WAN - Karker Adem Esen ku li kana keviran dixebitî û jiyana xwe ji dest dabû, li navçeya Qelqeliyê hat veşartin.
Karker Adem Esen (19) ku li Enqerê li kaneke keviran dixebitî, ket nav makîneyeke keviran û bi awayekî dilsotîner jiyana xwe ji dest da. Malbata Esen cenazeyê kurê xwe ji morga nexweşxaneya ku wî ji bo otopsiyê rakiribûnê girt û anîn navçeya Qelqelî ya Wanê. Piştî vecîbeyên olî cenazeyê Esen li goristana gundê Molatopûz ê navçeyê hat veşartin.