WAN- Makbûle Ozer a 80 salî û hevjînê wê Hadî Ozer ê 79 salî ku hatibûn girtin, ji bo rapora tenduristiyê birin nexweşxaneyê.
Makbûle Ozer a 80 salî û hevjînê wê Hadî Ozer ê 79 salî ku li navçeya Artemêtan a Wanê hatibûn girtin, birin Nexweşxaneya Herêmê ya wanê. Hat hînbûn ku Ozeran ji bo rapora tenduristiyê birine nexweşxaneyê û piştî muayeneyê cardin ew birine girtîgehê.