NAVENDA NÛÇEYAN - Akademîsyen Gulden Ozcan ku danezana aştiyê îmze kiribû û demeke dirêj bû tedawiya nexweşiya pençeşêrê didît jiyana xwe ji dest da.
Akademîsyenên Aştiyê, li ser hesabê xwe yê medya sanal, bi daxuyaniyekê ragihand ku akademîsyen û civaknas Gulden Ozcan ku danezana aştiyê îmze kiribû û demeke dirêj bû tedawiya nexweşiya pençeşêrê didît, jiyana xwe ji dest daye. Ozcan, xebatên xwe li beşa civaknasiyê ya Zanîngeha Lethbridge ya Kanadayê didomand.