Berwarî: Kê maf da ye rêveberên Başûr ku leşkerên dagirkeran bînin ser xaka me?

  • rojane
  • 10:37 17 Gulan 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Akademîsyen Kamûran Berwarî diyar kir ku têkiliya di navbera PDK û Tirkiyeyê de rê li ber krîzên piralî vedike û wiha got: “Tu berjewendiyên kurdan di van têkiliyan de nînin. Divê gelê kurd ji desthilatdaran hesabê bipirsin. Xelkê Başûr kengî maf da ye rêveberên Başûr ku leşkerên dagirkeran bînin ser xaka me?” 
 
Tirkiyeyê di 23’yê nîsana sala 2021’an de li dijî Herêma Federal a Kurdistanê dest bi êrişê kiribû lê belê encamek ji van êrişên xwe negirt. Li ser vê yekê îsal di 17’ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê dest bi êrişeke nû kir. Li gel hevkariya PDK’ê, cerdevan, hêzên paramîlîter, bi kar anîna çekên kîmyewî û hwd. jî heta niha nekariya pêş bikeve. Di heman demê de Tirkiyeyê gelek penaberên sûriyeyî ku di bin navê “Perwerde û biteçhîzat bike” de amade dikirin, ji bo ku di êrişan de bi kar bîne niha dayîne sekinandin. Tirkiye ku nikare li herêmên navborî pêş bikeve, li hêla din êrişên xwe yên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin û li hêla din jî zextê li PDK û artêşa Iraqê dike ku êrişî Şengalê bikin. 
 
Cîgirê Serokê Akademiya Demokrasî û Siyasetê ya Herêma Federal a Kurdistanê û Hîndekarê Zanîngeha Dihokê Kamûran Berwarî têkildarî êrişên bi hevkariya AKP-MHP-PDK’ê tên kirin, êrişên ser Şengalê û ambargoya ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê axivî. Berwarî got ku ev zêdetirî 60 sal in li Herêma Federal a Kurdistanê şer didome û wiha got: “Gelê kurd ji sala 1964’an heta niha tu carî piştgirî nedan şerê birakujiyê yê PDK’ê. Gelê Başûr tu li gel êrişên leşkerên Îran, Sedam û Tirkiyeyê yên li dijî kurdan nebûn. Gelê Başûr li dijî van êrişan sekinî. Gelê Başûr û pêşmerge niha jî li dijî hevkariya PDK û Tirkiyeyê ne. Naxwazin hêzên Başûr bi hêzên dagirker re tevbigerin. Şerê ku PDK niha dike bi daxwaza gelê Başûr nayê kirin. Bertekên li dijî PDK’ê her ku diçe zêdetir dibin. Di şerê birakujiyê de gelek pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan. Heke me ewqas şehîd bo azadiya Kurdistanê dabûna, niha Kurdistan yek parçe bûya.” 
 
XELKÊ BÊÇARE DIHÊLIN
 
Bi domdarî Berwarî anî ziman ku Herêma Federal a Kurdistanê ji ber polîtîkayên malbata Barzanî niha di hêla aborî, siyasî û derûnî de bi gelek krîzan re rû bi rû ye û wiha pê de çû: “Li Başûr ji sala 2014’an ve krîza aborî heye û her ku diçe jî xerabtir dibe. Mûçeyên gel nayên dayîn. Ji bo sererastkirinê jî tiştek nayê kirin. Lewma bêkarî zêdetir dibe. Xelkê ku bêçare dimîne jî berê xwe dide welatên derve yan jî dibin endamên leşkerî û îstîxbaratê. An jî ji bo 400-500 dolaran di karên giran de dixebitin.” 
 
‘DIVÊ EM HESABÊ JI BARZANIYAN BIPIRSIN’
 
Di berdewamê de Berwarî diyar kir ku hevkariya PDK û Tirkiyeyê dê rê li ber encamên nebaş veke û ev nirxandin kir: “Kurdistan di destê dijminan de ye. Tenê çeka kuştina bi kurdan ma ye. Sûltan Selîm, Kanûnî û Abdulhamît çawa ku împaratoriya xwe li ser xwîna kurdan ava kiribin, çawa ku Mûstafa Kemal bi xwîna kurdan dewleta xwe ava kiribe, çawa ku emewî, ebasî, Sedam Hiseyîn û Şahê Îranê li ser xwîna kurdan hebûna xwe domandibin, çawa ku Esad li ser xwîna kurdan bûbûye dewlet, bêguman niha jî dixwazin bi dijminatiya kurdan û bi dagirkirina Kurdistanê hewl didin xwe bigihînin armancên xwe. Çi xêra kurdan di vê hevkariyê de nîne. Ji ber vê hevkariyê dê li Başûr alozî derkeve û aramî têk biçe. Rewşa aborî, siyasî û ewlekariyê hîn xerabtir bibe. Lewma divê em bi awayekî vekirî dengê xwe bigihînin rêveberên başûrê Kurdistanê. Weke xelkê Başûr divê em hesabê ji desthilatan bipirsin. Kê mafê şerê li dijî Şengalê da ye we? Kê maf daye we ku hûn ambaroyê deynin ser Rojava? Kê mafê şerê li dijî rojhilatê Kurdistanê da ye we? Kê mafê şerê birakujiyê da ye we ku ev 40-50 sal in hûn didomînin? Kê mafê şerê li dijî bakurê Kurdistanê daye we? Kê maf da ye we ku hûn leşkerên dagirkeran bînin ser xaka Kurdistanê? Xelkê Başûr li benda bersiva van pirsan e.”
 
‘DÊ DAWIYA TIRKIYEYÊ MÎNA YA HÎTLER BE’
 
Kamûran Berwarî destnîşan kir ku divê kurd li her çar parçeyan yekitiya xwe ava bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê bi taybet jî parlamenter û rûspiyên Başûr ji bo gelê xwe rê li ber vê êrişkarî û şerê Tirkiyeyê bigire. Ji ber ku tu pirsgirêk bi şer û kuştinê çareser nabin. Divê serok û rêveberiya hikûmeta Başûr di navbera PKK û Tirkiyeyê de qasidiyê bikin. Divê Tirkiye jî fêm bike ku bi girtin, kuştin, dagirkerî û talanê nikare siyaseta xwe bi ser bixîne. Tevahiya Rojhilata Navîn, Efrîqa û Ewropayê dagir bikin jî dê di dawiya dawî li xaka xwe vegerin. Di dîrokê de çawa ku Hîtler, Napolyon û Stalîn çawa ku bi ser neketibin û mafên gelên xwe winda kiribin, dê aqûbeta Tirkiyeyê jî heman aqûbet be.” 
 
‘AMBARGO XIZMETÊ JI DAGIRKERAN RE DIKIN’
 
Têkildarî ambaroya PDK’ê yan li ser Wargeha Mexmûrê jî Berwarî ev tişt anî ziman: “Dorpêça li ser Mexmûrê ne karê aqil, mantiq û hiqûqê ye. Dorpêçeke li dijî mirovahî û exlaq e. Şêniyên wargeha Mexmûrê mêvanên me yên ji Bakur in. Ev der jî parçeyeke xaka wan e. Heke mêvanek were mala mirov divê mirov jê re rêz bigire. Wargeha Mexmûrê bi destûra başûrê Kurdistanê, Iraq û Neteweyên Yekbûyî (NY) hatine dorpêçkirin. Ev yek teqez nayê qebûlkirin. Ev sepan ji derveyî îradeya xelkê Başûr tên kirin. Ambarogeyên ser Mexmûr, Şengal, Rojava, Metîna û deverên din xizmetê ji dagirkerên Kurdistanê re dike. Gavekî li dijî yekitiya Kurdistanê ye.” 
 
‘XELKÊ BAŞÛR BI ŞENGALÊ RE YE’
 
Berwarî bi domdarî bal kişand ser rewşa Şengalê û axaftina xwe wiha qedand: “Artêşa Iraqê bi êrişên Tirkiyeyê re hemwext hewl da Şengalê dagir bike. Daxwaza ku leşkerên Iraqê bikevin Şengalê, ne daxwaza gelê Başûr bû. Peymana 9’ê Cotmehê ji hêla tu komeke siyasî ya Başûr ve nehat qebûlkirin. Xelkê Başûr qebûl nake. Xelkê Başûr naxwaze statûya Şengalê tune bibe. Ji ber ku xelkê Başûr di 2014’an de xwe ji bo Şengalê feda kir. Nêzî 500 hezar Şengalî hatin Başûr. Xelkê Başûr jî ew weke xwîşk û birayên xwe pêşwazî kirin. Xelkê Başûr bi xelkê Şengal, Rojava, Rojhilat û Bakur re ye. Em xwe weke neteweyek dibînin.” 
 

Sernavên din

19/05/2022
11:44 Karkerê ku li kana keviran jiyana xwe ji dest da hat veşartin
11:29 Malbata Şenyaşar: Kesên sûcê mirovahiyê kirine xwe bi desthilatê vedişêrin
10:34 Li Kurdistanê kulîlk bi reng û xemla welat vebûn
10:10 Qeyûm avahiya şaredariyê da ber firotinê
09:48 ‘Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin’
09:47 Dayika ku du zarokên xwe winda kirî: Divê Tirkiye xwe ji xaka Kurdistanê vekişîne
09:39 Dayikên zarokên wan jiyana xwe ji dest dane: Em wan ji Roboskî û Cizîrê nas dikin
09:32 Erdogan Emîr li Amedê konser li dar xist
09:16 Parêzer Ezer: Biryara Şûraya Dewletê destkeftiyeke têkoşîna jinê ye
09:15 Rêxistinên Ciwanan: Dê ev êriş jî bi ser nekevin
09:13 ‘Me gelek ciwan ji tiryakê xelas kirin'
09:13 Xwendekar ji ber bihabûna bilêtan nikarin biçin cem malbatên xwe
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2022'YAN
18/05/2022
23:39 Hinek Henek bi 5 skecên ji hev xweştir derket pêşberî temaşevanan
22:54 Çalakiya KHK'iyan di hefteya 212'an de ye
20:43 Polîsan avêt ser mala dayika Egît Îpek
20:28 'Meseleya kurdî bi operasyonan çareser nabe'
20:14 Li Geverê 3 kes hatin berdan
16:48 Xizmên girtiyan: Bila ev zilm bi dawî be
16:25 Iraq, ji bo ku Tirkiye ji axa wan derkeve li NY’yê gilî kir
16:21 Cenazeyê 3 leşkeran anîn Geverê
15:58 Şehîdên Meha Gulanê li Amedê hatin bibîranîn
15:54 Sal û 6 meh ceza li rojnameger Çapan birîn
15:47 Dayikên Aştiyê beraet bûn
15:31 DBP, HDP, TJA û Hewldana 78'an çûn serdana Malbata Şenyaşar
15:30 Projeya HES'ê ya ser çemê Sortkîn hat betalkirin
14:55 Bertek nîşanî gefa li Çobanoglu yê ÎHD’î hatiye xwarin dan
14:32 ‘Hovîtî û îşkenceya 12’ê Îlonê bi AKP’ê berdewam dike’
14:16 Malbatên girtiyan li pêş ATK’ê ne: Em di daxwazên xwe de bi israr in
14:13 Xizmên girtiyan pêşniyara dadger a HAGB'ê red kir
13:52 Polîsê ku Cîhan Can kuştibû ji sedî sed bi qisûr hat dîtin
13:39 Alî Çîçek li ser gora xwe hate bibîranîn
13:39 Çar Şoreşgerên Kurd hatin bibîranîn
13:25 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 436'emîn de didome
12:45 AYM’ê mafê jiyanê neparast!
12:33 Ev du sal in dîmenên ‘îşkenceya Xelfetiyê’ tên lêkolînkirin!
12:32 Walitiya Mûşê 13 herêm qedexe kirin
12:24 Şaredarê ku got, 'ez dewlet im' deriya mala welatiyekê mor kir
12:13 Îbrahîm Barkin hewl daye ku hevjîna xwe ya dest ji hev berdane qetil bike
11:08 Xwişka Ferhan Yilmaz: Kesên birayê min qetilkirin hêj jî li ser peywîrê ne
11:02 Emrê xwe bi têkoşîna li dijî dewleta ku navê wê lê hatibû kirin derbas kir
10:58 Bayindir: Em êrişan dikarin bi yekrêziyê têk bibin
10:54 Li çiyayê Agirî operasyon dest pê kir
10:34 Polisan ji ber kesên lê digeriyan nedîtin xwediyê malê binçav kirin
10:19 Necar ji ber krîza aborî yek bi yek dikanên xwe digirin
10:04 Pêşmergê 26 salan: Bila nebe sedemê hilweşandina bingeha me daniye
09:52 Dayikên cizîrî: Erdogan çi bi serê me anî be dê wê bi serê Barzanî jî bîne
09:24 Kê îtirafkarê Doza Kobanê 'qaneh' kiriye?
09:09 Hatîmogûllari: Tirkiye dixwaze 'kemereke erebî' ya di bin kontrola xwe de çêbike
09:08 ‘Gelê kurd gere tu carî Hakî Karer ji bîr neke'
09:06 Semra Kûytûl: Îstixbarat sîxûrtiyê li endamên me ferz dike
09:06 Rûxandina li Ben û Senê tomar kirin: Wêne polîtîk e
09:00 ROJEVA 18'Ê GULANA 2022'YAN
17/05/2022
22:10 Li Bedlîsê konsera bi kurdî hat betalkirin
19:43 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyeyê bi dawî bû
19:29 Ji bo Sakîne Kulter û Remziye Apaydin daxuyanî
18:59 EMEP dê atolyeya zimanê kurdî li dar bixe
16:49 Îpek û Kilavûz hatin berdan
16:48 Qedexeya konsera Aynûr Dogan bi 'Dar Hêjîrokê" şermezar kir
16:48 'Girtiyên nexweş terkî mirinê kirin’
16:31 Jinan bertek nîşanî qetilkirina Kultur dan: Em ê hesabê ji wan bipirsin
16:06 Ji ber ku ji Soylû re got: 'Tu yê jî bêyî darizandin' hat binçavkirin
15:50 Nobeta Edaletê: Bihêlin ku zarokên xwe em tedawî bikin
15:38 Komîsyona Windayan a ÎHD’ê banga hevrûbûnê li dewletê kir
15:24 Siyasetmedarek li Semsûrê hate girtin
14:31 Li herêma Egeyê hezar û 447 binpêkirin hatine kirin
14:29 Ava gundê Misûrî yê Dêrikê 7 rojan hatiye birîn
14:19 Li Geverê du bira hatin binçavkirin
14:04 Bûldan: Wê zilma we negihîje tu encamê
13:38 Li Şirnexê 3 kes hatin girtin
13:38 Dozger xwest rojnamevan Yalçin bê cezakirin
13:30 Ciwan li zozanan kevneşopiya xwe didomînin
13:27 Tayîp Temel: Em bi xwe bawerin û em ê bi ser kevin
13:16 Li Silopiyayê zarokek bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
13:15 Doza Hevşaredara Farqînê hat taloqkirin
13:09 Li Îzmîrê jinekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
11:59 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:53 Malbata Şenyaşar: Avêtina gava duyemîn hat astengkirin
11:32 Delegeyên jin: Çareserî di têkoşîna rêxistinbûyî de ye
11:23 Girseya HDP’ê li dijî nokteya polîsan derket û rê li trafîkê girt
11:13 Li Mêrdînê 3 kes hatin binçavkirin
10:45 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Til Rifatê kir
10:37 Berwarî: Kê maf da ye rêveberên Başûr ku leşkerên dagirkeran bînin ser xaka me?
10:35 Xetimandina kanalîzasyonê xelkê taxê bêzar kiriye
10:13 Cerdevan Bestayê talan dikin!
09:52 Jinên Silopiya: Li herêmê hêzên paramîlîter jinên kurd dikujin
09:40 Berdevka TAJÊ’yê: Jinên êzdî dê xewn û xeyalên dijmin di qirika wan de bihêlin
09:39 Dewleta tirk hevjînê wê, PDK’ê birayê wê qetil kir: Di dinyayê de ez ê wan efû nekim
09:33 Bertek nîşanî derketina cenazeyan a ji girtîgehan dan: Xwe bêdeng nekin
09:19 Têkoşîna hevpar a jinan a li dijî şer: Pêdivî bi çalakkirina BÎG'ê heye
09:13 Li Bestayê xweza tê talankirin: Cerdevan qadên jiyana me tune dikin
09:07 Bêyî GBT'ê nikarin biçin gundê xwe
09:05 Serokê Baroya Êlihê: Em ê her tim ji bo mafên mirovan bixebitin
09:03 Projeya Çîrokê: Çîrokên kurdî bi rêya enstrumanan vedibêjin
09:01 Neguhêzbara Şaredariya Rezanê dewrî Serokatiya Ragihandinê kirin
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2022'YAN
08:40 Cenazeyê Demîr li Êlihê hate veşartin
16/05/2022
23:23 Amedsporê ji play-offê xatir xwest
19:23 Makbûle û Hadî Ozer birin nexweşxaneyê
19:01 Li Çiyayê Cûdî tevgera helîkopteran