Ji Azadiya Welat hînî kurdî bû û îro jî mamoste û nivîskar e

  • rojane
  • 09:08 14 Gulan 2022
  • |

SEMSÛR - Şerîf Yilmaz ê ku li Semsûrê dijî 23 sal berê ji rojnameya Azadiya Welat hînî xwendina kurdî bû û pirtûka bi navê "Lawikê Gundî" nivîsand.

Şerîf Yilmaz (59) ê ku li Semsûrê dijî, hezkirina wî ya li hemberî zimanê kurdî ji bo hemû zimanhezan wekî mînakekî ye. Yilmaz ê ku perwerdehiya bi zimanê tirkî piştî dibistana navîn bi dawî kiriye, 23 sal in jiyana xwe ji bo xwandin û perwerdeya zimanê kurdî berdewam dike. Yilmaz ê ku ji zarokatiya xwe û şûnde xwe wekî evîndarê zimanê kurdî pênase dike, ji ber ku dema zarok bû bi kurdî diaxivî lê nikaribû binivisîne û bixwîne. Ji bo vê yekê dikeve nava hewldan û lêgerînan. Evîndariya wî ya zimanê kurdî piştî ku Yilmaz, sala 1999’an şûnde rojnameya Azadiya Welat dixwîne, xwe fêrî xwendin û nivîsandina kurmancî dike. 
AZADIYA WELAT JÊ RE DIBE RÊBER 
 
Yilmaz ê ku dema nûçeyên di Azadiya Welat de dixwîne peyvê ku fêm nekiriye bi alîkariya ferhenga kurdî û kovara Pîne xwe fêrî peyvan dike. Yilmaz lêgerîna xwe ya ji bo peyvan wiha anî ziman:  "Dê û bavê min bi min re kurdî diaxivin. Min kurdî zanibû lê min nizanibû binivisînim. Ev kêmasî ez xistim nav lêgerînê. Min cara ewil di 1999’an rojnameya Azadiya Welat xwend û lêgerîna min zêdetir kir. Dema min rojname xist destê xwe peyv bi kurdî bûn, ez ji kurdbûm lê min nikaribû bixwenda. Wê demê min biryar da û min got dibe ez hînî zimanê xwe bibim. Ez ketim pey wateya peyvan. Peyvê ku min nizanibû wateya wa min li ferhengê mêze kir, ji kesê zana pirsî û hîn bûm. Heya min wateya peyvê nedîtiba min dest je ne bernedida. Lewma Azadiya Welat dibistan bû û ji bo min bû rêber.” 
 
DI 7 SALAN DE XWE FÊRÎ KURDÎ DIKE 
 
Yilmaz anî ziman ku ji bo perwerdey kurdî çûye KURDÎ-DER’ê û wiha got: "Ez bi derfetê xwe di 7 salan de hînî zimanê kurdî bûn. Heya ez hînbûm min gelek zehmetî kişandin. Astengiya ez ji evîna zimanê kurdî dûr nexistim. Divê her kes mîna min hînî zimanê kurdî bibe û yê li derdora xwe hîn bike."
 
HÎNBÛ Û DIDE HÎNKIRIN 
 
Yilmaz da zanîn ku piştî hînî zimanê kurdî bûye ji bo yê nizanin hîn bike ketiye nava hewldanan û wiha berdewam kir: "Min sond xwar ku ez ê kesê ku bi zimanê kurdî nizanin, ez ê wan hîn bikim. Min heya komaleya Kurdî-Derê hat girtin perwerde da. Piştî komale hat girtin min kesê ku dixwestin hînî ziman bibin perwerdeya wa berdewam kir. Me di tebaxa 2019’an de komaleya Ferat Derê ava kir. Li Semsûrê Ferat Der tenê perwerdeya bi zimanê kurdî dide."
 
'ZIMAM TUNE BE JIYAN JÎ TUNE YE’ 
 
Yilmaz bi bîr xist ku 2 sal berê dest bi nivîsandina pirtûka bi navê “Lawikê Gundî” kiriya û wiha got: “Lêgerîn û evîndariya zimanê kurdî min ber bi nivîskariyê ve anî. Ez bi xizmeta ji bo zimanê kurdî şanaz im. Ku ziman tune be wê jiyan jî tune be. Ya ku neteweyek dike netewe ziman e. Min pirtûkek nivîsand lê ne bes e wê lêgerîna min berdewam bike.” 
 
'EVÎNDARIYA WELAT' 
 
Yilmaz anî ziman ku bi nivîsandina pirtûka xwe dixwaze ku xwîner peyamekê jê derbixin û got: "Ji zarokan bigire heta kal û pîran, kesên li gund an jî kesên li bajêr dijîn wê xwe di pirtûkê de bibînin. Di pirtûkê de 2 kes hene evîndarê hev in. Lê li welatê wan zordestî heye. Ev evîna wan dibe evîna welêt." 
 
'ZIMAN WINDA BIBE EM Ê JÎ WINDA BIBIN' 
 
Yilmaz destnîşan kir ku pirtûka xwe diyarî evîndarê zimanê kurdî dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di serî de diyarî nivîskarê kurd Osman Sebrî dikim. Ne tenê 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye her roj divê em girîngiya zimanê kurdî bixin rojevê. Divê em li dijî bişaftinê bisekinin. Divê em li hemberî kesê zimanê me nas nakin bisekinin. Pêwîste em li her derê bi zimanê xwe biaxivin. Zimanê me winda bibe em ê jî winda bibin. Divê her kes xwedî li zimanê xwe derkeve.” 
 
MA / Emrullah Acar 
 

Sernavên din

16/05/2022
18:56 Li Nexweşxaneya Geverê liv û tevgera helîkopteran
18:48 ARÎ-DER'ê tevî zarokan Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
18:40 Di doza Gultekînê de dadgehê cardin biryar neda
16:46 Cenazeyê Remziye Apaydin hat dîtin
16:45 Jin li Silopiyayê ji bo Sakîne Kultur meşiyan
16:35 Li Wanê meşa 15'ê Gulanê: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî
16:11 Konferansa Jinan a HDP'ê li herêman didome: Em di azadiyê de bi israr in
15:21 Dema binçavkirinê ya 25 kesan hate dirêjkirin
14:53 Onlu yê HDP’î: Heke Soylu li terorîstekî bigere bila ji ewil li xwe binêre
14:52 Brûskê li karikan da û gelek karik mirin
13:46 Li Colemêrgê protesto: Em ê vê derê ji barbaran re nehêlin
13:41 Malbata Şenyaşar: Bila fezlekeya Yildiz ê AKP'î ji meclisê re bê şandin
13:34 Doza ku Bayraktar li rojnamevan vekiribû hat lidarxistin
13:34 Di danişîna cînayeta Hantaş de daxwaza ji bo girtina polîs hate redkirin
13:07 Bahoza tozê ya ji Bexdayê tê tesîrê Colemêrgê kir
12:59 Makbule Ozer: Dibe ku her kêlî ez li vir bimirim!
12:32 Şandeya HDP’ê ya ji Iraqê vegeriyayî: Hemû kes hemfikir e ku pirsgirêk bi şer çareser nabin
12:30 Onlu: Yên ku lanetê li Îsraîlê barandin, heman lanete li Dêrsimê nîşan dan
12:23 Kujerê Kultur karmendê dewletê ye û têkiliyên wî bi AKP'iyan re hene
12:01 Serpêhatiya berxwedêriya çinarek sedsalî: Yadê
11:32 Apê Şêx bi kilaman komkujiya Bêzar nade jibîrkirin
11:04 Îhaleya talankirina darên Gabarê dan rêveberên AKP-MHP’ê
11:00 Abdullah Ece bi hêceta ‘dê biçe Qendîlê’ nehatiye berdan
10:43 Xiyaneta mezin a PDK’ê: Komkujiya Hewlêrê
10:39 Jinên mezraya Mêrganê: Agir jî berdin bedena me em ê gundê xwe bernedin
09:56 Rênas Jiyan: Dewletên serdest zimanê me pir êşandin, divê em jî zimanê xwe neêşînin
09:35 Hevalê Çaran ê qawişê: Ji bilî berxwedanê tu rê nînin
09:11 ‘Serkeftina li Şengalê, serkeftina li Zapê ye’
09:11 ‘Xeta hevkariyê zirarê dide destkeftiyên gelê kurd’
09:10 Ji girtiyê 30 salan re pirsa ‘poşmantiyê’ kirin: Berdana wî 3 mehan hate taloqkirin
09:09 Biryara Îstînafê: Tevlîbûna cenazeyê endamê rêxistinê ne sûc e
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2022'YAN
15/05/2022
22:09 Li Amedê 2 kes hatin binçavkirin
21:35 Li Dêrsimê kesek hate girtin
21:25 Kujerê Sakîne Kultur hate girtin
21:01 Dayika Aştiyê Turkiya Îldem jiyana xwe jidest da
20:47 Zarok Ma’yê bi zarokan re Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
20:24 Şaredariya AKP’î konsera Dogan betal kir
20:06 Eceyê ku di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da bi girseyî hate definkirin
19:14 Li Amedê daxuyaniya hevpar hate dayîn: Divê kurdî bibe zimanê perwerdeyê
17:56 Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî bi coş hate pîrozkirin
17:27 Ji ber kuştina Kultur 3 kes hatin binçavkirin
17:16 Encamên 9'emîn pêşbirka Arjen Arî diyar bûn
16:52 Kurd ji bo zimanê xwe li qadan e
15:41 Panela Hiquq û Ziman: Divê em zimanê xwe teslîmî zarokan bikin
14:37 Li Bestayê dîmenên talanê hatin kişandin
14:11 Ji Ciwanên Xwendekar ên Welatparêz komxebata rêxistinkirinê
13:50 Ciwanên HDP'î bi şahiyekê hatin cem hev
13:17 Ji ber dorpêça leşkeran 35 mal ji gund derketin
12:13 Bîlançoya mehekî ya Şerê li Başûr
11:25 Qeyûm parqa ku ji jinan re hatibû veqetanadin kir cafe
11:13 Malbata Şenyaşar banga vekirina doza nexweşxaneyê kir
10:51 Li Duhokê agir bi wargeha êzidiyan ket
10:47 Di qada cemaweriyê de kurdî tuneye!
09:30 Qedexeya zozanan û bihabûnê pişta sewalvaniyê şikandine
09:29 Midûrên biqusûr ên Melîh Gokçek anîne Mêrdînê
09:28 Dengbêjên jin: Duh tahdeya mêr, îro jî ya dewletê
09:16 Malbatên dest ji cerdevantiyê berdan: Wan çekên xwe deynin û dev ji bêbextiyê berdin
09:15 Ji dayikên berxwedêr ên Şengalê Kinê Xidir: Em ê Şengalê bo xayînan nehêlin
09:14 Ji mala şewitî têkoşîn û wêneyek wî ma
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2022'YAN
14/05/2022
22:11 Li Silopiyayê jinek hat qetilkirin
21:57 Li Ewropayê êriş hatin şermezarkirin
21:12 Li Amedê dê 'Meşa Ziman' bê lidarxistin
20:20 Li Amedê esnafekî xwe kuşt
19:15 Dîwana Zarokan a Ma Musîcê 15'ê Gulanê pîroz kir
18:49 Farqînê Serê Gulanê pîroz kir
18:30 Cejna Zimanê Kurdî bi çalakiyên cur bi cur tê pîrozkirin
18:00 Polîsan cenazeyê Aysel Doganê revand
16:21 Saziyên çand û ziman: Werin em ji bo ziman, çand û welatê xwe bibin xelek
16:14 Cerdevan li baregehên xwe bêserûber guleyan li derdorê direşînin
16:05 Girtiyê nexweş bi hinceta ‘qawîşa girtiyan’ tune ye nehat emeliyatkirin
16:04 'Divê ku berxwedana li dijî asîmîlasyonê berdewam bike’
15:45 Ji bo girtiyê nexweş Yagmakan banga berdanê hat kirin
15:26 ‘Bila girtiya nexweş Ekîm Polat bê dermankirin’
15:08 ÎHD’ê xwest kujerên xwendekarên zanîngehê bên cezakirin
15:03 Girtiyê nexweş Abdullah Ece kelemçekirî hatiye tedawîkirin!
14:52 Şerê li Çiyayê Gabar dijwar bû
14:43 Dayikên Şemiyê xwestin ku faîlên Orhan bên darizandin
14:29 Polîsan êrişî merasîma cenazeyê Aysel Dogan kir
14:21 Li Amedê TUHAY-DER’ê kongreya xwe li dar xist
14:04 Xizmên Windayan xwestin kujerên Avşar û Ozalp bên dîtin
13:45 Banga Rêya Sêyemîn li hêzên demokrasiyê kirin
13:24 Girtiyê nexweş Abdullah Ece jiyana xwe ji dest da
13:09 HDP’ê Konferansa Herêma Egeyê li dar xist
12:32 Hevalê qawîşê yê Çar Şoreşgeran: Rewşa îro ji ya wê demê talûketir e
12:27 KNK'ê banga xwedî derketina perwerdehiya bi kurdî kir
12:12 Temel: Divê Ocalan bigihîje azadiya xwe
11:34 Bîrkîlî: Tirkiye peymanên ziman binpê dike
11:13 Malbata Şenyaşar: Em ji we ne nêzikatiyeke cuda lê edaletê dixwazin
10:53 Jîno Reşîd: Divê jinên kurd li dijî êrişan têkoşîna xwe mezintir bikin
09:43 Xelkê Amedê: Werin em di 15’ê Gulanê de ji bo zimanê xwe bi hev re bimeşin
09:25 Cerdevanê ku ji qada şer vegeriya: Gelek leşker tên kuştin
09:08 Ji Azadiya Welat hînî kurdî bû û îro jî mamoste û nivîskar e
09:07 Jinên li dijî bişaftinê li ber xwe didin: Zimanê me nasnameya me ye
09:06 Ji bo Hatîce Ay a 73 salî axaftina bi kurdî helwesteke polîtîk e
09:05 Jinên TJA'yî: 40 sal in em nebûne aliyê têkçûyî, em ê cardin bi ser bikevin
09:05 Di 28 mehan de 24 êrişên bi SÎHA'yan: 31 mirî, 35 birîndar
09:04 Heso Îbrahîm: PDK û Tirkiye ji statûya Şengalê ditirsin
09:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2022'YAN