Semra Kûytûl: Îstixbarat sîxûrtiyê li endamên me ferz dike

  • rojane
  • 09:06 18 Gulan 2022
  • |
EDENE - Semra Kûytûl, hevjîna damezrînerê Weqfa Fûrkanê Alparslan Kûytûl ê hat girtin, got: "Îstixbarat sîxûrtiyê li endamên me ferz dike. Ên qebûl nakin jî gef li wan tên xwarin." 
 
Di 8'ê îlona 2021'ê de karsaz Koray Sarisaçli ji aliyê 4 kesan ve hatibû revandin û piştî 13 rojan hatibû berdan. Di çarçoveya lêpirsîna derbarê revandina Sarisaçli de 8 endamên Wefqa Fûrkanê di îlonê 2021'ê de hatibûn girtin. Sarisaçli, di îfadeya xwe de derpêş kiribû ku Alparslan Kûytûl fermana revandinê daye. Piştî îfadeya Sarisaçli di 9'ê Gulanê de Kûytûl hatibû binçavkirin û di heman rojê de ji aliyê Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Edeneyê ve bi îdiayên "Binpêkirina azadiya mirov", "Xesp", "Birîndarkirin" û "Îşkence"yê hatibû girtin. 
 
Semra Kûytûl, hevjîna Alaparslan Kûytûl, got, di demên dawî de îstixbarat sîxurtiyê li gelek endamên wan ferz dike û yên qebûl nakin jî gef li wan tên xwarin. Kûytûl diyar kir ku dê têkildarî mijarê serî li rêyên hiqûqî bidin. 
'DESTHILAT MUXALEFETÊ NAXWAZE'
 
Kûytûl ku got "Di nav pergalên îslamî de yên li hemberî desthilatê muxalefetê dikin tenê ew in" destnîşan kir ku desthilata AKP'ê li hemberî xwe tu muxalefetan naxwaze. Kûytûl got: "Nizam ev rêxistina terorê ye, nizam ew rêxistina terorê ye... bi vî awayî gelek etîket çêkirin. Dewletê li orta kuçeyê îşkence kir û polîtîkaya tepisandin û çavtirsandinê pêk anî. Meseleya sereke ew e ku em ketine bin nîrê wê yan na. Em ê her li dû rastiyên xwe bin û em ê rê nedin berhêlîkirina di ser hin kesan re. Desthilat, xwe wekî ku pergaleke îslamî pêk tîne da nîşandan û bi salan bi vî awayî li ser desthilatê ma. Lewma li nav kuçeyê çalakiya cemaeteke misilman li zora wê diçe." 
 
'POLÎSÊN ÎŞKENCE KIRIN LI SER KAR IN'
 
Kûytûl ragihand ku têkildarî tahdeya polîsan a dawî ya li hemberî endamên weqfê de giliyê polîsan kiriye, lê belê tu encam jê derneketiye û got, polîsên îşkence li endamên wan kirine hê jî li ser kar in. Kûytûl wiha axivî: "Em ê ji bo hemû xebat û mafên me yên tên astengkirin serî li darazê bidin." 
 
Kûytûl diyar kir ku Koray Sarisaçli bi taybetî hatiye şandin ji bo zirarê bide weqfê û wiha got: "Koray Sarisaçli li bara dewletê kesekî di nava deynan de maye û lewma ew kes e ku bi rihetî tê bikaranîn. Kesekî ku 40 milyon deynê dewletê lê be, hûn bêjin çi wê bike." 
 
'SÎXURTÎ LI ENDAMÊN ME TÊN FERZKIRIN'
 
Kûytûl bilêv kir ku îstixbarat sîxurtiyê li endamên wan ferz dike û got: "Ên qebûl nakin jî gef li wan tên xwarin. Telefonî malbatên hevalên me yên endam dikin û ji wan re dibêjin bûne endamê weqfê. Bêtir li ser hevalên jin disekinin. Gefan li wan dixwin an jî sixurtiyê teklîfî wan dikin. Telefonî hevjînên wan, bavên wan, xezûrên wan dikin û dibêjin 'keça we bûye endama Wefqa Fûrkanê.' Ji bo endamên mêr jî dibêjin 'Em ê we ji kar bavêjin' an jî 'em ê we têxin kar.' Dewletê dev ji kar û barê xwe berdaye, tenê li ser qewfê hûr bûye û dibêje, gelo ez ê vê cemaetê çawa belawela bikim. Wezaret hemû bi şev û biroj li ser vê hûr dibin. Em ê ji niha û pê ve di çarçoveyeke hiqûqî de bitêkoşin." 
 
MA / Mûkadder Akyol - Hamdûllah Yagiz Kesen
 

Sernavên din

19/05/2022
11:44 Karkerê ku li kana keviran jiyana xwe ji dest da hat veşartin
11:29 Malbata Şenyaşar: Kesên sûcê mirovahiyê kirine xwe bi desthilatê vedişêrin
10:34 Li Kurdistanê kulîlk bi reng û xemla welat vebûn
10:10 Qeyûm avahiya şaredariyê da ber firotinê
09:48 ‘Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin’
09:47 Dayika ku du zarokên xwe winda kirî: Divê Tirkiye xwe ji xaka Kurdistanê vekişîne
09:39 Dayikên zarokên wan jiyana xwe ji dest dane: Em wan ji Roboskî û Cizîrê nas dikin
09:32 Erdogan Emîr li Amedê konser li dar xist
09:16 Parêzer Ezer: Biryara Şûraya Dewletê destkeftiyeke têkoşîna jinê ye
09:15 Rêxistinên Ciwanan: Dê ev êriş jî bi ser nekevin
09:13 ‘Me gelek ciwan ji tiryakê xelas kirin'
09:13 Xwendekar ji ber bihabûna bilêtan nikarin biçin cem malbatên xwe
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2022'YAN
18/05/2022
23:39 Hinek Henek bi 5 skecên ji hev xweştir derket pêşberî temaşevanan
22:54 Çalakiya KHK'iyan di hefteya 212'an de ye
20:43 Polîsan avêt ser mala dayika Egît Îpek
20:28 'Meseleya kurdî bi operasyonan çareser nabe'
20:14 Li Geverê 3 kes hatin berdan
16:48 Xizmên girtiyan: Bila ev zilm bi dawî be
16:25 Iraq, ji bo ku Tirkiye ji axa wan derkeve li NY’yê gilî kir
16:21 Cenazeyê 3 leşkeran anîn Geverê
15:58 Şehîdên Meha Gulanê li Amedê hatin bibîranîn
15:54 Sal û 6 meh ceza li rojnameger Çapan birîn
15:47 Dayikên Aştiyê beraet bûn
15:31 DBP, HDP, TJA û Hewldana 78'an çûn serdana Malbata Şenyaşar
15:30 Projeya HES'ê ya ser çemê Sortkîn hat betalkirin
14:55 Bertek nîşanî gefa li Çobanoglu yê ÎHD’î hatiye xwarin dan
14:32 ‘Hovîtî û îşkenceya 12’ê Îlonê bi AKP’ê berdewam dike’
14:16 Malbatên girtiyan li pêş ATK’ê ne: Em di daxwazên xwe de bi israr in
14:13 Xizmên girtiyan pêşniyara dadger a HAGB'ê red kir
13:52 Polîsê ku Cîhan Can kuştibû ji sedî sed bi qisûr hat dîtin
13:39 Alî Çîçek li ser gora xwe hate bibîranîn
13:39 Çar Şoreşgerên Kurd hatin bibîranîn
13:25 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 436'emîn de didome
12:45 AYM’ê mafê jiyanê neparast!
12:33 Ev du sal in dîmenên ‘îşkenceya Xelfetiyê’ tên lêkolînkirin!
12:32 Walitiya Mûşê 13 herêm qedexe kirin
12:24 Şaredarê ku got, 'ez dewlet im' deriya mala welatiyekê mor kir
12:13 Îbrahîm Barkin hewl daye ku hevjîna xwe ya dest ji hev berdane qetil bike
11:08 Xwişka Ferhan Yilmaz: Kesên birayê min qetilkirin hêj jî li ser peywîrê ne
11:02 Emrê xwe bi têkoşîna li dijî dewleta ku navê wê lê hatibû kirin derbas kir
10:58 Bayindir: Em êrişan dikarin bi yekrêziyê têk bibin
10:54 Li çiyayê Agirî operasyon dest pê kir
10:34 Polisan ji ber kesên lê digeriyan nedîtin xwediyê malê binçav kirin
10:19 Necar ji ber krîza aborî yek bi yek dikanên xwe digirin
10:04 Pêşmergê 26 salan: Bila nebe sedemê hilweşandina bingeha me daniye
09:52 Dayikên cizîrî: Erdogan çi bi serê me anî be dê wê bi serê Barzanî jî bîne
09:24 Kê îtirafkarê Doza Kobanê 'qaneh' kiriye?
09:09 Hatîmogûllari: Tirkiye dixwaze 'kemereke erebî' ya di bin kontrola xwe de çêbike
09:08 ‘Gelê kurd gere tu carî Hakî Karer ji bîr neke'
09:06 Semra Kûytûl: Îstixbarat sîxûrtiyê li endamên me ferz dike
09:06 Rûxandina li Ben û Senê tomar kirin: Wêne polîtîk e
09:00 ROJEVA 18'Ê GULANA 2022'YAN
17/05/2022
22:10 Li Bedlîsê konsera bi kurdî hat betalkirin
19:43 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyeyê bi dawî bû
19:29 Ji bo Sakîne Kulter û Remziye Apaydin daxuyanî
18:59 EMEP dê atolyeya zimanê kurdî li dar bixe
16:49 Îpek û Kilavûz hatin berdan
16:48 Qedexeya konsera Aynûr Dogan bi 'Dar Hêjîrokê" şermezar kir
16:48 'Girtiyên nexweş terkî mirinê kirin’
16:31 Jinan bertek nîşanî qetilkirina Kultur dan: Em ê hesabê ji wan bipirsin
16:06 Ji ber ku ji Soylû re got: 'Tu yê jî bêyî darizandin' hat binçavkirin
15:50 Nobeta Edaletê: Bihêlin ku zarokên xwe em tedawî bikin
15:38 Komîsyona Windayan a ÎHD’ê banga hevrûbûnê li dewletê kir
15:24 Siyasetmedarek li Semsûrê hate girtin
14:31 Li herêma Egeyê hezar û 447 binpêkirin hatine kirin
14:29 Ava gundê Misûrî yê Dêrikê 7 rojan hatiye birîn
14:19 Li Geverê du bira hatin binçavkirin
14:04 Bûldan: Wê zilma we negihîje tu encamê
13:38 Li Şirnexê 3 kes hatin girtin
13:38 Dozger xwest rojnamevan Yalçin bê cezakirin
13:30 Ciwan li zozanan kevneşopiya xwe didomînin
13:27 Tayîp Temel: Em bi xwe bawerin û em ê bi ser kevin
13:16 Li Silopiyayê zarokek bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
13:15 Doza Hevşaredara Farqînê hat taloqkirin
13:09 Li Îzmîrê jinekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
11:59 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:53 Malbata Şenyaşar: Avêtina gava duyemîn hat astengkirin
11:32 Delegeyên jin: Çareserî di têkoşîna rêxistinbûyî de ye
11:23 Girseya HDP’ê li dijî nokteya polîsan derket û rê li trafîkê girt
11:13 Li Mêrdînê 3 kes hatin binçavkirin
10:45 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Til Rifatê kir
10:37 Berwarî: Kê maf da ye rêveberên Başûr ku leşkerên dagirkeran bînin ser xaka me?
10:35 Xetimandina kanalîzasyonê xelkê taxê bêzar kiriye
10:13 Cerdevan Bestayê talan dikin!
09:52 Jinên Silopiya: Li herêmê hêzên paramîlîter jinên kurd dikujin
09:40 Berdevka TAJÊ’yê: Jinên êzdî dê xewn û xeyalên dijmin di qirika wan de bihêlin
09:39 Dewleta tirk hevjînê wê, PDK’ê birayê wê qetil kir: Di dinyayê de ez ê wan efû nekim
09:33 Bertek nîşanî derketina cenazeyan a ji girtîgehan dan: Xwe bêdeng nekin
09:19 Têkoşîna hevpar a jinan a li dijî şer: Pêdivî bi çalakkirina BÎG'ê heye
09:13 Li Bestayê xweza tê talankirin: Cerdevan qadên jiyana me tune dikin
09:07 Bêyî GBT'ê nikarin biçin gundê xwe
09:05 Serokê Baroya Êlihê: Em ê her tim ji bo mafên mirovan bixebitin
09:03 Projeya Çîrokê: Çîrokên kurdî bi rêya enstrumanan vedibêjin
09:01 Neguhêzbara Şaredariya Rezanê dewrî Serokatiya Ragihandinê kirin
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2022'YAN
08:40 Cenazeyê Demîr li Êlihê hate veşartin
16/05/2022
23:23 Amedsporê ji play-offê xatir xwest
19:23 Makbûle û Hadî Ozer birin nexweşxaneyê
19:01 Li Çiyayê Cûdî tevgera helîkopteran