Dayikên cizîrî: Erdogan çi bi serê me anî be dê wê bi serê Barzanî jî bîne

  • rojane
  • 09:52 18 Gulan 2022
  • |
ŞIRNEX - Dayikên Cizirî ku zarokên wan li jêrzemînan hatibûn qetilkirin bertek nîşanî hevkariya PDK'ê ya bi AKP'ê re dan û wiha gotin: “Bila Barzanî pişta xwe nede Erdogan. Erdogan çi anî be serê me, dê heman tiştî bi serî wî jî bîne.” 
 
Tirkiyeyê di 23'yê nîsana 2021’an de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê êriş dabû destpêkirin. Operasyon, weke hewldana tolhildana Garê dihat zanîn lê demekî nêz piştre bêencam ma. Tirkiyeyê ku nekarî planên xwe pêk bîne, vêcarê jî bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 17’ê nîsanê de li dijî herêmên navborî dest bi êrişeke berfireh kir. Li gel ku êrişan mehek li pey xwe hişt jî, Tirkiyeyê heta niha jî di şer de tu pêşketin bi dest nexistine. Li rexê din di raya giştî ya kurd de jî bertekên li dijî hevkariya PDK’ê ya bi AKP-MHP’ê re rê li ber nerazîbûnên mezin vedike. Dayikên cizîrî ku zarokên xwe di jêrzemînan de winda kiribûn, têkildarî mijarê axivîn û bertek nîşanî malbata Barzanî dan. 
 
 
Ji dayikan Necat Kuçuk (66) ku 2 kurên wê di jêrzemînên Cizîrê de û kurekê wê jî di nava refên PKK’ê de jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku dê bi xayînan re biratiyê nekin û wiha got: “Ez meta sê gerîla me, ez dayika sê şehîda me, ez xweha sê şehîda me. Heta em sax bin û dilopeke xwîna me hebe, em ê li pey doza zarokên xwe bin. Dewleta tirk neyarê kurdan e. Em baş dizanin ku neyar nabe dost. Kurdistan bû dewlet û em keyfxweş bûn. Me got dê her çar parçe bibin yek. Lê mixabin Barzanî ji Erdogan xirabtir bû. Heke ew kurd bûya ev bi serê me nedihat. Mirov şerm dike ku bibêje ew kurd e. Neçîrvan Barzanî diçe bi Erdogan re hevdîtinê dike û ala Erdogan li pişt wî ye. Ma ev ne şerm e? Bila Barzanî pişta xwe nede Erdogan. Erdogan çi bi serê me anîbe dê heman tiştî bîne serê wan jî. Li Başûr tenê yek gir nemaye ku baregehên Tirkiyeyê li ser nebin. Barzanî rê daye tank û topên wan ku li ser serê zarokên me dibarînin. Heta ku dilopek xwîn di laşê me de bimîne em ê pey doza zarokên xwe bin. Yên ku tank û topên xwe tînin ser serê me, yekitiya me xera dikin. Em biratiya kesên dibin sedema kuştina zarokên me naxwazin.” 
 
'BILA BES ZAROKÊN ME BI KÎMYASALÊ BIKUJIN' 
 
Têkildarî mijarê dayika Zekiye Ozgur (50) ku kurê wê Abdullah (Star) Ozgur di jêrzêmînên Cizîrê de hatibû qetilkirin jî bertek nîşanî hevkariya PDK’ê da û ev tişt anî ziman: “Ez malbata Barzanî şermezar dikim. Bila bes birakujiyê bike û em aştiyê dixwazin. Em şer naxwazin. Ji mala min herkes çû û mala min xera bû lê bila mala kesekê din xera nebe. Bila dilê tu dayikeke din neşewite. Bila vê xwînê bidin sekinandin. Me gelek tişt bi çavên xwe dîtin lê em dîsa jî dibêjin aştî. Kurê min û hevalên wî bi kîmyasalê şewitandin. Bedenê wan bibûn xwelî. Me cenazeyên zarokên xwe di poşetan de veşartin. Ma ev biratî bû? Ev 6 sal in rondikên çavên me nasekinin. Em birakujiyê naxwazin. Kesê ku dibe sedemê kuştina zarokên me xwedê jê re nehêle. Em naxwazin zarokên me yên din jî li Zap, Metîna û Avaşînê bi kîmyasalan bên kuştin.”
 
‘CAREKE DIN ZAROKÊN ME BI KÎMYASALÊ DIKUJIN’
 
Yek ji kesên ku di jêrzemînên Cizîrê de hatiye qetilkirin jî Kenan Adiguzel ê 23 salî bû. Adiguzel hate qetilkirin û birayê wî jî hate girtin. Derheqê mijarê de dayika wan Rabîa Adiguzel (50) got ku careke din zarokên wan bi kîmyasalê tên qetilkirin û wiha domand: “Mesûd Barzanî rê dide Tirkiyeyê û birayê xwe dikuje. Em naxwazin ku birakujî çê bibe. Em dayikin û şer naxwazin. Ên ku di jêrzemînan de hatine qetilkirin tevek zarokên me bûn. Min cenazeyê kurê xwe nas nekir. Cenazeyê wî şewitî bû. Barzanî rê dide ku zarokên me bi dîsa bi kîmyasalê bên kuştin. Bila bes xwînê birêjînin.”
 
‘BIRÎNÊN KURDAN BI XIYANETÊ DER DIKIN’
 
Derheqê mijarê de Xunav Cagli (68) ku neviyê wê Firat Cagli di jêrzemînên Cizîrê de hatibû qetilkirin jî destnîşan kir ku birînên gelê kurd bi xiyanetê careke din tên derkirin. Cagli, anî ziman ku tişta ku îro Barzanî dike, ji dijminatiya dewletê mezintir û xerabtir e. Dayika Xunav diyar kir ku dewleta tirk jixwe naxwaze kurd hebin û axaftina xwe wiha qedand: “Lê Barzanî xêre, çi heqê wî heye ku wiha dike? Çima rê dide dewleta tirkan? Bila Barzanî xiyanetê li me neke. Me çi têkoşîn ji wî nevê. Tiştên bi serê me hatine em ê tu carî ji bîr nekin. Birînên Cizîrê hêj nekewî ne. Zilm û zordarî li me hate kirin. Zarokên me şewitandin. Cenaze nedihatin naskirin û hin cenaze hêj winda ne. Heman tiştî îro li Zap, Metîna û Avaşînê dikin. Xwezaya me û mirovên me bi kîmyasalê qetil dikin.” 
 

Sernavên din

19/05/2022
11:44 Karkerê ku li kana keviran jiyana xwe ji dest da hat veşartin
11:29 Malbata Şenyaşar: Kesên sûcê mirovahiyê kirine xwe bi desthilatê vedişêrin
10:34 Li Kurdistanê kulîlk bi reng û xemla welat vebûn
10:10 Qeyûm avahiya şaredariyê da ber firotinê
09:48 ‘Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin’
09:47 Dayika ku du zarokên xwe winda kirî: Divê Tirkiye xwe ji xaka Kurdistanê vekişîne
09:39 Dayikên zarokên wan jiyana xwe ji dest dane: Em wan ji Roboskî û Cizîrê nas dikin
09:32 Erdogan Emîr li Amedê konser li dar xist
09:16 Parêzer Ezer: Biryara Şûraya Dewletê destkeftiyeke têkoşîna jinê ye
09:15 Rêxistinên Ciwanan: Dê ev êriş jî bi ser nekevin
09:13 ‘Me gelek ciwan ji tiryakê xelas kirin'
09:13 Xwendekar ji ber bihabûna bilêtan nikarin biçin cem malbatên xwe
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2022'YAN
18/05/2022
23:39 Hinek Henek bi 5 skecên ji hev xweştir derket pêşberî temaşevanan
22:54 Çalakiya KHK'iyan di hefteya 212'an de ye
20:43 Polîsan avêt ser mala dayika Egît Îpek
20:28 'Meseleya kurdî bi operasyonan çareser nabe'
20:14 Li Geverê 3 kes hatin berdan
16:48 Xizmên girtiyan: Bila ev zilm bi dawî be
16:25 Iraq, ji bo ku Tirkiye ji axa wan derkeve li NY’yê gilî kir
16:21 Cenazeyê 3 leşkeran anîn Geverê
15:58 Şehîdên Meha Gulanê li Amedê hatin bibîranîn
15:54 Sal û 6 meh ceza li rojnameger Çapan birîn
15:47 Dayikên Aştiyê beraet bûn
15:31 DBP, HDP, TJA û Hewldana 78'an çûn serdana Malbata Şenyaşar
15:30 Projeya HES'ê ya ser çemê Sortkîn hat betalkirin
14:55 Bertek nîşanî gefa li Çobanoglu yê ÎHD’î hatiye xwarin dan
14:32 ‘Hovîtî û îşkenceya 12’ê Îlonê bi AKP’ê berdewam dike’
14:16 Malbatên girtiyan li pêş ATK’ê ne: Em di daxwazên xwe de bi israr in
14:13 Xizmên girtiyan pêşniyara dadger a HAGB'ê red kir
13:52 Polîsê ku Cîhan Can kuştibû ji sedî sed bi qisûr hat dîtin
13:39 Alî Çîçek li ser gora xwe hate bibîranîn
13:39 Çar Şoreşgerên Kurd hatin bibîranîn
13:25 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 436'emîn de didome
12:45 AYM’ê mafê jiyanê neparast!
12:33 Ev du sal in dîmenên ‘îşkenceya Xelfetiyê’ tên lêkolînkirin!
12:32 Walitiya Mûşê 13 herêm qedexe kirin
12:24 Şaredarê ku got, 'ez dewlet im' deriya mala welatiyekê mor kir
12:13 Îbrahîm Barkin hewl daye ku hevjîna xwe ya dest ji hev berdane qetil bike
11:08 Xwişka Ferhan Yilmaz: Kesên birayê min qetilkirin hêj jî li ser peywîrê ne
11:02 Emrê xwe bi têkoşîna li dijî dewleta ku navê wê lê hatibû kirin derbas kir
10:58 Bayindir: Em êrişan dikarin bi yekrêziyê têk bibin
10:54 Li çiyayê Agirî operasyon dest pê kir
10:34 Polisan ji ber kesên lê digeriyan nedîtin xwediyê malê binçav kirin
10:19 Necar ji ber krîza aborî yek bi yek dikanên xwe digirin
10:04 Pêşmergê 26 salan: Bila nebe sedemê hilweşandina bingeha me daniye
09:52 Dayikên cizîrî: Erdogan çi bi serê me anî be dê wê bi serê Barzanî jî bîne
09:24 Kê îtirafkarê Doza Kobanê 'qaneh' kiriye?
09:09 Hatîmogûllari: Tirkiye dixwaze 'kemereke erebî' ya di bin kontrola xwe de çêbike
09:08 ‘Gelê kurd gere tu carî Hakî Karer ji bîr neke'
09:06 Semra Kûytûl: Îstixbarat sîxûrtiyê li endamên me ferz dike
09:06 Rûxandina li Ben û Senê tomar kirin: Wêne polîtîk e
09:00 ROJEVA 18'Ê GULANA 2022'YAN
17/05/2022
22:10 Li Bedlîsê konsera bi kurdî hat betalkirin
19:43 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyeyê bi dawî bû
19:29 Ji bo Sakîne Kulter û Remziye Apaydin daxuyanî
18:59 EMEP dê atolyeya zimanê kurdî li dar bixe
16:49 Îpek û Kilavûz hatin berdan
16:48 Qedexeya konsera Aynûr Dogan bi 'Dar Hêjîrokê" şermezar kir
16:48 'Girtiyên nexweş terkî mirinê kirin’
16:31 Jinan bertek nîşanî qetilkirina Kultur dan: Em ê hesabê ji wan bipirsin
16:06 Ji ber ku ji Soylû re got: 'Tu yê jî bêyî darizandin' hat binçavkirin
15:50 Nobeta Edaletê: Bihêlin ku zarokên xwe em tedawî bikin
15:38 Komîsyona Windayan a ÎHD’ê banga hevrûbûnê li dewletê kir
15:24 Siyasetmedarek li Semsûrê hate girtin
14:31 Li herêma Egeyê hezar û 447 binpêkirin hatine kirin
14:29 Ava gundê Misûrî yê Dêrikê 7 rojan hatiye birîn
14:19 Li Geverê du bira hatin binçavkirin
14:04 Bûldan: Wê zilma we negihîje tu encamê
13:38 Li Şirnexê 3 kes hatin girtin
13:38 Dozger xwest rojnamevan Yalçin bê cezakirin
13:30 Ciwan li zozanan kevneşopiya xwe didomînin
13:27 Tayîp Temel: Em bi xwe bawerin û em ê bi ser kevin
13:16 Li Silopiyayê zarokek bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
13:15 Doza Hevşaredara Farqînê hat taloqkirin
13:09 Li Îzmîrê jinekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
11:59 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:53 Malbata Şenyaşar: Avêtina gava duyemîn hat astengkirin
11:32 Delegeyên jin: Çareserî di têkoşîna rêxistinbûyî de ye
11:23 Girseya HDP’ê li dijî nokteya polîsan derket û rê li trafîkê girt
11:13 Li Mêrdînê 3 kes hatin binçavkirin
10:45 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Til Rifatê kir
10:37 Berwarî: Kê maf da ye rêveberên Başûr ku leşkerên dagirkeran bînin ser xaka me?
10:35 Xetimandina kanalîzasyonê xelkê taxê bêzar kiriye
10:13 Cerdevan Bestayê talan dikin!
09:52 Jinên Silopiya: Li herêmê hêzên paramîlîter jinên kurd dikujin
09:40 Berdevka TAJÊ’yê: Jinên êzdî dê xewn û xeyalên dijmin di qirika wan de bihêlin
09:39 Dewleta tirk hevjînê wê, PDK’ê birayê wê qetil kir: Di dinyayê de ez ê wan efû nekim
09:33 Bertek nîşanî derketina cenazeyan a ji girtîgehan dan: Xwe bêdeng nekin
09:19 Têkoşîna hevpar a jinan a li dijî şer: Pêdivî bi çalakkirina BÎG'ê heye
09:13 Li Bestayê xweza tê talankirin: Cerdevan qadên jiyana me tune dikin
09:07 Bêyî GBT'ê nikarin biçin gundê xwe
09:05 Serokê Baroya Êlihê: Em ê her tim ji bo mafên mirovan bixebitin
09:03 Projeya Çîrokê: Çîrokên kurdî bi rêya enstrumanan vedibêjin
09:01 Neguhêzbara Şaredariya Rezanê dewrî Serokatiya Ragihandinê kirin
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2022'YAN
08:40 Cenazeyê Demîr li Êlihê hate veşartin
16/05/2022
23:23 Amedsporê ji play-offê xatir xwest
19:23 Makbûle û Hadî Ozer birin nexweşxaneyê
19:01 Li Çiyayê Cûdî tevgera helîkopteran