ŞIRNEX - Li ser Çiyayê Cûdiyê helkopter û SÎHA diçin û tên.
Operasyona eskerî ku hefteya borî bi tevlîbûna esker û cerdevanan li Çiyayê Cûdiyê hatibû destpêkirin, hê jî didome. Duh di çarçoveya operasyonê de çûna gundên Şilerît, Serêdehlê, Avgamasîya Kevin û Cifanê hatibû qedexekirin.
Her wiha li ser Çiyayê Cûdî bênavber helîkopter û Amûrên Hewayê yên Bêmirov ên Biçek (SÎHA) digerin.