Îtalî li dijî şerê li Ûkrayna û Herêma Kurdistanê dest bi grevê dikin

  • cîhan
  • 14:08 19 Gulan 2022
  • |
img
ENQERE - Li Îtalyayê bi hezaran kes ji bo protestokirina şerê li Ûkrayna û Herêma Federal a Kurdistanê dest bi grevê dikin. Tê payîn ku ji derdorên cuda gelek kes beşdarî mitîngê bibin. 
 
Li dijî şer ku rê li ber enflasyon, bihabûn, xebata bê ewlehî, derxistina ji kar û kêmbûna xizmetên civakî vedike; karker, kedkar, akademîsyen, hunermend û rêxistinên civaka sivîl jî di nav de bi hezaran kes dê di 20’ê gulanê de li Roma û Mîlan ên Îtalyayê meşan li dar bixin. Li seranserî Îtalyayê jî dê dest bi grevê bikin. 
 
Di heman demê de li bajarên Torîno, Bologna, Floransa, Pîsa, Caserta, Cagliari, Reggio Emilia, Trieste û bajarên din jî çalakî û meş bên lidarxistin. Hat ragihandin ku dê grev bi mesta protestokirina lêçûnên şer, şerê li Ûkrayna û Herêma Federal a Kurdistanê bê kirin. Sendîkayên weke Confederazione Unitaria di Base (CUB), Sindacato Generale di Base Bologna (SGB), L'Unione Sindacale Italiana - Confederation International de los Trabajadores (USI-CIT), Confederazione dei Comitati di Base (COBAS), nûnerên rêxistinên civaka sivîl, hiqûqnasên demokrat û hwd. jî dê piştgiriyê bidin grevê. Karîkaturîst Vauro Senesi û fîlozof Donatella Di Cesare jî dê beşdarî meşê bibin. 
 
Ji endamên sendîkaya L'Unione Sindacale Italiana - Confederation International de los Trabajadores (USI-CIT) Norma Santî ku dê di meşa Romayê de cih bigirin û endamê Confederazione Unitaria di Base (CUB) Manuel Vulcano ku dê beşdarî meşa li Mîlanê bibin, têkildarî mijarê bi ajansa me re axivîn. 
 
BÛDÇEYA ŞER DIXIN STÛYÊ GEL
 
Santî, da zanîn ku ev demekî dirêje ku USI-CIT ji bo mafên karkerên Îtalyayê têdikoşe û wiha got: “Li gelek bajarên Îtalyayê nûnertiyên me hene. Federasyona Rûsyayê di 23’yê sibata îsal de Ûkrayna dagir kir. Bi vê yekê re gefa şer a li ser Ewropayê mezintir bû. Bingeha vê pêvajoya şer jî xwe dispêre helwesta NATO’yê ku hewl dide li Rojhilatê Ewropayê belav bibe û pozîsyona milîtarîst û helwesta hegemonîk a Rûsyayê ye. Bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran kes ji xaka xwe bûn û ziyanên madî karesat bi serê gel anî. Heke ev rewşa êrişkar û şer bidome dê li seranserî cîhanê karesaeteke mezin a aborî çê bibe. Dê bihayê xurekan û enerjiyê hîn zêdetir bibin, şert û mercên jiyan û xebatê xerabtir bibin û di qada navneteweyî de rê li ber encamên giran veke. Rewşa heyî herî zêde bandorê li karkeran dike. Komeke sendîkavanan ji bo pêşîlêgirtina şer û ji bo ku hikûmetê têxe nava hewldanên aştiyê, meş organîze kir. Daxwaza me ew e ku lêçûnên leşkerî bên sekinandin û ev lêçûn bo tenduristî, dibistan, veguhestina komelî û hawirdorê bên xerckirin.” 
 
‘EM Ê ÊRIŞÊN LI DIJÎ KURDAN PROTESTO BIKIN’
 
Bi domdarî Santî anî ziman ku saziyên kurd jî di civînên birêxistinkirina meşê de cih girtine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dê bi awayekî çalak tev li bibin. AKP’ê bi hevkariya PDK’ê di 17’ê nîsanê de li dijî Zap, Metîna û Avaşînê êrişeke berfireh da destpêkirin. Di çarçoveya vê operasyona derqanûnî de bi balafirên şer, balafirên bêmirov, helîkopter û hêzên bejahî êriş tên kirin. Êrişên li dijî kurdan bi taybet jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li Herêma Federal a Kurdistanê zêdetir bûn. Mîna êrişa Rûsyayê ya li dijî Ûkraynayê, em ê di meşa xwe de vê operasyona Tirkiyeyê jî protesto bikin.” 
 
‘ERDOGAN SÛD JI ŞEREKÎ GIRT Û ŞEREKÊ DIN DA DESTPÊKIRIN’ 
 
Di berdewamê de Santî da zanîn ku amadekariyan dikin ku ji bo protestokirina êrişên ser kurdan di 4’ê hezîranê de çalakiyekî li dar bixin û wiha domand: “Erdogan ê dîktator wisa hesab kir ku çavê hemû cîhanê li şerê Ûkrayna-Rûsyayê ye û fermana êrişê da. Anku ji şerekî sûd girt û şerekê din da destpêkirin. Vê êrişa dagirkeriyê nîşan da ku Erdogan hewl dide careke din qada navneteweyî bixapîne. Vê jî bi hewldanên aştiya Ûkraynayê dike. Lê artêşa tirk hêj jî êrişî sivîlan dike. Hikûmetên rojaveyî bi bêdengî li rewşê temaşe dikin. Welatên Ewropî şerê li Ûkraynayê şermezar kir û zext li ser zextan li Rûsyayê kirin. Lê belê êrişên Tirkiyeyê yên li dijî kurdan tolere dikin. Aştî, berpirsyariyeke û mirova dikare bo şer rêbazeke dîplomatîk peyda bike. Baweriya me bi derewa Erdogan a ji bo aştiya Ûkraynayê nayê. Di van saetên ku em bi we re diaxivin de jî Erdogan Şengal, Rojava û seranserî Kurdistanê bombebaran dike. Gelo ma pêkane ku ev kes bibe qasidê aştiyê? Em ê di 20’ê gulanê de li dijî van bimeşin û banga me li hemû kurdan ew e ku beşdarî meşê bibin.” 
 
'BI ŞANDINA ÇEKAN RE ŞER GUR DIKIN’
 
Endamê yek ji mezintirîn konfederasyona karkeran a Îtalyayê Confederazione Unitaria di Base (CUB) Manuel Vulcano jî têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: “Ji bo aştiyê û li dijî aboriya şer, şandina çekan, zêdebûna lêçûnên leşkerî û birîna lêçûnên bo cemaweriyê em ê bikevin grevê. Dê 12 sendîkayên karkeran, li seranserî Îtalyayê bi hezaran karker, xwendekar û aktîvîst piştgiriyê bidin meşa me. Hêviya me ew e ku ev tevgera me ji bo her kesî aştî û edaleta civakî bîne û pergalê teşhîr bike. Sendîkaya me her timli dijî tevgera kurd û geşedanên li Kurdistanê bi hestiyarî tevgeriya. Gelek aktîvîstên hêja di nava me de hene ku fikr, kevneşopî, dîrok û têkoşîna gelê kurd vedibêjin. Tekane rê ew e ku her gel xwe bi xwe qedera xwe diyar bike û dewletên federal bên naskirin. Gelê kurd li dijî êrişa Tirkiyeyê li Îtalyayê gelek çalakî kirin. Piştî şerê li dijî DAIŞ’ê, xelkê Îtalyayê hîn bêhtir kurd nas kirin. Xelkê îtalî piştgiriyê dide çalakiyên kurdan û xwedî lê derdikevin. Kurd li Îtalyayê bi tenê nînin. Helwesta welatên ewropî û DYA’yê ya li dijî kurdan pir tevlihev e. Li rexekî dibêjin piştgiriyê didin û li rexa din jî tiştekî ji Tirkiyeyê re nabêjin.”
 
MA / Gozde Çagri Ozkose
 

Sernavên din

21/05/2022
21:08 Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan greva birçîbûnê
20:46 Roja ewil a Konferansa Jinan a HDP'ê bi dawî bû
20:03 Dag: Ên herî zêde li hember vê pergalê têdikoşin ciwan in
17:18 Ji bo nexweşê KOAH’ê yê 67 salî Yilmaz banga ‘berdana bilez’ hate kirin
16:57 Faîlê ku hewl da dest dirêjî zarokê 7 salî bike hat girtin
16:56 ‘Zimanê kurdî hêdî hêdî dikeve bin bandora zimanên serdest’
16:45 Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Hûn ê me teslîm negirin
16:29 Ji bo girtiyê weremî banga berdanê kirin
15:59 Di hefteyekê de cenazeyê 20 leşkeran anîn qereqolê
15:52 Xizmên girtiyan hatin gelhev: Em têkoşînê mezin bikin
15:51 Zarokê ku wesayîtê lê da jiyana xwe ji dest da
15:41 ‘Desthilat bi zordariyê hebûna xwe didomîne’
15:18 Di hefteye windayan de qurnefîl avêtin behrê
15:13 Dayikên Şemiyê: Em ê dev ji lêgerîna xwe ya edaletê bernedin
14:45 Di kongreya xwe BASK-DER’ê de banga têkoşîna li dijî tecrîdê hate kirin
14:00 Malbata Şenyaşar: Edalet dê bi yekbûna kesên wê dixwaze re pêk were
13:53 Xizmên windayana aqûbeta 3 kesên ji heman malbatê hatibûn windakirin pirsîn
13:47 Balafireke dewleta tirk li Mexmûrê bi wesayîtekê da
13:33 Nasnameya 2 kesên di êrişa Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dan aşkere bû
13:02 Banga Bûldan a li muxalefetê: Sekneke demokratîk a wêrek nîşan bide
12:44 Girtina ciwanan hate şermezar kirin
12:24 Di êrişa bi çekên kîmyewî de 8 HPG’iyan jiyana xwe ji dest da
11:32 Operasyona leşkerî ya li çiyayê Cûdî didome
11:16 Li Duzceyê 2 jê gardiyan 16 kes hatin binçavkirin
11:16 Bijîşk Şeyma Bîran di mûayenexaneya xwe de hate qetilkirin
11:05 Li Şaredariya Kadikoyê 32 kes hatin girtin
10:54 Polîsên bi unîformayê Heyvasor piştî ‘alîkariyê’ sîxurtî ferzkirin
10:17 Esnafên Amedê ji ber bihabûnê hatine asta dikan girtinê
10:00 Polîsan veşartina cenaze û şîn asteng kirin
09:41 Ji bo Ocalan serî li NY'yê hat dayîn
09:08 ‘Ev pêvajo pêvajoya berxwedana jinê ye’
09:05 Li Cizîrê qeyûm mal û milkên şaredariyê yeko yeko dewr dike
09:05 Pêşmergeyê berê Yîgît: Barzanî ji bo pera birakujiyê dike
09:01 Di 12 saliyê de hat qetilkirin: Ji ber ku Davut kurd e kes nagirî
09:00 ROJEVA 21'Ê GULANA 2022'YAN
20/05/2022
23:26 Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin
22:32 'Hema Hema Jin Elizabeth' li Êlihê hat lîstin
22:16 Girtina ciwanên HDP'î hat şermezarkirin
21:50 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Desthilat haziriya çûna xwe dike
21:47 Li Amedê 10 kes hatin girtin
21:00 Rêxistinên Ciwanan: Divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe
20:31 Zilamê ku Turkmenê qetil kir hat girtin
20:24 Ciwanên HDP'î hatin berdan
20:19 Piştî 6 salan cenazeyê Yildiz radestî malbatê hat kirin
19:29 Li Cizîrê êrişeke çekdarî: Kesek mir
19:04 Ji Katoyê ber bi Bestayê ve sewqiyata eskerî
18:51 Li Bestayê qirkirina daran didome
18:37 Lexema DÎSKÎ'yê gefê li derdorê dixwe!
18:19 ‘15'ê Gulanê pêngaveke li dijî bişavtinê ye'
17:19 Li Edeneyê 'şehîdên meha Gulanê' hatin bibîranîn
17:07 Hunermend Gokçe hat berdan
17:01 Ciwanên HDP'î bi meşekê binçavkirin şermezar kirin
16:44 Nûnerê TUGVA'yê li Şaredariya Amedê bû serokê daîreyê
15:55 'Kujerên Zekî Çelebî reviyane Hewlêrê'
15:52 Ciwanên HDP'î binçavkirinan bi meşekê protesto kirin
15:48 Hunermend Çat: Ya ku tê qedexekirin ziman, çand û hunera kurdî ye
15:16 YNK: Kîjan dema ku Barzanî qala biratiyê bike îxanetek pêk tê
15:08 ‘Polîtîkaya desthilatdariyê li dijî kurdan û jinan e’
14:17 Ji Xelfetiyê ji bo Ocalan bang li gelan kirin: Werin em li dijî tecrîdê têkoşînê bilind bikin
14:01 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
13:55 Li Çiyayê Cûdî şerekî giran diqewime
13:45 Li Sêrtê ciwanek mirî hat dîtin
13:37 Malbata Îzol li ber Edliyeya Rihayê daxwaza edaletê kir
13:05 Li ser îfadeyên 'şahidê veşarî Ulaş' 26 kes hatin girtin
12:12 Emîne Şenyaşar: Bila lawê min were berdan
12:02 Hunermend Zelal Gokçe hate binçavkirin
12:02 Malbata Ocalan bertek nîşanî tecrîdê da: Deriyên Îmraliyê vekin
11:59 HDP dê di Konferansa Jinê ya Navendî de nexşerêya serdema nû niqaş bike
11:57 Pêşmergeya 55 salan: Divê hemû kurd li dijî xiyanet û dagirkeriyê dakevin qadan
11:45 Gola Xizir bi xweşikiya xwe hiş ji serê mirov dibe
10:58 Çanda dengbêjiyê li Îzmîrê didomîne
10:56 Hevşaredarê Norşînê yê berê hate berdan
10:48 ‘Kurdistan ne xaka Tirkiyeyê ye û bila xwe ji xaka me vekişînin’
10:40 Dayikên Aştiyê: Me pariyê nanê xwe bi PDK’ê re parve kir lê ew zarokên me didin kuştin
10:27 Derbarê Hevşaredara Farqînê de du îdianameyên nû hatin amadekirin
10:04 30 salan notirvanî kir: Notirvan bûne parçeyeke şerê taybet
09:16 Di roja girtina Ocalan de dev ji cerdevaniyê berda: Min sond xwar ku êdî xiyanetê nekim
09:06 Dr. Tûran: Biryarên ATK’ê û nirxên bijîşktiyê ji hev nagirin
09:04 Bersiva daxwaza ji bo edaletê: 11 lêpirsîn, 4 doz
09:02 Tûncel: Bêbextî li projeya Mele Mistefa tê kirin
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2022'YAN
19/05/2022
21:23 Efrîniyan bi meşeke girseyî tecrîda li Îmraliyê şermezar kir
20:22 Li Amed û Îzmîrê du jin hatin qetilkirin
19:34 'Şehîdên meha Gulanê' hatin bibîranîn
18:25 Dr. Xeyas Neyîse: Tirkiye gefê li têkoşîna hevpar a çareseriyê ya gelê kurd-ereb dixwe
17:40 Qedexeya li Cûdiyê 8 roj in didome
16:54 Li Stenbolê 10 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
16:29 Karakoç û Ocak ku di bin çavan da hatibûn windakirin hatin bibîranîn
16:13 Li Efrînê 12 leşker û çete hatin kuştin
15:55 Malbatên girtiyan: Bila cîhan bibihîze ku li Tirkiyeyê edalet nîne
15:44 ÎHD’a Edeneyê rapora girtîgehan eşkere kir
15:41 Polisan 12 HDP'î binçav kirin
15:29 Li Heftanînê şer: Cerdevanekî jiyana xwe ji dest da
15:22 Meclisa Berxwedanan piştgirî da malbata Şenyaşar
14:58 Cenazeyê jinekê nêzî qereqolê hat dîtin
14:08 Îtalî li dijî şerê li Ûkrayna û Herêma Kurdistanê dest bi grevê dikin
13:31 Hevkariya AKP-PDKê karê 'bazirganên rojane' jî bi dawî kir
12:52 Tê payîn binçavkiriyên li Stenbolê bibin edliyeyê
12:39 Qeyûmê DBB’ê qada civakî ji rantê re vekir û qada hêşiniyê dewrî leşkeriyê kir
12:17 Polîsê ku derbarê wî de biryara dûrxistinê hatibû dayîn jinek kuşt