Di 12 saliyê de hat qetilkirin: Ji ber ku Davut kurd e kes nagirî

  • rojane
  • 09:01 21 Gulan 2022
  • |

MÊRDÎN - Azîz Altunkaynak ê ku hestiyên lawê xwe Davut Altunkaynak ê 12 salî di binçavan de hat windakirin dîtibû, qala tiştên di 28 salan de kişandiye kir û got: “Kujer diyar in. Ji ber ku Davut kurd e kes nagirî.” 

Di navbera 17-31’ê Gulanê de Hefteya Dijî Windakirina di Binçavan de ya Navnetewî ye. Bi minasebeta vê hefteyê çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin. Di salên 1990’î de bi hezaran kurd di binçavan de hatin windakirin û bi hovîtî hatin qetilkirin. Hê jî cihê gora bi hezaran nayê zanîn, aqûbeta wan ne diyar e. Malbatên windayan bi salan e ji bo hestiyên zarokên xwe bibînin û kujer bên darizandin, çalakiyan li dar dixin. Li aliyekî malbat edaletê dixwazin li aliyekî jî îktidar û daraz kujeran xela dike û biryara beraetê dide kujer û berpirsiyaran. 
 
Heta niha dozên wek Doza Kizilagaç, Doza JÎTEM’ê ya Dêrikê, Doza Bespînê, Doza JÎTEM’ê ya Qoserê, Doza Licê, Doza JÎTEM’ê ya Cizîrê û Doza JÎTEM’ê ya Pasûrê bi biryarên beraetê ser wan hatiye girtin. 
 
Yek ji van dozên girîng jî Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê ye. Di navbera 29’ê Cotmeha 1995’an û 8’ê Adara 1996’an de li navçeya Kerborana Mêrdînê 3 jê zarok 7 welatî di binçavan de hatibûn windakirin. Fikar heye ku ev doz jî bi “bêcezahiştinê” serê were girtin. Malbatên salên dûr û dirêj ji bo dîtina cenazeyan têkoşiyan û di encama vê lêgerînê de Davut Altunkaynak (12), Seyhan Dogan (14), Nedîm Akyon (16), Mehmet Emîn Aslan (19), Abdurrahman Olcay (20), Abdurrahman Coşkun (21), Hîkmet Kaya (24) û Suleyman Seyhan (57) hatin dîtin. Kujerên van cangoriyan tên darizandin. 
 
Hestiyên Davut Altunkaynak ê 12 salî piştî ku hat windakirin 23 sal şûn ve li bîreke navçeya Kerboranê ya Mêrdînê hat dîtin. Bavê Altunkaynak, Azîz Altunkaynak ji ajansa me re axivî û behsa serpêhatiya lawê xwe kir. 
 
 
‘DEWLETÊ QETIL KIR LÊ GOT PKK KIRIYE’ 
 
Altunkaynak diyar kir ku gundê wan Gelîkûrê di sala 1993’yan de ji aliyeê dewletê ve hatiye şewitandin û valakirin û piştre wan koçî gundê Tirîva kiriye û wiha got: “Di sala 1994’an de dewletê gundê Tirîva jî vala kir. Em jî neçar man koçî navenda Kerboranê bikin. Davut heya sala 1995’an li ber pez bû. Di 29’ê cotmeha 1995’an de du mamoste û karsazek ji aliyê deletê ve hatin revandin û qetilkirin. Gotin PKK’ê kiriye. Li ser vê yekê serfermandar Mehmet Tire û Hurşit Îmrem fermandarên JÎTEM’ê yên tabûrê bûn. Gotin dê tola van hilînin û li Kerboranê 50 însan bi awayek dijqanûnî hatin binçavkirin. Davut jî di nav wan de bû. Gelek kesan berdan û 7 kes man.” 
 
‘ÎŞKENCE LI DAYIKA DAVUT DIKIN’ 
 
Altunkaynak wiha qala serpêhatiya binçavkirina lawê xwe kir: “Rojek beriya Davut bibin, Seyhan Dogan binçav kiribûn. Dotira rojê nîvorkî tên mala me. Li Davut dipirsin. Dayika wî jî dibêje ne li malê ye. Êvarê dîsa tên malê û lê dipirsin. Dayika wî dîsa dibêje ne li malê ye. li ser vê yekê dayika wî ku beriya 15 rojan ketibû nav cihan, digirin dibin. Li qereqolê îşkence lê dikin. Li Davut dipirsin. Ew jî dibêje belkî çûbe cem mala amojina xwe. Pişt re hevala min li panzêrê siwar dikin û diçin ku Davut binçav bikin. Derî dişikînin û Davut digirin û li gel dayika wî dibin qereqolê.”
 
‘CERDEVAN CIH NÎŞAN DA’ 
 
Altunkaynak destnîşan kir ku li Fermandariya Leşkeriyê îşkenceya asqiyê Filistînê li lawê min dikin. Li ber çavê dayika wî îşkence lê tê kirin. Davut ji dayika xwe avê dixwaze. Gotina wî dawî ya ji bo dayika xwe dike ev bûye. Em bi salan lê geriyan. Herî dawî di sala 2013’an de ji bo dîtina Davut kolandin hat destpêkirin. Me 5 cenazeyan li gundê Tirîva dît. Ji sala 2014’an heta 2013’an leşker li wir bûn. Dema me xebata lêgerînê da destpêkirin, cerdevanek teqewît ji kesekî re dibêje dizane cihê windayan li ku ye. Mehmet Coşkun çû wî anî. Cih nîşan da.” 
 
HESTIYAN WÎ BI XWE DÎT 
 
Altunkaynak anî ziman ku wan di kolandina li Kerboranê de Davut nedîtine di sala 2015’an de li navçeya Qoserê dem ali cenazeyê çawişê pisor Bîlal Batirir digerin, cenazeyê Abdurrahman Olcay û Abdurrahman Coşkun li gundê Tilzerîn tên dîtin. Altunkaynak da zanîn ku wan pişt re li ser gilîkirina şivanan cenazeyê lawê xwe Davut û Nedîm Akyon di bîreka 120 metre de kûr a li gundê Dîlanê dîtine û wiha axivî: “Leşkeran xwe berda binê bîrê, hinek hestî dîtin. Hestî hindik bûn. Me xwest em xwe berdinê. Destûr nedan. Lê min xwe berda bîrê û hestî, cil û pêlavên wan li wir bûn.” 
 
Altunkaynak diyar kir ku li Saziya Tiba Edlî di sala 2016’an de encam derketin û hestî aydê Davutê lawê wî û Nedîm Akyon bûne û hestiyên din aydê kê bûne nehatne tespîtkirin. Altunkaynak bi bîr xist ji ber ku li Nisêbînê qedexeya derketina derve hebû, cenaze birine li Kerboranê veşartine. 
 
TU ENCAM DERNEKETIYE 
 
Altunkaynak bi bîr xist ku di sala 2015’an de pêvajoya darizandinê dest pê kir û dadgehê bi hêceta “ewlehiyê” dozê şandiye Semsûrê û 7 sal in doz didome û hê negihîştiye tu encamê û xwest berpirs û kujer heta hetayê werin cezakirin. 
 
‘MA WÊ HÊ ÇI DELÎL HEBIN’ 
 
Altunkaynak anî ziman ku heke edalet bûya dê cezayê girankirî li kujeran bihata birîn û dadgehê delîl û şahidan xwestiye û wiha domand: “Her cure delîl hene. Li ber çavê dayika wî îşkence lê kirine. Wekî din bila çi delîl hebin.” 
 
‘ÇAV BERDANE DEMBORIYÊ’
 
Altunkaynak destnîşan kir ku dadgeh ji wan qeydên kamerayê çi dixwaze û wiha got: “Em ê qeydên kamerayan ên wê demê ji ku bînin. Ev hemû tiştên min got delîl in. Qeymeqamê wê demê dibêje binçavkirin e lê hejmara wan nizane. 5 sal in dewlet dozgerê ku wek şahid dê were guhdarkirin, nayîne dozê. Dozê dirêj dikin. Me êgle dikin. Çavê wan lê dozê bi demboriyê re rûbirû bihêlin.” 
 
‘JI BER EM KURD IN KES NAGIRÎ’ 
 
Altunkaynak destnîşan kir ku heke Davut ne kurdbûya, zarokek ji rojavayê Tirkiyeyê bûya dê cezayê heta hetayê bida kujeran û wiha got: “Lê Davut kurd e. Ji ber ew zarokek kurd e, kes li ser wî nagirî. Wîjdanê heyeta dadgehê tune ye. Çimkî lawê min kurd e. Divê ji roja destpêkê ve kujer bihatana girtin. Ji ber em kurd in dadgeh bi nêrînek siyasî nêzî dozê dibe.” 
 
‘KIRYAR DIYAR IN’ 
 
Altunkaynak anî ziman ku dewlet ji kesên di salên 90’î de ji aliyê JÎTEM, polîs û leşkeran ve hatin windakirin û qetilkirin re dibêje “kiryar nediyar” û herî dawî wiha got: “Kiryar nediyar nîne. Kiryar diyar e. Bi hezaran bûyerên ku jê re dibêjin kiryar nediyar hene. Kiryar diyar in lê navê kiryar nediyar lê kirine. Divê êdî kujerên van însanan bên cezakirin. Ne cezayek hindik, divê cezayê heta hetayê were birîn.” 
 
MA /  Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

21/05/2022
21:08 Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan greva birçîbûnê
20:46 Roja ewil a Konferansa Jinan a HDP'ê bi dawî bû
20:03 Dag: Ên herî zêde li hember vê pergalê têdikoşin ciwan in
17:18 Ji bo nexweşê KOAH’ê yê 67 salî Yilmaz banga ‘berdana bilez’ hate kirin
16:57 Faîlê ku hewl da dest dirêjî zarokê 7 salî bike hat girtin
16:56 ‘Zimanê kurdî hêdî hêdî dikeve bin bandora zimanên serdest’
16:45 Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Hûn ê me teslîm negirin
16:29 Ji bo girtiyê weremî banga berdanê kirin
15:59 Di hefteyekê de cenazeyê 20 leşkeran anîn qereqolê
15:52 Xizmên girtiyan hatin gelhev: Em têkoşînê mezin bikin
15:51 Zarokê ku wesayîtê lê da jiyana xwe ji dest da
15:41 ‘Desthilat bi zordariyê hebûna xwe didomîne’
15:18 Di hefteye windayan de qurnefîl avêtin behrê
15:13 Dayikên Şemiyê: Em ê dev ji lêgerîna xwe ya edaletê bernedin
14:45 Di kongreya xwe BASK-DER’ê de banga têkoşîna li dijî tecrîdê hate kirin
14:00 Malbata Şenyaşar: Edalet dê bi yekbûna kesên wê dixwaze re pêk were
13:53 Xizmên windayana aqûbeta 3 kesên ji heman malbatê hatibûn windakirin pirsîn
13:47 Balafireke dewleta tirk li Mexmûrê bi wesayîtekê da
13:33 Nasnameya 2 kesên di êrişa Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dan aşkere bû
13:02 Banga Bûldan a li muxalefetê: Sekneke demokratîk a wêrek nîşan bide
12:44 Girtina ciwanan hate şermezar kirin
12:24 Di êrişa bi çekên kîmyewî de 8 HPG’iyan jiyana xwe ji dest da
11:32 Operasyona leşkerî ya li çiyayê Cûdî didome
11:16 Li Duzceyê 2 jê gardiyan 16 kes hatin binçavkirin
11:16 Bijîşk Şeyma Bîran di mûayenexaneya xwe de hate qetilkirin
11:05 Li Şaredariya Kadikoyê 32 kes hatin girtin
10:54 Polîsên bi unîformayê Heyvasor piştî ‘alîkariyê’ sîxurtî ferzkirin
10:17 Esnafên Amedê ji ber bihabûnê hatine asta dikan girtinê
10:00 Polîsan veşartina cenaze û şîn asteng kirin
09:41 Ji bo Ocalan serî li NY'yê hat dayîn
09:08 ‘Ev pêvajo pêvajoya berxwedana jinê ye’
09:05 Li Cizîrê qeyûm mal û milkên şaredariyê yeko yeko dewr dike
09:05 Pêşmergeyê berê Yîgît: Barzanî ji bo pera birakujiyê dike
09:01 Di 12 saliyê de hat qetilkirin: Ji ber ku Davut kurd e kes nagirî
09:00 ROJEVA 21'Ê GULANA 2022'YAN
20/05/2022
23:26 Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin
22:32 'Hema Hema Jin Elizabeth' li Êlihê hat lîstin
22:16 Girtina ciwanên HDP'î hat şermezarkirin
21:50 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Desthilat haziriya çûna xwe dike
21:47 Li Amedê 10 kes hatin girtin
21:00 Rêxistinên Ciwanan: Divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe
20:31 Zilamê ku Turkmenê qetil kir hat girtin
20:24 Ciwanên HDP'î hatin berdan
20:19 Piştî 6 salan cenazeyê Yildiz radestî malbatê hat kirin
19:29 Li Cizîrê êrişeke çekdarî: Kesek mir
19:04 Ji Katoyê ber bi Bestayê ve sewqiyata eskerî
18:51 Li Bestayê qirkirina daran didome
18:37 Lexema DÎSKÎ'yê gefê li derdorê dixwe!
18:19 ‘15'ê Gulanê pêngaveke li dijî bişavtinê ye'
17:19 Li Edeneyê 'şehîdên meha Gulanê' hatin bibîranîn
17:07 Hunermend Gokçe hat berdan
17:01 Ciwanên HDP'î bi meşekê binçavkirin şermezar kirin
16:44 Nûnerê TUGVA'yê li Şaredariya Amedê bû serokê daîreyê
15:55 'Kujerên Zekî Çelebî reviyane Hewlêrê'
15:52 Ciwanên HDP'î binçavkirinan bi meşekê protesto kirin
15:48 Hunermend Çat: Ya ku tê qedexekirin ziman, çand û hunera kurdî ye
15:16 YNK: Kîjan dema ku Barzanî qala biratiyê bike îxanetek pêk tê
15:08 ‘Polîtîkaya desthilatdariyê li dijî kurdan û jinan e’
14:17 Ji Xelfetiyê ji bo Ocalan bang li gelan kirin: Werin em li dijî tecrîdê têkoşînê bilind bikin
14:01 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
13:55 Li Çiyayê Cûdî şerekî giran diqewime
13:45 Li Sêrtê ciwanek mirî hat dîtin
13:37 Malbata Îzol li ber Edliyeya Rihayê daxwaza edaletê kir
13:05 Li ser îfadeyên 'şahidê veşarî Ulaş' 26 kes hatin girtin
12:12 Emîne Şenyaşar: Bila lawê min were berdan
12:02 Hunermend Zelal Gokçe hate binçavkirin
12:02 Malbata Ocalan bertek nîşanî tecrîdê da: Deriyên Îmraliyê vekin
11:59 HDP dê di Konferansa Jinê ya Navendî de nexşerêya serdema nû niqaş bike
11:57 Pêşmergeya 55 salan: Divê hemû kurd li dijî xiyanet û dagirkeriyê dakevin qadan
11:45 Gola Xizir bi xweşikiya xwe hiş ji serê mirov dibe
10:58 Çanda dengbêjiyê li Îzmîrê didomîne
10:56 Hevşaredarê Norşînê yê berê hate berdan
10:48 ‘Kurdistan ne xaka Tirkiyeyê ye û bila xwe ji xaka me vekişînin’
10:40 Dayikên Aştiyê: Me pariyê nanê xwe bi PDK’ê re parve kir lê ew zarokên me didin kuştin
10:27 Derbarê Hevşaredara Farqînê de du îdianameyên nû hatin amadekirin
10:04 30 salan notirvanî kir: Notirvan bûne parçeyeke şerê taybet
09:16 Di roja girtina Ocalan de dev ji cerdevaniyê berda: Min sond xwar ku êdî xiyanetê nekim
09:06 Dr. Tûran: Biryarên ATK’ê û nirxên bijîşktiyê ji hev nagirin
09:04 Bersiva daxwaza ji bo edaletê: 11 lêpirsîn, 4 doz
09:02 Tûncel: Bêbextî li projeya Mele Mistefa tê kirin
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2022'YAN
19/05/2022
21:23 Efrîniyan bi meşeke girseyî tecrîda li Îmraliyê şermezar kir
20:22 Li Amed û Îzmîrê du jin hatin qetilkirin
19:34 'Şehîdên meha Gulanê' hatin bibîranîn
18:25 Dr. Xeyas Neyîse: Tirkiye gefê li têkoşîna hevpar a çareseriyê ya gelê kurd-ereb dixwe
17:40 Qedexeya li Cûdiyê 8 roj in didome
16:54 Li Stenbolê 10 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
16:29 Karakoç û Ocak ku di bin çavan da hatibûn windakirin hatin bibîranîn
16:13 Li Efrînê 12 leşker û çete hatin kuştin
15:55 Malbatên girtiyan: Bila cîhan bibihîze ku li Tirkiyeyê edalet nîne
15:44 ÎHD’a Edeneyê rapora girtîgehan eşkere kir
15:41 Polisan 12 HDP'î binçav kirin
15:29 Li Heftanînê şer: Cerdevanekî jiyana xwe ji dest da
15:22 Meclisa Berxwedanan piştgirî da malbata Şenyaşar
14:58 Cenazeyê jinekê nêzî qereqolê hat dîtin
14:08 Îtalî li dijî şerê li Ûkrayna û Herêma Kurdistanê dest bi grevê dikin
13:31 Hevkariya AKP-PDKê karê 'bazirganên rojane' jî bi dawî kir
12:52 Tê payîn binçavkiriyên li Stenbolê bibin edliyeyê
12:39 Qeyûmê DBB’ê qada civakî ji rantê re vekir û qada hêşiniyê dewrî leşkeriyê kir
12:17 Polîsê ku derbarê wî de biryara dûrxistinê hatibû dayîn jinek kuşt