Dayika ku du zarokên xwe winda kirî: Divê Tirkiye xwe ji xaka Kurdistanê vekişîne

  • rojane
  • 09:47 19 Gulan 2022
  • |

ŞIRNEX - Dayika Halîme Temel ku di têkoşîna azadiyê de du zarokên xwe winda kirine bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê li dijî Herêma Federal a Kurdistanê da û wiha got: “Divê tu kes li dijî vî şerî bêdeng nemîne. Bêdengî mirinê tîne. Divê Tirkiye xwe ji xaka Kurdistanê vekişîne.” 

 
Tirkiye di 17'ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrişî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Federal a Kurdistanê kir. Yên ku ji êrişên heyî herî zêde bibandor dibin jî kesên li ser sînor dijîn in. Malbatên ku di salên 90’î de bi darê zorê neçarî koçberiyê hatibûn kirin, îro dîsa rastî heman zextê tên. Yek ji gundên ku di salên 90’î de hatiye valakirin jî gundê Setkarê yê Elkê ya Şirnexê ye. Ji ber şerê heyî zexteke giran li şêniyên gund tê kirin. Şêniyên gund hem li hemberî êrişa Tirkiyeyê û hem jî ji ber hevkariya PDK’ê ya bi AKP-MHP’ê re bi bertek in. 
 
 
Yek ji şêniyên gund Halîme Temel (65) ku dayika 8 zarokan e, li gundê Navgûza yê Colemêrgê ji dayik bûye û ji ber zextên dewletê neçar dimînin ku koçî navenda Colemêrgê bibin. Di 15 saliya xwe de bi darê zorê tê zewicandin û li gundê Setkarê bi cih dibe. Lê dîsa jî dibin qurbaniyên heman zext û zora dewletê. Di vê navberê de 4 zarokên wê beşdarî revên PKK’ê dibin û ji wan 2 jê jiyana xwe ji dest didin. Dayika Halîme hem qala serpêhatiya xwe û hem jî êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê kir. 
 
DI 15 SALIYÊ DE HAT ZEWICANDIN 
 
Dayika Halîmeyê diyar kir ku bêyî daxwaza wê hatiye zewicandin û wiha dest bi serpêhatiya xwe kir: “Malbata min bi çandinî û sewalkariyê re mijûl dibû. Min zarokatiya xwe nejiya. Jiyana min li gund derbas bû. Dema hatim zewicandin hêj zarok bûm. Min rojên xweş jî yên zehmet jî li vir dîtin. Jiyana min a li gundê Navgûza qet nayê bîra min. Dema nû hatim vî gundî bo min jiyan gelek zehmet bû. Min nedizanî bê ka zewac çi ye. Ev 50 sal in ez li vî gundî me. Me li vir karê sewalkarî û çandiniyê dikir.”
 
‘ZILM HETA ÎRO JÎ BERDEWAM DIKE’
 
Bi domdarî dayika Halîmeyê got ku zext û zora dewletê tu carî li ser wan kêm nebûye û wiha domand: “Heman zilm îro jî didome. Di salên 80-90’î de bi ser gelek gundan de girtin, şewitandin û vala kirin. Di sala 1988’an de dewletê bi ser gund de girt û gotin; ‘hûn hevalan xwedî dikin. Ji gund derkevin.’ Me qebûl nekir lê bi darê zorê derxistin. Gundê me şewitandin û xaniyên me talan kirin. Ji ber wê zilmê her yekî berê xwe da cihekî. Em jî çûn Edeneyê. Nêzî 4 sala li wir man. Em nikarin ji axa xwe dûr bisekinin. Lewma em vegeriyan. Gundên me wêran û talan kiribûn. Lewma me li jêra gundê xwe gundekî nû ava kir. Lê bi vegera gund re zilmê li me dikin. Me dest bi karê çandinî û sewalkariyê kir. Li çar aliyên gundê me noqteyên leşkerî hene. Dema em diçin çiyayên gund, me dişopînin. Gundê me her tim dişopînin. Ev zilm e.” 
 
4 ZAROKÊN WÊ TEV LI BÛN
 
Di berdewamê de dayika Halîmeyê da zanîn ku 4 zarokên wê ji ber zilm û zora dewletê tev li refên PKK’ê bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ewilî kurê min Nacî Temel (Çekdar Kato) di sala 2002’yan tev li bû. 9 salan li wir ma û li Elkê jiyana xwe ji dest da. Keça min Şehrîban Temel (Berfîn Çekdar) jî di 2013’an de tev li bû û di 2018’an de li Bradostê jiyana xwe ji dest da. Li ser televîzyonê hîn bûm ku zarokên min şehîd bûne. Min hêj jî cenazeyê keça xwe nedîtiye. Piştî şehadeta wan jî du zarokên min ên din tev li bûn. Dilê min gelek dişewite. Ma dilê kîjan dayikê naşewite? Li ber çavên me şer diqewime û zarokên me jiyana xwe ji dest didin. Em bi wan serfiraz in. Hemû zarokên me ne. Çavê me her tim li televîzyonê ye. Yên li çiyê tevek zarokên min in. Em ji bo zarokên xwe jiyaneke azad dixwazin. Bi şev û roj tî û birçî bo gel û welatê xwe şer dikin. Em dixwazin êdî ev xwîn bisekine.”
 
‘EM Ê TU CARÎ VÊ XIYANETÊ JI BÎR NEKIN’
 
Dayika Halîmeyê bal kişand ser şerê li Başûr û axaftina xwe wiha qedand: “Dewleta tirk ji berê ve dijminatiya kurdan dike. Bi sala ye me kurdan dikuje. Xeynî dewletê, neyarên me yên din jî gelek in. Heke wan neyaran piştgirî nedabûya dewleta tirk, dê nekarîbûya biçe Başûr. Malbata Barzanî bi sala ye neyartiyê li kurdan dike. Niha dîsa heman xiyanetê dike. Barzanî piştgiriyê dide dewleta tirk ku êrişî zarokên me bike. Em wî şermezar dikin. Ma mirov çawa xiyanetê li gelê xwe dike? Çi karê dewleta tirk li ser axa Başûr heye? Ev ne şerê birakujiyê ye. Ev şerê xiyanetê ye. Ew bi xwe jî kurd in. Dewleta tirk dixwaze kurdan tune bike û Barzanî jî piştgiriyê didin wan. Şirîkên komkujiyê ne. Em ê vê xiyanetê ji bîr nekin. Banga me ji dewletê ew e ku destên xwe ji axa Kurdistanê vekişînin. Divê gelê kurd li dijî zilmê rabe ser pêyan û dengê xwe bilind bike. Bi taybetî jî dayik. Em çiqas bêdeng bimînin, dê şer ewqas mezintir bibe. Bêdengî mirinê tîne. Ev hovîtî di çi olan de nîne. Em ne şer lê azadî û aştiyê dixwazin.” 
 

Sernavên din

21/05/2022
17:18 Ji bo nexweşê KOAH’ê yê 67 salî Yilmaz banga ‘berdana bilez’ hate kirin
16:57 Faîlê ku hewl da dest dirêjî zarokê 7 salî bike hat girtin
16:56 ‘Zimanê kurdî hêdî hêdî dikeve bin bandora zimanên serdest’
16:45 Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Hûn ê me teslîm negirin
16:29 Ji bo girtiyê weremî banga berdanê kirin
15:59 Di hefteyekê de cenazeyê 20 leşkeran anîn qereqolê
15:52 Xizmên girtiyan hatin gelhev: Em têkoşînê mezin bikin
15:51 Zarokê ku wesayîtê lê da jiyana xwe ji dest da
15:41 ‘Desthilat bi zordariyê hebûna xwe didomîne’
15:18 Di hefteye windayan de qurnefîl avêtin behrê
15:13 Dayikên Şemiyê: Em ê dev ji lêgerîna xwe ya edaletê bernedin
14:45 Di kongreya xwe BASK-DER’ê de banga têkoşîna li dijî tecrîdê hate kirin
14:00 Malbata Şenyaşar: Edalet dê bi yekbûna kesên wê dixwaze re pêk were
13:53 Xizmên windayana aqûbeta 3 kesên ji heman malbatê hatibûn windakirin pirsîn
13:47 Balafireke dewleta tirk li Mexmûrê bi wesayîtekê da
13:33 Nasnameya 2 kesên di êrişa Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dan aşkere bû
13:02 Banga Bûldan a li muxalefetê: Sekneke demokratîk a wêrek nîşan bide
12:44 Girtina ciwanan hate şermezar kirin
12:24 Di êrişa bi çekên kîmyewî de 8 HPG’iyan jiyana xwe ji dest da
11:32 Operasyona leşkerî ya li çiyayê Cûdî didome
11:16 Li Duzceyê 2 jê gardiyan 16 kes hatin binçavkirin
11:16 Bijîşk Şeyma Bîran di mûayenexaneya xwe de hate qetilkirin
11:05 Li Şaredariya Kadikoyê 32 kes hatin girtin
10:54 Polîsên bi unîformayê Heyvasor piştî ‘alîkariyê’ sîxurtî ferzkirin
10:17 Esnafên Amedê ji ber bihabûnê hatine asta dikan girtinê
10:00 Polîsan veşartina cenaze û şîn asteng kirin
09:41 Ji bo Ocalan serî li NY'yê hat dayîn
09:08 ‘Ev pêvajo pêvajoya berxwedana jinê ye’
09:05 Li Cizîrê qeyûm mal û milkên şaredariyê yeko yeko dewr dike
09:05 Pêşmergeyê berê Yîgît: Barzanî ji bo pera birakujiyê dike
09:01 Di 12 saliyê de hat qetilkirin: Ji ber ku Davut kurd e kes nagirî
09:00 ROJEVA 21'Ê GULANA 2022'YAN
20/05/2022
23:26 Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin
22:32 'Hema Hema Jin Elizabeth' li Êlihê hat lîstin
22:16 Girtina ciwanên HDP'î hat şermezarkirin
21:50 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Desthilat haziriya çûna xwe dike
21:47 Li Amedê 10 kes hatin girtin
21:00 Rêxistinên Ciwanan: Divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe
20:31 Zilamê ku Turkmenê qetil kir hat girtin
20:24 Ciwanên HDP'î hatin berdan
20:19 Piştî 6 salan cenazeyê Yildiz radestî malbatê hat kirin
19:29 Li Cizîrê êrişeke çekdarî: Kesek mir
19:04 Ji Katoyê ber bi Bestayê ve sewqiyata eskerî
18:51 Li Bestayê qirkirina daran didome
18:37 Lexema DÎSKÎ'yê gefê li derdorê dixwe!
18:19 ‘15'ê Gulanê pêngaveke li dijî bişavtinê ye'
17:19 Li Edeneyê 'şehîdên meha Gulanê' hatin bibîranîn
17:07 Hunermend Gokçe hat berdan
17:01 Ciwanên HDP'î bi meşekê binçavkirin şermezar kirin
16:44 Nûnerê TUGVA'yê li Şaredariya Amedê bû serokê daîreyê
15:55 'Kujerên Zekî Çelebî reviyane Hewlêrê'
15:52 Ciwanên HDP'î binçavkirinan bi meşekê protesto kirin
15:48 Hunermend Çat: Ya ku tê qedexekirin ziman, çand û hunera kurdî ye
15:16 YNK: Kîjan dema ku Barzanî qala biratiyê bike îxanetek pêk tê
15:08 ‘Polîtîkaya desthilatdariyê li dijî kurdan û jinan e’
14:17 Ji Xelfetiyê ji bo Ocalan bang li gelan kirin: Werin em li dijî tecrîdê têkoşînê bilind bikin
14:01 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
13:55 Li Çiyayê Cûdî şerekî giran diqewime
13:45 Li Sêrtê ciwanek mirî hat dîtin
13:37 Malbata Îzol li ber Edliyeya Rihayê daxwaza edaletê kir
13:05 Li ser îfadeyên 'şahidê veşarî Ulaş' 26 kes hatin girtin
12:12 Emîne Şenyaşar: Bila lawê min were berdan
12:02 Hunermend Zelal Gokçe hate binçavkirin
12:02 Malbata Ocalan bertek nîşanî tecrîdê da: Deriyên Îmraliyê vekin
11:59 HDP dê di Konferansa Jinê ya Navendî de nexşerêya serdema nû niqaş bike
11:57 Pêşmergeya 55 salan: Divê hemû kurd li dijî xiyanet û dagirkeriyê dakevin qadan
11:45 Gola Xizir bi xweşikiya xwe hiş ji serê mirov dibe
10:58 Çanda dengbêjiyê li Îzmîrê didomîne
10:56 Hevşaredarê Norşînê yê berê hate berdan
10:48 ‘Kurdistan ne xaka Tirkiyeyê ye û bila xwe ji xaka me vekişînin’
10:40 Dayikên Aştiyê: Me pariyê nanê xwe bi PDK’ê re parve kir lê ew zarokên me didin kuştin
10:27 Derbarê Hevşaredara Farqînê de du îdianameyên nû hatin amadekirin
10:04 30 salan notirvanî kir: Notirvan bûne parçeyeke şerê taybet
09:16 Di roja girtina Ocalan de dev ji cerdevaniyê berda: Min sond xwar ku êdî xiyanetê nekim
09:06 Dr. Tûran: Biryarên ATK’ê û nirxên bijîşktiyê ji hev nagirin
09:04 Bersiva daxwaza ji bo edaletê: 11 lêpirsîn, 4 doz
09:02 Tûncel: Bêbextî li projeya Mele Mistefa tê kirin
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2022'YAN
19/05/2022
21:23 Efrîniyan bi meşeke girseyî tecrîda li Îmraliyê şermezar kir
20:22 Li Amed û Îzmîrê du jin hatin qetilkirin
19:34 'Şehîdên meha Gulanê' hatin bibîranîn
18:25 Dr. Xeyas Neyîse: Tirkiye gefê li têkoşîna hevpar a çareseriyê ya gelê kurd-ereb dixwe
17:40 Qedexeya li Cûdiyê 8 roj in didome
16:54 Li Stenbolê 10 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
16:29 Karakoç û Ocak ku di bin çavan da hatibûn windakirin hatin bibîranîn
16:13 Li Efrînê 12 leşker û çete hatin kuştin
15:55 Malbatên girtiyan: Bila cîhan bibihîze ku li Tirkiyeyê edalet nîne
15:44 ÎHD’a Edeneyê rapora girtîgehan eşkere kir
15:41 Polisan 12 HDP'î binçav kirin
15:29 Li Heftanînê şer: Cerdevanekî jiyana xwe ji dest da
15:22 Meclisa Berxwedanan piştgirî da malbata Şenyaşar
14:58 Cenazeyê jinekê nêzî qereqolê hat dîtin
14:08 Îtalî li dijî şerê li Ûkrayna û Herêma Kurdistanê dest bi grevê dikin
13:31 Hevkariya AKP-PDKê karê 'bazirganên rojane' jî bi dawî kir
12:52 Tê payîn binçavkiriyên li Stenbolê bibin edliyeyê
12:39 Qeyûmê DBB’ê qada civakî ji rantê re vekir û qada hêşiniyê dewrî leşkeriyê kir
12:17 Polîsê ku derbarê wî de biryara dûrxistinê hatibû dayîn jinek kuşt
11:44 Karkerê ku li kana keviran jiyana xwe ji dest da hat veşartin
11:29 Malbata Şenyaşar: Kesên sûcê mirovahiyê kirine xwe bi desthilatê vedişêrin
10:34 Li Kurdistanê kulîlk bi reng û xemla welat vebûn