Konferansa Jinan a HDP'ê li herêman didome: Em di azadiyê de bi israr in

  • jin
  • 16:11 16 Gulan 2022
  • |
img
AMED/EDENE - Ayşe Acar Başaran di Konferansa Jinan a HDP'ê ya Herêmê de axivî û bertek nîşanî êrişa li dijî cenazeyê Aysel Dogan da û got: "Em ê li dijî zilma rejîma serweriya zilam, jiyana azadîxwaz a jinan ava bikin. Em di azadiyê de bi israr in." 
 
Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) beriya Kongreya Mezin a HDP'ê konferansên herêman li dar dixe. Meclisa Jinan a HDP'ê Konferansa Herêma Amedê û Çûkûrovayê li dar xist. 
 
Konferansa Herêma Amedê li eywanek dawetê ya li navçeya Peyasa Amedê hat lidarxistin. Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, endamên Meclisa Jinan a HDP'ê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) yên li Amed, Mêrdîn, Riha, Êlihê, Dayikên Aştiyê beşdarî konferansê bûn. Alên HDP'ê û pankarta "Em di azadiyê de bi israr, di tekoşînê de bi biryar in" hatin daliqandin. 
 
Konferansê di şexsê Aysel Dogan de bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane û bi dirûşma "Şehîd namirin" hat dest pê kir. 
 
'AYSEL DOGAN RÛMETA ME YE' 
 
Ayşe Acar Başaran bal kişand ser êrişa li ser cenazeyê Aysel Dogan a li Dêrsimê û got: "Aysel Dogan a ku bi salan e li sirgunê bû ji ber pençeşêrê jiyana xwe ji dest da. Hevala me ji roja çavên xwe ji cîhanê re vekiriye li dijî polîtîkayên li dijî gelê kurd li berxwe daye. Jiyana xwe di oxira siberoj û azadiya gelê kurd de derbas kir. Me bi hev re dît ku kurd dema jiyana xwe ji dest didin dijminatî li ser cenazeyên wan dewam dike. Di kîjan ehlaq, hiqûq û pirtûkê de cenaze wekî dijmin tê dîtin? Aysel Dogan rûmeta me ye."
 
'EM Ê LI HER DERÊ BI ZIMANÊ XWE BIAXIVIN' 
 
Acar da zanîn ku wan bi coşeke mezin Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirine lê belê bi astengiyan re rûbirû mane û wiha pê de çû: "AKP dibêje me pêşiya zimanê kurdî vekiriye. Wekî lutfekê nîşan dide û dibêje 'hûn dikarin zimanê xwe hîn bibin'. Zimanê kurdî kirin zimanê bijarte lê mamoste tune ye. Hîn li parlamentoyê dema bi kurdî tê axaftin dibêjin 'X' zimanekî nayê zanîn. Hîn Serokomar dibêje pirsgirêka kurd tune ye. Lê pirsgirêk di zihniyeta wan de ye. Hûn dijminatiya kurdî dikin. Hûn dijminatiya dîrok, çand, hunera kurdan dikin. Do destûr ji bo konsera dê Aynur Dogan li Derinceyê bidaya nehat dayin. Zanîbûn dê bi zimanê kurdî konser bê dayin loma destûr nedan."
 
'ÊRIŞÊN LI SER ZIMAN ZÊDE DIBIN' 
 
Acar da zanîn ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kûr bûye û wiha axivî: "Naxwazin pirsgirêka kurd bi rêya demokratîk çareser bikin. Dixwazin bi rêbazên şer çareser bikin. Zimanê me û nasnameya me tune dihesibînin. Ji bo em Cejna Zimanê Kurdî pîroz bikin em derketin qadan lê belê asteng kirin. AKP û MHP'ê dijminatiya xwe ya li dijî kurdan dîsa nîşan da. Me ev tişt di hilweşandina goristanan dît. Her wiha me ev tişt di derxistina cenazeyên ji goristanan û veşartina wê ya di bin peyareyan de dît. Me ev tişt di kaşkirina cenazeyan de dît. Herî dawî me ev tişt di cenazeyê hevala me Aysel Dogan de dît."
 
'OCAXÊN TEVGERA TAYBET KÎ NE?' 
 
Acar diyar kir ku ji 1'ê Gulanê heta niha 11 jin hatine qetilkirin û wiha domand: "Bi hêza ku ji dewleta mêr hat girtin hatin qetilkirin. Îqtîdara ku  bersivê nade serlêdanan bi taybetî êrîşî jinên kurd dike tecawizî wan dike û êrîşên xwe kûrtir dike. Herî dawî li Şirnexê jinek qetil kirin. Serokê Ocaxên Tevgera Taybet  Îbrahîm Barkin 4 salan êrîşî jina ku kuşt kiriye û şantaj lê kiriye. Vê jî têrê nekiriye wekî îqtîdarê ew qetil kiriye û cenazeyê wê avêtiye kêleka rê. Em ji Îpek Er dizanin û em dizanin. Ocaxên Tevgera Taybet kî ne? Girêdayî kê derê ne? Tenê ne bi operasyonên fiîzîkî yên qirkirinê, di kesayeta jinê de dixwazin hemû civakê bikin bin kontrola xwe. Di serdema dorpêça bajaran de kesên ku gotin Esadullah niha bi çeteyên cuda di rojevê de ne. Îqtîdara ku bi hemû hêza xwe 7 sal e êrîş dike bila li vê salonê binêre. Ev tenê hevalên me yên delege ne. Bila li qadên 8'ê Adarê binêre, bi hezaran hevalên me di girtîgehê de ne û paşve gav neavêtine. Tu encam ji rewşa Aysel Tugluk nayê girtin?  Me bi tu awayî gav paşde neavêtiye."
 
PERGALA AZADÎXWAZ 
 
Acar herî dawî diyar kir ku ew ê bahsa di pêvajoya 2 salan de çi kirin bike û got: "Em ê li hemû herêman niqaş bikin ku em çawa dikarin serdema pêşiya xwe çawa bihêztir bikin? Em ê niqaş bikin ku em çawa dikarin li hember zîhniyeta olperest a zayendparêz têbikoşin û em ê li dijî vê bi hemû cudahiyên pergala azadîxwaz a  jinê civakeke nû biafirînin. Rêya we hemûyan vekirî be."
 
Konferans piştî axaftina Acar ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. 
 
EDENE
 
Konferansa Jinan a Herêma Çûkûrovayê jî bi dirûşma "Em di azadiyê de bi israr, di tekoşînê de bi biryar in" hat lidarxistin. Tevî parlamenterên HDP Tulay Hatîmogullari û Fatma Kurtalan gelek delegeyên bajarên Edene, Mêrsîn, Hatay û Osmaniyeyê beşdarî komferansê bûn. Li konferansê pankartên "Em di azadiyê de bi israr in, tekoşînê de bi biryar in" hat vekirin, wêneyên Denîz Poyraz û gelek jinên hatine qetilkirin hatin daliqandin. 
 
Konferans bi hilbijartina dîwanê û rêzgirtinê dest pê kir. Piştre ji bo axafitina vekirinê Hevseroka Bajêr a HDP'a Edenê Helîn Kaya spasî li hemû kesên beşdar bûye kir. 
 
'EM DEST JÊ BERNADIN'
 
Li ser navê dîwanê Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Seher Kadîroglû delegeyan silav kir û ani ziman ku ew ji bo kongreya mezin û diyarkirina nexşerêya wê hatine gel hev. Kadîroglû destnîşan kir ku her kongreyek nûbûnekê, pêşveçûn û pêngavên nû di nava xwe de dihewîne lê belê pergala heyî êriş li nasname û destkeftiyên kurdan dike.
 
Kadîroglu bal kişand ser rewşa siyasetmedar Aysel Tûglûk û ani ziman ku di şexsê Aysel Tûglûk de jinên nexweş dibin armanca êrişan û wiha got: "Tevî gefên li dijî partiya me ên 'ez ê te bizmar bikim' kongreyên me, çalakiyên me, çalakiyên me yên 8'ê Adarê, Newroz û 1'ê Gulanê nîşan dide ku em dê tekoşîna xwe bidomînin û li her qadekî rêxistinbûna xwe mezin bikin." Kadîroglû di berdawama axaftina xwe de da zanin ku ew dê li hemberî hemû zext û zoriyan bersivê bi xwerêxistinê bidin û wiha got: "Jin bi hev re bihêz in. Jin jiyan azadî û bijî tekoşîna me ya bi rêxistinkirî." 
 
Piştî axaftina Kadîroglû konferans ji çapameniyê re girtî dom kir. 
 
 
 
 

Sernavên din

19/05/2022
10:10 Qeyûm avahiya şaredariyê da ber firotinê
09:48 ‘Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin’
09:47 Dayika ku du zarokên xwe winda kirî: Divê Tirkiye xwe ji xaka Kurdistanê vekişîne
09:39 Dayikên zarokên wan jiyana xwe ji dest dane: Em wan ji Roboskî û Cizîrê nas dikin
09:32 Erdogan Emîr li Amedê konser li dar xist
09:16 Parêzer Ezer: Biryara Şûraya Dewletê destkeftiyeke têkoşîna jinê ye
09:15 Rêxistinên Ciwanan: Dê ev êriş jî bi ser nekevin
09:13 ‘Me gelek ciwan ji tiryakê xelas kirin'
09:13 Xwendekar ji ber bihabûna bilêtan nikarin biçin cem malbatên xwe
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2022'YAN
18/05/2022
23:39 Hinek Henek bi 5 skecên ji hev xweştir derket pêşberî temaşevanan
22:54 Çalakiya KHK'iyan di hefteya 212'an de ye
20:43 Polîsan avêt ser mala dayika Egît Îpek
20:28 'Meseleya kurdî bi operasyonan çareser nabe'
20:14 Li Geverê 3 kes hatin berdan
16:48 Xizmên girtiyan: Bila ev zilm bi dawî be
16:25 Iraq, ji bo ku Tirkiye ji axa wan derkeve li NY’yê gilî kir
16:21 Cenazeyê 3 leşkeran anîn Geverê
15:58 Şehîdên Meha Gulanê li Amedê hatin bibîranîn
15:54 Sal û 6 meh ceza li rojnameger Çapan birîn
15:47 Dayikên Aştiyê beraet bûn
15:31 DBP, HDP, TJA û Hewldana 78'an çûn serdana Malbata Şenyaşar
15:30 Projeya HES'ê ya ser çemê Sortkîn hat betalkirin
14:55 Bertek nîşanî gefa li Çobanoglu yê ÎHD’î hatiye xwarin dan
14:32 ‘Hovîtî û îşkenceya 12’ê Îlonê bi AKP’ê berdewam dike’
14:16 Malbatên girtiyan li pêş ATK’ê ne: Em di daxwazên xwe de bi israr in
14:13 Xizmên girtiyan pêşniyara dadger a HAGB'ê red kir
13:52 Polîsê ku Cîhan Can kuştibû ji sedî sed bi qisûr hat dîtin
13:39 Alî Çîçek li ser gora xwe hate bibîranîn
13:39 Çar Şoreşgerên Kurd hatin bibîranîn
13:25 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 436'emîn de didome
12:45 AYM’ê mafê jiyanê neparast!
12:33 Ev du sal in dîmenên ‘îşkenceya Xelfetiyê’ tên lêkolînkirin!
12:32 Walitiya Mûşê 13 herêm qedexe kirin
12:24 Şaredarê ku got, 'ez dewlet im' deriya mala welatiyekê mor kir
12:13 Îbrahîm Barkin hewl daye ku hevjîna xwe ya dest ji hev berdane qetil bike
11:08 Xwişka Ferhan Yilmaz: Kesên birayê min qetilkirin hêj jî li ser peywîrê ne
11:02 Emrê xwe bi têkoşîna li dijî dewleta ku navê wê lê hatibû kirin derbas kir
10:58 Bayindir: Em êrişan dikarin bi yekrêziyê têk bibin
10:54 Li çiyayê Agirî operasyon dest pê kir
10:34 Polisan ji ber kesên lê digeriyan nedîtin xwediyê malê binçav kirin
10:19 Necar ji ber krîza aborî yek bi yek dikanên xwe digirin
10:04 Pêşmergê 26 salan: Bila nebe sedemê hilweşandina bingeha me daniye
09:52 Dayikên cizîrî: Erdogan çi bi serê me anî be dê wê bi serê Barzanî jî bîne
09:24 Kê îtirafkarê Doza Kobanê 'qaneh' kiriye?
09:09 Hatîmogûllari: Tirkiye dixwaze 'kemereke erebî' ya di bin kontrola xwe de çêbike
09:08 ‘Gelê kurd gere tu carî Hakî Karer ji bîr neke'
09:06 Semra Kûytûl: Îstixbarat sîxûrtiyê li endamên me ferz dike
09:06 Rûxandina li Ben û Senê tomar kirin: Wêne polîtîk e
09:00 ROJEVA 18'Ê GULANA 2022'YAN
17/05/2022
22:10 Li Bedlîsê konsera bi kurdî hat betalkirin
19:43 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyeyê bi dawî bû
19:29 Ji bo Sakîne Kulter û Remziye Apaydin daxuyanî
18:59 EMEP dê atolyeya zimanê kurdî li dar bixe
16:49 Îpek û Kilavûz hatin berdan
16:48 Qedexeya konsera Aynûr Dogan bi 'Dar Hêjîrokê" şermezar kir
16:48 'Girtiyên nexweş terkî mirinê kirin’
16:31 Jinan bertek nîşanî qetilkirina Kultur dan: Em ê hesabê ji wan bipirsin
16:06 Ji ber ku ji Soylû re got: 'Tu yê jî bêyî darizandin' hat binçavkirin
15:50 Nobeta Edaletê: Bihêlin ku zarokên xwe em tedawî bikin
15:38 Komîsyona Windayan a ÎHD’ê banga hevrûbûnê li dewletê kir
15:24 Siyasetmedarek li Semsûrê hate girtin
14:31 Li herêma Egeyê hezar û 447 binpêkirin hatine kirin
14:29 Ava gundê Misûrî yê Dêrikê 7 rojan hatiye birîn
14:19 Li Geverê du bira hatin binçavkirin
14:04 Bûldan: Wê zilma we negihîje tu encamê
13:38 Li Şirnexê 3 kes hatin girtin
13:38 Dozger xwest rojnamevan Yalçin bê cezakirin
13:30 Ciwan li zozanan kevneşopiya xwe didomînin
13:27 Tayîp Temel: Em bi xwe bawerin û em ê bi ser kevin
13:16 Li Silopiyayê zarokek bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
13:15 Doza Hevşaredara Farqînê hat taloqkirin
13:09 Li Îzmîrê jinekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
11:59 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:53 Malbata Şenyaşar: Avêtina gava duyemîn hat astengkirin
11:32 Delegeyên jin: Çareserî di têkoşîna rêxistinbûyî de ye
11:23 Girseya HDP’ê li dijî nokteya polîsan derket û rê li trafîkê girt
11:13 Li Mêrdînê 3 kes hatin binçavkirin
10:45 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Til Rifatê kir
10:37 Berwarî: Kê maf da ye rêveberên Başûr ku leşkerên dagirkeran bînin ser xaka me?
10:35 Xetimandina kanalîzasyonê xelkê taxê bêzar kiriye
10:13 Cerdevan Bestayê talan dikin!
09:52 Jinên Silopiya: Li herêmê hêzên paramîlîter jinên kurd dikujin
09:40 Berdevka TAJÊ’yê: Jinên êzdî dê xewn û xeyalên dijmin di qirika wan de bihêlin
09:39 Dewleta tirk hevjînê wê, PDK’ê birayê wê qetil kir: Di dinyayê de ez ê wan efû nekim
09:33 Bertek nîşanî derketina cenazeyan a ji girtîgehan dan: Xwe bêdeng nekin
09:19 Têkoşîna hevpar a jinan a li dijî şer: Pêdivî bi çalakkirina BÎG'ê heye
09:13 Li Bestayê xweza tê talankirin: Cerdevan qadên jiyana me tune dikin
09:07 Bêyî GBT'ê nikarin biçin gundê xwe
09:05 Serokê Baroya Êlihê: Em ê her tim ji bo mafên mirovan bixebitin
09:03 Projeya Çîrokê: Çîrokên kurdî bi rêya enstrumanan vedibêjin
09:01 Neguhêzbara Şaredariya Rezanê dewrî Serokatiya Ragihandinê kirin
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2022'YAN
08:40 Cenazeyê Demîr li Êlihê hate veşartin
16/05/2022
23:23 Amedsporê ji play-offê xatir xwest
19:23 Makbûle û Hadî Ozer birin nexweşxaneyê
19:01 Li Çiyayê Cûdî tevgera helîkopteran
18:56 Li Nexweşxaneya Geverê liv û tevgera helîkopteran
18:48 ARÎ-DER'ê tevî zarokan Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
18:40 Di doza Gultekînê de dadgehê cardin biryar neda