Pêşmergê 26 salan: Bila nebe sedemê hilweşandina bingeha me daniye

  • rojane
  • 10:04 18 Gulan 2022
  • |
img
COLEMÊRG - Pêşmergeyê berê Suleyman Demîr, bertek nîşanê hevkariya PDK'ê ya ji bo êrişên Tirkiyeyê da û ev tişt got: "Kesên ku ev şer dane destpê kirin wê winda bikin. Di şer de yên serkeftî wê gelê kurd be. Me bingehek danî bila Barzanî nebe sedemê xirabûyîna vê bingehê."
 
Êrişa ku Artêşa Tirk di 17'ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna da destpêkirin, mehek li pey xwe hişt. Rexmî ku di ser êrişê de mehek derbas bû jî Artêşa Tirk encama ku dixwest bi dest nexistiye û bi awayekî dijwar êrişên xwe didomîne. Li seranserê Kurdistanê û dîasporayê li dijî vê êrişê bertek tên nîşandan û hevkariya PDK'ê ya di êrişê de tê şermezarkirin. 
 
Têkildarî mijarê yek ji şeniyê ku 26 sala pêşmergetî kiriye gotinên xwe anî ziman.
 
BARZANÎ NE SEROKÊ ME YE!
 
Pêşmergê berê Suleyman Demîr, diyar kir ku dema Herêma Kurdistanê bûye xwedî statû kurdên her çar parçeyên Kurdistanê keyfxweş bûne û wiha got: "Mixabin em dibînin ku hikûmeta Başûr ji bo me ev derfet jî nehêlaye. Em niha jî Barzanî ji bo xwe wek serokê dibînin lê ne bi vî awayî. Ji ber hevkariya di êrişan de Barzanî vê rola xwe winda kir. Barzanî diçe dijminên kurda tîne ser axa me û dide dagirkirin. Heke Barzanî hem birakujiyê bike hem axa me jî bide dagirkirin nabe serokê me. Em ji ber vê hevkariyê Barzanî ji xwe re weke serok nabînin."
 
'WÊ KURDAN 50 SAL BI PAŞ VE BIBE'
 
Demîr, bang li malbata Barzanî kir ku dev ji xeletî û siyaseta xwe ya qirêj berde û ev tişt anî ziman: "Heke malbata Barzanî di êrişên dagirkirinê de wiha hevkar be wê berjewendiyên kurdan ên 50 salan bi paş ve bibe. Barzanî fikir dike ku kesên niha li qadê li ber xwe didin ji vir derkevin wê bikeve rehetiyê. Lê bila vê di xeyalê de nebe. Heke ew ji vir derkevin wê dor bê malbata Barzanî. Heke ên li ber xwe didin taştê bin wê PDK bibe firavîn û YNK jî bibe xwarina şîvê. Dijmin yek bi yek wê wan ji holê rake. Êdî bes e bibin yek û şerê birakujiyê nekin."
 
'PÊWÎSTE GELÊ KURD LI DIJÎ ÎXANETÊ BISEKINE'
 
Di berdewama axaftina xwe de Demîr, destnîşan kir ku divê hemû partiyên kurdan li dijî hemû dijminan destê hev bigirin û bi hevre têkoşîna xwe bidomînin û wiha pêde çû: "Kîjan partî dibe bila bibe kesê ku xiyanetê bike, pêwîste ku hemû gelê kurd li dij bisekine. Divê teqez piştgiriya îxanetkeran nekin. Bila li dijî kesên îxanetker, piştgiriya xwe dawî bikin û têkiliyên xwe qut bikin. Heke kesên ku xiyanetê dikin neyên ser rêya rast, bila gelê kurd berê xwe bide rêya rast û kesên ji bo gel kurd ditêkoşin." 
 
‘DI WÎ ŞERÊ DE SERKEFTIN YA GELÊ KURD BE’
 
Demîr,  di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: "Kesên ku ev şer dane destpê kirin wê winda bikin. Ji ber ku ev kesên niha li ber xwe didin ji bo mafê xwe şer dikin. Dest dirêjiya namûs û mafê kesî nakin. Di vî şerî de yên serkeftî wê gelê kurd be. Yê winda bikin jî malbata Barzanî û dijminênên ku axa me dagir dikin bin. Divê Barzanî demildest di xeta îxanetê de derkeve. Ji ber ku tu kurdên bedel nedane nemane. Me bingehek daniye bila Barzanî nebe sedemê hilweşandina vê bingehê."
 
 
 

Sernavên din

21/05/2022
17:18 Ji bo nexweşê KOAH’ê yê 67 salî Yilmaz banga ‘berdana bilez’ hate kirin
16:57 Faîlê ku hewl da dest dirêjî zarokê 7 salî bike hat girtin
16:56 ‘Zimanê kurdî hêdî hêdî dikeve bin bandora zimanên serdest’
16:45 Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Hûn ê me teslîm negirin
16:29 Ji bo girtiyê weremî banga berdanê kirin
15:59 Di hefteyekê de cenazeyê 20 leşkeran anîn qereqolê
15:52 Xizmên girtiyan hatin gelhev: Em têkoşînê mezin bikin
15:51 Zarokê ku wesayîtê lê da jiyana xwe ji dest da
15:41 ‘Desthilat bi zordariyê hebûna xwe didomîne’
15:18 Di hefteye windayan de qurnefîl avêtin behrê
15:13 Dayikên Şemiyê: Em ê dev ji lêgerîna xwe ya edaletê bernedin
14:45 Di kongreya xwe BASK-DER’ê de banga têkoşîna li dijî tecrîdê hate kirin
14:00 Malbata Şenyaşar: Edalet dê bi yekbûna kesên wê dixwaze re pêk were
13:53 Xizmên windayana aqûbeta 3 kesên ji heman malbatê hatibûn windakirin pirsîn
13:47 Balafireke dewleta tirk li Mexmûrê bi wesayîtekê da
13:33 Nasnameya 2 kesên di êrişa Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dan aşkere bû
13:02 Banga Bûldan a li muxalefetê: Sekneke demokratîk a wêrek nîşan bide
12:44 Girtina ciwanan hate şermezar kirin
12:24 Di êrişa bi çekên kîmyewî de 8 HPG’iyan jiyana xwe ji dest da
11:32 Operasyona leşkerî ya li çiyayê Cûdî didome
11:16 Li Duzceyê 2 jê gardiyan 16 kes hatin binçavkirin
11:16 Bijîşk Şeyma Bîran di mûayenexaneya xwe de hate qetilkirin
11:05 Li Şaredariya Kadikoyê 32 kes hatin girtin
10:54 Polîsên bi unîformayê Heyvasor piştî ‘alîkariyê’ sîxurtî ferzkirin
10:17 Esnafên Amedê ji ber bihabûnê hatine asta dikan girtinê
10:00 Polîsan veşartina cenaze û şîn asteng kirin
09:41 Ji bo Ocalan serî li NY'yê hat dayîn
09:08 ‘Ev pêvajo pêvajoya berxwedana jinê ye’
09:05 Li Cizîrê qeyûm mal û milkên şaredariyê yeko yeko dewr dike
09:05 Pêşmergeyê berê Yîgît: Barzanî ji bo pera birakujiyê dike
09:01 Di 12 saliyê de hat qetilkirin: Ji ber ku Davut kurd e kes nagirî
09:00 ROJEVA 21'Ê GULANA 2022'YAN
20/05/2022
23:26 Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin
22:32 'Hema Hema Jin Elizabeth' li Êlihê hat lîstin
22:16 Girtina ciwanên HDP'î hat şermezarkirin
21:50 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Desthilat haziriya çûna xwe dike
21:47 Li Amedê 10 kes hatin girtin
21:00 Rêxistinên Ciwanan: Divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe
20:31 Zilamê ku Turkmenê qetil kir hat girtin
20:24 Ciwanên HDP'î hatin berdan
20:19 Piştî 6 salan cenazeyê Yildiz radestî malbatê hat kirin
19:29 Li Cizîrê êrişeke çekdarî: Kesek mir
19:04 Ji Katoyê ber bi Bestayê ve sewqiyata eskerî
18:51 Li Bestayê qirkirina daran didome
18:37 Lexema DÎSKÎ'yê gefê li derdorê dixwe!
18:19 ‘15'ê Gulanê pêngaveke li dijî bişavtinê ye'
17:19 Li Edeneyê 'şehîdên meha Gulanê' hatin bibîranîn
17:07 Hunermend Gokçe hat berdan
17:01 Ciwanên HDP'î bi meşekê binçavkirin şermezar kirin
16:44 Nûnerê TUGVA'yê li Şaredariya Amedê bû serokê daîreyê
15:55 'Kujerên Zekî Çelebî reviyane Hewlêrê'
15:52 Ciwanên HDP'î binçavkirinan bi meşekê protesto kirin
15:48 Hunermend Çat: Ya ku tê qedexekirin ziman, çand û hunera kurdî ye
15:16 YNK: Kîjan dema ku Barzanî qala biratiyê bike îxanetek pêk tê
15:08 ‘Polîtîkaya desthilatdariyê li dijî kurdan û jinan e’
14:17 Ji Xelfetiyê ji bo Ocalan bang li gelan kirin: Werin em li dijî tecrîdê têkoşînê bilind bikin
14:01 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
13:55 Li Çiyayê Cûdî şerekî giran diqewime
13:45 Li Sêrtê ciwanek mirî hat dîtin
13:37 Malbata Îzol li ber Edliyeya Rihayê daxwaza edaletê kir
13:05 Li ser îfadeyên 'şahidê veşarî Ulaş' 26 kes hatin girtin
12:12 Emîne Şenyaşar: Bila lawê min were berdan
12:02 Hunermend Zelal Gokçe hate binçavkirin
12:02 Malbata Ocalan bertek nîşanî tecrîdê da: Deriyên Îmraliyê vekin
11:59 HDP dê di Konferansa Jinê ya Navendî de nexşerêya serdema nû niqaş bike
11:57 Pêşmergeya 55 salan: Divê hemû kurd li dijî xiyanet û dagirkeriyê dakevin qadan
11:45 Gola Xizir bi xweşikiya xwe hiş ji serê mirov dibe
10:58 Çanda dengbêjiyê li Îzmîrê didomîne
10:56 Hevşaredarê Norşînê yê berê hate berdan
10:48 ‘Kurdistan ne xaka Tirkiyeyê ye û bila xwe ji xaka me vekişînin’
10:40 Dayikên Aştiyê: Me pariyê nanê xwe bi PDK’ê re parve kir lê ew zarokên me didin kuştin
10:27 Derbarê Hevşaredara Farqînê de du îdianameyên nû hatin amadekirin
10:04 30 salan notirvanî kir: Notirvan bûne parçeyeke şerê taybet
09:16 Di roja girtina Ocalan de dev ji cerdevaniyê berda: Min sond xwar ku êdî xiyanetê nekim
09:06 Dr. Tûran: Biryarên ATK’ê û nirxên bijîşktiyê ji hev nagirin
09:04 Bersiva daxwaza ji bo edaletê: 11 lêpirsîn, 4 doz
09:02 Tûncel: Bêbextî li projeya Mele Mistefa tê kirin
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2022'YAN
19/05/2022
21:23 Efrîniyan bi meşeke girseyî tecrîda li Îmraliyê şermezar kir
20:22 Li Amed û Îzmîrê du jin hatin qetilkirin
19:34 'Şehîdên meha Gulanê' hatin bibîranîn
18:25 Dr. Xeyas Neyîse: Tirkiye gefê li têkoşîna hevpar a çareseriyê ya gelê kurd-ereb dixwe
17:40 Qedexeya li Cûdiyê 8 roj in didome
16:54 Li Stenbolê 10 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
16:29 Karakoç û Ocak ku di bin çavan da hatibûn windakirin hatin bibîranîn
16:13 Li Efrînê 12 leşker û çete hatin kuştin
15:55 Malbatên girtiyan: Bila cîhan bibihîze ku li Tirkiyeyê edalet nîne
15:44 ÎHD’a Edeneyê rapora girtîgehan eşkere kir
15:41 Polisan 12 HDP'î binçav kirin
15:29 Li Heftanînê şer: Cerdevanekî jiyana xwe ji dest da
15:22 Meclisa Berxwedanan piştgirî da malbata Şenyaşar
14:58 Cenazeyê jinekê nêzî qereqolê hat dîtin
14:08 Îtalî li dijî şerê li Ûkrayna û Herêma Kurdistanê dest bi grevê dikin
13:31 Hevkariya AKP-PDKê karê 'bazirganên rojane' jî bi dawî kir
12:52 Tê payîn binçavkiriyên li Stenbolê bibin edliyeyê
12:39 Qeyûmê DBB’ê qada civakî ji rantê re vekir û qada hêşiniyê dewrî leşkeriyê kir
12:17 Polîsê ku derbarê wî de biryara dûrxistinê hatibû dayîn jinek kuşt
11:44 Karkerê ku li kana keviran jiyana xwe ji dest da hat veşartin
11:29 Malbata Şenyaşar: Kesên sûcê mirovahiyê kirine xwe bi desthilatê vedişêrin
10:34 Li Kurdistanê kulîlk bi reng û xemla welat vebûn