Abdullah Ece bi hêceta ‘dê biçe Qendîlê’ nehatiye berdan

  • rojane
  • 11:00 16 Gulan 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Girtiyê nexweş Abdullah Ece yê 73 salî bi koronayê ketibû û jiyana xwe ji dest dabû. Malbata Ece diyar kir ku girtîgehê bi hêceta “em te berdin tu yê biçî Qendîlê” wî bernedane û dê dest ji têkoşîna doza xwe bernedin. 
 
Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehên Tirkiye û bajarên Bakurê Kurdistanê hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Ji van girtiyên nexweş 604 jê rewşa wan giran e. Li gorî daneyên Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) jî di çileya 2022’yan de herî kêm 17 girtiyan jiyana xwe ji dest daye. Girtiyên nexweş ên li girtîgehan roj bi roj rewşa wan girantir dibe, tevî hemû hewldanan jî nayên berdan, girtiyên nexweş ên li ber mirinê bi demborî tên berdan. Yek ji wan jî Abdullah Ece ye ku di 14'ê gulanê de ji girtîgehê rakiribûn nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. 
 
Abdullah Ece (73) di sala 2020'an de bi îdiaya “Alîkariya rexistinê kiriye” 2 sal ceza lê tê birîn. Ece piştî ku hat girtin ew birin Girtîgeha Kiriklara Bucaya Îzmîrê. Tevî ku temenê wî mezin bû jî nehat berdan. Malbata Ece ya ku di 10'ê hezîranê de li benda berdana wî bû, di 14'ê gulanê de jiyana xwe ji dest da. Mehek mabû ji girtîgehê derkeve, xemsariyê wî şand mirinê.  
 
Kurê wî Osman Ece derbarê rojên dawî yên girtina bavê de agahî da û diyar kir ku bavê wî ji ber temenê xwe yê mezin gelek caran ji bo ji girtîgehê derkeve serî li girtîgehê daye û ji girtîgehê jê re gotiye “Em te berdin tu yê biçî Qendîlê.” Ece, anî ziman ku hemû serlêdanên wan bêencam mane û bavê xwe cara dawî di 1'ê nîsanê de dîtiye. Ece diyar kir ku di 4'ê nîsanê de di pêwendiya telefonê ya ku bi bavê xwe re kiriye girtîgehê gotiye ku bavê wî bi vîrûsa koronayê ketiye û wiha gotiye: “Bavê we di 28'ê adarê de ji ber nexweşiya sînga xwe çûye nexweşxaneyê û ji wir bi vîrûsa koronayê ketiye." 
 
'EM TE BERDIN TU YÊ BIÇÎ QENDÎLÊ' 
 
Ece, diyar kir ku bavê wî bi zanebûn nehatiye berdan û wiha axivî: "2 sal beriya niha bavê min hat girtin. Me gelek caran jî daxwazname dan û di her daxwaznameyekî de jî got ku keseke exiyare û nikare di girtîgehê de bimîne. Jixwe di wê pêvajoya ku hatiye girtin jî neheqî lê hat kirin. Girtina wî ji binî neheqî ye. Ji bo girtina wî tu tişt di destê wan de nebû. Ji xwe wê di 10'ê hezîranê de bihata berdan. Di 4'ê nîsanê bi koronayê ketiye. Dema ku em li girtîgeh jî geriya ji me re gotin, 'Bi koronayê ketiye lê rewşa wî baş e'. Roja pêncşemê hevdîtina wî hebû û roja yekşemê jî li me geriya û em pê re axivîn. Piştre me tu agahî jê ne girtin. 8'ê adarê jî ji ber nexweşiya singa xwe wî birine nexweşxaneyê. Em ji wê bi guman in. Çimkî di 1'ê mehê de em çibûn hevdîtinê. Di navbera çend rojan de ev nexweşî derket. Di 10'ê mehê de em li girtîgehê geriyan û em hînbûn ku nexweş e. Ji me re gotin rewşa wî ne giran e. Ji xwe bavê min jî gotibû, 'Di destpêkê de ez nebaş bûm, lê niha ez başim'. Em ji bo ku bê berdan ketin nav hewlêdanan û bavê min bi xwe jî ji bo ku bê berdan kete nav hewlêdanan û ji girtîgehê re gotibû, 'Ez dixwazim remezanê û cejnê di nav zarokên xwe de derbas bikim'. Lê dîsa red kirin û ev daxwaza wî nehat qebûlkirin. Ji wî re gotin, 'Em te berdin tu yê biçî Qendîlê'. Heta ku neyên ber mirinê bernadin. Naxwazin ku ji derve nefesekî bistînin. Ev tişt li dijî însaniyetê ye. Ev tişt ne hiqûqî ye. Ev ne yek û ne dido ye. Gelek girtî bi vî rengî derketin. Divê ku em rabin ser pêyan. Çalakiya nobeda edeletê be yan jî tiştek cuda be divê em bikin."
 
'EZ BI BAVÊ XWE SERBILINDIM'
 
Keça wî Gulîstan Ece jî bi lêv kir ku ew bi şehîdbûna bavê xwe serbilin de û wiha got: "Tu nexweşiyên wî tune bûn. Ji me re negotin ku rakirine nexweşxaneyê. Ji me re negotin birine kîjan nexweşxaneyê. Bavê min 8 rojan li nexweşxaneyê tê ragirtin lê haya me jî nîne. Piştî ku em hînbûn kîjan nexweşxane ye, em çûn û me dît bavê min kelemçekirî tedawî dikin. Polîs û leşkeran dora wî girtîbûn û nehiştin ku em biçin cem wî. Ev der axa me ye û me xwest em bavê min li vir veşêrin. Ji me û ji girtiyên me ditirsin. Bavê min 73 salî bû û jê tirsiyan û wî bernedan. Em ji aliyê dewleteke wiha de tên birêvebirin. Divê gelê kurd şiyar bibe. Divê dayik hemû li ber deriyên girtîgehan çalakiya rûniştinê li dar bixin. Bila girtiyan tenê nehêlin. Wan tenê dihêlin. Divê ku em wan bi tenê nehêlin."
 
'EM KURD HATINE DINÊ Û EM Ê KURD BIÇIN’ 
 
Hevjîna wî Meryem Ece jî da zanîn ku tevî hemû hewlêdanên wan rêveberiya girtîgehê derbarê rewşa hevjînê wê de tu xeber nadeye wan û wiha axivî: “Ji bo ku bê berdan me 10 caran daxwazname dan. Girtîgehê jê re gotiye, 'Em te berdin tu yê biçî Qendîlê'. Bi hêcetên pûç û bêbinî wî bernedan. Em ji bo meseleyê li girtîgehê geriyan lê agahî nedan me. Em li midûrê girtîgehê geriyan ji me re got, 'Doza wî heye'. Piştre jî baweriya me nehat. Em li parêzer geriyan. Parêzer ji me re got, 'Rakirine nexweşxaneyê û ev 8 roj in li nexweşxaneyê ye’. Piştî em hînbûn me berê xwe da nexweşxaneyê. Polîs û leşkeran nehiştin em wî bibînin. Destê wî kelemçekirî derman dikin. Tu nexweşiyên wî nebûn. Heta ku ez sax bim ez ê li pey doza wî bim. Di bedela wê de girtin jî hebe em ê dev ji vê dozê bernedin. Divê ku êdî ji girtîgehan cenaze dernekevin. Em aştiyê dixwazin. Em dixwazin ku ev cenaze dawî be. Em kurd hatine vê dinê û em ê kurd ji vê dinê koç bikin.” 
 
MA / Zeynep Durgut - Omer Akin 
 

Sernavên din

19/05/2022
10:10 Qeyûm avahiya şaredariyê da ber firotinê
09:48 ‘Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin’
09:47 Dayika ku du zarokên xwe winda kirî: Divê Tirkiye xwe ji xaka Kurdistanê vekişîne
09:39 Dayikên zarokên wan jiyana xwe ji dest dane: Em wan ji Roboskî û Cizîrê nas dikin
09:32 Erdogan Emîr li Amedê konser li dar xist
09:16 Parêzer Ezer: Biryara Şûraya Dewletê destkeftiyeke têkoşîna jinê ye
09:15 Rêxistinên Ciwanan: Dê ev êriş jî bi ser nekevin
09:13 ‘Me gelek ciwan ji tiryakê xelas kirin'
09:13 Xwendekar ji ber bihabûna bilêtan nikarin biçin cem malbatên xwe
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2022'YAN
18/05/2022
23:39 Hinek Henek bi 5 skecên ji hev xweştir derket pêşberî temaşevanan
22:54 Çalakiya KHK'iyan di hefteya 212'an de ye
20:43 Polîsan avêt ser mala dayika Egît Îpek
20:28 'Meseleya kurdî bi operasyonan çareser nabe'
20:14 Li Geverê 3 kes hatin berdan
16:48 Xizmên girtiyan: Bila ev zilm bi dawî be
16:25 Iraq, ji bo ku Tirkiye ji axa wan derkeve li NY’yê gilî kir
16:21 Cenazeyê 3 leşkeran anîn Geverê
15:58 Şehîdên Meha Gulanê li Amedê hatin bibîranîn
15:54 Sal û 6 meh ceza li rojnameger Çapan birîn
15:47 Dayikên Aştiyê beraet bûn
15:31 DBP, HDP, TJA û Hewldana 78'an çûn serdana Malbata Şenyaşar
15:30 Projeya HES'ê ya ser çemê Sortkîn hat betalkirin
14:55 Bertek nîşanî gefa li Çobanoglu yê ÎHD’î hatiye xwarin dan
14:32 ‘Hovîtî û îşkenceya 12’ê Îlonê bi AKP’ê berdewam dike’
14:16 Malbatên girtiyan li pêş ATK’ê ne: Em di daxwazên xwe de bi israr in
14:13 Xizmên girtiyan pêşniyara dadger a HAGB'ê red kir
13:52 Polîsê ku Cîhan Can kuştibû ji sedî sed bi qisûr hat dîtin
13:39 Alî Çîçek li ser gora xwe hate bibîranîn
13:39 Çar Şoreşgerên Kurd hatin bibîranîn
13:25 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 436'emîn de didome
12:45 AYM’ê mafê jiyanê neparast!
12:33 Ev du sal in dîmenên ‘îşkenceya Xelfetiyê’ tên lêkolînkirin!
12:32 Walitiya Mûşê 13 herêm qedexe kirin
12:24 Şaredarê ku got, 'ez dewlet im' deriya mala welatiyekê mor kir
12:13 Îbrahîm Barkin hewl daye ku hevjîna xwe ya dest ji hev berdane qetil bike
11:08 Xwişka Ferhan Yilmaz: Kesên birayê min qetilkirin hêj jî li ser peywîrê ne
11:02 Emrê xwe bi têkoşîna li dijî dewleta ku navê wê lê hatibû kirin derbas kir
10:58 Bayindir: Em êrişan dikarin bi yekrêziyê têk bibin
10:54 Li çiyayê Agirî operasyon dest pê kir
10:34 Polisan ji ber kesên lê digeriyan nedîtin xwediyê malê binçav kirin
10:19 Necar ji ber krîza aborî yek bi yek dikanên xwe digirin
10:04 Pêşmergê 26 salan: Bila nebe sedemê hilweşandina bingeha me daniye
09:52 Dayikên cizîrî: Erdogan çi bi serê me anî be dê wê bi serê Barzanî jî bîne
09:24 Kê îtirafkarê Doza Kobanê 'qaneh' kiriye?
09:09 Hatîmogûllari: Tirkiye dixwaze 'kemereke erebî' ya di bin kontrola xwe de çêbike
09:08 ‘Gelê kurd gere tu carî Hakî Karer ji bîr neke'
09:06 Semra Kûytûl: Îstixbarat sîxûrtiyê li endamên me ferz dike
09:06 Rûxandina li Ben û Senê tomar kirin: Wêne polîtîk e
09:00 ROJEVA 18'Ê GULANA 2022'YAN
17/05/2022
22:10 Li Bedlîsê konsera bi kurdî hat betalkirin
19:43 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyeyê bi dawî bû
19:29 Ji bo Sakîne Kulter û Remziye Apaydin daxuyanî
18:59 EMEP dê atolyeya zimanê kurdî li dar bixe
16:49 Îpek û Kilavûz hatin berdan
16:48 Qedexeya konsera Aynûr Dogan bi 'Dar Hêjîrokê" şermezar kir
16:48 'Girtiyên nexweş terkî mirinê kirin’
16:31 Jinan bertek nîşanî qetilkirina Kultur dan: Em ê hesabê ji wan bipirsin
16:06 Ji ber ku ji Soylû re got: 'Tu yê jî bêyî darizandin' hat binçavkirin
15:50 Nobeta Edaletê: Bihêlin ku zarokên xwe em tedawî bikin
15:38 Komîsyona Windayan a ÎHD’ê banga hevrûbûnê li dewletê kir
15:24 Siyasetmedarek li Semsûrê hate girtin
14:31 Li herêma Egeyê hezar û 447 binpêkirin hatine kirin
14:29 Ava gundê Misûrî yê Dêrikê 7 rojan hatiye birîn
14:19 Li Geverê du bira hatin binçavkirin
14:04 Bûldan: Wê zilma we negihîje tu encamê
13:38 Li Şirnexê 3 kes hatin girtin
13:38 Dozger xwest rojnamevan Yalçin bê cezakirin
13:30 Ciwan li zozanan kevneşopiya xwe didomînin
13:27 Tayîp Temel: Em bi xwe bawerin û em ê bi ser kevin
13:16 Li Silopiyayê zarokek bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
13:15 Doza Hevşaredara Farqînê hat taloqkirin
13:09 Li Îzmîrê jinekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
11:59 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:53 Malbata Şenyaşar: Avêtina gava duyemîn hat astengkirin
11:32 Delegeyên jin: Çareserî di têkoşîna rêxistinbûyî de ye
11:23 Girseya HDP’ê li dijî nokteya polîsan derket û rê li trafîkê girt
11:13 Li Mêrdînê 3 kes hatin binçavkirin
10:45 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Til Rifatê kir
10:37 Berwarî: Kê maf da ye rêveberên Başûr ku leşkerên dagirkeran bînin ser xaka me?
10:35 Xetimandina kanalîzasyonê xelkê taxê bêzar kiriye
10:13 Cerdevan Bestayê talan dikin!
09:52 Jinên Silopiya: Li herêmê hêzên paramîlîter jinên kurd dikujin
09:40 Berdevka TAJÊ’yê: Jinên êzdî dê xewn û xeyalên dijmin di qirika wan de bihêlin
09:39 Dewleta tirk hevjînê wê, PDK’ê birayê wê qetil kir: Di dinyayê de ez ê wan efû nekim
09:33 Bertek nîşanî derketina cenazeyan a ji girtîgehan dan: Xwe bêdeng nekin
09:19 Têkoşîna hevpar a jinan a li dijî şer: Pêdivî bi çalakkirina BÎG'ê heye
09:13 Li Bestayê xweza tê talankirin: Cerdevan qadên jiyana me tune dikin
09:07 Bêyî GBT'ê nikarin biçin gundê xwe
09:05 Serokê Baroya Êlihê: Em ê her tim ji bo mafên mirovan bixebitin
09:03 Projeya Çîrokê: Çîrokên kurdî bi rêya enstrumanan vedibêjin
09:01 Neguhêzbara Şaredariya Rezanê dewrî Serokatiya Ragihandinê kirin
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2022'YAN
08:40 Cenazeyê Demîr li Êlihê hate veşartin
16/05/2022
23:23 Amedsporê ji play-offê xatir xwest
19:23 Makbûle û Hadî Ozer birin nexweşxaneyê
19:01 Li Çiyayê Cûdî tevgera helîkopteran
18:56 Li Nexweşxaneya Geverê liv û tevgera helîkopteran
18:48 ARÎ-DER'ê tevî zarokan Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
18:40 Di doza Gultekînê de dadgehê cardin biryar neda