‘Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin’

  • rojane
  • 09:48 19 Gulan 2022
  • |
img

ŞIRNEX - Dayika girtî Abdûllah Bayar, Solmaz Bayar, xwest ku girtiyên nexweş bên derman kirin û wiha got: “Em li pey doza girtiyên xwe û têkoşîna wan in. Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin.”

Binpêkirina mafan a li girtîgehan xwe veguherandiye rêbazek îşkenceyê. Girtî ji mafên xwe yên bingehîn bêpar tên hiştin û bi muameleyek keyfî re rûbirû tên hiştin. Girtiyên nexweş nayên tedawî kirin û ew jî dibe sedem ku ji girtîgehan cenaze derbikeve. Li gorî daneyên Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), ji meha çileyê ve herî kêm 17 girtiyan jiyana xwe ji dest dane. Tevî van îşkence û hewldanên şikandana vîna girtîyan, girtî li ber xwe didin û banga têkoşînê dikin.
 
Her wiha di nav dîrokên cuda de li Şirnexê bi dehan kes hatibûn binçav kirin. Yek ji wan kesên ku hatibûn binçav kirin Abdûllah Bayar (19) di 16’ê Gulanê de piştî ku derket pêş dadgehê hate girtin û ew şandin girtîgehê. Dayika Bayar, Solmaz Bayar bertek nîşanî girtin û îşkenceya li ser girtîgehan da û destnîşan kir ku gelê kurd bi girtin û kuştinê naqedin.
 
MALBAT BI SALA NE RASTÎ ZEXT Û ÎŞKENCEYA DEWLETÊ TÊ
 
Solmaz Bayar (47) diyar kir ku malbata wan bi salan e rastî zext û îşkenceya dewletê tê, ji ber zordestîyê neçar mane ku ji warê xwe koçber bibin û wiha axivî: “Di sala 1992’yan de dewlet gundê me yê Avgamasiya ku girêdayî Şirnexê ye şewitand û vala kir. Em ji ber neçariyê koçî navçeya Cizîrê bûn. Lê zext û zilma li ser me dîsa bi dawî nebû. Her carî bi ser mala me de dihat girtin. Gava dihatin bi ser mala me de bigirin her der tar û mar dikirin û hemû hêrsa xwe ji me derdixistin.  Li gund bi zexta cerdevantiyê dixwestin bi me çok deynin, li bajêr jî bi girtin û binçavkirinan heman tiştê armanc dikirin.”
 
‘DIBÊJIN QEY DÊ KURD BI GIRTIN Û KUŞTINÊ XELAS BIBIN’
 
Bayar, bi lêv kir ku zilma li ser wan çiqas zêde bibe dê têkoşîna wan a li dijî zilmê jî mezintir bibe û wiha berdewam kir: “Di pêvajoya xweseriya cewheriyê de kurê min Mehmet Emîn li Cizîrê şehîd ket. Kurê min Nazir jî çû lê haya me jê çênebûye. Bi taybetî piştî 2016’an dewletê zext û îşkenceya xwe li ser me zêdetir kir. Her hefte bi ser mala me de digirin û ferdên malbata min binçav dikin. Em ê heya kengê di bin vê zext û bindestiya wan de bin. Dibêjin qey dê kurd bi girtin û kuştinê xelas bibin. Lê bila baş bizanibin ku em xelas nabin. Ji ber vê zilm û zordestiya dewletê zarokên min çûn. Me gelek zilm û zordestî dîtiye. Heta ku em sax bin ev zilma li kurdan tê kirin efû nakin.”
 
‘EW GIRTIYÊN ME DIKUJIN’
 
Bayar, diyar kir ku herî dawî 3 kurên wê hatibûn binçav kirin û yek ji wan Abdûllah Bayar hatiye girtin Bayar, destnîşan kir ku kurê wê bêyî sûc hatiye girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em îşkenceya li zîndanan ji nêz ve dibînin. Hemû kurên min çend caran ketin girtîgehê. Her carê bi zext û zilmeke mezin re rûbirû diman. Malbat jî ev zilm jiya. Gava em diçin hevdîtina zarokên xwe lêgerîna tazî li me ferz dikin. Bi her cûreyê zext û îşkenceyê li girtî û malbatan dikin. Niha jî dibêjin girtî dawî li jiyana xwe tînin an jî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest didin. Em bawer nakin ku girtî bi vî şiklî jiyana xwe ji dest bidin. Ew girtiyên me dikujin.”
 
‘EM Ê LI PEY DOZA ZAROKÊN XWE BIN’
 
Bayar, bang kir ku girtiyên nexweş bên dermankirin, girtiyên siyasî bên berdan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Girtiyên nexweş gelek zêde nin û nayên derman kirin. Ev zilmeke pir mezin e. Bi vî şiklî dixwazin civakê bitepisînin. Lê em li dû doza girtiyên xwe û têkoşîna wan in. Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin û em kurd xelas nabin. Em wek kaniyekê nin û hingî me ji destê wan dîtiye têkoşîn û berxwedana me mezintir bûye. Em bi zarokên xwe serbilind in û dê li pey doza wan bin.”
 

Sernavên din

21/05/2022
17:18 Ji bo nexweşê KOAH’ê yê 67 salî Yilmaz banga ‘berdana bilez’ hate kirin
16:57 Faîlê ku hewl da dest dirêjî zarokê 7 salî bike hat girtin
16:56 ‘Zimanê kurdî hêdî hêdî dikeve bin bandora zimanên serdest’
16:45 Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Hûn ê me teslîm negirin
16:29 Ji bo girtiyê weremî banga berdanê kirin
15:59 Di hefteyekê de cenazeyê 20 leşkeran anîn qereqolê
15:52 Xizmên girtiyan hatin gelhev: Em têkoşînê mezin bikin
15:51 Zarokê ku wesayîtê lê da jiyana xwe ji dest da
15:41 ‘Desthilat bi zordariyê hebûna xwe didomîne’
15:18 Di hefteye windayan de qurnefîl avêtin behrê
15:13 Dayikên Şemiyê: Em ê dev ji lêgerîna xwe ya edaletê bernedin
14:45 Di kongreya xwe BASK-DER’ê de banga têkoşîna li dijî tecrîdê hate kirin
14:00 Malbata Şenyaşar: Edalet dê bi yekbûna kesên wê dixwaze re pêk were
13:53 Xizmên windayana aqûbeta 3 kesên ji heman malbatê hatibûn windakirin pirsîn
13:47 Balafireke dewleta tirk li Mexmûrê bi wesayîtekê da
13:33 Nasnameya 2 kesên di êrişa Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dan aşkere bû
13:02 Banga Bûldan a li muxalefetê: Sekneke demokratîk a wêrek nîşan bide
12:44 Girtina ciwanan hate şermezar kirin
12:24 Di êrişa bi çekên kîmyewî de 8 HPG’iyan jiyana xwe ji dest da
11:32 Operasyona leşkerî ya li çiyayê Cûdî didome
11:16 Li Duzceyê 2 jê gardiyan 16 kes hatin binçavkirin
11:16 Bijîşk Şeyma Bîran di mûayenexaneya xwe de hate qetilkirin
11:05 Li Şaredariya Kadikoyê 32 kes hatin girtin
10:54 Polîsên bi unîformayê Heyvasor piştî ‘alîkariyê’ sîxurtî ferzkirin
10:17 Esnafên Amedê ji ber bihabûnê hatine asta dikan girtinê
10:00 Polîsan veşartina cenaze û şîn asteng kirin
09:41 Ji bo Ocalan serî li NY'yê hat dayîn
09:08 ‘Ev pêvajo pêvajoya berxwedana jinê ye’
09:05 Li Cizîrê qeyûm mal û milkên şaredariyê yeko yeko dewr dike
09:05 Pêşmergeyê berê Yîgît: Barzanî ji bo pera birakujiyê dike
09:01 Di 12 saliyê de hat qetilkirin: Ji ber ku Davut kurd e kes nagirî
09:00 ROJEVA 21'Ê GULANA 2022'YAN
20/05/2022
23:26 Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin
22:32 'Hema Hema Jin Elizabeth' li Êlihê hat lîstin
22:16 Girtina ciwanên HDP'î hat şermezarkirin
21:50 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Desthilat haziriya çûna xwe dike
21:47 Li Amedê 10 kes hatin girtin
21:00 Rêxistinên Ciwanan: Divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe
20:31 Zilamê ku Turkmenê qetil kir hat girtin
20:24 Ciwanên HDP'î hatin berdan
20:19 Piştî 6 salan cenazeyê Yildiz radestî malbatê hat kirin
19:29 Li Cizîrê êrişeke çekdarî: Kesek mir
19:04 Ji Katoyê ber bi Bestayê ve sewqiyata eskerî
18:51 Li Bestayê qirkirina daran didome
18:37 Lexema DÎSKÎ'yê gefê li derdorê dixwe!
18:19 ‘15'ê Gulanê pêngaveke li dijî bişavtinê ye'
17:19 Li Edeneyê 'şehîdên meha Gulanê' hatin bibîranîn
17:07 Hunermend Gokçe hat berdan
17:01 Ciwanên HDP'î bi meşekê binçavkirin şermezar kirin
16:44 Nûnerê TUGVA'yê li Şaredariya Amedê bû serokê daîreyê
15:55 'Kujerên Zekî Çelebî reviyane Hewlêrê'
15:52 Ciwanên HDP'î binçavkirinan bi meşekê protesto kirin
15:48 Hunermend Çat: Ya ku tê qedexekirin ziman, çand û hunera kurdî ye
15:16 YNK: Kîjan dema ku Barzanî qala biratiyê bike îxanetek pêk tê
15:08 ‘Polîtîkaya desthilatdariyê li dijî kurdan û jinan e’
14:17 Ji Xelfetiyê ji bo Ocalan bang li gelan kirin: Werin em li dijî tecrîdê têkoşînê bilind bikin
14:01 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
13:55 Li Çiyayê Cûdî şerekî giran diqewime
13:45 Li Sêrtê ciwanek mirî hat dîtin
13:37 Malbata Îzol li ber Edliyeya Rihayê daxwaza edaletê kir
13:05 Li ser îfadeyên 'şahidê veşarî Ulaş' 26 kes hatin girtin
12:12 Emîne Şenyaşar: Bila lawê min were berdan
12:02 Hunermend Zelal Gokçe hate binçavkirin
12:02 Malbata Ocalan bertek nîşanî tecrîdê da: Deriyên Îmraliyê vekin
11:59 HDP dê di Konferansa Jinê ya Navendî de nexşerêya serdema nû niqaş bike
11:57 Pêşmergeya 55 salan: Divê hemû kurd li dijî xiyanet û dagirkeriyê dakevin qadan
11:45 Gola Xizir bi xweşikiya xwe hiş ji serê mirov dibe
10:58 Çanda dengbêjiyê li Îzmîrê didomîne
10:56 Hevşaredarê Norşînê yê berê hate berdan
10:48 ‘Kurdistan ne xaka Tirkiyeyê ye û bila xwe ji xaka me vekişînin’
10:40 Dayikên Aştiyê: Me pariyê nanê xwe bi PDK’ê re parve kir lê ew zarokên me didin kuştin
10:27 Derbarê Hevşaredara Farqînê de du îdianameyên nû hatin amadekirin
10:04 30 salan notirvanî kir: Notirvan bûne parçeyeke şerê taybet
09:16 Di roja girtina Ocalan de dev ji cerdevaniyê berda: Min sond xwar ku êdî xiyanetê nekim
09:06 Dr. Tûran: Biryarên ATK’ê û nirxên bijîşktiyê ji hev nagirin
09:04 Bersiva daxwaza ji bo edaletê: 11 lêpirsîn, 4 doz
09:02 Tûncel: Bêbextî li projeya Mele Mistefa tê kirin
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2022'YAN
19/05/2022
21:23 Efrîniyan bi meşeke girseyî tecrîda li Îmraliyê şermezar kir
20:22 Li Amed û Îzmîrê du jin hatin qetilkirin
19:34 'Şehîdên meha Gulanê' hatin bibîranîn
18:25 Dr. Xeyas Neyîse: Tirkiye gefê li têkoşîna hevpar a çareseriyê ya gelê kurd-ereb dixwe
17:40 Qedexeya li Cûdiyê 8 roj in didome
16:54 Li Stenbolê 10 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
16:29 Karakoç û Ocak ku di bin çavan da hatibûn windakirin hatin bibîranîn
16:13 Li Efrînê 12 leşker û çete hatin kuştin
15:55 Malbatên girtiyan: Bila cîhan bibihîze ku li Tirkiyeyê edalet nîne
15:44 ÎHD’a Edeneyê rapora girtîgehan eşkere kir
15:41 Polisan 12 HDP'î binçav kirin
15:29 Li Heftanînê şer: Cerdevanekî jiyana xwe ji dest da
15:22 Meclisa Berxwedanan piştgirî da malbata Şenyaşar
14:58 Cenazeyê jinekê nêzî qereqolê hat dîtin
14:08 Îtalî li dijî şerê li Ûkrayna û Herêma Kurdistanê dest bi grevê dikin
13:31 Hevkariya AKP-PDKê karê 'bazirganên rojane' jî bi dawî kir
12:52 Tê payîn binçavkiriyên li Stenbolê bibin edliyeyê
12:39 Qeyûmê DBB’ê qada civakî ji rantê re vekir û qada hêşiniyê dewrî leşkeriyê kir
12:17 Polîsê ku derbarê wî de biryara dûrxistinê hatibû dayîn jinek kuşt
11:44 Karkerê ku li kana keviran jiyana xwe ji dest da hat veşartin
11:29 Malbata Şenyaşar: Kesên sûcê mirovahiyê kirine xwe bi desthilatê vedişêrin
10:34 Li Kurdistanê kulîlk bi reng û xemla welat vebûn