Komîsyona Windayan a ÎHD’ê banga hevrûbûnê li dewletê kir

  • rojane
  • 15:38 17 Gulan 2022
  • |
img

AMED - Şaxa ÎHD’a Amedê ku ji bo aşkerekirina aqûbeta kesên bi darê zorê hatine windakirin û faîlên wan bên darizandin bang li dewletê kir ku hemû arşîvên xwe veke û wiha got: “Em careke din daxwaz dikin ku Komîsyona Lêkolînan a Heqîqetê û Hevrûbûna Bi Paşerojê Re were avakirin.”

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê bi boneya 17 û 31’ê Gulanê Hefteya Têkoşîna Li Dijî Windakirinên Di Binçavan De yên Navnetewî  li pêş avahiya edliyeyê daxuyanî da çapemeniyê. Xizmên windakiriyan û endamên komeleyê tev li daxuyaniyê bûn. Metnê daxuyaniyê yê bi tirkî Endamê Komîsyona Windayan ê Şaxa ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz û ya kurdî jî endamê Lijneya Rêveberiya ÎHD’a Amedê Yakup Guven xwend. 
 
Guven, diyar kir ku wendakirinên bi zorê sûcê li dijî mirovahiyê ye û wiha got: “Tu hinceteke şer, bêîstikrariya sîyasî yan jî rewşên derasayî wendakirinan mafdar dernaxe. Di vê mijarê de Peymana Neteweyên Yekbûyî ya li hemberî Wendakirinên Binçaviyê parastina her kesî bi bîr dixe. Di erdnigariya me de wendakirinên binçaviyê bi gelemperî li ser kurdan  ji hêla dewlet û paramîleterên girêdayî wê di qadên pevçûnan de ji bo daxwazên siyasî, civakî û hiqûqî bi tundî bitepisînin bi awayekî sîstematîk pêk hatine. Li gorî daneyên ÎHD û Navendên Hafizayê di navbera salên 1980 û 2001’ê de zêdetirîn di salên 90’î de hezar û 388 kes ji hêla bazbendên dewletê û hêzên paramîlîterên wê ve bi zorê hatine wendakirin.”
 
'NIHA HEVRÛBÛNEK PÊK NEHATIYE'
 
Guven, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê li dijî binpêkirinên mafan ên giran ên weke windakirinên di binçavan de heta niha hevrûbûnek pêk nehatiye û wiha berdewam kir: “Hestên mexduran ew e ku di Tirkiyeyê de li dijî wendakirinên di bin çavan de ku yek ji îxlalên mafên jiyanê ye, kiryar bê ceza tên hiştin, bi paşerojê re nayê hevrûkirin, paşeroj nayê fahmkirin û telafîkirin û darizandin girîng nayê dîtin. Li Tirkiyeyê car bi caran pêşveçûnên bi hêvî pêk werin jî mixabin ne em dikarin behsa hevrûkirinê bikin ne jî behsa îradeyeke sîyasî ya vê hevrûkirinê pêk bîne bikin. Di ser re dayikên ku aqûbeta zarokên xwe dipirsin û xizmên wendayan bi zordariyên sîstematîk re rû bi rû dimînin. Di avakirina edaleta civakî de rola edaletê her çiqas balê bikşîne jî ji bo mexdûran ji hêla meqamên darazgeriya dewletê ve îxlalên mafên mirovan li ku, çawa û ji hêla kê ve û bi emrê kê û di bin kîjan şertan de pêkhatine werin tespîtkirin pir girîng e.” 
 
'DARIZANDINEKE BI EDALET PÊDIVIYA DEMOKRASIYÊ'
 
Guven, da zanîn ku li Tirkiyeyê gava kiryar peywirdarê fermî be lêpirsînên bêbandor, beraet, demborîbûn û polîtikayên bêcazabûnê dikevin dewrê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sûcên pêk hatiye îxlala mafên jiyanê be jî kiryar nayên darizandin. Ji ber polîtîkaya bêcazabûnê di Tirkiyeyê de bi taybetî jî di erdnigariya kurdan de sûcên ji hêla bazbendan ve tê kirin her diçe zêdetir dibin. Sûcên ku bê ceza tên hiştin, sûcdar bi rehetî peywira xwe didomînin, heta payeya wan bilindtir dibe, ev yek nîşaneya ne darizandinê ye. Divê neyê jibîrkirin darizandineke bi edalet pêdivîya demokrasiyê ye.” 
 
'MEKANÊN HAFIZAYÊ DIVÊ WERIN PARASTIN'
 
Guven, bi lêv kir ku dewlet ji bo herêmên goristanên bi giştî ji bîra mirov bibe hinek projeyan dixe dewrê û wiha pê de çû: “Em dizanin ku cenazeyên bi hezaran gelê me di van goristanên giştî de ne. Beşeke goristanên giştî bi hewldanên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Amedê bi dîtinên gorîstanên giştî derketine holê. Herî dawî li herêma Newala Qesaba ya Sêrtê, cihê goristanên giştî ji avahiyan re hat vekirin li ser navê mirovahiyê elbet ev nayê qebûlkirin. Ev mekanên hafizayê ji bo dewlet bikaribe bi sûcên xwe re hevrû bibe divê were parastin.”
 
DÊ TÊKOŞÎNA WAN BIDOME
 
Guven, destnîşan kir ku wekî parazvanên mafên mirovan  heqîqeta wendayên li Tirkiyeyê bi dengekî bilind bigihîjînin civakê, ji bo paşerojê re were hevrûkirin û edalet pêk were wê têkoşîna xwe ya  “Wenda Werin Dîtin Kiryar Werin Darizandin” bi israr bidomînin û daxwazên xwe wiha rêz kirin: 
 
“ *Ji bo aqûbeta kesên bi zorê hatine wendakirin derkevin holê û wenda werin dîtin. Ji bo kiryarên kuştinên kiryarên wan nediyar derkevin holê em daxwaz dikin dewlet hemû arşîvên xwe veke.
 
* Em endamên darezgeriyê vedixwînin ku dev ji polîtikayên bêcezakirinê berdin, li gorî belgeyên navnetewî li ser bûyerên wendeyan ku sûcê mirovahiyê ye darizandina bi bandor bimeşînin û li gorî peymanên navnetewî  demborîbûna van sûcan piştguh bikin. 
 
* Em hikumetê vedixwînin “Peymana Navnetewî ya Derbarê Parastina Wendakirinên di Binçavan de yên Neteweyên Yekbûyî” destnîşan bikin û peywîrên peymanê bi cih bînin. 
 
*Ji bo di vê erdnigariyê de êşên bi vî awayî careke din neyê jiyîn, ji bo heqîqet derkevîn holê û ji bo avakirina aşitiya civakî em careke din daxwaza “Komisyona Lêkolîna Heqîqetan û Hevrûbûna bi Paşerojê re’’dikin.
 
* Bi jibîrkirdayîna hemû bêhiqûqiyên paşerojê re avakirina civak û dewleteke demokratîk ne mimkun e. Îradeya demokrasiyeke rastî, îradeya hevrûbûna paşerojê û darizandina berpirsiyaran e. 
 
*Em bi her kesî ku wenda dibe re nirxên xwe yên mirovahiyê jî wenda dikin. Mafên me yên jiyanê girêdayîyê aqûbeta wendayan û diyarkirina berpirsiyaran e.”
 
 
 

Sernavên din

19/05/2022
11:44 Karkerê ku li kana keviran jiyana xwe ji dest da hat veşartin
11:29 Malbata Şenyaşar: Kesên sûcê mirovahiyê kirine xwe bi desthilatê vedişêrin
10:34 Li Kurdistanê kulîlk bi reng û xemla welat vebûn
10:10 Qeyûm avahiya şaredariyê da ber firotinê
09:48 ‘Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin’
09:47 Dayika ku du zarokên xwe winda kirî: Divê Tirkiye xwe ji xaka Kurdistanê vekişîne
09:39 Dayikên zarokên wan jiyana xwe ji dest dane: Em wan ji Roboskî û Cizîrê nas dikin
09:32 Erdogan Emîr li Amedê konser li dar xist
09:16 Parêzer Ezer: Biryara Şûraya Dewletê destkeftiyeke têkoşîna jinê ye
09:15 Rêxistinên Ciwanan: Dê ev êriş jî bi ser nekevin
09:13 ‘Me gelek ciwan ji tiryakê xelas kirin'
09:13 Xwendekar ji ber bihabûna bilêtan nikarin biçin cem malbatên xwe
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2022'YAN
18/05/2022
23:39 Hinek Henek bi 5 skecên ji hev xweştir derket pêşberî temaşevanan
22:54 Çalakiya KHK'iyan di hefteya 212'an de ye
20:43 Polîsan avêt ser mala dayika Egît Îpek
20:28 'Meseleya kurdî bi operasyonan çareser nabe'
20:14 Li Geverê 3 kes hatin berdan
16:48 Xizmên girtiyan: Bila ev zilm bi dawî be
16:25 Iraq, ji bo ku Tirkiye ji axa wan derkeve li NY’yê gilî kir
16:21 Cenazeyê 3 leşkeran anîn Geverê
15:58 Şehîdên Meha Gulanê li Amedê hatin bibîranîn
15:54 Sal û 6 meh ceza li rojnameger Çapan birîn
15:47 Dayikên Aştiyê beraet bûn
15:31 DBP, HDP, TJA û Hewldana 78'an çûn serdana Malbata Şenyaşar
15:30 Projeya HES'ê ya ser çemê Sortkîn hat betalkirin
14:55 Bertek nîşanî gefa li Çobanoglu yê ÎHD’î hatiye xwarin dan
14:32 ‘Hovîtî û îşkenceya 12’ê Îlonê bi AKP’ê berdewam dike’
14:16 Malbatên girtiyan li pêş ATK’ê ne: Em di daxwazên xwe de bi israr in
14:13 Xizmên girtiyan pêşniyara dadger a HAGB'ê red kir
13:52 Polîsê ku Cîhan Can kuştibû ji sedî sed bi qisûr hat dîtin
13:39 Alî Çîçek li ser gora xwe hate bibîranîn
13:39 Çar Şoreşgerên Kurd hatin bibîranîn
13:25 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 436'emîn de didome
12:45 AYM’ê mafê jiyanê neparast!
12:33 Ev du sal in dîmenên ‘îşkenceya Xelfetiyê’ tên lêkolînkirin!
12:32 Walitiya Mûşê 13 herêm qedexe kirin
12:24 Şaredarê ku got, 'ez dewlet im' deriya mala welatiyekê mor kir
12:13 Îbrahîm Barkin hewl daye ku hevjîna xwe ya dest ji hev berdane qetil bike
11:08 Xwişka Ferhan Yilmaz: Kesên birayê min qetilkirin hêj jî li ser peywîrê ne
11:02 Emrê xwe bi têkoşîna li dijî dewleta ku navê wê lê hatibû kirin derbas kir
10:58 Bayindir: Em êrişan dikarin bi yekrêziyê têk bibin
10:54 Li çiyayê Agirî operasyon dest pê kir
10:34 Polisan ji ber kesên lê digeriyan nedîtin xwediyê malê binçav kirin
10:19 Necar ji ber krîza aborî yek bi yek dikanên xwe digirin
10:04 Pêşmergê 26 salan: Bila nebe sedemê hilweşandina bingeha me daniye
09:52 Dayikên cizîrî: Erdogan çi bi serê me anî be dê wê bi serê Barzanî jî bîne
09:24 Kê îtirafkarê Doza Kobanê 'qaneh' kiriye?
09:09 Hatîmogûllari: Tirkiye dixwaze 'kemereke erebî' ya di bin kontrola xwe de çêbike
09:08 ‘Gelê kurd gere tu carî Hakî Karer ji bîr neke'
09:06 Semra Kûytûl: Îstixbarat sîxûrtiyê li endamên me ferz dike
09:06 Rûxandina li Ben û Senê tomar kirin: Wêne polîtîk e
09:00 ROJEVA 18'Ê GULANA 2022'YAN
17/05/2022
22:10 Li Bedlîsê konsera bi kurdî hat betalkirin
19:43 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyeyê bi dawî bû
19:29 Ji bo Sakîne Kulter û Remziye Apaydin daxuyanî
18:59 EMEP dê atolyeya zimanê kurdî li dar bixe
16:49 Îpek û Kilavûz hatin berdan
16:48 Qedexeya konsera Aynûr Dogan bi 'Dar Hêjîrokê" şermezar kir
16:48 'Girtiyên nexweş terkî mirinê kirin’
16:31 Jinan bertek nîşanî qetilkirina Kultur dan: Em ê hesabê ji wan bipirsin
16:06 Ji ber ku ji Soylû re got: 'Tu yê jî bêyî darizandin' hat binçavkirin
15:50 Nobeta Edaletê: Bihêlin ku zarokên xwe em tedawî bikin
15:38 Komîsyona Windayan a ÎHD’ê banga hevrûbûnê li dewletê kir
15:24 Siyasetmedarek li Semsûrê hate girtin
14:31 Li herêma Egeyê hezar û 447 binpêkirin hatine kirin
14:29 Ava gundê Misûrî yê Dêrikê 7 rojan hatiye birîn
14:19 Li Geverê du bira hatin binçavkirin
14:04 Bûldan: Wê zilma we negihîje tu encamê
13:38 Li Şirnexê 3 kes hatin girtin
13:38 Dozger xwest rojnamevan Yalçin bê cezakirin
13:30 Ciwan li zozanan kevneşopiya xwe didomînin
13:27 Tayîp Temel: Em bi xwe bawerin û em ê bi ser kevin
13:16 Li Silopiyayê zarokek bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
13:15 Doza Hevşaredara Farqînê hat taloqkirin
13:09 Li Îzmîrê jinekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
11:59 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:53 Malbata Şenyaşar: Avêtina gava duyemîn hat astengkirin
11:32 Delegeyên jin: Çareserî di têkoşîna rêxistinbûyî de ye
11:23 Girseya HDP’ê li dijî nokteya polîsan derket û rê li trafîkê girt
11:13 Li Mêrdînê 3 kes hatin binçavkirin
10:45 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Til Rifatê kir
10:37 Berwarî: Kê maf da ye rêveberên Başûr ku leşkerên dagirkeran bînin ser xaka me?
10:35 Xetimandina kanalîzasyonê xelkê taxê bêzar kiriye
10:13 Cerdevan Bestayê talan dikin!
09:52 Jinên Silopiya: Li herêmê hêzên paramîlîter jinên kurd dikujin
09:40 Berdevka TAJÊ’yê: Jinên êzdî dê xewn û xeyalên dijmin di qirika wan de bihêlin
09:39 Dewleta tirk hevjînê wê, PDK’ê birayê wê qetil kir: Di dinyayê de ez ê wan efû nekim
09:33 Bertek nîşanî derketina cenazeyan a ji girtîgehan dan: Xwe bêdeng nekin
09:19 Têkoşîna hevpar a jinan a li dijî şer: Pêdivî bi çalakkirina BÎG'ê heye
09:13 Li Bestayê xweza tê talankirin: Cerdevan qadên jiyana me tune dikin
09:07 Bêyî GBT'ê nikarin biçin gundê xwe
09:05 Serokê Baroya Êlihê: Em ê her tim ji bo mafên mirovan bixebitin
09:03 Projeya Çîrokê: Çîrokên kurdî bi rêya enstrumanan vedibêjin
09:01 Neguhêzbara Şaredariya Rezanê dewrî Serokatiya Ragihandinê kirin
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2022'YAN
08:40 Cenazeyê Demîr li Êlihê hate veşartin
16/05/2022
23:23 Amedsporê ji play-offê xatir xwest
19:23 Makbûle û Hadî Ozer birin nexweşxaneyê
19:01 Li Çiyayê Cûdî tevgera helîkopteran