AMED - Serokê berê yê Amedsporê Metîn Kilavûz û Hevseroka DBP’a Amedê ya berê Hafîze Îpek hatin berdan.
Serokê berê yê Amedsporê Metîn Kilavûz û Hevseroka DBP’a Amedê ya berê Hafîze Îpek roja yekşemê li Amedê bi serdegirtina malê de hatibûn binçavkirin. Kilavûz û Îpek piştî kirariyên îfadeyan hatin berdan.
Kilavûz û Îpek beriya niha di çarçoveya heman lêpirsînê de hatibûn binçavkirin û berdan.