Ev du sal in dîmenên ‘îşkenceya Xelfetiyê’ tên lêkolînkirin!

  • rojane
  • 12:33 18 Gulan 2022
  • |
img
RIHA - Sê sal berê li Xelfetiyê di dema binçavkirinê de îşkence li 55 kesan hatibû kirin. Dîmenên îşkenceyê ev 2 sal in li ATK’a Stenbolê tên lêkolînkirin. Hevserokê ÎHD’a Rihayê Mûstafa Vefa diyar kir ku lêkolîneke ewqas dirêj, di esasê xwe de berdewamiya polîtîkaya necezakirinê ye. 
 
Di 18’ê gulana sala 2019’an de li Taxa Derto ya Xelfetiya Rihayê di navbera endamên HPG’ê û polîsan de pevçûn derket. Di encama pevçûnê de 2 endamên HPG’ê û polîsekî jiyana xwe ji dest dan. Piştî pevçûnê jî polîsan bi ser malan de girtin û 55 kes binçav kirin. Kesên binçavkirî li Qereqola Cendirmeyan a Yaylakê û li Şaxa TEM’ê rastî îşkenceya ceyranê hatin. Bi ser bûyera ku weke “Îşkenceya Xelfetiyê” tê zanîn re 3 sal derbas bûn. Welatî, li baxçeyê Qereqola Cendirmeyan a Yaylakê pê devî dirêjî erdê hatibûn kirin û leşkeran bi postalên xwe dabûn ser welatiyan. Wêneyên vê îşkenceyê li ser medyaya civakî hatibûn parvekirin. Îşkence û nêzikatiya xerab a li qereqolê, li Şaxa TEM’ê jî berdewam kir. Kesên ku di bin çavan de rastî îşkenceyê hatin, di îfadeyên xwe yên dozgeriyê de diyar kirin ku dema li qereqolê bi ceyranê hatine îşkencekirin, li wan hatiye xistin û organên wan ên zayendî hatine guvaştin û îşkenceyeke dermirovî li wan hatiye kirin. 
 
Ji 55 kesên hatine binçavkirin derheqê 24 kesan de kirarî hatin kirin û 13 kes hatin girtin. Danişînên dozê di dîrokên cuda de hatin kirin û ji wan 10 kes hatin berdan û 3 kes hêjta girtî ne. 9’emîn danişîna dozê di 25’ê hezîrana sala 2021’an de li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê hate dîtin. Şandeya dadgehê bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê da Celal Ercan û Zekî Alakuş, bi heman îdiayê 5 sal cezayê girtîgehê li Mehmet Alakuş birî. 
 
DÎMEN EV DU SAL IN TÊN LÊKOLÎNKIRIN
 
Îşkenceya li Xelfetiyê hatiye kirin, hem li Tirkiyeyê û hem jî li qada navneteweyî bû rojev. Li ser vê yekê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bi koda “Lezgîn” kampanyaya îmzeyan da destpêkirin û ev mijar ketibû rojeva Parlamentoya Ingilistanê. Piştî bertekên raya giştî û hewldanên Baroya Rihayê, derheqê hinek polîsên li Şaxa TEM’ê lêpirsîn hate destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de ji hêla 3 karmendên cendirmeyan ve rapora kesê pispor hate amadekirin. Dîmenên ku 6 terebayt û yên 12 rojan ên Şaxa TEM’ê, Edliyeya Rihayê, nexweşxane û Qereqola Yaylakê, ji bo lêkolînkirinê radestî karmendên cendirmeyan ên Qereqola Cendirmeyan a Yaylakê hatin kirin. Karmendên cendirmeyan piştî lêkolînê îdia kirin ku îşkence nehatiye kirin. Piştî îtîraza parêzeran, di gulana 2020’an de ji Saziya Tipa Edlî (ATK) a Stenbolê re hatin şandin. Lê belê tevî ku bi ser şandina dîmenan re 2 sal derbas bûn jî heta niha hêj jî lêkolîn nehatiye temamkirin. 
 
Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê Mûstafa Vefa ku ji bo lêkolînkirina nêzikatiya xerab û îşkenceyê di nava şandeya Baroya Rihayê de cih digirt, bi ajansa me re axivî. Vefa, got ku bi ser bûyerê re 3 sal derbas bûn lê hêj kesên îşkence kirine nehatine darizandin û ev yek jî weke “polîtîkaya necezakirinê” nirxand. 
 
‘KESÊN ÎŞKENCEKAR KIRIN PISPOR’
 
Vefa, bi bîr xist ku wêneyê dema îşkenceyê ji hêla hesabeke bi navê JÎTEM ve li ser medyaya civakî hatiye parvekirin û wiha got: “Bi awayekî vekirî li pêş çavên her kesî ev îşkence kirin. Heman îşkence hem li derve û hem jî li hundir kirin. Me dîmenên li qereqolê xwestin û ev dîmen hatin komkirin û li dosyayê hatin zêdekirin. Aşkera bû ku îşkence hatiye kirin. Lê belê ji kesê pispor re şandin. Kesên pispor jî îşkencekar bi xwe bûn. Lewma gotin; ‘me lêkolîn kir lê rastî îşkenceyê nehatin.’ Me piştre îtîraz kir û du sal berê ev dîmen ji ATK’a Stenbolê re şandin. Bi ser re du sal derbas bûn lê ne dîmen hatin û ne jî rapor. Îfadeyê tenê yek hêzên ewlekariyê negirtin.” 
 
‘BI NECEZAKIRINÊ HATIN XELATKIRIN’
 
Herî dawî jî Vefa ev tişt anî ziman: “Ev kes bi ‘necezakirinê’ hatin xelatkirin. Necezakirin li Tirkiyeyê bûye polîtîkayek. Îşkenceyek giran hatibû kirin ku hinek birînên giran ên fîzîkî û ruhî vekirin. Lê di dosyayê de pêşketinek tune ye. Em ê dev ji dosyayê bernedin. Heta ku berpirsyar tên cezakirin jî em ê têkoşîna xwe bidomînin. Heke ev karmendên cemaweriyê bihatina darizandin, dê îşkence ewqas berbelav nebûya. Ji sala 2015’an ve li Rihayê gelek kes hatin îşkencekirin û mafê wan ê jiyanê hate binpêkirin. Heke lêpirsîneke bibandor bihata kirin û hêzên ewlekariyê bihatina cezakirin, belkî Muharrem Aksem niha hêjta bijiya. Divê meqamên darazê di zûtirin dem de peywira xwe pêk bînin, dosyayê temam bikin û berpirsyaran bidarizîne. Banga me ji saziyên navneteweyî jî ew e ku vê dosyayê têxin rojeva raya giştî.” 
 

Sernavên din

19/05/2022
11:44 Karkerê ku li kana keviran jiyana xwe ji dest da hat veşartin
11:29 Malbata Şenyaşar: Kesên sûcê mirovahiyê kirine xwe bi desthilatê vedişêrin
10:34 Li Kurdistanê kulîlk bi reng û xemla welat vebûn
10:10 Qeyûm avahiya şaredariyê da ber firotinê
09:48 ‘Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin’
09:47 Dayika ku du zarokên xwe winda kirî: Divê Tirkiye xwe ji xaka Kurdistanê vekişîne
09:39 Dayikên zarokên wan jiyana xwe ji dest dane: Em wan ji Roboskî û Cizîrê nas dikin
09:32 Erdogan Emîr li Amedê konser li dar xist
09:16 Parêzer Ezer: Biryara Şûraya Dewletê destkeftiyeke têkoşîna jinê ye
09:15 Rêxistinên Ciwanan: Dê ev êriş jî bi ser nekevin
09:13 ‘Me gelek ciwan ji tiryakê xelas kirin'
09:13 Xwendekar ji ber bihabûna bilêtan nikarin biçin cem malbatên xwe
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2022'YAN
18/05/2022
23:39 Hinek Henek bi 5 skecên ji hev xweştir derket pêşberî temaşevanan
22:54 Çalakiya KHK'iyan di hefteya 212'an de ye
20:43 Polîsan avêt ser mala dayika Egît Îpek
20:28 'Meseleya kurdî bi operasyonan çareser nabe'
20:14 Li Geverê 3 kes hatin berdan
16:48 Xizmên girtiyan: Bila ev zilm bi dawî be
16:25 Iraq, ji bo ku Tirkiye ji axa wan derkeve li NY’yê gilî kir
16:21 Cenazeyê 3 leşkeran anîn Geverê
15:58 Şehîdên Meha Gulanê li Amedê hatin bibîranîn
15:54 Sal û 6 meh ceza li rojnameger Çapan birîn
15:47 Dayikên Aştiyê beraet bûn
15:31 DBP, HDP, TJA û Hewldana 78'an çûn serdana Malbata Şenyaşar
15:30 Projeya HES'ê ya ser çemê Sortkîn hat betalkirin
14:55 Bertek nîşanî gefa li Çobanoglu yê ÎHD’î hatiye xwarin dan
14:32 ‘Hovîtî û îşkenceya 12’ê Îlonê bi AKP’ê berdewam dike’
14:16 Malbatên girtiyan li pêş ATK’ê ne: Em di daxwazên xwe de bi israr in
14:13 Xizmên girtiyan pêşniyara dadger a HAGB'ê red kir
13:52 Polîsê ku Cîhan Can kuştibû ji sedî sed bi qisûr hat dîtin
13:39 Alî Çîçek li ser gora xwe hate bibîranîn
13:39 Çar Şoreşgerên Kurd hatin bibîranîn
13:25 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 436'emîn de didome
12:45 AYM’ê mafê jiyanê neparast!
12:33 Ev du sal in dîmenên ‘îşkenceya Xelfetiyê’ tên lêkolînkirin!
12:32 Walitiya Mûşê 13 herêm qedexe kirin
12:24 Şaredarê ku got, 'ez dewlet im' deriya mala welatiyekê mor kir
12:13 Îbrahîm Barkin hewl daye ku hevjîna xwe ya dest ji hev berdane qetil bike
11:08 Xwişka Ferhan Yilmaz: Kesên birayê min qetilkirin hêj jî li ser peywîrê ne
11:02 Emrê xwe bi têkoşîna li dijî dewleta ku navê wê lê hatibû kirin derbas kir
10:58 Bayindir: Em êrişan dikarin bi yekrêziyê têk bibin
10:54 Li çiyayê Agirî operasyon dest pê kir
10:34 Polisan ji ber kesên lê digeriyan nedîtin xwediyê malê binçav kirin
10:19 Necar ji ber krîza aborî yek bi yek dikanên xwe digirin
10:04 Pêşmergê 26 salan: Bila nebe sedemê hilweşandina bingeha me daniye
09:52 Dayikên cizîrî: Erdogan çi bi serê me anî be dê wê bi serê Barzanî jî bîne
09:24 Kê îtirafkarê Doza Kobanê 'qaneh' kiriye?
09:09 Hatîmogûllari: Tirkiye dixwaze 'kemereke erebî' ya di bin kontrola xwe de çêbike
09:08 ‘Gelê kurd gere tu carî Hakî Karer ji bîr neke'
09:06 Semra Kûytûl: Îstixbarat sîxûrtiyê li endamên me ferz dike
09:06 Rûxandina li Ben û Senê tomar kirin: Wêne polîtîk e
09:00 ROJEVA 18'Ê GULANA 2022'YAN
17/05/2022
22:10 Li Bedlîsê konsera bi kurdî hat betalkirin
19:43 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyeyê bi dawî bû
19:29 Ji bo Sakîne Kulter û Remziye Apaydin daxuyanî
18:59 EMEP dê atolyeya zimanê kurdî li dar bixe
16:49 Îpek û Kilavûz hatin berdan
16:48 Qedexeya konsera Aynûr Dogan bi 'Dar Hêjîrokê" şermezar kir
16:48 'Girtiyên nexweş terkî mirinê kirin’
16:31 Jinan bertek nîşanî qetilkirina Kultur dan: Em ê hesabê ji wan bipirsin
16:06 Ji ber ku ji Soylû re got: 'Tu yê jî bêyî darizandin' hat binçavkirin
15:50 Nobeta Edaletê: Bihêlin ku zarokên xwe em tedawî bikin
15:38 Komîsyona Windayan a ÎHD’ê banga hevrûbûnê li dewletê kir
15:24 Siyasetmedarek li Semsûrê hate girtin
14:31 Li herêma Egeyê hezar û 447 binpêkirin hatine kirin
14:29 Ava gundê Misûrî yê Dêrikê 7 rojan hatiye birîn
14:19 Li Geverê du bira hatin binçavkirin
14:04 Bûldan: Wê zilma we negihîje tu encamê
13:38 Li Şirnexê 3 kes hatin girtin
13:38 Dozger xwest rojnamevan Yalçin bê cezakirin
13:30 Ciwan li zozanan kevneşopiya xwe didomînin
13:27 Tayîp Temel: Em bi xwe bawerin û em ê bi ser kevin
13:16 Li Silopiyayê zarokek bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
13:15 Doza Hevşaredara Farqînê hat taloqkirin
13:09 Li Îzmîrê jinekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
11:59 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:53 Malbata Şenyaşar: Avêtina gava duyemîn hat astengkirin
11:32 Delegeyên jin: Çareserî di têkoşîna rêxistinbûyî de ye
11:23 Girseya HDP’ê li dijî nokteya polîsan derket û rê li trafîkê girt
11:13 Li Mêrdînê 3 kes hatin binçavkirin
10:45 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Til Rifatê kir
10:37 Berwarî: Kê maf da ye rêveberên Başûr ku leşkerên dagirkeran bînin ser xaka me?
10:35 Xetimandina kanalîzasyonê xelkê taxê bêzar kiriye
10:13 Cerdevan Bestayê talan dikin!
09:52 Jinên Silopiya: Li herêmê hêzên paramîlîter jinên kurd dikujin
09:40 Berdevka TAJÊ’yê: Jinên êzdî dê xewn û xeyalên dijmin di qirika wan de bihêlin
09:39 Dewleta tirk hevjînê wê, PDK’ê birayê wê qetil kir: Di dinyayê de ez ê wan efû nekim
09:33 Bertek nîşanî derketina cenazeyan a ji girtîgehan dan: Xwe bêdeng nekin
09:19 Têkoşîna hevpar a jinan a li dijî şer: Pêdivî bi çalakkirina BÎG'ê heye
09:13 Li Bestayê xweza tê talankirin: Cerdevan qadên jiyana me tune dikin
09:07 Bêyî GBT'ê nikarin biçin gundê xwe
09:05 Serokê Baroya Êlihê: Em ê her tim ji bo mafên mirovan bixebitin
09:03 Projeya Çîrokê: Çîrokên kurdî bi rêya enstrumanan vedibêjin
09:01 Neguhêzbara Şaredariya Rezanê dewrî Serokatiya Ragihandinê kirin
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2022'YAN
08:40 Cenazeyê Demîr li Êlihê hate veşartin
16/05/2022
23:23 Amedsporê ji play-offê xatir xwest
19:23 Makbûle û Hadî Ozer birin nexweşxaneyê
19:01 Li Çiyayê Cûdî tevgera helîkopteran