Li Wanê meşa 15'ê Gulanê: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî

  • rojane
  • 16:35 16 Gulan 2022
  • |
img
WAN - Li Wanê ji bo Cejna Zimanê Kurdî daxuyanî hat dayîn û meş hat lidarxistin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku sed sal in ziman, çand û nasnameya kurdî tê înkarkirin û hat xwestin tavilê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û fermî. 
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Wanê, Meclisa Dayikên Aştiyê, Komeleya Alîkarî ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (TUHA-DER), Komeleya Yekitî û Çandê ya Piştevanî û Alîkariya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Jinan a STAR, Komeleya Lêkolînên Koçberiyê ya Serhedê, Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Komeleya Lêkolînên Çand û Hunera Kurdî ya Arsîsa, Atolyeya Hunerê ya Aryenê û Şanoya Mencel bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyanî dan çapemeniyê û meş li dar xistin. 
 
Daxuyanî li Kolana Hunerê hat dayîn. Aktîvîsta TJA’yê Şehrîban Elsayar metna daxuyaniyê xwend.
 
Metna daxuyaniyê wiha ye: 
 
“90 sal beriya niha 15'ê Gulana 1932'yan, bi pêşengiya rewşenbîr û zimanzanê Kurd, Mir Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî, Kovara Hawarê li bajarê Şamê bi tîpên Latînî dest bi weşanê kir.
 
Di hêjmara yekemîn a Kovara Hawarê de ev sernivîs hatibû nivîsandin.“Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. Xwenasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike. Her kesên ku xwe nas dikin, dikarin xwe bidin naskirin. Hawara me berî her tiştî, dê heyîna zimanê me  bide naskirin. Lewre ziman şertê heyînê yê pêşîn e. Em ê bi hev re xwedî li Hawarê derkevin û wê mezin bikin" Ev banga hêjmara yekemîn a Kovara Hawarê, di heman demê de hawar û gaziya avakirina bingeha Zimanê Kurdî bû. Ji bo ku ev banga neteweyî ya Mîr Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî were jiyandin û mayînde bibe, gelê Kurd di sala 2007'an de 15'ê Gulanê 'Cejna Zimanê Kurdî' îlan kiriye û  her sal vê Cejnê bi ruhekî neteweyî pîroz dike.
 
ÎNKARA KURDÎ DIDOME 
 
Êm ê îsal jî vê cejnê bi heman ruh, helwest, coş û  kelecanê pîroz bikin. Em dizanin! pirsgireka ku 99 sal in weke pirsgirêka Kurd tê binavkirin û pirsgirêka sereke ya vî welatî ye, di rastiya xwe de siyaset û polîtîkayên dewletê yên bişaftin, zext, zor û pêkûtiyên ku li ser çand, ziman û nasnameya Kurdî tên meşandin in. Dîsa tê zanîn ku înkara çand, ziman û nasnameya Kurdî, ji avabûna komara tirkiyêyê heta vê demê bi dehan caran bûye sedema nerazîbûna gelê Kurd û ev siyaseta înkarê ya li hemberî nirxên neteweyî yên gelê Kurd, bûye sedema şerê ku bi dehan salan in didome.  
 
Ji bo welatekî demokratik û di nava aramiyê de, pewiste zagonên bingehînên ku li pêşiya azadiya zimanê Kurdî astengin, bên sererastkirin, zimanê Kurdî, bibe zimanê perwerdehîyê û zimanê fermî. Di peymana Mafê Mirovan a Gerdûnî, xala 26'an, benda 3'yemîn de hatiye diyarkirin ku ‘biryara hilbijartin û şêwaza perwerdehiya zarokan, mafê hemû dayik û baban ê bingehin e’. 
 
Her wiha mafê dayik û bavên Kurd jî heye ku şêwaza perwerdehiya zaroken xwe hilbijêrin û diyar bikin. Di sedsala 21'êmîn de, hin jî li ser bi milyonan zarokên Kurd polîtîkayên bişaftinê bi awayekî hovane tên meşandin, tirkîtî li ser zarokên Kurd tê ferzkirin, bi milyonan zarokên Kurd ji çand û zimanê xwe qutbûyi û bi zimanê tirkî tên perwerdekirin.
 
EM PERWERDEHIYÊ DIXWAZIN 
 
Li gorî peyman û pîvanên navneteweyî, ev pêkanînên bişaftinê sûcên li dijî mirovahiyê ne. Bi vî awayî dewleta tirkiyeyê bi awayekî vekirî peymanên navneteweyî yên di derbarê mafê "Perwerdehiya Bi Zimanê Dayîkê" de binpê dike û ev 99 sal in, li hemberî gelê Kurd, di kesayetiya gelê Kurd de sûcê li dijî mirovahiyê dike. 20 salên dawî jî ev sûc bi destê hikumeta AKP'ê tê kirin, niha jî heman sûc bi hevkariya AKP-MHP'ê pêk tê. Li tirkiyeyê ji 70 hezaran zêdetir dibistan, ji milyonekê zêdetir mamosteyên ku bi zimanê tirkî perwerdehîyê didin hene, yek dibisteneke ku ji bo perwerdehiya zimanê kurdî hatiye avakirin û bi kurdî perwerdehî têde tê dayin tuneye. Ziman, stûna bingehîn a neteweyan e. Ziman mirovan dike mirov, neteweyan dike xwedî nasname.
 
Perwerdehiya bi Zimanê Dayikê jî xurtkirin û mayindekirina vê stûnê ye.Ji ber vê jî, gelê Kurd, bi lîstikên AKP-MHP'ê yên xapînok ên weke; "bila Kurd bi qursan, dersên hilbijarî û dibistanên taybet zimanê xwe fêr bibe qebûl nake.Ev lîstik û pêkanînên AKP-MHP'ê, bi awayekî girantir berdewamiya bişaftinê ne.Gelê Kurd, dê jiyaneke bêyî çand, ziman û nasname,  ku hêmanên statuya siyasî ya gelê Kurd in, tu car qebûl neke.Çawa ku zarokên tirk li vî welatî bi awayekî azad ji hemû maf û azadiyan sûd werdigirin, pewiste zarokên Kurd û hemû zarokên li vî welatî dijîn jî, bi awayekî wekhev, di serî de Mafê Perwerdehiya Bi Zimanê Dayîkê, ji hemû maf û azadiyan sûd werbigirin.
 
EM HER DERÊ BIKIN BI KURDΠ
 
Heta ku ev daxwazên gelê Kurd pêk werin, dê gelê Kurd vê têkoşina xwe ya mafdar û rewa bi biryardarî bidomîne.Bi van hest û ramanan, em bang li tevahiya gelê xwe dikin, ku ji heft, heta heftê salî, bi rihê neteweyî li çand, ziman û nasnameya xwe xwedî derkeve, li malê, li sûkê, li bazarê, li kuçê û kolanan, li dibistanê, li nexweşxaneyê, li dadgehê û hemû qadên jiyanê,
 
Bi Kurdî biaxivin! Bi Kurdî bixwînin! Bi Kurdî binivîsin! Bi Kurdî bijîn.  
 
Zimanê me rûmeta me ye. Zimanê me nasnameya me ye. Zimanê me hebûna me ye. Bêziman jiyan nabe. 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz be.”
 
PIŞTÎ DAXUYANIYÊ MEŞ HAT LIDARXISTIN 
 
Piştî daxuyaniyê bi sedan kes bi berzkirina dirûşmên wek, “Zimanê rûmeta me ye” û “Bêziman jiyan nabe” û stranên kurdî ji Kolana Hunerê heta avahiya HDP’a Wanê meşiyan. Girseyê li ber avahiya HDP’ê stranan got û govend gerand. 
 
 

Sernavên din

19/05/2022
10:10 Qeyûm avahiya şaredariyê da ber firotinê
09:48 ‘Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin’
09:47 Dayika ku du zarokên xwe winda kirî: Divê Tirkiye xwe ji xaka Kurdistanê vekişîne
09:39 Dayikên zarokên wan jiyana xwe ji dest dane: Em wan ji Roboskî û Cizîrê nas dikin
09:32 Erdogan Emîr li Amedê konser li dar xist
09:16 Parêzer Ezer: Biryara Şûraya Dewletê destkeftiyeke têkoşîna jinê ye
09:15 Rêxistinên Ciwanan: Dê ev êriş jî bi ser nekevin
09:13 ‘Me gelek ciwan ji tiryakê xelas kirin'
09:13 Xwendekar ji ber bihabûna bilêtan nikarin biçin cem malbatên xwe
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2022'YAN
18/05/2022
23:39 Hinek Henek bi 5 skecên ji hev xweştir derket pêşberî temaşevanan
22:54 Çalakiya KHK'iyan di hefteya 212'an de ye
20:43 Polîsan avêt ser mala dayika Egît Îpek
20:28 'Meseleya kurdî bi operasyonan çareser nabe'
20:14 Li Geverê 3 kes hatin berdan
16:48 Xizmên girtiyan: Bila ev zilm bi dawî be
16:25 Iraq, ji bo ku Tirkiye ji axa wan derkeve li NY’yê gilî kir
16:21 Cenazeyê 3 leşkeran anîn Geverê
15:58 Şehîdên Meha Gulanê li Amedê hatin bibîranîn
15:54 Sal û 6 meh ceza li rojnameger Çapan birîn
15:47 Dayikên Aştiyê beraet bûn
15:31 DBP, HDP, TJA û Hewldana 78'an çûn serdana Malbata Şenyaşar
15:30 Projeya HES'ê ya ser çemê Sortkîn hat betalkirin
14:55 Bertek nîşanî gefa li Çobanoglu yê ÎHD’î hatiye xwarin dan
14:32 ‘Hovîtî û îşkenceya 12’ê Îlonê bi AKP’ê berdewam dike’
14:16 Malbatên girtiyan li pêş ATK’ê ne: Em di daxwazên xwe de bi israr in
14:13 Xizmên girtiyan pêşniyara dadger a HAGB'ê red kir
13:52 Polîsê ku Cîhan Can kuştibû ji sedî sed bi qisûr hat dîtin
13:39 Alî Çîçek li ser gora xwe hate bibîranîn
13:39 Çar Şoreşgerên Kurd hatin bibîranîn
13:25 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 436'emîn de didome
12:45 AYM’ê mafê jiyanê neparast!
12:33 Ev du sal in dîmenên ‘îşkenceya Xelfetiyê’ tên lêkolînkirin!
12:32 Walitiya Mûşê 13 herêm qedexe kirin
12:24 Şaredarê ku got, 'ez dewlet im' deriya mala welatiyekê mor kir
12:13 Îbrahîm Barkin hewl daye ku hevjîna xwe ya dest ji hev berdane qetil bike
11:08 Xwişka Ferhan Yilmaz: Kesên birayê min qetilkirin hêj jî li ser peywîrê ne
11:02 Emrê xwe bi têkoşîna li dijî dewleta ku navê wê lê hatibû kirin derbas kir
10:58 Bayindir: Em êrişan dikarin bi yekrêziyê têk bibin
10:54 Li çiyayê Agirî operasyon dest pê kir
10:34 Polisan ji ber kesên lê digeriyan nedîtin xwediyê malê binçav kirin
10:19 Necar ji ber krîza aborî yek bi yek dikanên xwe digirin
10:04 Pêşmergê 26 salan: Bila nebe sedemê hilweşandina bingeha me daniye
09:52 Dayikên cizîrî: Erdogan çi bi serê me anî be dê wê bi serê Barzanî jî bîne
09:24 Kê îtirafkarê Doza Kobanê 'qaneh' kiriye?
09:09 Hatîmogûllari: Tirkiye dixwaze 'kemereke erebî' ya di bin kontrola xwe de çêbike
09:08 ‘Gelê kurd gere tu carî Hakî Karer ji bîr neke'
09:06 Semra Kûytûl: Îstixbarat sîxûrtiyê li endamên me ferz dike
09:06 Rûxandina li Ben û Senê tomar kirin: Wêne polîtîk e
09:00 ROJEVA 18'Ê GULANA 2022'YAN
17/05/2022
22:10 Li Bedlîsê konsera bi kurdî hat betalkirin
19:43 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyeyê bi dawî bû
19:29 Ji bo Sakîne Kulter û Remziye Apaydin daxuyanî
18:59 EMEP dê atolyeya zimanê kurdî li dar bixe
16:49 Îpek û Kilavûz hatin berdan
16:48 Qedexeya konsera Aynûr Dogan bi 'Dar Hêjîrokê" şermezar kir
16:48 'Girtiyên nexweş terkî mirinê kirin’
16:31 Jinan bertek nîşanî qetilkirina Kultur dan: Em ê hesabê ji wan bipirsin
16:06 Ji ber ku ji Soylû re got: 'Tu yê jî bêyî darizandin' hat binçavkirin
15:50 Nobeta Edaletê: Bihêlin ku zarokên xwe em tedawî bikin
15:38 Komîsyona Windayan a ÎHD’ê banga hevrûbûnê li dewletê kir
15:24 Siyasetmedarek li Semsûrê hate girtin
14:31 Li herêma Egeyê hezar û 447 binpêkirin hatine kirin
14:29 Ava gundê Misûrî yê Dêrikê 7 rojan hatiye birîn
14:19 Li Geverê du bira hatin binçavkirin
14:04 Bûldan: Wê zilma we negihîje tu encamê
13:38 Li Şirnexê 3 kes hatin girtin
13:38 Dozger xwest rojnamevan Yalçin bê cezakirin
13:30 Ciwan li zozanan kevneşopiya xwe didomînin
13:27 Tayîp Temel: Em bi xwe bawerin û em ê bi ser kevin
13:16 Li Silopiyayê zarokek bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
13:15 Doza Hevşaredara Farqînê hat taloqkirin
13:09 Li Îzmîrê jinekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
11:59 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:53 Malbata Şenyaşar: Avêtina gava duyemîn hat astengkirin
11:32 Delegeyên jin: Çareserî di têkoşîna rêxistinbûyî de ye
11:23 Girseya HDP’ê li dijî nokteya polîsan derket û rê li trafîkê girt
11:13 Li Mêrdînê 3 kes hatin binçavkirin
10:45 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Til Rifatê kir
10:37 Berwarî: Kê maf da ye rêveberên Başûr ku leşkerên dagirkeran bînin ser xaka me?
10:35 Xetimandina kanalîzasyonê xelkê taxê bêzar kiriye
10:13 Cerdevan Bestayê talan dikin!
09:52 Jinên Silopiya: Li herêmê hêzên paramîlîter jinên kurd dikujin
09:40 Berdevka TAJÊ’yê: Jinên êzdî dê xewn û xeyalên dijmin di qirika wan de bihêlin
09:39 Dewleta tirk hevjînê wê, PDK’ê birayê wê qetil kir: Di dinyayê de ez ê wan efû nekim
09:33 Bertek nîşanî derketina cenazeyan a ji girtîgehan dan: Xwe bêdeng nekin
09:19 Têkoşîna hevpar a jinan a li dijî şer: Pêdivî bi çalakkirina BÎG'ê heye
09:13 Li Bestayê xweza tê talankirin: Cerdevan qadên jiyana me tune dikin
09:07 Bêyî GBT'ê nikarin biçin gundê xwe
09:05 Serokê Baroya Êlihê: Em ê her tim ji bo mafên mirovan bixebitin
09:03 Projeya Çîrokê: Çîrokên kurdî bi rêya enstrumanan vedibêjin
09:01 Neguhêzbara Şaredariya Rezanê dewrî Serokatiya Ragihandinê kirin
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2022'YAN
08:40 Cenazeyê Demîr li Êlihê hate veşartin
16/05/2022
23:23 Amedsporê ji play-offê xatir xwest
19:23 Makbûle û Hadî Ozer birin nexweşxaneyê
19:01 Li Çiyayê Cûdî tevgera helîkopteran
18:56 Li Nexweşxaneya Geverê liv û tevgera helîkopteran
18:48 ARÎ-DER'ê tevî zarokan Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
18:40 Di doza Gultekînê de dadgehê cardin biryar neda