Bêyî GBT'ê nikarin biçin gundê xwe

  • rojane
  • 09:07 17 Gulan 2022
  • |
COLEMÊRG - Welatiyên ku piştî kontrola GBT'ê diçin gundên xwe nerazîbûna xwe ya li hemberî vê pêkanînê anîn ziman û gotin, dewletê warê wan veguherandiye qada eskerî.
 
Êrişên Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistana Federe herî zêde bandorê li kesên li nêzî sînor dimînin dike. Malbatên ku di her êrişê de koçberî li wan tên ferzkirin, di dema koçberiyê de bi zor û zehmetiyên mezin re rû bi rû dimînin. Ji bo çûna gund û mezrayên li sînor şertê "navnîşanê", ji bo çûna nexweşxaneyê destûrxwestin, di bin navê "kotayê" de sînorkirina amûran û kontrolkirina agahiyên giştî (GBT) ji van pêkanînan tenê çend heb jê ne. Colemêrgî nesîbê xwe ji van pêkanînan digirin. 
NE KÊMÎ SALÊN 90'Î YE
 
Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan di sala 2017'an de gotibû "dê qedexeya li ser zozanan bê rakirin." 7 sal di ser vê dauxyaniyê re derbas bûne, lê hê jî gelek mêrg û zozan qedexe ne. Hê jî ketin û derketina 12 herêmên girêdayî navenda Colemêrgê û navçeyên wê Çelê, Gever, Şemzînan û Rûbarokê di bin navê "Herêma Ewlehiya Taybet" de qedexe ne. Gundê Êlê yê Geverê ku yek ji gundên herî zêde nesîb ji qedexe û zilmê girtiye jî di nava herêmên qedexe de ye. Li noqteya eskerî ya li têketina gund kesên li ser gund ne qeydkirî paş de tên şandin. Di salên 90'an de li gund 15 mal hebûn, lê ji ber tahde û zilmê niha tenê 3 mal li gund mane. Şêniyên gund ên ji bêgavî ji gundê xwe derketine jî tenê havînan tên gund. Dema tên gund jî ewilî saet di 8'ê sibehê de nasnameya wan tê kontrolkirin û piştî kontrolkirinê diçin gund. Her wiha ev kes di saeta ku eskeran diyar kiriye de jî ji gund dertên. 
 
Derdora gund bi temamî bi qereqol û baregehên leşkerî hatiye dorpêçkirin. Ji xeynî vê piştî êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK'ê ku di 17 Nisanê de li herêmên Zap, Avaşîn û Kurê Jaro yên Herêma Kurdistana Federe dest pê kirin jî zext û tahdeya li ser gund zêdetir bûye. 
 
Şeniya gund Emîne Atak diyar kir ku ji ber zextên di 1994’an de gundê wan vala bûye got: “Piştî çend salan tenê 3 malbat vegeriyan gund. Gava em li gund bûn her roj leşker dihatin gund, derdora me dorpêç dikirin. Ji ber wan zextan gundiyên me nikaribûn ji malên xwe derkevin. Wisa kiribûn ku me nedikarî karekî jî bike. Ji ber ku tim operasyon li ser gundê me hebû wan salan.”
 
Atak, bal kişand ser kesên ku di dema valakirina gund de jiyana xwe ji dest dane û got, wê demê JÎTEM’ê 3 gundî revandin û ji wê çaxê heya niha tu xeber ji wan nehatiye girtin. Atak, destnîşan kir ku şêniyên gund ji ber zextên leşkeran ji bêgavî ji gund derketine û got: “Ciwan, kal û pîrên gund birin qereqola li gund. Hemû jî hatin îşkencekirin. Ciwan li pişt panzeran girêdan û heta Geverê kaş kirin. Em ji ber wê tahde û zilmê ji gund derketin.”
 
GUND KIRINE BAREGAH ESKERÎ
 
Atak diyar kir ku ji bilî valakirina gundan desthilata AKP’ê bi navê “Herêma Ewlehiya Taybet" çûyîna gundan jî qedexe kiriye û wiha domand: “Kesên ku îkametgehan wan ne li ser gund nikarin bên gundê xwe. Her wiha dora gundê me tev kirine cihên leşkerî û bi vî awayî dorpêç kirine. Em xwediyê gund in lê mixabin heta tên gundê xwe gelek zehmetiyan dikişînin. Ax, axa me ye, lê em ne dikarin vegerin gundê xwe ne jî li gundê xwe sewalan xweyî bikin. Me li xaniyên xwe li vir hêlan û em li bajaran bi cih bûn. Em dixwazin wek rojên berê biçin zozanên xwe û sewalên xwe xwedî bikin û leşker jî ji gundê me derkevin.” 
 
Suleyha Saygi jî anî ziman ku piştî qedexekirina çûyîna gund ji malên xwe birine bajaran û got, gere demlidest qedexeyên li ser gundê bên rakirin. Saygi, bi lêv kir ku dixwazin bi dilrehetî biçin li zozanên xwe bigerin û got: “Daxwaza me ev e ku em vegerin gundê xwe yê zarokatiya me lê derbas bûye. Em di bin zilmê de ne û ji ber vê zilmê nikarin biçin gundê xwe. Ev zilma ku dewletê aniye serê me, em tu carî qebûl nakin. Çi qasî êrîşê me bikin jî em ê xwedî li nirxên xwe derkevin. Tenê kurdek jî bimîne em bejna xwe li hember zilmê natewînin heta dawiyê. Em ê xwedî li maf, ziman û nasnameya xwe derkevin û li dû wê heqîqetê bimeşin"
 
Saygi, bal kişand ser hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re jî û got: "PDK û malbata Barzanî jî di nav xiyanetekê de ne. Demildest divê dev ji vê şaşiyê berdin." 
 
JI BO BIÇIN GUND 'ŞERTÊ DESTÛRSTENDINÊ'
 
Baran Saygî ji ani ziman ku ji bo biçin gundê xwe mecbûr dimînin ku destûre bistînin û got: “Em bi salan e nikarin biçin gundê xwe û zozanan. Her wiha gelek kesan ji ber qedexeyan sewalên xwe firotin û ji gund derketin. Dema em ji bo pincar behvekirinê tên gundê xwe jî em destûrê distînin." 

Sernavên din

19/05/2022
11:44 Karkerê ku li kana keviran jiyana xwe ji dest da hat veşartin
11:29 Malbata Şenyaşar: Kesên sûcê mirovahiyê kirine xwe bi desthilatê vedişêrin
10:34 Li Kurdistanê kulîlk bi reng û xemla welat vebûn
10:10 Qeyûm avahiya şaredariyê da ber firotinê
09:48 ‘Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin’
09:47 Dayika ku du zarokên xwe winda kirî: Divê Tirkiye xwe ji xaka Kurdistanê vekişîne
09:39 Dayikên zarokên wan jiyana xwe ji dest dane: Em wan ji Roboskî û Cizîrê nas dikin
09:32 Erdogan Emîr li Amedê konser li dar xist
09:16 Parêzer Ezer: Biryara Şûraya Dewletê destkeftiyeke têkoşîna jinê ye
09:15 Rêxistinên Ciwanan: Dê ev êriş jî bi ser nekevin
09:13 ‘Me gelek ciwan ji tiryakê xelas kirin'
09:13 Xwendekar ji ber bihabûna bilêtan nikarin biçin cem malbatên xwe
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2022'YAN
18/05/2022
23:39 Hinek Henek bi 5 skecên ji hev xweştir derket pêşberî temaşevanan
22:54 Çalakiya KHK'iyan di hefteya 212'an de ye
20:43 Polîsan avêt ser mala dayika Egît Îpek
20:28 'Meseleya kurdî bi operasyonan çareser nabe'
20:14 Li Geverê 3 kes hatin berdan
16:48 Xizmên girtiyan: Bila ev zilm bi dawî be
16:25 Iraq, ji bo ku Tirkiye ji axa wan derkeve li NY’yê gilî kir
16:21 Cenazeyê 3 leşkeran anîn Geverê
15:58 Şehîdên Meha Gulanê li Amedê hatin bibîranîn
15:54 Sal û 6 meh ceza li rojnameger Çapan birîn
15:47 Dayikên Aştiyê beraet bûn
15:31 DBP, HDP, TJA û Hewldana 78'an çûn serdana Malbata Şenyaşar
15:30 Projeya HES'ê ya ser çemê Sortkîn hat betalkirin
14:55 Bertek nîşanî gefa li Çobanoglu yê ÎHD’î hatiye xwarin dan
14:32 ‘Hovîtî û îşkenceya 12’ê Îlonê bi AKP’ê berdewam dike’
14:16 Malbatên girtiyan li pêş ATK’ê ne: Em di daxwazên xwe de bi israr in
14:13 Xizmên girtiyan pêşniyara dadger a HAGB'ê red kir
13:52 Polîsê ku Cîhan Can kuştibû ji sedî sed bi qisûr hat dîtin
13:39 Alî Çîçek li ser gora xwe hate bibîranîn
13:39 Çar Şoreşgerên Kurd hatin bibîranîn
13:25 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 436'emîn de didome
12:45 AYM’ê mafê jiyanê neparast!
12:33 Ev du sal in dîmenên ‘îşkenceya Xelfetiyê’ tên lêkolînkirin!
12:32 Walitiya Mûşê 13 herêm qedexe kirin
12:24 Şaredarê ku got, 'ez dewlet im' deriya mala welatiyekê mor kir
12:13 Îbrahîm Barkin hewl daye ku hevjîna xwe ya dest ji hev berdane qetil bike
11:08 Xwişka Ferhan Yilmaz: Kesên birayê min qetilkirin hêj jî li ser peywîrê ne
11:02 Emrê xwe bi têkoşîna li dijî dewleta ku navê wê lê hatibû kirin derbas kir
10:58 Bayindir: Em êrişan dikarin bi yekrêziyê têk bibin
10:54 Li çiyayê Agirî operasyon dest pê kir
10:34 Polisan ji ber kesên lê digeriyan nedîtin xwediyê malê binçav kirin
10:19 Necar ji ber krîza aborî yek bi yek dikanên xwe digirin
10:04 Pêşmergê 26 salan: Bila nebe sedemê hilweşandina bingeha me daniye
09:52 Dayikên cizîrî: Erdogan çi bi serê me anî be dê wê bi serê Barzanî jî bîne
09:24 Kê îtirafkarê Doza Kobanê 'qaneh' kiriye?
09:09 Hatîmogûllari: Tirkiye dixwaze 'kemereke erebî' ya di bin kontrola xwe de çêbike
09:08 ‘Gelê kurd gere tu carî Hakî Karer ji bîr neke'
09:06 Semra Kûytûl: Îstixbarat sîxûrtiyê li endamên me ferz dike
09:06 Rûxandina li Ben û Senê tomar kirin: Wêne polîtîk e
09:00 ROJEVA 18'Ê GULANA 2022'YAN
17/05/2022
22:10 Li Bedlîsê konsera bi kurdî hat betalkirin
19:43 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyeyê bi dawî bû
19:29 Ji bo Sakîne Kulter û Remziye Apaydin daxuyanî
18:59 EMEP dê atolyeya zimanê kurdî li dar bixe
16:49 Îpek û Kilavûz hatin berdan
16:48 Qedexeya konsera Aynûr Dogan bi 'Dar Hêjîrokê" şermezar kir
16:48 'Girtiyên nexweş terkî mirinê kirin’
16:31 Jinan bertek nîşanî qetilkirina Kultur dan: Em ê hesabê ji wan bipirsin
16:06 Ji ber ku ji Soylû re got: 'Tu yê jî bêyî darizandin' hat binçavkirin
15:50 Nobeta Edaletê: Bihêlin ku zarokên xwe em tedawî bikin
15:38 Komîsyona Windayan a ÎHD’ê banga hevrûbûnê li dewletê kir
15:24 Siyasetmedarek li Semsûrê hate girtin
14:31 Li herêma Egeyê hezar û 447 binpêkirin hatine kirin
14:29 Ava gundê Misûrî yê Dêrikê 7 rojan hatiye birîn
14:19 Li Geverê du bira hatin binçavkirin
14:04 Bûldan: Wê zilma we negihîje tu encamê
13:38 Li Şirnexê 3 kes hatin girtin
13:38 Dozger xwest rojnamevan Yalçin bê cezakirin
13:30 Ciwan li zozanan kevneşopiya xwe didomînin
13:27 Tayîp Temel: Em bi xwe bawerin û em ê bi ser kevin
13:16 Li Silopiyayê zarokek bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
13:15 Doza Hevşaredara Farqînê hat taloqkirin
13:09 Li Îzmîrê jinekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
11:59 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:53 Malbata Şenyaşar: Avêtina gava duyemîn hat astengkirin
11:32 Delegeyên jin: Çareserî di têkoşîna rêxistinbûyî de ye
11:23 Girseya HDP’ê li dijî nokteya polîsan derket û rê li trafîkê girt
11:13 Li Mêrdînê 3 kes hatin binçavkirin
10:45 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Til Rifatê kir
10:37 Berwarî: Kê maf da ye rêveberên Başûr ku leşkerên dagirkeran bînin ser xaka me?
10:35 Xetimandina kanalîzasyonê xelkê taxê bêzar kiriye
10:13 Cerdevan Bestayê talan dikin!
09:52 Jinên Silopiya: Li herêmê hêzên paramîlîter jinên kurd dikujin
09:40 Berdevka TAJÊ’yê: Jinên êzdî dê xewn û xeyalên dijmin di qirika wan de bihêlin
09:39 Dewleta tirk hevjînê wê, PDK’ê birayê wê qetil kir: Di dinyayê de ez ê wan efû nekim
09:33 Bertek nîşanî derketina cenazeyan a ji girtîgehan dan: Xwe bêdeng nekin
09:19 Têkoşîna hevpar a jinan a li dijî şer: Pêdivî bi çalakkirina BÎG'ê heye
09:13 Li Bestayê xweza tê talankirin: Cerdevan qadên jiyana me tune dikin
09:07 Bêyî GBT'ê nikarin biçin gundê xwe
09:05 Serokê Baroya Êlihê: Em ê her tim ji bo mafên mirovan bixebitin
09:03 Projeya Çîrokê: Çîrokên kurdî bi rêya enstrumanan vedibêjin
09:01 Neguhêzbara Şaredariya Rezanê dewrî Serokatiya Ragihandinê kirin
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2022'YAN
08:40 Cenazeyê Demîr li Êlihê hate veşartin
16/05/2022
23:23 Amedsporê ji play-offê xatir xwest
19:23 Makbûle û Hadî Ozer birin nexweşxaneyê
19:01 Li Çiyayê Cûdî tevgera helîkopteran