Hevalê Çaran ê qawişê: Ji bilî berxwedanê tu rê nînin

  • rojane
  • 09:35 16 Gulan 2022
  • |

MÊRDÎN - Siyasetmedarê kurd Ferhan Turk, destnîşan kir ku li dijî îşkence û zilma li Zindana Amedê berxwedaneke mezin hebû û têkildarî çalakiya Mazlûm Dogan, Çaran û Rojiya Mirinê ya Mezin wiha got: “Kurdan nîşanî cîhanê dan ku dikarin li ber xwe bidin.”   

Zindana Hejmara 5’an a Amedê ku di dîroka Tirkiyeyê de serdemeke herî tarî ye di dema Cûntaya Leşkerî ya 12’ê Îlonê bûbû navenda, mûameleya xerab, cinayet û navenda darvekirinê, bi berxwedana qadroyên pêşeng ên PKK’ê derbasî dîrokê bû. “Çarên” ku li dijî îşkence û mûameleya nebaş bûn sembola berxwedanê, beriya 40 salan di 17’ê Gulana 1982’yan de xwe şewitandin. Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner, di dema çalakiya ku li qawişa 33’yemîn de li dar xistin bi gotinên “Agirî gur bikin, kesê avê pê de bike xiyanetkar e” di rûpelên dîrokê de cihê xwe girtin. Kûrtay, Anyik, Zengîn û Oner bi çalakiyên xwe bûn sembola berxwedana Zindana Hejmara 5’an a Amedê û li pişt xwe ev gotinên ku bûne armanca çalakiya wan hiştin: “Ev çalakî divê bigihe gel. Çalakî berdewamiya çalakiya hevalê Mazlûm e. Em peyhatiyên Mazlum in, divê çalakî rast were fêmkirin. Çalakiyeke ku li dijî xiyanet, teslimiyet û zextan hatiye kirine.” 
 
Siyasetmedarê kurd Ferhan Turk ku bi Çaran re di Zindana Amedê de ma û îşkenceyên giran lê hatin kirin, Çaran û ew roj vegotin û têkoşîn û berxwedana ku heta van rojan hat nirxand. 
 
 
WÊREK Û BIBAWER BÛN
 
Turk, diyar kir ku bi Çaran re di zindanê de maye, bi Ferhat Kûrtay re dema li derve bi hev re xebitî ne û wiha got: “Ferhat hevalekî mutewazî, wêrek û zana bû. Dema cara ewil me hev nas kir endezyarê ceyranê bû. Ceyran dibir gundan. Me wê demê hev nas dikir û em di karên ceyranê de dibûn alîkarê wî. Em çiqas bawerî, fikir, rêhevaltî, mirovatiya Ferhat vebêjin jî kêm dimîne.” Turk, da zanîn ku di dema zindanê de Necmî Oner berpirsyarê qawişa wan bû û wiha berdewam kir: “Hevalekî gelek paqij bû. Rê nîşanî me dide.” Turk, bi lêv kir ku dema Mahmût Zengîn girtin hêj nebûbû 18 salî jî û anî ziman ku Eşref Anyik jî mirovekî mutewazî û bibawer bû. 
 
KESAYET HEDEF HATE GIRTIN
 
Turk, diyar kir ku di zindanê de hovitiyeke mezin hebû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi awayekî aşkera ji me re digotin ‘Piştî Xwedê em tên. Xudayê vê derê jî em in. Em ê biryarê bidin ka kî dê bimire, kî dê bijî kî dê ceza bigire. Kes bi ser me de nîne. Ji ber ku gelek rayeyên me hene.’ Ev rêbazeke psîkolojîk bû. Hewl didan teslîm bigirin.”
 
Turk, da zanîn ku qawişa wan bi xwe qelebalix bû pişt re hate belavkirin û wiha domand: “Hewldanên teslîm girtina girtiyan zêde bûn. Dixwestin me bînin asteke wisa ku dema em derketin nikarin li rûyê malbatên xwe binêrin. Dixwestin kesayet û karaktere nehêlin.”
 
‘JI BILÎ BERXWEDANÊ TU RÊ NEBÛN’
 
Turk, bi lêv kir ku îşkenceyên gelek giran li wan hatin kirin, Ferhat Kûrtay her carê dixwest hakimê xwe bin û bi sohbetên di nava xwe de hêz didan hevûdu. Turk, anî ziman ku niqaş dikirin ku bi berxwedanê dikarin bikevin pêş zextan, ranzeyên di qawişa wan de ji daran bûn û pêvajoya biryar girtina çalakiya Çaran wiha vegot: “Me niqaş dikir ku em ranzeyan deynin ser hev û barîkatekê çêkin. Ji ber ku ji bilî berxwedanê tu rê nebûn. Her cara dihatin hundir zext hebûn. Ji xwe xwarin jî nebû. Her kes weke hestiyan lê hatibû. Firset nedidan ku mirov li ber xwe jî bide. Ji ber vê yekê Çaran ketin nava lêkolînekê de û plana dê çi bikin kirin. Ji me jî veşartin.”
 
EW ROJ VEGOT
 
Turk, da zanîn ku sibeya ku Çaran çalakiya xwe pêk bînin, her kesên li qawişê kom bûn û wiha pê de çû: “Mahmût av belav dikir. Av jî kêm bû. Ji min re got ‘tu dê vexwî?’ Min jî got ez venaxwim. Wî jî got ‘vexwe vexwe, pişt re ji ber te ava Mahmût venexwar poşman nebî’. Li ser vê yekê min got ez ê ji bo xatirê Hevalê Mehmûd vexwim. Di şeva bûyerê de şîret kirin. Moralê wan di cih de bû. Weke ku dê wê şevê tiştek çênebe tevdigeriyan. Qet diyar nekirin. Çalakiya xwe amade kiribûn. Demekî dirêj bû amadekariyên xwe dikirin. Xwe weke nobedar nivîsandibûn. Saeta ku çalakiya xwe bikin diyar kiribûn. Dema saet 4 bû û ez rabûm tofan rabibû. Heta wê rojê dirûşm nedihatin berzkirin. Lê wê rojê dirûşm hatin berzkirin, cam hatin şikandin. Gardiyanan xwe nêzî derî û vekirinê nedikirin. Difikirîn ku me serî hildaye. Min lê nêrî Ferhat di cihê xwe de nîne, min fêm kir ku yek ji wan Ferhat e. Min nekarî biçim ser wan. Min dengê Mahmût bihîst, fêm kir ku xwe şewitandiye. Di vê navberê de hevalan xwest agirî vemirînin lê gotinên ‘Ev çalakiyeke, me bi daxwaza xwe kir. Kî avê bi me de bike ew xiyanetkar e’ bilind bûn. Pişt re Adnan Yilmaz ew nîşeya wan li pişt xwe hiştî dît û xwend.”
 
AV BI AGIRÊ WAN GERIM BÛ
 
Turk, diyar kir ku piştî çalakiyê gardiyan ketin hundir, av bi wan de kirin, temamê qawişê di bin avê de ma û got: “Av bi agirê wan gerim bibû. Weke kalorîferê lê hatibû. Diviya bû sar bibûya. Çawa ev av gerim bibû matmayî mabûm.”
 
BIRYARA ÇALAKIYA ROJIYA MIRINÊ YA MEZIN
 
Turk, bi bîr xist ku piştî tiştên qewimîn hewl hate dayîn ku girtiyan yek bi yek bikin sîxur û anî ziman ku kesên ev yek qebûl nedikirin jî li pêş qawişê îşkence lê dihate kirin. Turk, bi lêv kir ku ji ber vê yekê hevalekî wan mirin tercih kir û zendên xwe birîn û bi gotinên “Piştî zendên xwe birîn kete bin ranzeyê. Lêgeriyan û dîtin. Ji binê ranzeyê xwîn dihat. Dema pirsa ‘te çima wisa kir?’ jê kirin wî jî got ‘ji bo ez îşkenceyê nebinim min wisa kir” asta îşkenceyê vegot. Turk, anî ziman ku pişt re Kemal Pîr û rêhevalên wî li dadgehê biryara rojiya mirinê girtin û wiha axivî: “Piştî vê biryarê îşkence dîsa hebû lê kêm bibû.”
 
‘BERXWEDANEKE MEZIN HEBÛ’
 
Turk, diyar kir ku ji ber derfetên wan kêm bûn, piştî demekî dirêj ji çalakiya Mazlum Dogan agahdar bûn û destnîşan kir ku piştî çalakiya Çaran û ketina rojiya mirinê ya Kemal Pîr û Akîf Yilmaz’an dewletê bîryardariya girtiyan ferq kir. Turk, bi lêv kir ku bi çalakiyên li pişt hev hatin dewletê fêm kir ku biryardariya girtiyan cidî ye. Turk, da zanîn ku piştî çalakiyan nermbûna wan ferq kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê rehet nedisekinîn. Dixwestin îşkenceyê bikin. Lê berxwedanê pêşî li îşkenceyan girt. Berxwedaneke mezin hate dayîn. Çalakiyan berdewam kir û bi serket in.”
 
BERXWEDANA KURDAN HATE DÎTIN
 
Turk, bi bîr xist ku weke girtiyan kesên dihatin serdanê jî bi îşkenceyê re rûbirû diman û wiha berdewam kir: “Çalakiyên dihatin kirin bandor li derve jî dikir. Heke ev berxwedan nebûya, wê zextên li ser kurdan bi serketibûna. Wê darbeya li dijî kurdan bi serketibûya. Ez difikirim ku wê kurdan dest ji xwe berdabûna. Dema ev çalakî çêbûn gelê kurd ji cîhanê re wiha gotin ‘mafên me yên mirovan hene, ji bo mafên xwe em dikarin li ber xwe bidin, çi ji destê me bê em ê bikin’. Em dikarin bibêjin nirxên mirovî yên vî gelî saya van çalakiyan li ser piyan man.”
 
KURD LI HER DERÊ LI BER XWE DIDIN
 
Turk, bal kişand ku îro jî hovîtiyeke mezin tê jiyîn û got: “Difikirin ku wê bi vê hovitiyê biserbikevin lê kurdan rêya xwe dîtiye. Dizane ku gelek e, mafên wî hene û nasname û zimanê xwe dizane.” Turk
Turk, da zanîn ku kurd ne xwediyê nifûseke ku mirov li ber çavan negire ye û anî ziman ku kurd carna ji bo dewletê weke “bira” tên binavkirin, carna jî weke “şirîk” tên binavkirin, lê zilm û îşkence jî kêm nabe.
 
Turk, têkildarî êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê li Herêma Kurdistana Federe dane destpêkirin jî wiha got: “Yekitiya Ewropayê, Amerîka û Rûsya jî dizanin têkoşîna gelê kurd têkoşîneke mafdar e lê li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin.” Turk, bi lêv kir ku hemû nêzîkatiyên li dijî gelê kurd di bingeha berjewendiyan de ne û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Tevî her tiştî kurd li her derê li ber xwe didin. Hêvî dikim ku rojekê gelê tirk jî bifikire ku ‘kurd şerê çi dikin’.”
 
MA / Ahmet Kanbal

Sernavên din

16/05/2022
18:56 Li Nexweşxaneya Geverê liv û tevgera helîkopteran
18:48 ARÎ-DER'ê tevî zarokan Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
18:40 Di doza Gultekînê de dadgehê cardin biryar neda
16:46 Cenazeyê Remziye Apaydin hat dîtin
16:45 Jin li Silopiyayê ji bo Sakîne Kultur meşiyan
16:35 Li Wanê meşa 15'ê Gulanê: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî
16:11 Konferansa Jinan a HDP'ê li herêman didome: Em di azadiyê de bi israr in
15:21 Dema binçavkirinê ya 25 kesan hate dirêjkirin
14:53 Onlu yê HDP’î: Heke Soylu li terorîstekî bigere bila ji ewil li xwe binêre
14:52 Brûskê li karikan da û gelek karik mirin
13:46 Li Colemêrgê protesto: Em ê vê derê ji barbaran re nehêlin
13:41 Malbata Şenyaşar: Bila fezlekeya Yildiz ê AKP'î ji meclisê re bê şandin
13:34 Doza ku Bayraktar li rojnamevan vekiribû hat lidarxistin
13:34 Di danişîna cînayeta Hantaş de daxwaza ji bo girtina polîs hate redkirin
13:07 Bahoza tozê ya ji Bexdayê tê tesîrê Colemêrgê kir
12:59 Makbule Ozer: Dibe ku her kêlî ez li vir bimirim!
12:32 Şandeya HDP’ê ya ji Iraqê vegeriyayî: Hemû kes hemfikir e ku pirsgirêk bi şer çareser nabin
12:30 Onlu: Yên ku lanetê li Îsraîlê barandin, heman lanete li Dêrsimê nîşan dan
12:23 Kujerê Kultur karmendê dewletê ye û têkiliyên wî bi AKP'iyan re hene
12:01 Serpêhatiya berxwedêriya çinarek sedsalî: Yadê
11:32 Apê Şêx bi kilaman komkujiya Bêzar nade jibîrkirin
11:04 Îhaleya talankirina darên Gabarê dan rêveberên AKP-MHP’ê
11:00 Abdullah Ece bi hêceta ‘dê biçe Qendîlê’ nehatiye berdan
10:43 Xiyaneta mezin a PDK’ê: Komkujiya Hewlêrê
10:39 Jinên mezraya Mêrganê: Agir jî berdin bedena me em ê gundê xwe bernedin
09:56 Rênas Jiyan: Dewletên serdest zimanê me pir êşandin, divê em jî zimanê xwe neêşînin
09:35 Hevalê Çaran ê qawişê: Ji bilî berxwedanê tu rê nînin
09:11 ‘Serkeftina li Şengalê, serkeftina li Zapê ye’
09:11 ‘Xeta hevkariyê zirarê dide destkeftiyên gelê kurd’
09:10 Ji girtiyê 30 salan re pirsa ‘poşmantiyê’ kirin: Berdana wî 3 mehan hate taloqkirin
09:09 Biryara Îstînafê: Tevlîbûna cenazeyê endamê rêxistinê ne sûc e
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2022'YAN
15/05/2022
22:09 Li Amedê 2 kes hatin binçavkirin
21:35 Li Dêrsimê kesek hate girtin
21:25 Kujerê Sakîne Kultur hate girtin
21:01 Dayika Aştiyê Turkiya Îldem jiyana xwe jidest da
20:47 Zarok Ma’yê bi zarokan re Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
20:24 Şaredariya AKP’î konsera Dogan betal kir
20:06 Eceyê ku di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da bi girseyî hate definkirin
19:14 Li Amedê daxuyaniya hevpar hate dayîn: Divê kurdî bibe zimanê perwerdeyê
17:56 Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî bi coş hate pîrozkirin
17:27 Ji ber kuştina Kultur 3 kes hatin binçavkirin
17:16 Encamên 9'emîn pêşbirka Arjen Arî diyar bûn
16:52 Kurd ji bo zimanê xwe li qadan e
15:41 Panela Hiquq û Ziman: Divê em zimanê xwe teslîmî zarokan bikin
14:37 Li Bestayê dîmenên talanê hatin kişandin
14:11 Ji Ciwanên Xwendekar ên Welatparêz komxebata rêxistinkirinê
13:50 Ciwanên HDP'î bi şahiyekê hatin cem hev
13:17 Ji ber dorpêça leşkeran 35 mal ji gund derketin
12:13 Bîlançoya mehekî ya Şerê li Başûr
11:25 Qeyûm parqa ku ji jinan re hatibû veqetanadin kir cafe
11:13 Malbata Şenyaşar banga vekirina doza nexweşxaneyê kir
10:51 Li Duhokê agir bi wargeha êzidiyan ket
10:47 Di qada cemaweriyê de kurdî tuneye!
09:30 Qedexeya zozanan û bihabûnê pişta sewalvaniyê şikandine
09:29 Midûrên biqusûr ên Melîh Gokçek anîne Mêrdînê
09:28 Dengbêjên jin: Duh tahdeya mêr, îro jî ya dewletê
09:16 Malbatên dest ji cerdevantiyê berdan: Wan çekên xwe deynin û dev ji bêbextiyê berdin
09:15 Ji dayikên berxwedêr ên Şengalê Kinê Xidir: Em ê Şengalê bo xayînan nehêlin
09:14 Ji mala şewitî têkoşîn û wêneyek wî ma
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2022'YAN
14/05/2022
22:11 Li Silopiyayê jinek hat qetilkirin
21:57 Li Ewropayê êriş hatin şermezarkirin
21:12 Li Amedê dê 'Meşa Ziman' bê lidarxistin
20:20 Li Amedê esnafekî xwe kuşt
19:15 Dîwana Zarokan a Ma Musîcê 15'ê Gulanê pîroz kir
18:49 Farqînê Serê Gulanê pîroz kir
18:30 Cejna Zimanê Kurdî bi çalakiyên cur bi cur tê pîrozkirin
18:00 Polîsan cenazeyê Aysel Doganê revand
16:21 Saziyên çand û ziman: Werin em ji bo ziman, çand û welatê xwe bibin xelek
16:14 Cerdevan li baregehên xwe bêserûber guleyan li derdorê direşînin
16:05 Girtiyê nexweş bi hinceta ‘qawîşa girtiyan’ tune ye nehat emeliyatkirin
16:04 'Divê ku berxwedana li dijî asîmîlasyonê berdewam bike’
15:45 Ji bo girtiyê nexweş Yagmakan banga berdanê hat kirin
15:26 ‘Bila girtiya nexweş Ekîm Polat bê dermankirin’
15:08 ÎHD’ê xwest kujerên xwendekarên zanîngehê bên cezakirin
15:03 Girtiyê nexweş Abdullah Ece kelemçekirî hatiye tedawîkirin!
14:52 Şerê li Çiyayê Gabar dijwar bû
14:43 Dayikên Şemiyê xwestin ku faîlên Orhan bên darizandin
14:29 Polîsan êrişî merasîma cenazeyê Aysel Dogan kir
14:21 Li Amedê TUHAY-DER’ê kongreya xwe li dar xist
14:04 Xizmên Windayan xwestin kujerên Avşar û Ozalp bên dîtin
13:45 Banga Rêya Sêyemîn li hêzên demokrasiyê kirin
13:24 Girtiyê nexweş Abdullah Ece jiyana xwe ji dest da
13:09 HDP’ê Konferansa Herêma Egeyê li dar xist
12:32 Hevalê qawîşê yê Çar Şoreşgeran: Rewşa îro ji ya wê demê talûketir e
12:27 KNK'ê banga xwedî derketina perwerdehiya bi kurdî kir
12:12 Temel: Divê Ocalan bigihîje azadiya xwe
11:34 Bîrkîlî: Tirkiye peymanên ziman binpê dike
11:13 Malbata Şenyaşar: Em ji we ne nêzikatiyeke cuda lê edaletê dixwazin
10:53 Jîno Reşîd: Divê jinên kurd li dijî êrişan têkoşîna xwe mezintir bikin
09:43 Xelkê Amedê: Werin em di 15’ê Gulanê de ji bo zimanê xwe bi hev re bimeşin
09:25 Cerdevanê ku ji qada şer vegeriya: Gelek leşker tên kuştin
09:08 Ji Azadiya Welat hînî kurdî bû û îro jî mamoste û nivîskar e
09:07 Jinên li dijî bişaftinê li ber xwe didin: Zimanê me nasnameya me ye
09:06 Ji bo Hatîce Ay a 73 salî axaftina bi kurdî helwesteke polîtîk e
09:05 Jinên TJA'yî: 40 sal in em nebûne aliyê têkçûyî, em ê cardin bi ser bikevin
09:05 Di 28 mehan de 24 êrişên bi SÎHA'yan: 31 mirî, 35 birîndar
09:04 Heso Îbrahîm: PDK û Tirkiye ji statûya Şengalê ditirsin
09:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2022'YAN