MÊRDÎN - Li gundê Barman ê Stewrê sercerdevan Dogan Turkmenoglû di êrişeke çekdarî de bi giranî birîndar bû.
Di navbera navçeya Stewr û navçeya Artûklû ya Mêrdînê de kes an jî hin kesên nenas bi çekê êriş birin ser wesayîta cerdevanekî. Hat hînbûn ku yê di wesayîtê de sercerdevanê gundê Barman ê Stewrê Dogan Turkmenoglû bûye. Piştî êrişê cendirme û tenduristkar sewqî cihê bûyerê hatin kirin û Turkmenoglû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Stewrê.
Turkmenoglû yê bi giranî birîndar bû piştî mudaxileya ewil rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.
Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.