Pêşmergeyê berê Yîgît: Barzanî ji bo pera birakujiyê dike

  • rojane
  • 09:05 21 Gulan 2022
  • |
ŞIRNEX - Cebraîl Yîgît ê ku 7 salan pêşmergetî kiriye diyar kir ku malbata Barzanî îro pişta xwe daye gelê xwe û got: "Îro hûn 5 qirûşan bidinê wê biçe birayê xwe bikuje. Ji bo berjewendiyên xwe yên kesane dikare her tiştekî bikin."
 
Tirkiyeyê di sala 2021'an de li dijî herêmên Metîna, Zap û Avaşînê êriş dabûn destpêkirin. Piştî biserneketina van êrişan vê carê rasterast bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 17'ê Nîsanê de li van herêman dest bi êrişine nû kiribûn. Ev êrişên li herêma Zap, Avaşîn û Metînayê ji 17'ê Nîsanê ve bênavber didomin. Tirkiyeyê heya niha tu encam ji van êrişan negirtiye. Li gel vê bertekên li dijî van êrişan û helwesta PDK'ê jî jî her diçin berbelavtir dibin. 
 
Li navçeya Elkê ya Şirnexê Cebraîl Yîgît (75) ê ku 7 salan pêşmergetî kiriye û 17 salan jî cerdevantî kiriye diyar kir ku sibê Tirkiye Herêma Kurdistanê dagir bike wê Barzanî bireve biçe û bang lê kir ku dev ji vê birakujiyê berde. 
 
 
'KURÊN MELA BARZANÎ BÛNE ŞIRÎKÊ DEWLETA TIRK'
 
Cebraîl Yîgît anî ziman ku malbata Barzanî ji dîrokê ve "xiyanetê" li gelê xwe dike û got: "Em dema ku pêşmerge bûn, kurd ev qasî tune bûn. Piştî ku ji axa xwe vekêşiyan em hatin Tirkiyeyê û bûn cerdevan. Malbata Barzanî ji wê demê heta niha xiyanetê dike. Karê wan hemû li ser pera ye. Piştî ku Mela Mistefa Barzanî çû, kurên wî hatin şûna wî. Kurên wî jî li Amerîkayê, Dubaîyê bûn xwedî serwet. Bi vê yekê xiyanetê li gelê xwe kirin. Gava Mela Mistefa Barzanî hebû kurd baş bûn. Lê piştî ku rehmet kir kurên wî Mesud Barzanî û ên ditir rabûn pişta xwe dan gelê xwe. Çavê wan pere dîtin. Mela Mistefa Barzanî ew pereyê ku peyda dikir jî bi gelê xwe re parve dikir. Wê demê kalaşnikof nebûn, Burnewita hebûn, ew anîn li kurdan belav kir, lê kurd ew dibirin Nordizê difirotin. Niha kurên wî dibin şirîkê dewleta tirk. Tenê noqteya wan a hevpar ew e ku ji bo pereyan mirovan didin kuştin."
 
Yîgît di berdewama axaftina xwe de bal kişand li ser serweta malbata Barzanî jî û diyar kir ku tu eleqeya wan bi kurdayetiyê nîn e û : "Pişt re Iraq hilweşiya û başûriyan berê xwe da Îran û Ewropayê. Wê demê Mela Mistefa Barzanî jî çû Îranê. Dema ku çûn Îranê jî vê carê li wir xiyanet li Qasimlo û Gazî Mihemed kir. Bi dehan leşkerên Qasimlo bi xiyanetê kuştin. Bi vê xiyanetê Komara Mahabad avêtin xeteriyê. Niha heman tiştî li ser Başûrê Kurdistanê dikin. Bûye hevkarê hişmendiya osmaniyan û axa başûr dagir dike. Barzanî ji dîrokê heta niha wiha ne. Her tim xiyanet kirine. Îro hûn 5 qirûşan bidinê wê biçe birayê xwe bikuje. Ji bo berjewendiyên xwe yên kesane dikare her tiştî bikin. Guhê wan li kurdîniyê nîn e. Sibê tirk bikevin Iraqê ewil ew ê bireve û biçe Amerîkayê. Ew bi xwe li Amerîka û Dubaîyê bîne li ser bînayê çêdike û li wir gelê wî jî birçî ye. Ev ne edelet e, ev dijminahî ye."
 
'CERDEVAN JÎ BIRAYÊN XWE DIKUJIN'
 
Yîgît diyar kir ku cerdevan jî bûne parçeyeke şer û ev bang kir: "Piştî ku em ji nêçariya xwe ji wir derketin û rewş guherî ez hatim memleketê xwe. Li vir jî ji ber ku derfetên kar tune bûn ez bûm cerdevan. Em ji nêçariya xwe bûn cerdevan. Yan na me ranedikir çeka wa, yan na ez nedibûm cerdevan. Îro gel bi daxwaza xwe diçe dibe cerdevan. Îro ev cerdevan ji vir bi Tirkiyeyê re diçin Iraqê û li hemberî kurdan şer dikin û kurdan dikujin. Ji bo çi? Ji bo pereyan wisa dikin. Ez bawer nakim ku ev kes bên ser rêya rast. Min 17 salan cerdevanî kir û ji bo ku ez niha cerdevaniyê nakim jî ez gelek keyfxweş im. Îro werin ji min re bibêjin dîsa bibe cerdevan ez nabim. Divê kurd tifaqa xwe çêbikin. Em birakujiyê naxwazin. Bila birakujiyê nekin, bila bibin yek."

Sernavên din

21/05/2022
21:08 Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan greva birçîbûnê
20:46 Roja ewil a Konferansa Jinan a HDP'ê bi dawî bû
20:03 Dag: Ên herî zêde li hember vê pergalê têdikoşin ciwan in
17:18 Ji bo nexweşê KOAH’ê yê 67 salî Yilmaz banga ‘berdana bilez’ hate kirin
16:57 Faîlê ku hewl da dest dirêjî zarokê 7 salî bike hat girtin
16:56 ‘Zimanê kurdî hêdî hêdî dikeve bin bandora zimanên serdest’
16:45 Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Hûn ê me teslîm negirin
16:29 Ji bo girtiyê weremî banga berdanê kirin
15:59 Di hefteyekê de cenazeyê 20 leşkeran anîn qereqolê
15:52 Xizmên girtiyan hatin gelhev: Em têkoşînê mezin bikin
15:51 Zarokê ku wesayîtê lê da jiyana xwe ji dest da
15:41 ‘Desthilat bi zordariyê hebûna xwe didomîne’
15:18 Di hefteye windayan de qurnefîl avêtin behrê
15:13 Dayikên Şemiyê: Em ê dev ji lêgerîna xwe ya edaletê bernedin
14:45 Di kongreya xwe BASK-DER’ê de banga têkoşîna li dijî tecrîdê hate kirin
14:00 Malbata Şenyaşar: Edalet dê bi yekbûna kesên wê dixwaze re pêk were
13:53 Xizmên windayana aqûbeta 3 kesên ji heman malbatê hatibûn windakirin pirsîn
13:47 Balafireke dewleta tirk li Mexmûrê bi wesayîtekê da
13:33 Nasnameya 2 kesên di êrişa Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dan aşkere bû
13:02 Banga Bûldan a li muxalefetê: Sekneke demokratîk a wêrek nîşan bide
12:44 Girtina ciwanan hate şermezar kirin
12:24 Di êrişa bi çekên kîmyewî de 8 HPG’iyan jiyana xwe ji dest da
11:32 Operasyona leşkerî ya li çiyayê Cûdî didome
11:16 Li Duzceyê 2 jê gardiyan 16 kes hatin binçavkirin
11:16 Bijîşk Şeyma Bîran di mûayenexaneya xwe de hate qetilkirin
11:05 Li Şaredariya Kadikoyê 32 kes hatin girtin
10:54 Polîsên bi unîformayê Heyvasor piştî ‘alîkariyê’ sîxurtî ferzkirin
10:17 Esnafên Amedê ji ber bihabûnê hatine asta dikan girtinê
10:00 Polîsan veşartina cenaze û şîn asteng kirin
09:41 Ji bo Ocalan serî li NY'yê hat dayîn
09:08 ‘Ev pêvajo pêvajoya berxwedana jinê ye’
09:05 Li Cizîrê qeyûm mal û milkên şaredariyê yeko yeko dewr dike
09:05 Pêşmergeyê berê Yîgît: Barzanî ji bo pera birakujiyê dike
09:01 Di 12 saliyê de hat qetilkirin: Ji ber ku Davut kurd e kes nagirî
09:00 ROJEVA 21'Ê GULANA 2022'YAN
20/05/2022
23:26 Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin
22:32 'Hema Hema Jin Elizabeth' li Êlihê hat lîstin
22:16 Girtina ciwanên HDP'î hat şermezarkirin
21:50 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Desthilat haziriya çûna xwe dike
21:47 Li Amedê 10 kes hatin girtin
21:00 Rêxistinên Ciwanan: Divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe
20:31 Zilamê ku Turkmenê qetil kir hat girtin
20:24 Ciwanên HDP'î hatin berdan
20:19 Piştî 6 salan cenazeyê Yildiz radestî malbatê hat kirin
19:29 Li Cizîrê êrişeke çekdarî: Kesek mir
19:04 Ji Katoyê ber bi Bestayê ve sewqiyata eskerî
18:51 Li Bestayê qirkirina daran didome
18:37 Lexema DÎSKÎ'yê gefê li derdorê dixwe!
18:19 ‘15'ê Gulanê pêngaveke li dijî bişavtinê ye'
17:19 Li Edeneyê 'şehîdên meha Gulanê' hatin bibîranîn
17:07 Hunermend Gokçe hat berdan
17:01 Ciwanên HDP'î bi meşekê binçavkirin şermezar kirin
16:44 Nûnerê TUGVA'yê li Şaredariya Amedê bû serokê daîreyê
15:55 'Kujerên Zekî Çelebî reviyane Hewlêrê'
15:52 Ciwanên HDP'î binçavkirinan bi meşekê protesto kirin
15:48 Hunermend Çat: Ya ku tê qedexekirin ziman, çand û hunera kurdî ye
15:16 YNK: Kîjan dema ku Barzanî qala biratiyê bike îxanetek pêk tê
15:08 ‘Polîtîkaya desthilatdariyê li dijî kurdan û jinan e’
14:17 Ji Xelfetiyê ji bo Ocalan bang li gelan kirin: Werin em li dijî tecrîdê têkoşînê bilind bikin
14:01 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
13:55 Li Çiyayê Cûdî şerekî giran diqewime
13:45 Li Sêrtê ciwanek mirî hat dîtin
13:37 Malbata Îzol li ber Edliyeya Rihayê daxwaza edaletê kir
13:05 Li ser îfadeyên 'şahidê veşarî Ulaş' 26 kes hatin girtin
12:12 Emîne Şenyaşar: Bila lawê min were berdan
12:02 Hunermend Zelal Gokçe hate binçavkirin
12:02 Malbata Ocalan bertek nîşanî tecrîdê da: Deriyên Îmraliyê vekin
11:59 HDP dê di Konferansa Jinê ya Navendî de nexşerêya serdema nû niqaş bike
11:57 Pêşmergeya 55 salan: Divê hemû kurd li dijî xiyanet û dagirkeriyê dakevin qadan
11:45 Gola Xizir bi xweşikiya xwe hiş ji serê mirov dibe
10:58 Çanda dengbêjiyê li Îzmîrê didomîne
10:56 Hevşaredarê Norşînê yê berê hate berdan
10:48 ‘Kurdistan ne xaka Tirkiyeyê ye û bila xwe ji xaka me vekişînin’
10:40 Dayikên Aştiyê: Me pariyê nanê xwe bi PDK’ê re parve kir lê ew zarokên me didin kuştin
10:27 Derbarê Hevşaredara Farqînê de du îdianameyên nû hatin amadekirin
10:04 30 salan notirvanî kir: Notirvan bûne parçeyeke şerê taybet
09:16 Di roja girtina Ocalan de dev ji cerdevaniyê berda: Min sond xwar ku êdî xiyanetê nekim
09:06 Dr. Tûran: Biryarên ATK’ê û nirxên bijîşktiyê ji hev nagirin
09:04 Bersiva daxwaza ji bo edaletê: 11 lêpirsîn, 4 doz
09:02 Tûncel: Bêbextî li projeya Mele Mistefa tê kirin
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2022'YAN
19/05/2022
21:23 Efrîniyan bi meşeke girseyî tecrîda li Îmraliyê şermezar kir
20:22 Li Amed û Îzmîrê du jin hatin qetilkirin
19:34 'Şehîdên meha Gulanê' hatin bibîranîn
18:25 Dr. Xeyas Neyîse: Tirkiye gefê li têkoşîna hevpar a çareseriyê ya gelê kurd-ereb dixwe
17:40 Qedexeya li Cûdiyê 8 roj in didome
16:54 Li Stenbolê 10 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
16:29 Karakoç û Ocak ku di bin çavan da hatibûn windakirin hatin bibîranîn
16:13 Li Efrînê 12 leşker û çete hatin kuştin
15:55 Malbatên girtiyan: Bila cîhan bibihîze ku li Tirkiyeyê edalet nîne
15:44 ÎHD’a Edeneyê rapora girtîgehan eşkere kir
15:41 Polisan 12 HDP'î binçav kirin
15:29 Li Heftanînê şer: Cerdevanekî jiyana xwe ji dest da
15:22 Meclisa Berxwedanan piştgirî da malbata Şenyaşar
14:58 Cenazeyê jinekê nêzî qereqolê hat dîtin
14:08 Îtalî li dijî şerê li Ûkrayna û Herêma Kurdistanê dest bi grevê dikin
13:31 Hevkariya AKP-PDKê karê 'bazirganên rojane' jî bi dawî kir
12:52 Tê payîn binçavkiriyên li Stenbolê bibin edliyeyê
12:39 Qeyûmê DBB’ê qada civakî ji rantê re vekir û qada hêşiniyê dewrî leşkeriyê kir
12:17 Polîsê ku derbarê wî de biryara dûrxistinê hatibû dayîn jinek kuşt