Hatîmogûllari: Tirkiye dixwaze 'kemereke erebî' ya di bin kontrola xwe de çêbike

ENQERE - Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari paşperdeya polîtîkayên Tirkiyeyê yên dij kurdan û helwesta wê ya li hemberî penaberan nirxand û got: "Tirkiye bi guherandina demografiyê re dixwaze li sînorên çêkirî kemerek erebî ya di bin serweriya xwe de çêbike. Ev ji bo gelên herêmê talûke ye." 
 
Desthilata AKP'ê ku şerê navxweyî yê Sûriyeyê gur kir û bû sedema koçkirina bi milyonan mirovan, cardin meseleya koçberan da ber nîqaşan. Desthilata AKP'ê ku di têkiliyên navneteweyî de berê jî penaberan wekî gefekê biribûn sînorê Edîrneyê, di siyaseta hundurîn de jî bi polîtîkayên nijadperest, netewperest û dînperest berberîbûnê kûrtir kir. Niha cardin sinyal tên dayîn ku dê penaber ji bo siyaseta hundurîn û derve bên bikaranîn. Desthilata AKP'ê ku bi beranberiya pereyan tevî welatên Ewropayê penaber bêstatu hiştin, tê gotin li paş vê hewldana hamîtiya wê ya ji bo penaberan fikira dagirkirinê heye. Hin siyasetmedarên nijadperest jî di nav de gelek derdoran gotin dê penaberan bişînin, lê Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan berevajî vana daxuyanî da. Erdogan, li Îdlîbê di merasîma vekirina 100 hezar avahiyên bibrîket de yên bi piştgiriya Almanya û gelek dewletên din hatin çêkirin axivî. Erdogan di vê axaftina xwe de xwe wekî hamiyê penaberan da der. Erdoganê ku li aliyekî hewl dide gelek deverên din ê Sûriyeyê bi dest bixe, li aliyê din jî hewl dide li Herêma Kurdistana Federe jî bi cih bibe. 
 
Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku AKP bi polîtîkayên xwe yên neo-osmanî siyaseteke difuzyonîst dike û meseleya penaberan jî girêdayî vê yekê ye. Hatîmogullari got, desthilat dixwaze li sînorê Sûriyeyê "Kemereke Erebî" ya di bin serweriya xwe de ava bike.
ÇIMA DIJBERIYA LI HEMBERİ PENABERAN TÊ GURKIRIN?
 
Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag û hin parlementerên muxalefetê derheqê penaberan de bi zimanekî nijadperest axivîbûn û ew kiribûn hedef. Hatîmogûllari bi lêv kir ku li Tirkiyeyê ji roja şerê li Sûriyeyê dest pê kiriye heya niha meseleya penaberan bûye pirsgirêkeke binyadî û îro ro ev mesele li Tirkiyeyê veguheriye meseleyeke ku nayê çareserkirin. Hatîmogûllari wiha got: "A rast ji zû de ye li Tirkiyeyê meseleyeke koçberiyê heye. Lê belê di demên dawî de Umît Ozdag û hin partiyên muxalefetê yên din ev yek pir dan ber nîqaşê. Sedema herî mezin a vê yekê jî ew e ku tê xwestin li Tirkiyeyê xeta nijadperest û netewperest bê bilindkirin û ranteke siyasî bê bidestxistin. Di vir de çendî desthilata AKP'ê wekî ku ji penaberan hez bike xuya bike jî lê li Tirkiyeyê ya herî zêde xirabî li penaberan dike ew e."
 
Hatîmogûllari destnîşan kir ku li vê herêmê sedema liv û tevgera penaberan şer bi xwe ye û got: "Bê guman li seranserê cîhanê sedem û encamên koçberiyê hene. Şer, pevçûn, xizanî û betalî koçberiyê zêde dikin. Biçin kîjan welatî jî, tew gava statuya wan tune be, wekî hêzeke karî ya erzan tên bikaranîn." 
 
'YA XIRABIYA HERÎ MEZIN LI PENABERAN DIKE DESTHILAT E'
 
Hatîmogûllari destnîşan kir ku li Tirkiyeyê herî zêde desthilata AKP'ê xirabiyê li penaberan dike û wiha berdewam kir: "Desthilata AKP'ê di vê meseleyê de xwest bi kevirekî du qûçan wergerîne. Ger em heyama beriya şer bînin bîra xwe; mayinên li sînoran dihatin paqijkirin û ev yek di dema desthilata AKP'ê de bi lez hat kirin. Mayinên li sînorê Sûriyeyê hatin paqijkirin. Desthilatê heya demekê hewl da di navbera wê û cînarên wê de tu pirsgirêk çênebin. Lê piştî di 11'ê Adara 2011'an de li Sûriyeyê şer dest pê kir, ew deverên ji mayinan hatin xalîkirin li ber sûriyeyiyan hatin vekirin. Ewilî dibe ku polîtîkaya wan a koçberiyê wekî helwesteke hesas xuya bike, lê sedema sereke ne ev bû. Piştî şer dest pê kir Tirkiyeyê jî hemû polîtîkayên xwe guherandin. Ew siyaseta bêpirsgirêk a bi cînaran re di asteke bilind de veguherî siyaseta dijminatiyê."
 
'SIYASET DIJMINATIYÊ'
 
Hatîmogûllari bilêv kir ku sedemeke vê polîtîkaya dijminatiyê jî polîtîkaya neo-osmanîtî û dijminatiya li hemberî kurdan e û wiha axivî: "Ji bo ku kurd li Sûriyeyê statuyekê bi dest nexin çi ji destê wan hat kirin. Ji Artêşa Sûriyeya Azad heya bi El-Nûsra û DAIŞ'ê piştgirî da gelek rêxistinên bi vî rengî û polîtîkayeke gurkirina şer esas girt. Meseleya penaberan jî girêdayî vê polîtîkayê ye. Penaber li Tirkiyeyê wekî hêza karî ya erzan hatin bikaranîn. Li Tirkiyeyê gava desthilatê otorîteriya xwe ya faşîzan zêde kir TUSÎAD'ê daxuyaniyek da. Paşê desthilatê got, 'em çalakiyên karkeran asteng dikin û mafên wan ê grevê ji dest wan distînin.' Bi vî awayî peyam da TUSÎAD'ê. Heman peyamê di meseleya koçberiyê de jî dide. Mesela li Çûkûroavayê heqdesta karkerê narenciyê an jî bexdenûzê 150 TL be, ên ji Sûriyeyê bi 50-60 TL'yî tên xebitandin. Her wiha li her derî jî bi awayekî bêewle tên xebitandin."
 
KEMERA EREBÎ
 
Hatîmogûllari di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Gava şerê li Sûriyeyê dest pê kir, desthilata li Tirkiyeyê behsa çêkirina herêmeke tampon kir. Carinan navê wê guherand kir 'herêma ewlehiyê' û carinan jî kir 'herêma li ber balafiran girtî.' Lê tişta di bin vê yekê de ew bû ku di navbera Kurdistana Sûriye û Tirkiyeyê de herêmeke tampon ava bike. Bi guherandina demografiyê re dixwaze li sînorên çêkirî kemerek erebî ya di bin serweriya xwe de çêbike. Ev herêm ji bo gelên herêmê talûke ye. Armanca vê polîtîkayê, pêşî li ber piştevaniya gelê kurd a bi hev re bigire. Ev yek li gor sedem û encamên koçberiyê yên li seranserê cîhanê, armanceke pir xweser di xwe de dihewîne. Lewma Tirkiyeyê sînor vekirin û îro ro nêzî 5 milyona sûriyeyî li vira ne. Ên wekî Umît Ozdag, partiya muxalefetê ya sereke gava AKP'ê tengijandin, AKP'ê got, 'Qethiyen em ê penaberan neşînin, mêvanên me ne.' Ji lew re ji bo vê projeyê pêdiviya wan bi penaberan heye." 
 
Hatîmogûllari bal kişand ser avahiyên brîket ên li Îdlîbê hatine çêkirin û got, dibe ku heman tişt li deverên wekî Efrînê jî bên çêkirin. 
 
HELWESTA MUXALEFETÊ
 
Hatîmogûllari bal kişand ser berpirsiyariya muxalafetê ya di zêdebûna dijberiya li hemberî penaberan de jî û got: "Muxalefet bi pêşengiya AKP'ê piştgiriya tevgerên derveyî sînor kir û kir ku Tirkiye daxilî nava Sûriyeyê bibe. Bêyî ev bên tevdan, di ser dijberiya li hemberî AKP'ê de nijadperestî û netewperestî tê gurkirin. A rast bi vî awayî piştgiriya rejîma AKP'ê ya nijadperest, netewperest û faşîst tê kirin. Ger muxalefet di vî warî de samîmî be nexwe divê ji dêvla zimanê netewperest û nijadperest ê li hemberî penaberan li hemberî şer bisekine, ji tezkereyan re bibêje na û ji bo Tirkiye ji Sûriyeyê derkeve bitêkoşe. Yan na helwesta wan a ji bo penaberan dê wekî ya AKP'ê be."
 
BERPIRSIYARIYA WELATÊN ROJAVAYÎ
 
Hatîmogûllari girêdayî vê li ser bepirsiyariya welatên rojavayî jî sekinî û wih got: "AKP, Tirkiyeyê veguherandiye depoyeke penaberan. Vê yekê jî sirf ji bo hin tawizan ji welatên Ewropayê bistîne dike û wekî kartekê her ro du ro wan li maseyê dixe. Mesela desthilat biryarên DMME'yê jî di nav de tu divêtiyeke peymanên navneteweyî pêk nayne. Li gor biryarên DMME'yê diviyabû Osman Kavala û Selahattîn Demîrtaş bihatana berdan. Tirkiyeyê ev piryar pêk neanîn, lê YE'yê jî bêdeng ma. Ev ji ber meseleya penaberan e. Bala xwe bidinê li Tirkiyeyê ji bo hilbijartinê pir hindik maye û desthilat dibe aloziyeke hîn mezintir çêbike û bi vî awayî ber bi hilbijartinê ve biçe. Di vê aloziyê de vebijêerkek jî meseleya penaberan e ku partiyên muxalefetê bi israr li ser disekinin û nijadperestî û netewperestî ye." 
 
BAASÊ JÎ CERIBANDIBÛ
 
Hatîmogûllari bibîr xist ku rejîma Baasê jî berê li Sûriyeyê li erdnîgariya kurdan "kemera erebî" çêkiribû, lê bi ser neketibû û wiha pêde çû: "Ger em Rojhilata Navîn di ser Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê re binirxînin; jixwe di sedsala 21'ê de polîtîkayên li ser esasên guherandina demografiyê polîtîkayên dijminatiyê ne li hemberî gelan. Gel divê bi helwesteke xurt li ber van polîtîkayan rabe. Li Îdlîbê sed hezar avahiyên brîket hatine çêkirin û Erdogan danasîna wan kir. Ji hêlekê ve dibêjin 'em ê penaberan neşînin', lê li hêla din jî proje qediyaye. Ev proje ne projeyeke ku niha hatibe plankirin. Bi salan li ser hatiye xebitandin. Desthilata heyî ji destpêka şerê Sûriyeyê ve ji bo pêkanîna vê projeyê li benda keysê bû. Lê dê polîtîkayên neo-osmanî di sedsala 21'ê de bi ser nekevin. Gava em li dîroka osmaniyan mêze dikin, em dibînin ku gelên herêmê eziyetek mezin kişandine, lewma dê careke din destûra vê eziyetê nedin. Mesela gere meriv bi vî çavî li operasyona li Kurdistana Federe jî mêze bike. Li wir jî meseleya Mûsil-Kerkûkê heye. Tirkiye dixwaze di warê erdnîgarî, siyasî û aborî de qadeke hegemonîk ava bike. Dê penaberên sûriyeyî bibin li wan xaniyên li Îdlîbê hatin çêkirin bi cih bikin. Vê yekê ewilî li Tirkiyeyê ceribandin. Li Terolarê, li Kurdistana Tirkiyeyê, li Amedê jî ceribandin. Lê ev polîtîkayên wan ên îskanê li Tirkiyeyê bi ser neketin. Lê dibe di nêvengeke şer û aloziyê de penaberan bibin li wir bi cih bikin. Ev yek dê binyada demografîk biguherîne." 
 
Hatîmogûllari destnîşan kir ku li hemberî van polîtîkayan divê li herêmê biratiya kurd û ereban baş bê zeximkirin û got: "Tirkiye dixwaze ereb û kurdan û kurd û kurdan bera hev bide. Her wiha bi heman awayî jî dixwaze PDK'ê û Tevgera Azadiyê ya Kurd bera hev bide. Dixwaze li wir jî şerekî daîmî hebe û ew jî wan deran dagir bike û PDK'ê bi xwe ve girê bide."
 
MA / Berîvan Altan

Sernavên din

19/05/2022
11:44 Karkerê ku li kana keviran jiyana xwe ji dest da hat veşartin
11:29 Malbata Şenyaşar: Kesên sûcê mirovahiyê kirine xwe bi desthilatê vedişêrin
10:34 Li Kurdistanê kulîlk bi reng û xemla welat vebûn
10:10 Qeyûm avahiya şaredariyê da ber firotinê
09:48 ‘Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin’
09:47 Dayika ku du zarokên xwe winda kirî: Divê Tirkiye xwe ji xaka Kurdistanê vekişîne
09:39 Dayikên zarokên wan jiyana xwe ji dest dane: Em wan ji Roboskî û Cizîrê nas dikin
09:32 Erdogan Emîr li Amedê konser li dar xist
09:16 Parêzer Ezer: Biryara Şûraya Dewletê destkeftiyeke têkoşîna jinê ye
09:15 Rêxistinên Ciwanan: Dê ev êriş jî bi ser nekevin
09:13 ‘Me gelek ciwan ji tiryakê xelas kirin'
09:13 Xwendekar ji ber bihabûna bilêtan nikarin biçin cem malbatên xwe
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2022'YAN
18/05/2022
23:39 Hinek Henek bi 5 skecên ji hev xweştir derket pêşberî temaşevanan
22:54 Çalakiya KHK'iyan di hefteya 212'an de ye
20:43 Polîsan avêt ser mala dayika Egît Îpek
20:28 'Meseleya kurdî bi operasyonan çareser nabe'
20:14 Li Geverê 3 kes hatin berdan
16:48 Xizmên girtiyan: Bila ev zilm bi dawî be
16:25 Iraq, ji bo ku Tirkiye ji axa wan derkeve li NY’yê gilî kir
16:21 Cenazeyê 3 leşkeran anîn Geverê
15:58 Şehîdên Meha Gulanê li Amedê hatin bibîranîn
15:54 Sal û 6 meh ceza li rojnameger Çapan birîn
15:47 Dayikên Aştiyê beraet bûn
15:31 DBP, HDP, TJA û Hewldana 78'an çûn serdana Malbata Şenyaşar
15:30 Projeya HES'ê ya ser çemê Sortkîn hat betalkirin
14:55 Bertek nîşanî gefa li Çobanoglu yê ÎHD’î hatiye xwarin dan
14:32 ‘Hovîtî û îşkenceya 12’ê Îlonê bi AKP’ê berdewam dike’
14:16 Malbatên girtiyan li pêş ATK’ê ne: Em di daxwazên xwe de bi israr in
14:13 Xizmên girtiyan pêşniyara dadger a HAGB'ê red kir
13:52 Polîsê ku Cîhan Can kuştibû ji sedî sed bi qisûr hat dîtin
13:39 Alî Çîçek li ser gora xwe hate bibîranîn
13:39 Çar Şoreşgerên Kurd hatin bibîranîn
13:25 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 436'emîn de didome
12:45 AYM’ê mafê jiyanê neparast!
12:33 Ev du sal in dîmenên ‘îşkenceya Xelfetiyê’ tên lêkolînkirin!
12:32 Walitiya Mûşê 13 herêm qedexe kirin
12:24 Şaredarê ku got, 'ez dewlet im' deriya mala welatiyekê mor kir
12:13 Îbrahîm Barkin hewl daye ku hevjîna xwe ya dest ji hev berdane qetil bike
11:08 Xwişka Ferhan Yilmaz: Kesên birayê min qetilkirin hêj jî li ser peywîrê ne
11:02 Emrê xwe bi têkoşîna li dijî dewleta ku navê wê lê hatibû kirin derbas kir
10:58 Bayindir: Em êrişan dikarin bi yekrêziyê têk bibin
10:54 Li çiyayê Agirî operasyon dest pê kir
10:34 Polisan ji ber kesên lê digeriyan nedîtin xwediyê malê binçav kirin
10:19 Necar ji ber krîza aborî yek bi yek dikanên xwe digirin
10:04 Pêşmergê 26 salan: Bila nebe sedemê hilweşandina bingeha me daniye
09:52 Dayikên cizîrî: Erdogan çi bi serê me anî be dê wê bi serê Barzanî jî bîne
09:24 Kê îtirafkarê Doza Kobanê 'qaneh' kiriye?
09:09 Hatîmogûllari: Tirkiye dixwaze 'kemereke erebî' ya di bin kontrola xwe de çêbike
09:08 ‘Gelê kurd gere tu carî Hakî Karer ji bîr neke'
09:06 Semra Kûytûl: Îstixbarat sîxûrtiyê li endamên me ferz dike
09:06 Rûxandina li Ben û Senê tomar kirin: Wêne polîtîk e
09:00 ROJEVA 18'Ê GULANA 2022'YAN
17/05/2022
22:10 Li Bedlîsê konsera bi kurdî hat betalkirin
19:43 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyeyê bi dawî bû
19:29 Ji bo Sakîne Kulter û Remziye Apaydin daxuyanî
18:59 EMEP dê atolyeya zimanê kurdî li dar bixe
16:49 Îpek û Kilavûz hatin berdan
16:48 Qedexeya konsera Aynûr Dogan bi 'Dar Hêjîrokê" şermezar kir
16:48 'Girtiyên nexweş terkî mirinê kirin’
16:31 Jinan bertek nîşanî qetilkirina Kultur dan: Em ê hesabê ji wan bipirsin
16:06 Ji ber ku ji Soylû re got: 'Tu yê jî bêyî darizandin' hat binçavkirin
15:50 Nobeta Edaletê: Bihêlin ku zarokên xwe em tedawî bikin
15:38 Komîsyona Windayan a ÎHD’ê banga hevrûbûnê li dewletê kir
15:24 Siyasetmedarek li Semsûrê hate girtin
14:31 Li herêma Egeyê hezar û 447 binpêkirin hatine kirin
14:29 Ava gundê Misûrî yê Dêrikê 7 rojan hatiye birîn
14:19 Li Geverê du bira hatin binçavkirin
14:04 Bûldan: Wê zilma we negihîje tu encamê
13:38 Li Şirnexê 3 kes hatin girtin
13:38 Dozger xwest rojnamevan Yalçin bê cezakirin
13:30 Ciwan li zozanan kevneşopiya xwe didomînin
13:27 Tayîp Temel: Em bi xwe bawerin û em ê bi ser kevin
13:16 Li Silopiyayê zarokek bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
13:15 Doza Hevşaredara Farqînê hat taloqkirin
13:09 Li Îzmîrê jinekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
11:59 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:53 Malbata Şenyaşar: Avêtina gava duyemîn hat astengkirin
11:32 Delegeyên jin: Çareserî di têkoşîna rêxistinbûyî de ye
11:23 Girseya HDP’ê li dijî nokteya polîsan derket û rê li trafîkê girt
11:13 Li Mêrdînê 3 kes hatin binçavkirin
10:45 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Til Rifatê kir
10:37 Berwarî: Kê maf da ye rêveberên Başûr ku leşkerên dagirkeran bînin ser xaka me?
10:35 Xetimandina kanalîzasyonê xelkê taxê bêzar kiriye
10:13 Cerdevan Bestayê talan dikin!
09:52 Jinên Silopiya: Li herêmê hêzên paramîlîter jinên kurd dikujin
09:40 Berdevka TAJÊ’yê: Jinên êzdî dê xewn û xeyalên dijmin di qirika wan de bihêlin
09:39 Dewleta tirk hevjînê wê, PDK’ê birayê wê qetil kir: Di dinyayê de ez ê wan efû nekim
09:33 Bertek nîşanî derketina cenazeyan a ji girtîgehan dan: Xwe bêdeng nekin
09:19 Têkoşîna hevpar a jinan a li dijî şer: Pêdivî bi çalakkirina BÎG'ê heye
09:13 Li Bestayê xweza tê talankirin: Cerdevan qadên jiyana me tune dikin
09:07 Bêyî GBT'ê nikarin biçin gundê xwe
09:05 Serokê Baroya Êlihê: Em ê her tim ji bo mafên mirovan bixebitin
09:03 Projeya Çîrokê: Çîrokên kurdî bi rêya enstrumanan vedibêjin
09:01 Neguhêzbara Şaredariya Rezanê dewrî Serokatiya Ragihandinê kirin
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2022'YAN
08:40 Cenazeyê Demîr li Êlihê hate veşartin
16/05/2022
23:23 Amedsporê ji play-offê xatir xwest
19:23 Makbûle û Hadî Ozer birin nexweşxaneyê
19:01 Li Çiyayê Cûdî tevgera helîkopteran