AMED - Li Amedê di serdagirtinên malan de 5 kes hatin binçavkirin.
Li Amedê polîsan serê sibehê bi ser hin malan de girt. Di serdegirtina malan de Gulten Farisogullari, Yaşar Kaya, Fesîh Kaya, Berat Karadaş û Mehmet Îmamoglû hatin binçavkirin. Hat zanîn ku binçavkirin di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê daye destpêkirin de pêk hatiye. Hat diyarkirin ku li ser dosyeyê "biryara veşartî" hatiye dayîn û qedexeya hevdîtinê ya 24 saetên danîne ser parêzeran ku dê nikaribin miwekîlê xwe bibînin.
Di dosyeyê de biryara çend kesan a binçavkirinê heye nehat zanîn. Hat gotin ku dibe dê hejmara binçavkirinan zêde bibe.