got. Me got em ji aştiyê re amade ne û em bi heviyekê hatin. Lê belê çawa em hatin em şandin girtîgehê. Ji xwe me jî negot bila hema aştî pêk were. Lê belê ji bo aştiyê gavek bû. Ev bedel ji bo aştî, wekhevî û azadiya gelan tê dayîn. Îro dîsa ji bo aştiyê ji me bê xwestin ez dîsa amade me ku 10 salên din li girtîgehê razêm. Brêz Ocalan ev 10 sale ji bo aştiya Tirkiyeyê têkoşînê dimeşîne. 10 sale ji bo azadî, maf û heqiqetê di nava şert û mercên dijwar de têkoşînê dimeşîne."
 
AYSEL DOGAN KÎ YE?
 
Dogan a ku di 1953’an de li Dêrsimê ji dayik bûye ji aliyê dewletê ve di demên cuda de 17 salan hate girtin. Dogan a Zanîngeha Gaziyê qedandiye yekem car di 1980’an de rastî şîdeta dewletê hat. Dogan di salên darbeyê de 2 salan girtî ma û qet dernexistin dadgehê. Dogan di salên 90’an de dîsa bû hedefa terora dewletê. Di gulana 1990’an de li Dêrsimê hate girtin û 11 mehan li Erzînganê girtî ma. Piştî ku ji girtîgehê derket li Dêrsimê di hilbijartinên 1991’an de bû namzeta serbixwe û ligel ku dengeke pir zêde girt jî çûyîna wê ya meclîsê hate astengkirin. Dİ wan salan de ji ber şîdeta dewletê zêde bû Dogan çû Ewropayê. Ligel çû Ewropayê jî dilê w êli welatê bû li vir ji bo azadiya gelê xwe û aştiyê têkoşiya. Dogan li Ewropayê endamtiya KNK’ê kir û di 1999’an de li ser banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan weke endama Koma Aştiyê ya 2'yemîn ji Ewropayê hate Tirkiyeyê.
 

Sernavên din

13/05/2022
22:41 Li Mêrdînê bera sercerdevanekî dan
22:32 Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê: Eskerek mir
22:12 3 girtî sirgûn kirin
22:01 Li Amedê dîwana dengbêjan hat danîn
20:56 Li Silopiyayê mamosteyê dest dirêjî xwendekaran kir hat girtin
19:51 Kişanak: Em ê rejîma azadîxwaz ava bikin
19:05 Cenazeyê dayika Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sancar hat veşartin
16:39 Li 5 gundên Geverê operasyona leşkerî dest pê kir
16:14 DEDAŞ’ê ceyrana Amedsporê birî!
15:45 Li Şirnexê di nava hefteyekê de nêzî 40 kes hatin binçavkirin
15:40 TTB'ê banga mitîngê kir
15:20 Endamên DÎAYDER’ê: Em ji ber baweriya xwe tên darizandin
14:29 Rakirina ceh bû xema giran: 55 donima erd toneke ceh neda
14:29 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:06 Meclîsa Jinan a HDP’ê konferansên xwe yên herêma Ege û Serhedê pêk anîn
13:42 Li Somayê 301 karkerên madenê hatin bibîranîn
13:29 Seydaoglu: Hişê Ayverdî ne li serê wê ye
13:16 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:09 Malbata Şenyaşar: Heke hûn nikarin edaletê pêk bînin îstîfa kirin şeref e
13:08 Ji ber Edliyeya Amedê bang: Dev ji polîtîkayên pişaftinê berdin
13:04 HDP: Polîtîkaya desthilatdariyê ji bo astengdaran xizanî û zehmetiyan tîne
13:04 Muhîmatên ku tên avêtin tehlûkê çêdikin
13:03 Pirtûka 'Çîrokên Şêwra Ermenan' bi tîpên latînî wergerî kurdî hat kirin
12:51 Danişîna endama Komeleya Jinan a Rosayê Gultekîn hate dîtin
12:50 HDP: Me Komkujiya Somayê ji bîr nekiriye û em ê ji bîr nekin!
12:35 Ji Geverê leşkeran dibin ser sînorê Başûrê Kurdistanê
12:30 HSD'ê bîlançoya êrişên Tirkiyeyê eşkere kir
12:24 ÎSÎG: Di 4 mehên ewil ên îsal de 479 karkeran jiyana xwe ji dest dan
11:40 Polisan di serdegirtinê de tundî li welatiyeke kirin
11:26 Gelo Tirkiye dê penaberên sûriyeyî di êrişan de bi kar bîne?
11:20 Sendîka kampanyaya ‘Ji Ocalan re Azadî’ mezin dikin
10:42 Êrişên li ser gundên Kobanê berdewam dikin
10:38 ‘Xwedîderketina li ziman, xwedîderketina li hebûna xwe ye’
09:21 ‘Weke Newrozê, Serê Gulanê jî cejneke kurdan e’
09:19 'Erdogan li Başûr têk çûye'
09:19 Li Yozgatê 16 girtî di hucreyê de ne
09:18 Jinan ji bo ziman bang kir: Em bi zimanê xwe biaxivin
09:17 ‘Kurd li dijî polîtîkayên bişavtinê li ber xwe didin'
09:15 Ermeniyê ku piştî 42 salan hat Sûrê: Bêhna min çikiya!
09:14 Dayika ku keça wê bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest da: Bêdeng nemînin
09:12 Parlamenterê berê yê AKP'ê Bolunmez hafriyata kanên xwe dirêjîne çemê Nerdûşê
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2022'YAN
12/05/2022
22:23 Amedsporê ji bo nîvefînalê avantajek girîng bi dest xist
20:44 Dayika Mîthat Sancar jiyana xwe ji dest da
20:36 Tûncel: Dawiya desthilata ku hûn xwe disipêrinê tê
19:54 Şerzan Kûrt li ser gora xwe hat bibîranîn
19:17 Di Doza Girtinê ya HDP'ê de rûdanek nû
16:53 Kiliçdaroglû hemû parlamenter vexwendin Stenbolê
16:47 DAIŞ'iyê ku lê hatiye gerandin li nexweşxaneya dewletê tedawî dîtiye
16:40 Wezîr Bozdag ji Dedeogûllari re got: Heke HDP hebe neyên cem min
16:16 Bangî Wezareta Dadê kirin: Vê zilmê bi dawî bikin
16:14 Şertê kontrola edlî ya derbarê hevşaredaran de hat rakirin
16:10 Dozgerê ku nikare şahid bibîne xwest rojnamevan bên cezakirin
16:04 Heta ku edalet pêk were dê nobet berdewam bike
16:02 Akademîsyena aştîxwaz Gulden Ozcan jiyana xwe ji dest da
15:57 Dadgeha Bilind cezayê Kaftancioglu erê kir
15:55 TÛAYDER diçe kongreyê
15:32 Li Amedê 5 kes hatin binçavkirin
15:24 Platforma Ked û Demokrasiyê bertek nîşanî Yenî Akîtê da
15:18 Wê 'Don Kîxot' li 3 bajarên Tirkiyeyê bê nîşandan
15:10 Şandeya HDP’ê bi Serokkomarê Iraqê re hevdîtin kir
14:57 Zarokên Hamdiye Şik a ku hatibû qetilkirin: Em ne dilrehmiyê lê edaletê dixwazin
14:56 Li Rihayê mirina bigûman a zarokekê
14:37 Malbata Şenyaşar: Rêya me edalet e
14:25 Malbatên Nobeda Edaletê: Çi dibe bila bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:18 Leşker di Doza Kobanê de nahêlin parêzer miwekîlên xwe bibînin
14:13 Serpelê got ‘di operasyonê de pêşketinek nîne’ hat sirgunkirin, cerdevanekî îstîfa kir
13:49 Doza xebatkarê Azadiya Welat yê berê hat taloqkirin
13:43 Serlêdana ji bo Ozer a 80 salî cara duyemîn hate redkirin
13:36 Cenazeyê Mihanî yê ku bûbû qurbanê aşûtê hat veşartin
13:33 Îtirafên xwekuja DAIŞ’ê: Leşkerên tirk me derbasî Sûriyê kirin
13:01 ‘Ji bo ku kurdî bibe zimanê perwerdeyê em ê di 15’ê Gulanê de li qadan bin’
12:54 Çetîn a ku rastî îşkenceya kuçikan hatibû nehat tehliyekirin
12:45 Cenazeyê Naîf Olmez piştî 4 salan radestî malbata wî hate kirin
12:44 Tundî li girtiyên jin ên li Girtîgeha Şakranê tê kirin
12:43 Gunay: Werin li dijî şer dengê xwe bilind bikin, helwesta xwe nîşan bidin
11:50 Li Zapê helîkoptera Skorsky hat xistin
11:48 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:38 Dengbêj Xalîde bi îşkenceyê hat binçavkirin
11:36 'Polîtîkayên ewlehiyê' zarokan dikujin!
11:36 Li Cizîrê gelek kes hatin binçavkirin
11:34 Zaravayê soranî jî li wergera Googleyê hat zêdekirin
11:11 Parêzvana aştî û jiyanek bi rûmet: Aysel Dogan
11:08 Parêzerên Ocalan ji bo ‘qedexeyan’ serî li AYM’ê dan
10:29 Danişîna Çaglar Demîrel hate taloqkirin
09:10 Waliyên hin bajaran hatin guhertin
09:09 Armanca kampanyaya 'Bila PKK ji lîsteya rêxistinên qedexe bê derxistin' 150 hezar îmze ne
09:08 Rojnamevan Aydin: Derz li PDK'ê ketine
09:08 Keça girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan: Rewşa bavê min xirabtir bûye
09:07 Leyla Qasim: Nûnera jiyaneke birûmet
09:06 Endamên BASK-DER'ê: Em ê polîtîkaya PDK'ê ya bêbextiyê teşhîr bikin
09:06 Li Girtîgeha Edeneyê ya Tîpa T'yê ferzkirina lêgerîna tazî
09:05 Ji bo meşa 15’e Gulanê bang kirin: Divê hemû kes xwedî li ziman derkeve
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2022'YAN
11/05/2022
20:14 Endama Koma Aştiyê Aysel Dogan jiyana xwe ji dest da
19:51 Keskesorê asîmanê Amedê xemiland
19:38 Zarokan Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
16:23 ‘Li her derê lêgerîna edaletê heye’
16:22 Rojnameger Altay beraet kir
16:02 Ji bo piştevaniya bi Rojava re li Îtalyayê şanoyek tê pêşandan