Ji mala şewitî têkoşîn û wêneyek wî ma

  • rojane
  • 09:14 15 Gulan 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Yek ji pêşengê têkoşîna kurd Huseyîn Gunduz ê ku 30 sal beriya niha teslîmiyet qebûl nekir û jiyana xwe ji da, mal û bîranîn wî hatine şewitandin. Tenê wêneyê wî yê ku di girtîgehê de girtiye maye. Wêneyê wî ku bi kadroyên PKK'ê re girtiye niha jî li heman odeyê daliqandî ye. 
 
Di salên 1980’î de bi dehan pêşengên têkoşîna gelê kurd li Tirkiyeyê hatin girtin. Pêşengên ku hatin girtin jî hemû li Zindana Amedê ya ku bi îşkenceya hovane tê zanîn hatin ragirtin. Yek ji van girtiyan jî Huseyîn Gunduz ê 45 salî bû. Gunduz, li gundê Girgewrê yê bi ser navçeya Silopiyaya Şirnexê ve di sala 1980'î de hat girtin. Gunduz ê ku 6 zarokên wî hebûn, di girtîgehê de rastî hemû rêbazên îşkenceyê tê. 7 salan bi damezrînerên PKK'ê yê weke Sakîne Cansiz re jî di heman girtîgehê de dimîne. Gunduz ê ku di sala 1990'an de ji girtîgehê de derdikeve vê carê jî rastî zext û gefan tê. Gunduz ê ku teslîmiyetê qebûl nake, li gund xwe di stargehekî de vedişêre. Lê di sala 1993'yan de bi sedan leşker diavêjin ser gund û leşker dixwazin ku Gunduz teslîmî wan bibe. Lêbelê Gunduz vê daxwaza dewletê qebûl nake û mayinê bi xwe ve diteqîne. Gunduz ê ku jiyana xwe ji dest dide vê carê jî leşker nahêlin ku cenazeyê wî yê perçe bûyî ji hêla malbatê ve bê rakirin. 
 
EW WÊNE LI ODEYÊ DALIQANDÎ YE 
 
Mala Gunduz tê şewitandin û hilweşandin.Gundî perçeyên Gunduz kom dikin û li goristana gund defin dikin. Bîranînên ku Gunduz ji zarokên xwe re hiştine jî yek bi yek tên şewitandin. Lê belê di nava wan bîranînên ku dişewitinin de tenê wêneyek dimîne, ew jî ew wêne yê ku Gunduz di girtîgehê de bi hevalên xwe re girtiye. Di ser bûyerê re 30 sal derbas bûn, lê ew wêneyê ku Gunduz bi hevalên xwe re di girtîgehê de girtiye, niha jî li dîwarê odeyê ve daliqandî ye. 
 
'BAVÊ MIN TESLÎMIYET QEBÛL NEKIR' 
 
Keça Huseyîn Gunduz, Fatma Gunduz (40) diyar kir ku di wan salan de her tim zext û gefên dewletê li ser wan hebûn û wiha got: “Bavê min teslîmiyetê qebûl nekir û di ber têkoşîna pê bawer bû de jî jiyana xwe ji dest da. Beriya bavê min bê girtin, gef lê hatine xwarin. Piştî ku bavê min hat girtin 7 salan di girtîgehê de ma. Îşkenceyeke gelek mezin li girtiyên Zindana Amedê dihat kirin. Diranên wî hatibûn şikandin. Her wiha bi ceyranê îşkence lê kiribûn. Her cûre îşkence li wan kirine. Piştî ku hat berdan jî her gef lê dihatin xwarin. Ji ber ku teslîm nebe bavê min xwe vedişêrê. Mal û gundê me her tim di dorpêça leşkeran de bû. Her roj bi ser mala me de digirtin. Digotin, 'Heke ku teslîm nebe, em ê gund bişewitinin'. Bêbextî lê dihat kirin. 
 
Bavê min hevalek dost bû û tim bi hevalên xew re tiştan parve dikir. Bavê min bo neyê girtin xwe di stargehekî de vedişartibû. Li ser mala me de girtin û me got ne li malê ye. Her wêne û kincên bavê min birin û şewitandin. Dora seat didoyê nîvro hin hêzên leşkerî ji Amedê hatin. Ji bo teslîm girtina bavê min hatibûn. Ji Silopiya heta ku gund karwana wesayitên leşkeran dirêj bûbû. Hemû tîmên taybet bûn û avêtin ser mala. Mala me hemû komkirin û agir berdanê. Piştî ku ketin hewşa malê de stargeha ku bavê min xwe tê de diveşart dîtin. Me wisa fikirî ku bavê min xwe rizgar kiriye. Lê wisa nebû. Li ser stargehê de girtin. Li dijî vê di navbera wan û bavê min de şer derket. Bavê min teslîmiyet qebûl nekir û mayinê bi xwe ve teqand." 
 
DI NAV MALA ŞEWITÎ DE TENÊ WÊNEYEK DIMÎNE! 
 
Gunduz diyar kir ku ji bo wergirtin û veşartina cenaze û şîna bavê wê gelek astengî hatibûn derxistin û got: “Kî bihata şîna bavê min dihat girtin û îşkence lê dihat kirin. Piştî ku mala me şewitandin û bavê min kuştin, ji me re tenê ev wêneyê wî yê ku di Zindana Amedê de kişandibû ma. Tu wêneyên wî ji me re neman. Di nav tiştên mala me ya şewitandî de tenê ev wêneye ji me re ma. Ew jî me mezin kir û bi diwarê odeyê ve daliqand."  
 
‘TÊKOŞÎNA BAVÊ XWE DIDOMÎNIM’ 
 
Gunduz da zanîn ku piştî ku bavê wê di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest da wê jî di nav têkoşînê de cihê xwe girt û wiha got: "Min xwest ala têkoşîna bavê xwe hildim. Ez ê her têkoşîna bavê xwe û doza Kurdistanê bidomînim.” 
 
'SAL GUHERÎN, LÊ HEMAN ÎŞKENCE DIDOME'
 
Gunduz bal kişand ser îşkenceya ku niha li girtîgehan tê kirin û da zanîn ku hê jî li girtîgehan îşkence û zilm didome û got: "Hê jî ji girtîgehan cenaze derdikevin. Sal û dinya guherîn lê heman hişmendî û heman îşkence didome. Tu guhertinek çênebûye.” 
 
MA / Zeynep Durgut 
 

Sernavên din

19/05/2022
10:10 Qeyûm avahiya şaredariyê da ber firotinê
09:48 ‘Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin’
09:47 Dayika ku du zarokên xwe winda kirî: Divê Tirkiye xwe ji xaka Kurdistanê vekişîne
09:39 Dayikên zarokên wan jiyana xwe ji dest dane: Em wan ji Roboskî û Cizîrê nas dikin
09:32 Erdogan Emîr li Amedê konser li dar xist
09:16 Parêzer Ezer: Biryara Şûraya Dewletê destkeftiyeke têkoşîna jinê ye
09:15 Rêxistinên Ciwanan: Dê ev êriş jî bi ser nekevin
09:13 ‘Me gelek ciwan ji tiryakê xelas kirin'
09:13 Xwendekar ji ber bihabûna bilêtan nikarin biçin cem malbatên xwe
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2022'YAN
18/05/2022
23:39 Hinek Henek bi 5 skecên ji hev xweştir derket pêşberî temaşevanan
22:54 Çalakiya KHK'iyan di hefteya 212'an de ye
20:43 Polîsan avêt ser mala dayika Egît Îpek
20:28 'Meseleya kurdî bi operasyonan çareser nabe'
20:14 Li Geverê 3 kes hatin berdan
16:48 Xizmên girtiyan: Bila ev zilm bi dawî be
16:25 Iraq, ji bo ku Tirkiye ji axa wan derkeve li NY’yê gilî kir
16:21 Cenazeyê 3 leşkeran anîn Geverê
15:58 Şehîdên Meha Gulanê li Amedê hatin bibîranîn
15:54 Sal û 6 meh ceza li rojnameger Çapan birîn
15:47 Dayikên Aştiyê beraet bûn
15:31 DBP, HDP, TJA û Hewldana 78'an çûn serdana Malbata Şenyaşar
15:30 Projeya HES'ê ya ser çemê Sortkîn hat betalkirin
14:55 Bertek nîşanî gefa li Çobanoglu yê ÎHD’î hatiye xwarin dan
14:32 ‘Hovîtî û îşkenceya 12’ê Îlonê bi AKP’ê berdewam dike’
14:16 Malbatên girtiyan li pêş ATK’ê ne: Em di daxwazên xwe de bi israr in
14:13 Xizmên girtiyan pêşniyara dadger a HAGB'ê red kir
13:52 Polîsê ku Cîhan Can kuştibû ji sedî sed bi qisûr hat dîtin
13:39 Alî Çîçek li ser gora xwe hate bibîranîn
13:39 Çar Şoreşgerên Kurd hatin bibîranîn
13:25 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 436'emîn de didome
12:45 AYM’ê mafê jiyanê neparast!
12:33 Ev du sal in dîmenên ‘îşkenceya Xelfetiyê’ tên lêkolînkirin!
12:32 Walitiya Mûşê 13 herêm qedexe kirin
12:24 Şaredarê ku got, 'ez dewlet im' deriya mala welatiyekê mor kir
12:13 Îbrahîm Barkin hewl daye ku hevjîna xwe ya dest ji hev berdane qetil bike
11:08 Xwişka Ferhan Yilmaz: Kesên birayê min qetilkirin hêj jî li ser peywîrê ne
11:02 Emrê xwe bi têkoşîna li dijî dewleta ku navê wê lê hatibû kirin derbas kir
10:58 Bayindir: Em êrişan dikarin bi yekrêziyê têk bibin
10:54 Li çiyayê Agirî operasyon dest pê kir
10:34 Polisan ji ber kesên lê digeriyan nedîtin xwediyê malê binçav kirin
10:19 Necar ji ber krîza aborî yek bi yek dikanên xwe digirin
10:04 Pêşmergê 26 salan: Bila nebe sedemê hilweşandina bingeha me daniye
09:52 Dayikên cizîrî: Erdogan çi bi serê me anî be dê wê bi serê Barzanî jî bîne
09:24 Kê îtirafkarê Doza Kobanê 'qaneh' kiriye?
09:09 Hatîmogûllari: Tirkiye dixwaze 'kemereke erebî' ya di bin kontrola xwe de çêbike
09:08 ‘Gelê kurd gere tu carî Hakî Karer ji bîr neke'
09:06 Semra Kûytûl: Îstixbarat sîxûrtiyê li endamên me ferz dike
09:06 Rûxandina li Ben û Senê tomar kirin: Wêne polîtîk e
09:00 ROJEVA 18'Ê GULANA 2022'YAN
17/05/2022
22:10 Li Bedlîsê konsera bi kurdî hat betalkirin
19:43 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyeyê bi dawî bû
19:29 Ji bo Sakîne Kulter û Remziye Apaydin daxuyanî
18:59 EMEP dê atolyeya zimanê kurdî li dar bixe
16:49 Îpek û Kilavûz hatin berdan
16:48 Qedexeya konsera Aynûr Dogan bi 'Dar Hêjîrokê" şermezar kir
16:48 'Girtiyên nexweş terkî mirinê kirin’
16:31 Jinan bertek nîşanî qetilkirina Kultur dan: Em ê hesabê ji wan bipirsin
16:06 Ji ber ku ji Soylû re got: 'Tu yê jî bêyî darizandin' hat binçavkirin
15:50 Nobeta Edaletê: Bihêlin ku zarokên xwe em tedawî bikin
15:38 Komîsyona Windayan a ÎHD’ê banga hevrûbûnê li dewletê kir
15:24 Siyasetmedarek li Semsûrê hate girtin
14:31 Li herêma Egeyê hezar û 447 binpêkirin hatine kirin
14:29 Ava gundê Misûrî yê Dêrikê 7 rojan hatiye birîn
14:19 Li Geverê du bira hatin binçavkirin
14:04 Bûldan: Wê zilma we negihîje tu encamê
13:38 Li Şirnexê 3 kes hatin girtin
13:38 Dozger xwest rojnamevan Yalçin bê cezakirin
13:30 Ciwan li zozanan kevneşopiya xwe didomînin
13:27 Tayîp Temel: Em bi xwe bawerin û em ê bi ser kevin
13:16 Li Silopiyayê zarokek bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
13:15 Doza Hevşaredara Farqînê hat taloqkirin
13:09 Li Îzmîrê jinekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
11:59 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:53 Malbata Şenyaşar: Avêtina gava duyemîn hat astengkirin
11:32 Delegeyên jin: Çareserî di têkoşîna rêxistinbûyî de ye
11:23 Girseya HDP’ê li dijî nokteya polîsan derket û rê li trafîkê girt
11:13 Li Mêrdînê 3 kes hatin binçavkirin
10:45 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Til Rifatê kir
10:37 Berwarî: Kê maf da ye rêveberên Başûr ku leşkerên dagirkeran bînin ser xaka me?
10:35 Xetimandina kanalîzasyonê xelkê taxê bêzar kiriye
10:13 Cerdevan Bestayê talan dikin!
09:52 Jinên Silopiya: Li herêmê hêzên paramîlîter jinên kurd dikujin
09:40 Berdevka TAJÊ’yê: Jinên êzdî dê xewn û xeyalên dijmin di qirika wan de bihêlin
09:39 Dewleta tirk hevjînê wê, PDK’ê birayê wê qetil kir: Di dinyayê de ez ê wan efû nekim
09:33 Bertek nîşanî derketina cenazeyan a ji girtîgehan dan: Xwe bêdeng nekin
09:19 Têkoşîna hevpar a jinan a li dijî şer: Pêdivî bi çalakkirina BÎG'ê heye
09:13 Li Bestayê xweza tê talankirin: Cerdevan qadên jiyana me tune dikin
09:07 Bêyî GBT'ê nikarin biçin gundê xwe
09:05 Serokê Baroya Êlihê: Em ê her tim ji bo mafên mirovan bixebitin
09:03 Projeya Çîrokê: Çîrokên kurdî bi rêya enstrumanan vedibêjin
09:01 Neguhêzbara Şaredariya Rezanê dewrî Serokatiya Ragihandinê kirin
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2022'YAN
08:40 Cenazeyê Demîr li Êlihê hate veşartin
16/05/2022
23:23 Amedsporê ji play-offê xatir xwest
19:23 Makbûle û Hadî Ozer birin nexweşxaneyê
19:01 Li Çiyayê Cûdî tevgera helîkopteran
18:56 Li Nexweşxaneya Geverê liv û tevgera helîkopteran
18:48 ARÎ-DER'ê tevî zarokan Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
18:40 Di doza Gultekînê de dadgehê cardin biryar neda