ŞIRNEX - Bombeyên gaz û mijê yên ku 2'yemîn Fermandariya Cendirmeyan a Elkê davêje derdorê tehlûkê çêdikin.
Li derdora şantiya kevir hûrkirinê, rez û baxçeyên li binî 2'yemîn Fermandariya Cendirmeyan a Elkê ya Şirnexê, gelek muhîmatên ku nehatine teqandinê hatin dîtin. Li herêma ku bi qasî 3 kîlometreyan dûrî navenda Elkê ye gelek bombeyên gaz û mijê û serê roketan ên nehatine teqandin hatin dîtin.